图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,351
图片 105,681
书籍 19,410
相关文件 97,502
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di (Şapat)ê de paradoksa bindestiyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di (Şapat)ê de paradoksa bindestiyê

Di (Şapat)ê de paradoksa bindestiyê
Di (#Şapat# )ê de paradoksa bindestiyê.
nivîsandina ji aliyê: #Çorê ARDA# ، 14-07-2023.
Jean Baudrillard dibêje: “Dema dewlet êrîşê hev nekin an jî bi hev du re şer nekin, wexta hevdu tune nekin, bi awayekî dest bi şerekî navxweyî, li hember miletê xwe û axa şer dikin. Dibêje ev bextê hundirîn ê polîtîkayê ye. Yên tên temsîlkirin û ên temsîl dikin bi awayekî eşkere an jî veşartî dibêje heye di me gişan de Makyavelîzmek...
Jean Baudrillard dibêje: Xewindakirina koletiya bi destên xwe û arezûya tirsa windakirina ên din û daxwaza arezûya hêzê di rikeberiya mayîn û nemayînê de veşartî ye. Her desthilatdar, xwe dispêre hakîmyeta qral û qûrbankirina milet..
Li gor Jean hemû paradoksên desthilatdariyê jiyana polîtîk a sanal e, yanê şer û têkoşîna civaka medyayî, parametrên medyayê em giş kirine kole û perdeyeke sîmuklarîn li ber çavên me raxistiye, ji aş û baş em ketine bin tesîra civaka medyayî (twitter, facebook, instgram, tîktok...hwd) loma rastî heliyayî, rastî winda bûye, rastî û ne-başî û derew ketine nav hev, jiyana post-modern jiyan serobino kiriye, êdî qada şer bûye, sanalîzm, qada hebûn û xwebûnê bûye sanalîzm, desthilatdarî û bindestî êdî bi dest û çekên sanalê tê rêvebirin, em bûne koleyên sanalîzmê em radestî dîmenan û xuyangên derew bûne.. Helbet desthilatdar jî vê çeka xwe ya sanalîst bikar tîne û bindestan bi rêya sanalê dixapîne, rastiyê şilopilo dike, vedişêre û bi şêwaz û nêrîneke din bi bindestên xwe dide bawerkirin... Çima min ew qas behsa desthilatdar û bindestan kir, çimkî şêwaza wan a çekan guherî ye, li gor jiyana nû tevdigerin, êdî ew qadên milet dadiketin û şer dikirin dema wan hema hema qediyaye, çimkî şerê a-polîtîk dest pêkiriye, şerê çekên a-polîtîk dest pêkiriye, divê pozîsyona bindestan çawa be û çawa tevbigere, girîng e. Divê qada medya civakî mirov xelet agahdar neke, divê ji her tiştên wê bawer nekin, çimkî rastî ketiye dewsa derewan, derew ketiye dewsa rastiyê...
Wekî em dizanin, gelê bindest çiqas xwe ji rewşa çîroka bindestan dûrbixe jî, talî di hişê bindest de tim paradoksa bindestiyê desthilatdariyê li beden û hişên wan dike. Çimkî di ramanên bindestan de rûxandin heye, xweanalîzkirin kêm e, pirsa çima em bindestin kêm tê analîzkirin. Heke kêm nehatiba analîzkirin, em bi kêrên seqakirî nedihatin hevdu, me hevdu pîs û xirab nîşan nedida, di me de heye çavnebarî, hesûdî û çavbirçitî... Çima? Çimkî em hîna nebûne xwe, em desthilatdariyê red dikin, lê em agir disotîn e û ber bi agirê serdestên xwe ve dibin, em alîkariya serdestên xwe dikin. Halbûkî ji dîrokê û heta niha tu nan ji bêtifaqiyê derneketiye, tu azadî jê derneketiye, tim û tim bêtifaqî agirên êzingên serdestên xwe germ û gur kiriye, loma tifaqî û tifaqî, di hemû qadên jiyanê de ji me re tifaqî lazim e. Ji wêjeyê bigire heta bîrdoziyê an na bi vê şêwaz û şiklî em ê tim xizmetkarên desthilatdarên xwe bin. Tiştekî fêdeya wê tune be, çima em xirabiyê û zirarê bifikirin?
Çima min ew qas behsa bêtifaqiyê kir? Çimkî di berhema Enver Karahan a bi navê “Şapatê” de hinekî bêtifaqî û xirabî hatiye nivîsandin lê di çîrokek xwe tenê de behsa xirabiyê û bêtifaqiyê kiriye. Helbet ez ê berê behsa gelemperiya çîrokên xwe bikim û paşê jî ez ê li ser çîroka nivîskar a bêtifaqiyê bisekinim. Di gelemperiya çîrokan de rewşa nivîskar a zarokatiyê û cîwantiyê di binê kirasê karekterên xwe de, xwe û neynika rewşa zarokatiya xwe diteyisînin. Lê belê çîrokên nivîskar mijarên û mekanên xwe di navbera pira li Swedê û welêt diqewimin de digerîne. Jiyana Ewropa tesîr daye qelema nivîskar. Helbet li Ewropa jiyîn sedemeke çîrokên cihê nivîsandinê ye. Lê çîrokên ji çanda xwe dûr, ji hiş û aqilê xwe dûr dê tehmeke çawa bide xwendevanên xwe yên bindest, an jî xwendevanên bindest dê tehmê jê werbigire gelo? Min bi xwe wekî xwendevanekî bindest tu tehm jê wernegirt, lê min tehm ji çîroka bindestan a bi navê “Sûretên li dîwêr” wergirt, çimkî xîtabî min dike, xîtabî civakê dike. Her wiha ev çîrok, çîrokeke polîtîk e, ji wêjeyî bêtir polîtîk e, ne polîtîkaya wêjeyî ye, wêjeya polîtîk e, xwezî polîtîkaya wêjeyî bûya. Jixwe piranî ez ê li ser vê çîrokê rawestim. Nivîskar behsa jiyana li Dêrikê û zarokatiya xwe dike, bi şêwazeke bi devê karakterên xwe. Çîrokên xwemalî hebûn û çîrokên pîneyî hebûn, çîrokên xwemalî û paradoksa Xwebûnî, çîrokên ku behsa bindestiya xwe û derûniya bindestiya xwe dikir, çîrokên behsa zarokatiya xwe û cîwantiya xwe dikir, çîrokên pîneyî jî çîrokên çanda dîtiran bû, loma van çîrokan ji xwe-bûniyê dûr bûn. Tiştekî ji xwe û çanda xwe û ji hişê xwe dûr be ma ne pîne ye? Bi min ne gengaz e xwemalîn be, loma tehma wan tune ye, rijî dimîne. Du nexşên cihê di çîrokên nivîskar de hebûn, hin jê çîrokên ji çanda xwe nizilîbûn, yên din jî ên ji kiras û çanda xwe dûr bûn. Her wiha nivîskar behsa nivîskariya xwe û rewşa malê de dijî dike. Xirecira nivîskariyê û malbatê, wekî nakokiyekê dibîne. Çîroka ewil li ser jiyan û zehmetiya nivîskariyê hatiye nivîsandin, nivîskar esas rewşa xwe ji me re teyisandiye. Her wiha ev rewş bawer im a gelek nivîskaran e. Çimkî nivîskarî bi xwe paradoks e û nexweşî ye. Nivîskar behsa vê nexwesiya hevpar dike. Welhasil îcar em werin ser çîroka xwe. Wekî min go ez ê bêtir li ser çîroka “Sûretên Li Dîwêr” bisekinim.
“Lawo ma meriv diya xwe li dû xwe dihêle û dihere? Hema te karîbû ez li pişta xwe kiriba û ez bigîhandima ber erebeyê. Ma gunehê min çi bû ku we ez tenê di vî hundirî de, di nav van zebeniyan de hiştin û hûn çûn?..” Tew gava gerîlayekî jê re got: “Me qet ji vê malê û ji hevalê Sebrî ev hêvî nedikir; ji me hebû ku yek kesek jî di vî bajarî de nemîne jî ew ê me nehelê û neçe...”(31)
Dema em li peregrefa xwe ya jorîn dinêrin em têdigihîjin em desthilatdarên hev in. Em xwe û xwebûna xwe têk dibin. Em dijminê qewmê xwe ne, em kew in. Çima? Nivîskar di rewşeke wiha agir bêtirîn sor dike, çima tifaqiyê nahûne, çima tifaqiya hebûn û xwebûna yekgirtî û hevgirtî narêse, çima nêrîn û awirekî xirab û bêhna rûxandinê li vî dîwarî diqorîn e. Çima? Wêjeya xwe dike alava rûxandinê, helbet tercîha nivîskar e, lê nivîskarî jê ne yek gaveke ronakbîriyê û pêşveçûnê ye. Qelema nivîskar divê çawa be? Ev pirs girîng e. Çimkî miletekî têkçûyî û bindest divê em wan bêtir bindest û têkbiçin bihûne an jî divê em bi destên wan bigirin û alaya wan bi hev re daçikînin da ku azad pêl bibe, kîjan? Helbet divê rastî bê nivîsandin, lê ne rastiya li gor xwe teşekirî, rastiya gelemper divê bê teşekerin. Rastiya li holê, a li meydanê ne rastiya bîrdozî, çimkî li gor herkesî rastiyeke bîrdozî heye, mesele ew e ku mirov rastiya resen teşekirin bide. Divê berhemên wêjeyî mirov jê sûdwerbigire, ne kîn û nefret, divê bêhna rûxandinê neke nava jiyana wêjeyê? Divê em vê pirsê ji xwe re bikin: Divê wêje rûxandin be an jî bi sûd be, kîjan? Wêjeya bi vê şêwazê xîtabî desthilatdaran dike an jî xîtabî bindestan dike, welew wêjeya bi vî awayî di xizmeta gelê xwe de an jî di xizmeta desthilatdara de ye, kîjan? Welhasil meriv dikare gelek pirsan lê zêde bike, pirsên bîrdozî, pirsên wêjeyî, pirsên paradoksên bindestan, bindestiya bindestiyê, belê nivîskar bindestiya bindestiyê hûnaye, yanê bindest desthilatdariyê li bindestan dike. Çi trajîkomîk û paradokseke bêhna nexweşiyê jê tê....
Li dû wê bi çendekî jî dinya sehal dibû, êdî xelk vedigeriyan malên xwe û Sebrî û zarokên xwe jî vedigeriyan; di heman şevê de du mîlîsan hat Sebrî ji malê derxist û ew birin. Di kolanên tarî de ber bi ciyekî nediyar çûn...(33) Mînaka herî serdest ev paragraf e. Em çeker in an jî rûxîner in, an jî bi rastî jî derdê me vegotina rastiyê ye. Kîjan? Li gor vê paragrafê em di xizmeta serdestên xwe de ne, ha heger tiştên tên gotin û vegotin rast be, em di xizmeta vegotina rastiyê de ne, heke tenê fantazî û xeyal be em rûxîner in û neçêker in. Helbet bi awayekî sosyolojîk vê pirsê dikim, haaa mebest tenê wêje be wê çaxê çima meriv gelê xwe xirab xuya bike, paradoksa bindestiyê çermê rihê me ve zeliqî ye. Wekî qijnikên xwe bi qûna heywanên digirin û xwîna wan dikojin, bindestiyeke genî a paradoksal xwe bi qirika rih û hişê me ve girêdayî û difetisîne. Çima? Ne çêkerbûn çima xirakirin, haa ji bo wêjeyê be rûxandin a mena, wekî din wekî xwendevanekî ez ê van paragrafan wekî ne wêjeyî û nêtxirabî bibînim. Çimkî dema miletek bindest be, hewce nake meriv bindestiya wan duqat û şêqat bike, hewce nake meriv bindestbûna wan lê bike bargiraniyeke din. Qey divê bindest tim bêtifaq û bêhizûr bin, hewce nake meriv ji hevdu re goristan û mezalan bikole û vekole. Heke meriv xurt û bi xwe bawer bin, gerek meriv karibe bi wêjeya xwe mezel û goristanên desthilatdaran vekolin û bikolin û qehremanên xwe jî bi awayekî epîk bihûne, da ku hem civaka xwe û hem jî wêjeya xwe û miletê xwe bi çilaya ronahiyê biçûrîsîne, çimkî em bindest in û hewce nake em bindestbûn xwe li xwe duqat bikin. Bi kêrî tiştekî nayê tenê zirarê dide derdora xwe. Bi awayekî wêjeyî nivîskar di çîrokên xwe de ji xwebûn û xwebûna xwe dûrketiye. Ji rastiya xwe dûr ketiye, bi ziman û şêwaza desthilatdarê xwe berhema xwe vehûnaye. Helbet em nikarin bêjin çîrokên wî giş wiha ne, lê dîsa jî çîrokên me divê ya xizmeta takekesiya xwe bike, ya jî xizmeta gelê xwe bike. An jî divê xizmeta hunerê bike. Hin çîrokên me xizmeta takesiyê kiribûn, hin çîrokên me jî xizmeta desthilatdariyê kiribûn, hin çîrokan jî xizmeta çanda ên din de bûn, loma ji xwe û xwebûna xwe hinekî dûrketîbûn çîrokên me....
Sûdwergirtin:
Kotulugun şefafliligi, Jean Baudrillard, Ayrinti.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览465
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | diyarname.com 16-07-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 14-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 16-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on17-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览465
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,351
图片 105,681
书籍 19,410
相关文件 97,502
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!