图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,750
图片 105,973
书籍 19,359
相关文件 97,455
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kahraman Karataş - Bengîn Barman
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Kahraman Karataş
烈士

Kahraman Karataş
烈士

$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Kahraman Karataş
Nasnav: Bengîn Barman
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Fatma-Mehmet Şukru
Dem û cihê şehadetê: 04-07-2023 / Besta

$Kurtejiyana şehîd:$
BENGÎN BARMAN
Gelê me ku di dîrokê de bi îfadeya xwe ya azad, ziman, çand û nasnameya xwe hebû û bi cografya Kurdistanê ya qedîm re bû ye, li hemberî êrîşên li ser hebûna xwe eti carî serî netewand, pişta xwe spart çiyayên xwe, ew der kir navenda berxwedanê, li dijî dagirkerî û dagirkrean têkoşiya. Ev çanda berxwedanê jî bi rêya dengbêjan gihand nifşên nû û bê yekê jî xeteke têkoşînê ya bênavber a li Kurdistanê bi xwe re anî. Ji ber ku hêzên emperyalîst ji bo serweriya li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn xaka bi hezaran salan a gelê me bi sînorên çêkirî ji hev qut kir, serdemeke nû ya serhildanê rû da, gelê me li hemberî pîlanên qirêj ên mêtingeran serî netewand û careke din dest bi berxwedanê kir. Li hemberî êrîşên îmha, înkar, asîmîlasyonê yên herî bêrehm ên dîrokê, gelê me ku hebûna xwe ketibû bin xetereyeke mezin, bi partiya me PKK'ê re ya bi pêşengiya Rêber Apo careke din bi rengekî bi heybet derkete ser dika dîrokê. Nasnameya Kurd a azad ku bi betonê hatibû nixumandin, bi meşa azadiyê ya Rêber Apo re jinûve vejiya. Rêber Apo ku mîrateya dîrokî ya berxwedana qedîm dewr wergirt û gelê me gihand xeta serketinê, têkoşîna me xurt kir ku têk neçe, bi rastiya gel ê şerker gelekî serhildêr afirand.
Agirê berxwedanê yê PKK'ê bi Berxwedana Zindanê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê re derba mezin a destpêkê li mêtingeran xist, ji bajaran ber bi deştê, ji deştê ber bi çiyayên qedîm ên Kurdistanê bi pêşengiya fermandarê me yê nemir Egîd geş bû. Têkoşîna me ku şehîdên me yên nemir li gel zor û zehmetiyên mezin xwîna xwe dilop dilop rijandin û emzin ikrin, bi çirûskên destpêkê yên berxwedanê re bandor li gelê me kir û coşeke mezin da gelê me ku di bin êrîşên qirkirinê de bû. Gelê me ku ji berxwedana dîrokî ya gerîla hêz wergirt, şehîdên me yên têkoşînê bi serhildanan pêşwazî kir û hembêz kir. Yek ji navendên me yên destpêkê ku di salên 1990'î de çanda serhildanê lê rû da û berxwedana me girseyî bû, bajarê Mêrdînê, bi rengekî hêja xwedî li xeta berxwedanê ya dîrokî derket û bi PKK'ê re gihand asta herî bilind. Di 14'ê Adara 1990'î de li Girê Şêra ku navendeke berxwedêran e û li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye, piştî berxwedaneke mezin gerîlayên ARGK'ê şehîd bûn. Xelkê me yê Mêrdînê ji bo xwedî li gerîlayên ARGK'ê derkeve rabû serhildanê û li Kurdistanê pêvajoyeke nû da destpêkirin. Gelê me ku bi ruhê xurt ê PKK'ê re bû yek, pêl bi pêl ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên têkoşînê kir û ala têkoşînê ya nemiran her tim bilind kir.
Hevrêyê me Bengîn jî li Mêrdînê ku bi meşa azadiyê ya Rêber Apo re bû yek ji navendên kevneşopiya serhildanê û berxwedanê ya Kurdistanê, li gundê Barman ê welatparêz ê Stewrê ji dayik bû. Nasnameya destpêkê ya hevrêyê me li nava derdoreke welê ava bû ku bi xurtî bi kevneşopiya Kurdistanî dilsoz bû, dûrî sîstema kapîtalîst cewhera xwe parastî bû. Hevrêyê me li nava malbateke kedkar mezin bû ku debara xwe bi sewalkariyê dikir, bi xwezaya Kurdistanê ya mîna bihuştê re di nava have de bi kilamên ji bavê xwe guhdarî dikir dîroka têkoşîn û berxwedanê ya qedîm a gelê me hîn bû. Kilamên ku li dilê xwe neqişand, bandoreke mezin li hevrêyê me Bengîn kir û ew bi xwe jî bû nûnerekî çanda dengbêjiyê ya qedîm. Ji ber ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê me ji nêz ve dît, li hemberî mêtingeran bû xwedî hêrseeke mezin. Hevrêyê me ku bi xwezaya dewlemend a Kurdistanê re mezin bû, zû bû xwedî hestên xurt ên welatparêziyê. Hevrêyê me Bengîn ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve dişopand, bi bandora çîrokên gerîla yên efsanewî hestên xwe yên kûr di kilam û helbestên xwe de nîşan da. Bi kesayetiya xwe ya pak û berpirsyar, di nava xelkê Barmanê yê welatparêz de bû cihê hezkirin û hurmetê, hîn di zarokatiyê de dixwest tevlî nava refên gerîla bibe. Ji bo bîranîna kekê xwe Seyîtxan Karataş ku dema ji bo azadiya gelê me têkoşiya, ji ber teqîna mayineke artêşa Tirk a mêtinger di sala 1997'an de şehîd bû, ji bo hilanîna tola şehîdên Kurdistanê hemûyan soz da û li ser bingeha bilindkirina ala têkoşînê ya şehîdên me di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.
Li xaka lê ji dayik bû û mezin bû, bi serbilindî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, pratîka xwe ya destpêkê jî li Bakurê Kurdistanê kir. Hevrêyê me Bengîn girîngiya vê şensê baş zanîbû û di nava şert û mercên herî zehmet de di nava pratîkê de hîn bû, şareza bû û bû yek ji hevrêyên me yên fermandar. Hevrêyê me tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Mêrdînê wergirt, salên dûr û dirêj lê ma û derbasî herêma Botanê bû. Di serî de Besta û Gabarê li her bihosta Botanê gerîlatî kir û bi çalakiyan derbên giran li dagirkeran xist, ruhê serketinê yê serdema nû di kesayetiya xwe de şênber kir. Hevrêyê me Bengîn li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger tevî hevrêyên xwe li eniya herî pêş bersiv da, taktîkên gerîla yên dema nû bi serketî xiste pratîkê, weke gerîlayekî şareza di şer û jiyanê de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne, di nava şert û mercên herî giran de bi çalakiyên serketî derbên giran li dagirkeran xist û her kêliya jiyana xwe ya gerîlatiyê bi serketî derbas kir. Hevrêyê me Bengîn 5 salan li navenda Bakurê Kurdistanê Botanê li ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd pratîkeke serketî meşand, piştre jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdeyên li akademiyê û pisporiya leşkerî asta xwe ya têgihiştinê kûrtir kir, liq ada îdeolojîk xwe gelekî kûr kir. Hevrêyê me felsefeya Rêber Apo ji xwe re kir bingeha jiyanê, tiştên hîn bû hem hînî hevrêyên xwe kir, hem jî di nava jiyanê de nîşan da. Li her qada ku lê ma bi tevlîbûneke xurt a li jiyanê û hestên hevrêtiyê li pêş bû. Bi kesayetiya xwe ya bi coş û moral, bû çavkaniya hêzê ji hevrêyên xwe hemûyan re.
Hevrêyê me Bengîn xwe li pêşberî şehîdan û gelê me yê bindest timî deyndar didît, xizmeta ji bo partiya me û gelê me ji xwe re kir bingeha jiyanê, bêrawestan têkoşiya û her tim hîn bêhtir xizmet kir. Bi kilam û helbestên xwe yên ji hevrêyên xwe re digot, êşa gelê me, berxwedanên dîrokî û serketin dianî ziman. Bi kesayetiya xwe ya pir alî di gelek qadên cuda de bû pispor. Hevrêyê me dema ku li qada Metînayê pratîk dikir, careke din derbasî Bakurê Kurdistanê bû û li xaka pîroz a Botanê ji bo pratîkê bike her tim israr dikir. Di encamê de jî weke fermandarekî vegeriya Botanê, weke milîtanê dem û cihên herî zehmet her tim li eniya pêş cih girt. Bi kesayetiya xwe ya samîmî, ji dil, cewherî û kedkar wezîfeyên krîtîk hemû bi serketî bi cih anî. Derbasî herêma Botanê bû, li refên herî pêş beşdarî gelek çalakiyan bû, hêrsa xwe di şer de nîaşn da û bi rêbaza tîmên bi tevger pratîkeke serketî kir.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览256
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 18-07-2023
挂钩项目: 2
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: 马尔丁
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 92%
92%
添加( ئەڤین تەیفوور 18-07-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on19-07-2023
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):18-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览256
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,750
图片 105,973
书籍 19,359
相关文件 97,455
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!