图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,879
图片 106,296
书籍 19,332
相关文件 97,312
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ji bo jiyana azad û demokratîk, em li hember rêxistinên sûc û dagirkeriyê bibin yek
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ji bo jiyana azad û demokratîk, em li hember rêxistinên sûc û dagirkeriyê b...

Ji bo jiyana azad û demokratîk, em li hember rêxistinên sûc û dagirkeriyê b...
=KTML_Bold=Ji bo jiyana azad û demokratîk, em li hember rêxistinên sûc û dagirkeriyê bibin yek=KTML_End=
Halîl CEMAL

QSD’ê di 27-09-2023’an de, di serî de herêma Dêrazorê, li rojhilatê Firatê “Li dijî şaneyên DAIŞ’ê, kolberên hişbirê û rêxistinên çete yên zilmê li gel dikin”, “Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê” da destpêkirin. Operasyon berfireh dibe û didome. Navenda Ragihandina QSD’ê rojane agahiyên derbarê operasyonê de parve dike.
Operasyon li ser bingehê daxuyaniyên QSD’ê didome. Derdorên cuda bi fermî yan jî li ser medyaya dijîtal daxuyaniyên dijî operasyonê parve dikin, an jî nûçeyên nerast belav dikin. Hinek hêzên çekdarên ku bermayên DAIŞ’ê jî di nav de hene, ji qadên girêdayî rêveberiya Şamê tên û destwerdana herêma operasyonê dikin.
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li derdora Minbicê dest bi êrişên dagirkirinê kirine. Bi berxwedana hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gel Minbicê ev êriş heta astek girîng hatin şikandin. Lê dewleta Tirk a dagiker û çeteyên girêdayî wî hêzên xwe li derdora Minbicê kom dikin. Dewleta Tirk a faşîst-dagirker Operasyona Dêrazorê û pevçûnên bi DAIŞ û rêxistinên sûc re weke derfetekê dîtin, li ser xeta Til Temirê jî êriş û zêdetkirina hêza xwe didomîne.
Ev êrişên bi DAIŞ, Komara Tirk a faşîst û rêxistinên sûcê re girêdayî ne, di rastiyê de derdixe holê ku kî li pey hesabên çawa ne.
Polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser vekirî û zelal in. Armanc ew e ku Kurdan bi temamî qir bike yan jî ji vê erdnîgariyê paqij bike. Di serî de li Efrînê, li tevahî herêmên dagir kirine, vê polîtîkayê li ber çavê tevahî cîhanê dimeşîne. Vê polîtîkayên ne tenê li ser bingehê êrişên leşkerî pêk tîne. Rêbazên herî qirêj ên şerê taybet dixe dewrê û pêk tîne. Torên hişbirê, kolberiya mirovan, sîxwirtî, laşfiroşî, qetilkirin û hwd dixe dewrê. Ji derveyî vê jî, ji bo jiyana demokratîk û azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûye ji holê rake, di her derfetê de hewl dide gelê Kurd û Ereb bîne beranberî hev. Di vê mijarê de rêbazên şerê taybet bi bandor bikar tîne. Ji ber vê jî hewl dide operasyona li Dêrazorê weke ku li dijî Eşîrên Ereb e nîşan bide, Rêveberiya Xweser û QSD’ê ku cîhan bi heskirinek mezin lê dinêre bê îtibar bike.
Rêveberiya Şamê jî heman polîtîkayê dide meşandin. Ew jî hewl polîtîkaya bê îtibarkirinê dimeşîne, hewl dide derfetê ji rewşa heyî ya pevçûnan bigire. Taybet jî hewl dide operasyona heyî weke ku li dijî Eşîrên Ereb e nîşan bide, di serî gelê Ereb li dijî Rêveberiya Xweser rabike. Her çendî neyê gotin ku çiqas bi rêveberiya Şamê ve girêdayî ye jî, komên çeteyan ên girêdayî rêveberiya Şamê bi rihetî Firat derbas kirin, hem êrişî QSD’ê hem jî êrişî gelê Dêrazorê dikin. Ev çete saziyên xizmeta gel dikin û amûrên gel didizin. Zextê li gel dikin ku li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê derbikevin.
Hêzên Koalîsyonê weke ku rewşa heyî nizanin bang li QSD’ê dikin da pevçûnên bi DAIŞ û çeteyên dijminê gelin re rawestînin.
Nêzîkatiyên hêzên koalîsyonê yên beriya operasyonê û piştî operasyonê jî polîtîkayên pragmatîk in. Hêzên koalîsyonê têkiliyên ku bi eşîrên Ereban re çêdikirin, ev eşîr anîn rewşa hêzek leşkerî yê xweser. Ev nêzîkatiyên koalîsyonê bû sedem ku îro rewşek wiha derkeve holê. DAIŞ û çeteyên sûcê jî li ser bingehê van têkiliyan givrikî bûn. Çawa ku ji ber nakokiyên di navbera hêzên herêmê de dibe sedema li Dêrazorê sûcên bêpewre li dijî gel bên kirin, heman demê de ev nêzîkatiya koalîsyonê jî zemîn ji van sûcan re ava dike.
Taybet jî piştî serdana hovê faşîst Hakan Fîdan, beriya serdana dîkratorê faşîst RT. Erdogan a ji bo Rûsyayê, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lavrov bang li Komara Tirk û Şamê kir ku Lihevkirina Edeneyê nû bikin û zindî bikin. Ev nîşan dide ku Rûsyayê êrişên li ser Rêveberiya Xweser erê kiriye. Lihevkirina Edeneyê ne tenê li dijî Kurdan, li dijî tevahî gelê Sûriyê ye. Di rastiyê de bi vê lihevkirinê rêveberiya Şamê ya dixwaze desthilata xwe biparêze jî radest bûye. Heta îro bi milyonan mirovên Sûriyê êşên mezin kişandine, ev lihevkirin sedemê van êşan e. Ji ber wê jî ev banga Rûsyayê ne di berjewendiyên rêveberiya Şamê û gelê Sûriyê de ye. Ji ber vê sedemê banga Lavrov tenê berjewendiyên dijminên gelan û dewleta Rûsyayê esas digire.
Ji ber van sedeman jî pêwîste “Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê” ku QSD’ê li Dêrazor û rojhilatê Firatê daye destpêkirin rast bê fêmkirin. Ev operasyon li dijî her cûr hêzên antîdemokratîk û dijminên gelan in, qasî wê jî banga xurtkirina yekîtiya azad-wekhev a di navbera gelan de ye. Ev operasyon ne tenê li dijî hêza çalakiyê ya DAIŞ’ê ye, hema demê de ji bo ziwakirina çavkaniyên têrkirina DAIŞ’ê û avakerên zemînê wê ye. Ji ber ku DAIŞ qetilkirin e, tecawiz e, bazirganiya hişbirê ye, zilma li dijî gel e, bazirganiya jinê ye, koçberî ye. Îro herkesê van sûcan dikin xizmetkarên DAIŞ’ê ne. Dema Sûriye girtin nava Yekîtiya Ereban, yekane mercê danîn pêşiya rêveberiya Şamê tunekirina van sûcdaran bû. Lê îro ne rêveberiya Şamê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wê yên parastinê vî erkî tînin cih. Eger Yekîtiya Ereban di çareserkirina van pirsgirêkan de rastgo be, divê operasyona Dêrazorê bi vî çavî bixwîne û bi Rêveberiya Xweser re bikeve têkiliyan. Qasî DAIŞ û rêxistinên sûcê, dijminê gel dîktatorê faşîst Erdogan jî li herêmên dagirkirî heman sûcan pêk tîne.
Operasyona ku niha li Dêrazor û rojhilatê Firatê didome, operasyona qadên azad û parastina jiyana demokratîk e. Kurd- Ereb, em ji kîjan berî û nîjadî dibin bila bibin, pêwîste em weke welatiyên Rêveberiya Xweser û tevahî gelê Sûriyê yekîtiya xwe bihêz bikin û tevahî lîstikên dijminê xwe xirab bikin. Dijminên gel ji bo qezenç bikin hewl didin yekîtiya me xirab bikin û me bînin beranberî hev. Dewleta Tirk a faşîst jî dixwaze ji vê rewşê sûd bigire û hinek beşên qadên welatê me yê azad dagir bike. Ji ber wê jî qasî em li dijî DAIŞ û rêxistinên sûcê têdikoşin, em li dijî dagirkeriyê jî jiyana demokratîk û azad diparêz in. Dê Sûriye tenê bi vî awayî demokratîk bibe.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览674
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.hawarnews.com/- 05-09-2023
挂钩项目: 11
小组: 文章
Publication date: 04-09-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئاراس حسۆ 05-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):09-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览674
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,879
图片 106,296
书籍 19,332
相关文件 97,312
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!