图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,360
图片 105,199
书籍 19,474
相关文件 97,358
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Sema Taş - Sema Mahîr
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Sema Taş
烈士

Sema Taş
烈士

$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Sema Taş
Nasnav: Sema Mahîr
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Aynûr - Abdurahman
Dîrok û cihê şehadetê: Mijdara 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

$Kurtejiyana şehîd:$
SEMA MAHÎR
Bajarê Serhedê Mûş ku yek ji qadên ku têkoşîna me zû lê bi bandor bû û xwe gihand gelê me, ji serê salên 1990’î ve têkoşîna me nas kiriye û zarokên xwe yên herî wêrek tevlî nav refên gerîla kirine û xwestiye hêviyên xwe yên ji bo azadiyê veguherîne rastiyê. Ji ber vê sedemê ji bo serketina têkoşîna me ya azadiyê ji fedakariyê nereviya û ji bo serketina têkoşîna me ya azadiyê her berdêl da. Gundê Vartînîs ê navçeya Tîl a Mûşê jî bi taybet di sala 1993'an de têkoşîna me nas kir û wê salê gelek ciwanên Vartînîsê tevlî nava refan bûn. Ji ber ku gelê me bi helwesta xwe ya bi rûmet, tevlî nav partiya me PKK’ê bû, vê rastiyê dewleta Tirk a qirker gelekî hejand. Dewleta Tirk a qirker ku nikarîbû vê berxwedana bi rûmet a gelê me qebûl bike, careke rûyê xwe yê qetlîamker derxist holê û hesab kir ku wê bi qetilkirina gelê me wê karibe gelê me ji têkoşînê dûr bixîne. Di 3’ê Cotmeha 1993’an de li gundê Vartînîsê jin û zarok jî di nav de 9 welatparêz bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Armanca wan ew bû ku gelê me ceza bike û gelê me ji têkoşîna me ya azadiyê dûr bixîne.
Hevrêya me Sema ya ku li Vartînîsê di malbateke welatparêz hatiye dinê, ji biçûkatiya xwe ve bi rastiya vê komkujiyê re rû bi rû maye û vê feraseta qetlîamker dijmin nas kiriye. Ji ber vê yekê her tim gerîla weke rizgarker didît û weke yekane armanca xwe diyar dikir. Malbata hevrêya me Sema ji ber zexta dijmin neçar maye koçî Stenbolê bike lê hevrê Sema her dem girêdayî ax, welat û nirxan bû. Di sala 1997'an de xizmên wê û birayê wî Mahîr -Mehmet Zakîr Taş- tevlî nav refên gerîla bû û vî tiştî bandoreke mezin li ser hevrê Sema çêkir. Hevrê Sema berê jî heyrana gerîla bû û piştî ku birayê wê jî tevlî nav refên gerîla bû, wê gerîlatî wekî armanc, xeyal û heqîqetekê nirxandiye. Hevrê Sema ku hemû jiyana xwe ji bo pêkanîna vê xeyalê derbas kir, her ku mezin bû bi vê armancê re hate girêdan.
Hevrê Mahîr-Mehmet Zakîr Taş- di sala 2007’an de di operasyona dijmin a li herêma Kelareşê de, qefilî û şehîd bû wê xwest zû tevlî nav gerîla bibe. Ji ber ku bavê wê rehmet kir û aboriya malbatê ne baş bû, wê nekarî vê daxwaza xwe bi cih bîne lê tu carî dev ji vê armanca xwe bernedaya. Hevrêya me Sema ku xwe ji her kêliya jiyana xwe berpirsyar dibîne, ji bo derbaskirina zehmetiyên ku malbata wê dikişîne tişta ji destê wê hatiye kiriye û bi desteka aborî re hewl daye berpirsyariyên xwe yên li hemberî malbatê bi cih bîne. Di heman demê de bi xebata di gelek karên cuda de, weke jin tevkarî daye debara malbata xwe. Hevrê Sema dît hem weke jin hem jî weke kedkar du caran rastî îstîsmara kedê hatiye, nakokiyên wê yên di vî warî de zêde bûye. Ji bo vê jî têkoşiya û weke jin tu carî serî li ber pêkanînên pergala heyî netewand. Wê dît ku ji pirsgirêkên neteweyî, ji ber nasnameya jin û kedkariyê jî nakokiyên wê yên li hemberî pergalê jî zêde bûye, tekane cihê ku karibe van tiştan derbas bike jî PKK ye.
Hevrê Sema di sala 2013’an de dev ji zanîngeh û mamosteyiyê berdaye û biryar daye ku tevlî nav refên gerîla bibe. Di nava demeke kurt de ew hînî jiyana gerîla bûye û bi coş û heyecan bû lê ew her dem xemgîn bû ku çima zû tevlî nav refên gerîla nebûye. Ji ber vê jî wê her kêlîka xwe daye têkoşîna gerîla û di nava demeke kurt de çi tiştên ku divê derbarê gerîlatî û şer hîn bibe, ew hîn bûye û wekî gerîlayeke YJA Starê tevlêbûneke ser esasê pêşengiyê nîşan daye. Hevrêya Sema ya ku roj bi roj xwe îdeolojîk pêş dixe û di têkoşîna xwe ya ji bo nasnameya jina azad de her kêliyê dixwaze di kesayeta xwe de şoreşan biafirîne, bi ronîkirina vê di jiyana xwe de bi ser ketiye û bûye milîtana yekbûyî ya PAJK’ê. Ji bo vê jî dest bi xebatên çapemeniyê kir ku aliyê wê yê bîrdozî zêde heye û nêzî 2 salan li Navenda Çapemeniya YJA Starê bûye kedkara çapemeniya azad û dengê hevrêyên xwe.
Hevrêya Sema ya ku di salên 2015-2016’an de li herêma Cîlo ku di dîroka têkoşîna me de yek ji salên ku şerê me yê azadiyê yê li dijî dagirkeran di lûtkeya xwe de bû, li qada Cîlo xebatên çapemeniyê pêk anî. Wê di warê qeydkirina çalakiyan û belavkirina wê de kedeke mezin daye. Hevrê Sema hezkirina hevrêtiyê ya di dilê hevrêyên xwe de, kenê hevrêyên û rastiya têkoşîna qeyd kiriye û ji bo nemirbûna van tiştan kedeke mezin daye. Dilsoziya wa ya bênavber a ji bo rastiya Rêber Apo û şehîdan û bi taybetî jî şehadeta gelek hevrêyên wê yên ku şahidiya têkoşîna wan kiriye, bûye sedem ku hevrêya me Sema têkoşîna xwe geştir bike. Hevrêy,a me Sema ku di şaxa sabotajê de perwerde dît bi baweriya ku wê têkoşîna xwe bi bandor, dewlemendtir û bi encam bimeşîne, bi saya zîrekiya xwe perwerdeya xwe di demeke kin de qedand û derbasî Zagrosê bû. Hevrêya Sema ya ku bi baweriya ku dikare derbên giran li dijmin bixe, di amadekarî û pêşxistina gelek çalakiyan de kedeke mezin da.
Hevrê Sema pêşengeke xwezayî bû û ji aliyê din ve jî fermandariya taximê girt ser xwe û wê peywira xwe ya têkoşîna me ya azadiyê bi layiqîpêk anî û bûye fermandareke têkoşer. Em sozê didin ku em ê bîranîna wê di têkoşîna xwe de bide jiyîn. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览463
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 18-07-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
: 00-00-2017
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: 玉米粥
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 18-07-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on19-07-2023
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):29-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览463
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,360
图片 105,199
书籍 19,474
相关文件 97,358
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!