图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,805
图片 106,147
书籍 19,342
相关文件 97,361
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Zextên Zewacê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zextên Zewacê

Zextên Zewacê
=KTML_Bold=Zextên Zewacê=KTML_End=
Salomé Cizrawî

Em jiyaneke welê dijîn ku tûşî zextên cûr bi cûr têne. Ji hêlekê ve zextên dewletê yên siyasî û fîzîkî ji hêlekê ve zextên mîkro yên ku weke daneyan li her derê civakê belav bûne, rê li ber jiyana me dixe. Em ê li gorî kîjan cûreyê zextê bibine qurban. Fikra me ya siyasî, baweriya me ya olî yan jî bêbaweriya me, koka me ya nijadî, zayenda me, arezûya me ya cinsî û payebilindiya me ya civakî li gorî çi tê veguhertin. Dema em li ser van zextan difikirin em ji vê wêdetir li ser kêşeyên populer ku birbiriya wan hatiye ispatkirin, radiwestin. Çunkî welê hêsan û bi konfor e.
Dema meriv li ser qedexeyên dewletê yan jî komployên emperyalîzmê difikire, şitexilandina dijwariya hişî zehf kêm e. Fikreke welê, janeke nade jiyana me ya rojane da ku biguherîne û têra xwe li ser modaya siyasî guncaw be û herwiha bi her awayî balkêş e. Belkî ji ber welê, carinan em pirsgirêkên xwe yên rastîn ji bîr ve dikin ku em malikê li xwe xera dikin. Pirsgirêkeke şeytanokî ku entegreyî pergaleya pesenda dilê civakê bûye, bi çand û kevneşopiyê, di serboriyekê re hatiye nermkirin. Di van salên dawîn de di hundirê mirov de nerma nerma digevize. Zexta zewacê, hema hema temama wê ev e.
Dema meriv bi welêt û pirsgirêkên din ên cîhanê berawird dike, zexta zewacê li gorî hinekan dibe ku weke pirsgirêkeke luks xuya bike. Pêşanderê ku di nava xwînê de li erdê digevize her roj kezeba meriv dişewitîne, ranavtinên ji malbat û dostan têne, mîna “Êdî bizewice!” ma gotin jê re divêt? Lê zexta zewacê, ji bilî hişyariyên nermik ên meriv û dostan meseleyeke kûr û têkelhev e. Pirê caran her çiqas li ser me weke bişirîneke kubar be jî, di esasê xwe de li ser me bandoreke pir mezin çê dike. Dema meriv li tecrûbe û çîrokên derdora xwe dinihêre, bandoreke zor mezin li ser bi milyonan mirovan dike, hetta meriv têdigihêje ku bandoreke pir mezin li ser temama temenekî dike.
Pirsgirêkeke bi xwe welê cidî; bi civakî, yasayî, aborî û derûnî heye. Zexta zewacê bi xwe, nahêle mirov jiyaneke bi serê xwe anku azad bijî. Mirov wek awayê ku bi darê zorê vê jiyana hanê pê bê kirin bike û piştî serboriyeke têra xwe tije kul û keder, mirov wek hawê ji neçarî bipejirîne. Yan jî dema mesele ji adet derdikeve, êdî kesek nikare li ber bisekine. Helbet ne ku mînakên zewacên baş tune ne. Lê, pirê caran zewac di jiyana mirovan de diyardeyeke zextî tê û dibe trajedi, ku birînên bêderman der dike. Baş e, pirê caran mirov pê dizane, dibîne jî, çima dixape? Bersiva vê pirsê ev e, di pergaleya nirxan de veşartî ye ku ev tişt meriv dorpêç dike.
Li derdora me her tişt berê me dide zewacê. Hema hema hemû dîn, bîrdozî û desthilatdar zewacê li ber çavên me şêrîn dikin. Hemû saziyên perwerde, çand, huner û kevneşopiyê zewacê pîroz dibînin. Ji zarokatiyê heya meriv mezin dibe me bi zewacê re dizeliqînin. Ji bo têgeha zewacê di binhişê me de cih bigire, her rê û rêbaz têne caribandin da ku kêliyek be jî, em jê guman nekin. Carinan di bin banê adetan de bêbextî, derewan dikin û bi dek û dolaban û bi awayekî zanistî li ser meriv qulopilo dikin. (yên zewicîne bextewar in, emre wan dirêj e hwd.)
Zewac dema welê weke têkiliyeke bêreqîb û bêalternatîv tê qebûlkirin, kesên ku li derveyê vê têkiliyê be, wek hawê potansiyeleke nehênî pê re çê dibe. Kesên azeb, kesên tikî tenê, jinbî û kesên zewicîne û dev ji hevdû berdane, li ber çavan in û weke zimanê xesûyê têne dîtin. Kesên nezewicîne, ji bo civakê xetere têne dîtin û ji bo vê xereteyê ji holê rakin, gelek rê û rêbaz cuda têne ceribandin.
Dîmena ji niha û pê ve bi we xerîb nayê. Kesên ku xwe weke xwedî û efendiyên pergaleyê dibînin (yanî yên zewicîne), yên ku weke tehdît dibînin (yanî azeb) zextan li ser wan dikin. Ji aliyê rê û rêbazên zextan ve pirsgirêk niye. Yanî gefan li wan dixwin, wan nahesibînin, wan dîke dikin, bêerziyan li wan dikin, henekên xwe bi wan dikin an jî wan ji aliyê civakî, yasayî û aborî ve mehrûm dihêlin. Heger hûn nezewicî bin, tenê ne li Bakurê (Tirkiyeyê), hema hema li her derê cîhanê her roj hûn dê tûşî her celebên zextan bibin.
Heger hûn azeb bin, hingê hûn ê bi van zextan ve bidine û bisitînin hûn dê bibine pispor. Bi saya tecrûbeyan, hûn ê zextan bisenifînin, hûn ê hewl bidin bê çawa serî bi wan re derkevin. Helwestên li dijî azeban, bi du şaxan zextên ji hundir û derve ve têne ku meriv dikare ji hevdû veqetîne. Zextên ji derve ve têne, mijûliya haletên we yên şareza ne anku mirovên hûn di nava wan de ne, yên ku hûn bi mecbûrî yan jî bi tesadûfî, yên nas an jî ne nas in. Niyeta vana ne başiya we ye; vana kêmasiyên xwe bi we temam dikin, hetta, carinan welê bêhed diçin ku eşkere heqaretê dike û ji vêya zewqê jî werdigire.
Dema hûn li civatekê de pêrgî vana têne, teqez tenêtiya we tînin bîra we, şad dibin bi awayekî sadîstî dixwazin bibêjin “tu ne lawê bavê xwe yî” û belkî jî “ tu nikarî bibî lawê bavê xwe”. Zextên welê ku ji derve ve têne, mirov aciz dikin û mirov dike ku krîzê derbas bike. Dawiya dawîn vana bêedebî ne û xeleka rûxandinê teng e. Çi ecêb e ku zexta esil, jidil tê. Ev celeb zext ji malbat, dost, cîran û hin caran ji evîndarê/a we tê. Niyeta vana başiya we ye; bi ya wan hûn ne bextewar in, hûn ji jiyaneke yekpare bêpar in, hûn kêm in û ji bo paşeroja we bi endîşe ne. Li derdorê dimeyzînin, her kes zewiciye û dilşa ye; zarokên hevalên we bûne çend salî.
Zaxtên li ser azeb û yên tikî tene baş dizanin û ji bo welê, ji bo bi ya we nekin li ber xwe didin. Ji bilî vê, bi awayekî nerasterast mesele digihêje wan jî; mînak dema zarokên wan jî bigihêjin bivê nevê wê zext li ser wan jî bêne kirin. Çunkî ev dîmena hanê anku azebbûna we, dê zererê bide û salixên zewacên heval û hogiran bi wan ne xweş bê. Ji ber ku welê di hişê xwe de senaryoyeykê saz dikin, heta ji wan tê hewl didin ku we ji van fikren beredayî dûr bixînin. Çiqas di nava temen de dibuhure, welê dibe ku îcar hûn her roj hema hema bi hev re didin û distînin. Ji bo mirovekî dijwar e ku hem bibe xwedî wijdan hem jî li gorî rêgezên xwe tevbigere.
Ma ji bo kal û pîrekê ji vê qehrê dijwartir çi heye ku hem li ber sekeratê be hem jî li zarokên xwe yên ku nezewicîne biqehere? Îcar li ser meseleyê, dibêje tu neheq î, lê aqlê te, ango tu di hişê xwe de dikeve fikaran, kanî sirf ji bo wan ez bizewicim an jiyanê li xwe biherimînim. Tu di nava vê dudiliyê de digevizî. Kesek welê nafikire: Hezkiriyê/a we, ne hûn, pergaleya ku hetiye deformekirin, dibijêre. Malbat, dost, cîran, hevalên kargehê, yê te ne dîtiye ne binayî, meriv, hemwelatiyên welêt, dikandarê taxê yan jî ewlekarê sîteyê; ji bo tu dawetekê çê bikî û ew ji ji xwe re li kêf govenda xwe binêrin, te, dikarin bikin qurban.
Ez dibêjim qey em di vê mijarê de li hev dikin: wexta dido ji hev hez dikin, ku di navbera wan de peyva zewacê derbas dibe, têkilî ji adet derdikeve, wek hawê dikeve kontrola gelek kesên bêeleqe. Heger kesên welê bi ya girseya jorê bikin, dev ji têkiliyeke têkûz berde, êdî dema ji xwe re eşya yan jî firaqekê bikirin, bivê nevê, wê di din bandora girseya derdora xwe de bimînin. Îcar ji dêleva fikra wan yek bi yek bistîne, wek hawê bi ya wan bike, lê ya xwe hilbijêre. Lê her çiqas welê be jî, heger tu ji biryarê xwe tawîz bidî yan jî tu ji ya xwe bêyî xwarê tu ê jiyana xwe hêdî hêdî bi parçe û parî bikî. Ev zerera hanê tucarî dê ne di xema wan de be.
Kesên ku naxwazin bizewicin, hetta yên ku zewacê bi rexneyên tûnd rexne dikin, rewşa wan jî hema hema welê ye. Îcar hevokên welê misoger derdikevin holê: “Ez dixwazim bizewicim û bibim xwedî zarok lê civak ne amade ye.”, “Ez li dijî zewacê me lê ez nikarim bi kesên derdora xwe re mijûl bibim.” Bêguman ev tişên hanê zehf talûke ne. Yanî tu ji tiştekî bawer nakî, lê tu ê bikî. Ev kirin an jî trajedî ne heyamekê, dê temama jiyana te bi xwe re serobino bike. Îro roj, gelek tiştan meriv dixwaze lê meriv nake, îcar meriv çawa bikaribe berpirsiyariyên weke têgeha zewacê pêk bîne?[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览518
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://thehallkurdi.com/ - 05-09-2023
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 01-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 05-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览518
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,805
图片 106,147
书籍 19,342
相关文件 97,361
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!