图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,108
图片 106,525
书籍 19,312
相关文件 97,277
Video 1,393
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Êdî bi zimanê xwe bijîn!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Êdî bi zimanê xwe bijîn!

Êdî bi zimanê xwe bijîn!
=KTML_Bold=Êdî bi zimanê xwe bijîn!=KTML_End=
Cano AMEDÎ

Di jîyana civakî de ziman cihekî pir giring digire. Di dîroka netewan de jî, cihê ziman cûda ye. Yên ku bi karê ramyarî ve mijûl dibin dizanin ku di çêbûna netewan de ziman şertekî bingehîn e. Wek hemû gelên bindest di jîyana gelê Kurd de jî, rola ziman pir giring e û peywirên mezin bi cîh tîne. Yek ji wan peywiran jî avakirin û pêş xistina fikra netewî ye. Jixwe di vê nivîsê de armanca min a yekemîn ew e ku bala rewşenbîran bikşînim ser vê babetê û di bin hoyên îroyin de rewşa zimanê Kurdî raxim ber çavan. Ez hêvîdarim ku ev nivîs wê li gor hoyên ku em dijîn bê xwendin û bê şirovekirin.
Gava ku mirov ji alîyê zimanê Kurdî ve li rewşa rewşenbîr, xwendewan û rêxistinên Kurd dinêre tabloyekê baş nayê dîtin. Gellek sedemên vê nebaşîyê hene lê rewşa ku em tê da ne, dilê mirov ji kûr de diêşîne, dielciqîna; tîrêjên vê êşê di laşê mirov de cîh digire û meriv pê acis dibe. Lewra hate van salên dawî giringîya vê pirsgirekê baş nehatibû famkirin. Piranî ya kadroyên sîyasî hînbûna zimanî zikmakî karekî vala didîtin; lê em dizanin ku di têkoşîna rizgarîya netewî de ziman çekekî mezin e. Gava ku ev çek baş bê famkirin wê gel, zêdetir li daxwazî û armancên xwe yê ramyarî (siyasi) xwedî derkeve. Mirov bi zimanê xwe tê naskirin. Cûdaya gelan jî yek jê ziman e!
Îro li çar perçên Kurdîstanê, bi metodên cûda tekoşînek germ tê domandin. Hemû dewletên dagirker dixwazin ku gelê Kurd her tim bê ziman, bê maf û bê rexistin bimîne. Li gor dagirkeran kesên ku mafên gelê xwe û jîyaneke rêxistinî dixwazin û diparêzin “xayin in” û neyarê sazûmana îroyin in. Ji ber vê yekê bi hemû mecal û hêzên xwe, jîyanê li wan kesan qedex dikin. Di serê wan qedexan de jî ziman tê. Lewra ziman mirovan netewî bi hev re girêdide û di jîyana civakî de pêwendiya nav mirovan pêktîne. Di hemû qadan de dan û standin bi alîkarîya ziman çêdibe. Em hemû dizanin ku di hoyên çêbûna netewî de yekîtîya ziman pêwîsteke mezin e. Bê guman dijminên me jî, vê rastîya han dizanin. Ji ber vê yekê ye, dijmîn qet naxwaze em li zimanê xwe xwedî derên û bi zimanê xwe jîyana xwe bidomînin. Ev rewşa han bi awayekî li çar perçên Kurdîstanê navdêr in.
Gelê Kurd, îro li hemû hawêrdarê welatê xwe şiyar bûye, li doza xwe ya netewî xwedî derdikeve û agirê têkoşînê geş dike. Ji bo ku di demeke nêzîk de rojên azad û serbixwe pêk bê, gelê Kurd di hemû qadên ramyarî de şer dike. şerê çandî û hûnerî jî yek ji wan e. Di van salên dawî de gellek xebatên giranbiha tên domandin. Kovarên Kurdî, pirtûk û rojnamên Kurdî êdî tên weşandin. Ji xencî vana, îro mecaleke pir girîng û heja ketîya destê gelê Kurd. Ew jî wêneguhez e. Wekî ku hun jî dizanin îro li hemû derên Kurdîstanê temaşandina wênegugezên (Televîzyonên) kurdî mumkun e. Ji xencî vê radyoyên Kurdî bi salane hene. Ji bilî wan kovar, rojname û pirtûkên ku bi kurdî tên weşandin hene. Bi qasî ez dizanim li hemû perçên kurdîstanê kovar, rojname di rûpelên xwe de cîh didin zimanê kurdî. Ji bo hînkirina ziman ev gellek mecalên baş in. Heta ku ji destê me tê, divê em zor bidin hînkirina zimanê zikmakî û derfetên ku di destê me da ne baş binirxînin (an jî bidin nirxandin).
Hînkirina ziman wezîfa herkesî ye. Lê ya mezin dikeve para rewşenbîr û pêşvebîran re. Çiqas ku windakirina ziman bi polîtîkayên pişavtînî ve girêdaye ve jî dîsa di wî karî de alîkarîya rewşenbîran jî heye. Ji ber vê yekê pêşvebûna ziman wek barekî giran li ser milê rewşenbiran e. Rewşenbîr, welatparêz, Neteweperver, şoreşger, sosyalîst û xwendewan hemû di vî warî de xwedîyê berpirsîyarîyê ne. Di têkoşîna azadî û serxwebûn de “rola” wana cihekî giranbiha digire. Ger di jîyana cîvakî de be, an jî di cînekî din de be, divê ev kesên han li hemberê der û dora xwe wek mînakeke balkeş bijîn. Lewra di jîyana civakî de rewşenbîr wekî neynikê ne. Rewşa gel ya çandî, hûnêrî û sîyasî di vê neynikê de xuya dibe. Em hemû dizanin ku rewşenbîr her tim gavekê li pêşîya gel dimeşin. Di qada hilbarandina çandî de (kûltûrel ûretîm) rola rewşenbîran pir girîng e… Divê rewşenbîrên me ji bo hînkirina zimanê zikmakî pêşengîya gel bikin. Ji bo yekîtîya ziman divê xebatên akademîk kûr bikin û dezgehên akademîk sazbikin. Pêşengîya vî karî dîsa li ser milê rewşenbîran de ye.
Hêzên dagirker dibejin ku zimanê Kurdî nikare hewcedarîyên jîyaneke civakî têr bike. Ji ber ku em rê nedin van dîtinên çewt, divê em zimanê xwe li ser bingeheke zanîstî bidin rûniştin û bala xwe bidin qaydên rêzimanî û jê re rêyekî nûjen bibînin. Ji bo vî karê zanistî jî, divê rewşenbîr, zimanzan û pispor zû dest bidin hev û di bin dezgehên ziman de karekî akademîk bidomînin. Îro ji alîyê qaydên rêzimanî de tevlîhevîyeke mezin heye. Kesên ku ji nû ve dest bi hînkirina zimanê kurdî dikin, pir tengasîyen dijîn. Divê ev tevlîhevî û tengasîya han di demeke nêzîk de ji holê bê rakirin. Wê çaxê, wê hînkirina ziman pir hêsan be. Li dijî gotinên dagirkeran gelê Kurd bi hemû zaravên xwe di zanabûna rastîya xwe de ye. Kurmancî, Zazakî, Soranî û Goranî hemû zaravên kurdî ne. Yekîtîya zimanê Kurdî, ji dewlemendîya van zaravan tê. Ev çar zarave bi hemû awayî ve gencîneya zimanê Kurdî ne. Îro ev gencîne ji bo lêkolînên dewlemend li benda zimanzana li benda gencînvanan e. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd êdî bi zimanê xwe, bi nirxên xwe, bi dîroka xwe de dezgehên xwe yên netewî sazbike. Ev armanca han jî berpirsîyareke giran dide ser milê rewşenbîrên Kurd.
Gelê Kurd, ji bo jîyanekî azad û serbixwe, ji bo nîrxên mirovahî yên gelemperî têdikoşe. Tîrêjên têkoşîna gelê Kurd li seranserê welat belav bûye û îro ji do rinttir rîya rizgarîya netewî ronî dike. Em îro li gor do nêzîktir in ji bo rojên azad. Em bawer dikin ku gelê Kurd, di nav malbeta mirovahîya pêşveçuyî de cihê xwe yê azad wê di demeke nêzîk de bigire. Bi vê bîr û bawerîyê dibêjim: “Hevalno, hogirno, “bi serbilindî, bi kêfxweşî, bi dildarî bi kurdî bifikirin, bixwînin û binivîsinin”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览243
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 19-07-2023
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 29-04-2009 (15 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):20-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览243
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,108
图片 106,525
书籍 19,312
相关文件 97,277
Video 1,393
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!