图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,718
书籍 19,304
相关文件 97,343
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê -2
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê-2

Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê-2
=KTML_Bold=Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê-2=KTML_End=
Meşaleyên şoreşê
EHMED SEMÎR

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fedakariyên mezin ên 12 hezar şehîdan derbasî sala xwe ya 12'an dibe. Bi keda cangoriyên ku mohra xwe li şoreşê da, destkeftiyên mezin di hemû qadan de hatin bidestxistin.
Di serî de dewleta Tirk a dagirker û komên çete, ji gelek aliyan ve êriş li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin, lê gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî van êrişan sekinîn û ji bo parastina şoreşê berdêlên giran dan.
Gelê herêmê heta niha zêdetirî 12 hezar şehîd dane ku mohra xwe li şoreşê dan.
=KTML_Bold=DAMEZIRÎNERÊ YPG’Ê: XEBAT DÊRIK=KTML_End=
Mehmûd Remedan Mihemed bi nasnav Xebat Dêrik sala 1962'yan li gundê Kasanê yê Dêrikê ji dayik bû. Xebat Dêrik di sala 1985'an de tev li nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û li gelek deverên çiyayên Kurdistanê bi erka fermandariyê rabû. Bi destpêka bihara gelan re, vegeriya Rojava û lingê bîngehîn ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) danî.
Xebat Dêrik di 14'ê Çileya 2012'an de bi guleyeke nemerd şehîd bû. Xebat Dêrik ji hezaran şervanên YPG'ê re bû sembol û jêdera îlhamê.
=KTML_Bold=ÇIRÛSKA ŞOREŞÊ LI ŞÊXMESÛDÊ BI ŞEHADETA GULÊ SELMO PÊ KET=KTML_End=
Gulê Selmo di sala 1961'an de li gundê Qetmê yê navçeya Şera ya Efrînê çavê xwe li dinê vekir û di dawiya salên 1980'yî de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Gulê Selmo di sala 1996'an de têkoşîna rêxistinî kir û di 15'ê Çileya 2005'an de bû endama rêxistina Yekitiya Star (Kongra Star) li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Di sala 2012'an de jî ji bo endamtiya meclisa gel a taxê hat hilbijartin.
Gulê Selmo ji bo rizgarkirina rojnamevanan ji pêxwasên hikumeta Şamê yên ku hewl didan wan birevînin, bi giranî birîndar bû û di sala 2012'an de şehîd bû. Piştî wê şêniyan tax ji hikumeta Şamê rizgar kir. Ji bo dilsoziya bi şehîd Gulê Selmo re navê wê li kolana ku lê şehîd bûye, hate kirin.
=KTML_Bold=ŞEHÎDÊ YEKEMÎN Ê TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER ÇEKDAR AMED=KTML_End=
Çekdar Amed erka birêxistinkirin û perwerdekirina ciwanan girt ser xwe. Di 3'yê Tîrmeha 2012'yan de ji aliyê çeteyên koma Azadî ya ENKS'ê ve hat revandin, îşkence lê hat kirin û bi kêran bedena wî parçe kirin.
Çekdar Amed di 4'ê Tîrmeha de ji ber îşkenceyê şehîd bû û bû şehîdê yekemîn ê Tevgera Ciwanên Şoreşger.
=KTML_Bold=SEMBOLA ŞOREŞÊ: ABID XELÎL=KTML_End=
Şehîd Abid Xelîl sala 1973'yan li bajarê Serêkaniyê ji dayik bû. Abid Xelîl Fakulteya Ragihandinê li Şamê qedand û karê mamostetiyê kir. Abid Xelîl ku bavê 2 zarokan bû, bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê re erka serokatiya Meclisa Gel a Serêkaniyê girt.
Dema ku amadekariyên meşa bi dirûşma Vegera li war dikir, di 19-11-2012'an ji aliyê sekvanên çeteyan ve hat qetilkirin. Ji bo bîranîna wî YPG'ê tugayek bi navê wî ava kir.
=KTML_Bold=ŞEHÎDÊ YEKEMÎN Ê ASÛR: NEBÎL XOŞABA KOLYANA=KTML_End=
Nebîl Xoşaba Kolyana sala 1970'yî li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji dayik bû. Di sala 2012'an de cihê xwe di nava Meclisa Parastina Xabûrê ya Asûriyan de girt û dema erka xwe ya parastina navçeyê ji çeteyên Cebhet El Nusrayê bi cih dianî, di 23-05-2013'an de şehîd bû.
Nebîl Xoşaba Kolyana şehîdê yekemîn a Asûriyan e û ji ciwanên Asûr re ku dane ser şopa wî, bû sembol.
=KTML_Bold=BÊRÎVAN Û SILAVA; ŞEHÎDÊN DESTPÊKÊ YÊN YPJ'Ê=KTML_End=
Bêrîvan Qelender anku Bêrîvan Nûcan sala 1988'an li navçeya Mabata ya Efrînê ji dayik bû. Bêrîvan di sala 2012'an de tev li Tevgera Ciwanên Şoreşger bû, piştre cihê xwe di nava Hêzên Parastina Civakî (HPC) û piştre YPG'ê de girt. Bi avabûna YPJ'ê re Bêrîvan cihê xwe di nava wê de girt.
Bêrîvan Nûcan 28'ê Gulana 2013'an di encama êrişa çeteyên Cebhet El Nusra yên li ser gundên Şêrawayê de şehîd bû.
Meryem Elî bi nasnav Silava Efrîn, di sala 1991'ê de li gundê Elemdar ê navçeya Raco ya kantona Efrînê ji dayik bû, di 01-01-2011'an de tev li nava refên YPG'ê bû û di 29-05-2013'an de di êrişa komên çete yên li ser gundê Basilê yê navçeya Şêrawayê de şehîd bû. Bêrîvan û Silava şehîdên pêşîn ên jin ên Şoreşa 19'ê Tîrmehê bûn ku bûne sembol û ji hezaran jinan re rêya tevlêbûna nava YPJ'ê vekir.
ÎSA HISO
Siyasetmedar Îsa Hiso sala 1956'an li gundê Bora yê bajarê Qamişloyê ji dayik bû. Bavê 3 keç û 7 kuran bû. Kurên wî Ferhad û Orhan di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de şehîd bûne. Îsa Hiso li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Beyrûtê xwendina xwe qedand. Ji sala 1982'yan ve heta roja şehadeta xwe têkoşîna siyasî kir. Di sala 2004'an wek nûnerê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û berpirsê têkiliyên derve yê partiyê hat hilbijartin. Îsa Hiso ji ber karê xwe yê siyasî gelek caran ji aliyê rejîma Baasê ve hat girtin. Îsa Hiso di Kongreya Yekemîn a Meclisa Gel a Rojava de ya sala 2012'an wek endamê dîwana serokatiyê û endamê Komîteya Têkiliyên Derve, Nîştimanî û Kurdistanî di Desteya Bilind a Kurd de hat hilbijartin. Di sala 2013'an de jî bû endam û berpirsê Rêveberiya Giştî ya Têkiliyên Dîplomatîk li Rojava.
Îsa Hiso di encama bombekirina erebeyan wî de ya ji aliyê çeteyan ve, di 30'ê Tîrmeha 2013'an de şehîd bû. Têkoşîna şehîd Îso Hiso bi lihevkirina gelek partî û hêzên siyasî di bin yek sîwanî de tacîdar bû.
=KTML_Bold=ŞEHÎDÊ YEKEMÎN Ê EREB: HESEN YÛSIFIYE=KTML_End=
Hesen Mihemed bi nasnav Hesen Yûsifiye sala 1989'an li gundê Yûsifiye yê Dêrikê ji dayik bû, di sala 2013'an de tev li nava refên YPG'ê bû û di 31'ê Tîrmeha heman salê de dema erka xwe ya parastina gundê Girhiyok ê Çilaxa ji êrişên çeteyên Cebhet El Nusra bi cih dianî, şehîd bû.
Di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de Hesen Yûsifiye bû şehîdê yekemîn ê pêkhateya Ereb ku ji ciwanên Ereb re bû sembol.
WELAT DÊRIK
Welat Dêrik erka parastin û pêşxistina qada çand û hunerê ya Rojava girt ser xwe û Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê vekir.
Welat Dêrik, tevî endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Rojava Osman Osê û Şervan Qamişlo, 19'ê Cotmeha 2013'an di encama teqîna erebeyekê de ya ji aliyê çeteyên Cebhet El Nusra ve li navçeya Dêrikê şehîd bû. Ji bo bîranîna wî û pêkanîna wesiyeta wî Hunergeha Welat di Tîrmeha 2014'an de hat vekirin.
=KTML_Bold=ARÎN KOBANÊ RÊGEHA ŞER GUHERT Û PIRSGIRÊKA KURD KIR DOZEKE NAVNETEWEYÎ=KTML_End=
Arîn Kobanê (Dilara Kinc) sala 1992'yan li gundê Mîrkanê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ji dayik bû û di sala 2007'an de tev li nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê re vegeriya Rojava û cihê xwe di nava şoreşê de girt. Arîn di berxwedana dîrokî ya Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de erka fermandariya komeke şervanan girt ser xwe û ji bo rêgirtina li ber pêşketina çeteyên DAIŞ'ê 5'ê Cotmeha 2014'an de çalakiyeke fedaî li ser girê Miştenûrê yê Kobanê pêk anî. Ev çalakî bû destpêka bidawîbûna DAIŞ'ê.
Çalakiya Arîn Mîrkan deng veda û bala cîhanê kişand ser berxwedana gelê Kurd. Piştî şehadeta Arîn, ji deverên cuda yên cîhanê jin hatin Rojava û cihê xwe di nava şoreşê de girt.
ŞEHÎDÊ HEQÎQETÊ: MEZLÛM BAGOK
Ehmed Seedo (Mezlûm Bagok) sala 1992'yan li bajarê Qamişloyê ji dayik bû. Mezlûm Bagok di sala 2014'an de tev li refên YPG'ê bû û wek rojnamevan kar kir. Bagok bi pênûs û kameraya xwe berxwedana dîrokî ya şervanan belge kir û di 28'ê Îlona heman salê de dema berxwedana şervanan a li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ'ê li herêma Rebîa ya li ser sînorê Iraq û Rojava de bi belge dikir, şehîd bû.
Mezlûm Bagok bû sembola Yekitiya Ragihandina Azad û her sal bi navê wî pêşbirka kedê ya rojnamevanan tê dayîn.
=KTML_Bold=ŞEHÎDA ENTERNASYONALÎST: IVANA HOFFMAN=KTML_End=
Ivana Hoffman (Avaşîn Têkoşîn) dayika wê Alman e û bavê wê ji Afrîkayê ye. Ivana Hoffman ku li Almanyayê mezin bû, di sala 2014'an de cihê xwe di nava Şoreşa Rojava de girt û dema erka xwe ya parastinê bi cih dianî, 7'ê Adara 2015'an di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser li gundê Til Nesir ê navçeya Til Temirê de şehîd bû.
=KTML_Bold=ŞEHÎDÊ YEKEMÎN Ê SURYAN: ATHRO=KTML_End=
Samir Cemîl Behdê (Athro) sala 1973'yan li bajarê Hesekê çavê xwe li dinê vekir. Di sala 2014'an de cihê xwe di nava Meclisa Leşkerî ya Suryan de girt. Athro di êrişa çeteyên DAIŞ'ê de li gundê Til Hirmiz ê Til Temirê şehîd bû û bû şehîdê yekemîn ê Suryan di nava Şoreşa Rojava de.
=KTML_Bold=SIYASETMEDARA PÊŞENG: HEVRÎN XELEF=KTML_End=
Siyasetmedara pêşeng Hevrîn Xelef sala 1984'an li Dêrikê ji dayik bû. Di sala 2011'an de wek cîgira hevserokatiya Desteya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê hat hilbijartin û di sala 2014'an de jî bû hevseroka Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştre jî derbasî qada siyasî bû û bi avabûna Partiya Sûriya Pêşerojê re di 18-03-2018'an de wek sekretera giştî ya partiyê hat hilbijartin.
Hevrîn Xelef di 12-10-2019'an de bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin.
=KTML_Bold=YADÊ AQÎDE=KTML_End=
Aqîde Elî Osman sala 1966'an li navçeya Girkê Legê ji dayik bû, di salên 1980'yî yên sedsala borî de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Yadê Aqîde ji ber têkoşîna xwe du caran ji aliyê rejîma Baasê ve hat girtin. Bi destpêka Şoreşa Rojava re di rêveberiya Kongra Star de wezîfe girt, piştre wek rêvebera Komîteya Lihevanînê hat hilbijartin.
Di 13'-10-2019'an de dema êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê, karwanekî welatiyan ku yadê Aqîde jî di nav de bû, ji bo piştgiriyê berê xwe da Serêkaniyê. Karwanê piştgiriyê ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefkirin û tevî yadê Aqîde gelek welatî şehîd bûn.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览683
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.hawarnews.com/ - 20-07-2023
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 16-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 20-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):23-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览683
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,718
书籍 19,304
相关文件 97,343
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!