图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,718
书籍 19,304
相关文件 97,343
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Berdevkê MSDyê: Sûriye dixwaze Rojavayê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Berdevkê MSDyê Riyad Derar û pêşkêşvana Rûdawê

Berdevkê MSDyê Riyad Derar û pêşkêşvana Rûdawê
=KTML_Bold=Berdevkê MSDyê: Sûriye dixwaze Rojavayê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe=KTML_End=

Berdevkê MSDyê Riyad Derar got, “Hikûmeta Şamê dixwaze navçeyê bixe bin kontrola xwe.”
Berdevkê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ragihand ku Beşar Esed tevê muxalefetê nas nake.
Riyad Derar da zanîn ku Esed nikare li dijî êrişên Tirkiyeyê derkeve û ew û artêşa xwe gelekî lawaz bûne.
Berdevkê MSDyê anî zimên ku alîkariyên Amerîkayê yên ku dişîne herêma di bin kontrola Rêveberiya Xweser de didomin, ranewestiyane.
Berdevkê MSDyê Riyad Derar li ser bêdengiya Amerîkayê ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê got, “Bersivnedan nayê wateya ku ne li dijî van êrişan e.”
Riyad Derar, li ser îhtimala hevdîtinên bi Şamê re jî wiha got:
“Navçe niha ji bo hemû lihevkirin û danûstandinan guncav e. Îradeya danûstandinên eşkere heye, bi taybetî ji bi hêzên li nava Sûriyeyê re û danûstandin hene”
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar pirsên pêşkêşkara Rûdawê Sureya Hesariyê bersivandin.
Rûdaw: Esed dibêje ku ew tenê muxalefeta di nava Sûriyeyê de nas dike. Gelo HSD û MSDyê nas dike? Hikûmeta Sûriyeyê ji Rêveberiya Xweser û HSD'yê çi dixwaze?
Riyad Derar: Serok Beşar Esed tevê muxalefetê nas nake. Navên ku ew dibêje nayê wateya ku muxalefeta çêkirî û ya neçêkirî heye. Hinek armancên siyasî yên muxalefetê hene.
Ev tiştê ku wî gotiye ev navlêkirina wî nayê wê wateyê ku ji bandora krîzê derketiye. Nav û dîroka muxalefetê heye. Berpirsiyarên mezin ên Hikûmeta Sûriyeyê dibêjin muxalefet nîne lê muxalefet heye.
Ku li derve jî be li hundir jî be muxalefet rastiyek e û divê li ser armancên muxalefetê nîqaş bêne kirin. Di dawiyê de li derve û hundir muxalefet heye û serkêşa muxalefetê ya rasteqîne ku bingeheke wê ya rastî heye, li ser lingên xwe rawestiyaye û li hemberî hemû astengiyan derketiyê MSD ye. MSD, hemû çalakiyên xwe dike.
Çi Rêveberiya Xweser be çi HSD be armanc ev in. Heke ji bo gotûbêjên pê re amade bin wê rewş wê yekê nîşan bide bê ka wê çawa bibe.
Rûdaw: Beriya niha di navbera her du aliyan de çend caran danûstandin hebûn. Çima negihiştin lihevkirinekê, sedem çi bûn, alozî çi bûn?
Riyad Derar: Tenê armanceke hemû danûsitandinên ku çêbûn hebû. Me divê em li ser 4 xalan li hev bikin ku yek ji wan ji bo baweriyê ye. Herwiha ji bo perwerdeyê, ji bo ximetguzariyê û ji bo av û elektrîkê. Li ser vê yekê me bersivek wernegirtiye ku bibêjin ev merc an jî ev armancên me hene.
Ew tenê dizanin ji xelkê re bêjin “Belê va ye me danûstandin kirine.” lê ev ne rast in.
Rûdaw: Şamê çi ji we dixwest?
Riyad Derar: Hikûmeta Şamê dixwaze navçeyê bixe bin kontrola xwe û rewşa xwe neguhere lê gelek guherîn çêbûne.
Divê ji aliyê pêwendiyan ve, ji aliyê destûrê ve biguherin lê wan qet bersive nedaye me. Em ne gihane çareseriyekê.
Rûdaw: Esed çima rê li ber Tirkiyeyê nagire ku rojana êrişî navçeyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dike? Xeyn ji êrişan jî çavkaniya sereke ya jiyanê, ava xelkê qut dike.
Riyad Derar: Esed nikare, ew û artêşa xwe gelekî lawaz bûne. Ew nikarin li hemberî wan derkevin lê Civata Ewlehiyê dikare. Heke ew bi rastî bikin û ji bo parastina mafê gelê xwe hewl bidin ew dikare li hemberî wan derkeve.
Bi rêya Rûsyayê hinek rêkeftinên wan hene lê ew nikare ji bo pevçûn an şer li hemberî wan derkeve. Tenê bi şertê lihevkirina bi Tirkiyeyê re dikare.
Rûdaw: Hikûmeta Sûriyeyê hevdîtinên bi Erdogan re red dike. Wextê ku red dike di destê Beşar Esed de çi ye heye? Hevpeymanên wî ne yan hinek tiştên din hene ku hêzê didin Sûriyeyê ku hevdîtinên bi Erdogan re red dike?
Riyad Derar: Tiştê ji Erdogan re lazim ew bû ku were naskirin daku di hilbijartinan de bi ser bikeve. Piştî ku di hilbijartinan de bi ser ket karê wî bi Hikûmeta Sûriyeyê re nema. Ew tenê xwe hewceyî Rûsyayê dike daku di çend salên li pêşiya me de jî kar û barên xwe yên di nav axa Sûriyeyê de bi rê ve bibe.
Wekî din ti hêza Esed nîne û ti karê wan jî pê nîne.
Rûdaw: Hevpeymaniyên Navdewletî weke berê alîkariyê didine HSDyê?
Riyad Derar: Alîkariyên wan ên ku dişînin herêma di bin kontrola Rêveberiya Xweser de didomin, ranewestiyane lê em bawer nakin ku ev alîkarî terî dagirtina valahiyên li Rojavayê Kurdistanê bikin.
Alîkariyên leşkerî yên ku tên herî zêde yên lojîstîk in. Ev alîkarî ji ber hebûna leşkerên Amerîkayî berdewam dikin lê hinekî lawaz in dibe ku têrî nekin. Em dixwazin ku Neteweyên Yekbûyî alîkariyên pêwist bişînin ji xelkê re.
Rûdaw: Amerîka li hemberî êriş û gefên Tirkiyeyê çima helwesteke zelal nîşan nade?
Riyad Derar: Hem hesab hem jî berjewendiyên Amerîkayê hene bi welatên din re, bi taybetî jî bi Tirkiyeyê re hene. Naxwaze Tirkiyeyê ji destê xwe bide. Ew dixwaze ku Tirkiye di destê wê de be ji bo ku li dijî Rûsyayê, bi taybetî jî ji bo Ûkraynayê bi kar bîne.
Herwiha dixwaze li hemberî Îranê jî derkeve, naxwaze Tirkiyeyê winda bike. Ji ber van sedeman Amerîka naxwaze Tirkiyeyê winda bike lê bersivnedan nayê wateya ku ne li dijî van êrişan e, ji bo vê yekê ye ku danûstandinên heyî bigihin armancekê.
Rûdaw: Pêwendiyên HSD û MSDyê yên bi Fransayê re çawa ne? Tê gotin ku Fransa ji ber helwesta Amerîkayê, li hemberî êriş û gefên Tirkiyeyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dilgiran e.
Riyad Derar: Berjewendiyên Fransayê hene û nakokî jî hene bi taybetî jî bi Amerîkayê re. Wekî mînak li ser Îranê nakokiyên wan hene. Berjewendiyên wê bi Îranê re, bi Afrîqayê re hene.
Di navbera siyasetên Amerîka û Fransayê de hinek nakokî jî hene lê em nikarin bi vê dudiliyê pişta xwe bi wan girê bidin.
Rûdaw: Bi taybetî Amerîkayê di demên dawiyê de pêwendiyên xwe bi eşîran re bihêz kirine, pêwendiyên bi hinek aliyên din re bihêz kirine. Li beramberî vê yekê helwesta HSDyê çi ye? Ev yek rola wê ya li wê navçeyê kêm nake?
Riyad Derar: Ji bo çareseriya aloziyan ev rêbazên Amerîkayê ne. Dixwaze ku danûstandinan bi hemû aliyan re bike. Ti danûstandinên wan ên rekxistî bi kesî re nînin, belkî bi HSDyê re bi tenê hebin. Ji bo ku dixwaze demeke dûvdirêj li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bimîne van pêwendiyan datîne.
Alîkariyan jî dide wan eşîran daku xwe bi wan biparêzin. Ji bo ku destkeftiyên xwe yên ku heta niha li Suriyeyê bi dest xistine biparêze dixwaze wan Erebên ku din bin bandora wê de ne biparêze.
Rûdaw: Beyî ku HSD bi awayekî çalak tevlî bibe li Meyadîn, el-Bûkemal û Dêrezorê behsa operasyonekê tê kirin. Gelo ev nayê piştguhkirina HSDyê, bi taybetî jî di van operasyonan de?
Riyad Derar: Ji bo ku pinpêkirin rû nedin amadekarî hene. Di navbera aliyên li navçeyê de hinek hevtêgihiştin jî hene. Encûmenên Derezôr û Hecînê alîkariyê didin û herwiha ji bo ku navçeyê ji êrişan her aliyî biparêzin derfetê didin.
Amerîka naxwaze pêvçûn û nakokî zêde bibin. Piştî ku wezîrên karên derve yên Sûriye û Îranê got ku divê Amerîka ji wê herêmê derkeve ev her du hikûmet dixwazin li dijî Amerîkayê hinek çekdaran bi kar bînin.
Amerîka dixwaze bi van hevpaymaniyan xwe ji van xefk û davikan xelas bike.
Rûdaw: Egera ku di demeke nêzîk de di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hevdîtin bêne kirin heye?
Riyad Derar: Navçe niha ji bo hemû lihevkirin û danûstandinan guncav e. Îradeya danûstandinên eşkere heye, bi taybetî ji bi hêzên li nava Sûriyeyê re û danûstandin hene.
Viyana me heye ku em bi Hikûmeta Sûriyeyê re danûstandinan bikin. Hinek mafên me hene, ji bo pêkhate û gelên herêmê divê ev maf li mê bêne vegerandin.
Ji bo paşerojê hinek pêşbîniyên me jî hene. Me divê em xwe bi hev re amade bikin, em qebûl nakin ku hikûmet tenê van biryaran bide. Divê em van bi hev re destnîşan bikin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览694
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.rudaw.net/ - 03-09-2023
挂钩项目: 15
小组: 文章
Publication date: 10-08-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئاراس حسۆ 03-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):04-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览694
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.133 KB 03-09-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,718
书籍 19,304
相关文件 97,343
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!