图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,418
图片 105,311
书籍 19,451
相关文件 97,495
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kîjan kurd?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kîjan kurd?

Kîjan kurd?
=KTML_Underline=Kîjan kurd? =KTML_End=
=KTML_Underline=#Reyhan Îke# =KTML_End=

Erê, em çil milyon kurd hene li vê cîhanê. Welatê me yek e; anku Kurdistan. Em yek gel û netew in; anku kurd. Zimanê me yek e; kurdî. Çanda me, folklora me, êş û azarên me, ken û giriyê me yek in. Dîroknas, rewşenbîr û zanayên me vê dibêjin. Nizanim çima; lê dema dor tê parastina rûmet, şeref, xîret, têkoşîn, doza maf û azadiya kurd û Kurdistanê ev hejmar gelek kêm dibe. Bi sedê salan e neyar me dikujin, her dayik û bavek kurd herî kêm 3-4 çar zarokan çêdike. Lê ev sih sale em hêj çil milyon in li ser kaxezan. Dema dor tê hinek tiştan, ev çil milyon bi ku ve diçin? Divê ev bê ravekirin ne wisa ye, pisporên mijarê?
Ez di vê qadê de ne pispor im, lê li gorî baweriya min hejmara me kurdan di warê nîjadî de pêncî milyon jî derbas kiriye. Lê ez ne di wê baweriyê de me ku mirov ji van pêncî milyonan hemûyan re bêje kurdên sax, anku dijîn ger ku jiyan ne tenê henasegirtin be. Ha, wê demê çi ne, kî ne ev pêncî milyon? Dibe ku ne şiroveyek ‘zanistî’ be, lê ez wan dikim çar bir. Birek jê kurdên mirî ne (ne di warê fîzîkî) de, birek kurdên xayîn, birek kurdên kole û birek jî ez dibêjim kurdên sax, an ku bi şeref, xîret, xwedî wijdan, xwedî têgihiştina dîrokî û netewî; anku kurdên bi hemû hêza xwe ve ji bo azadî û rûmeta kurd û Kurdistanê şer dikin û têdikoşin.
Ev kurdên mirî yên ez behs dikim wisa ne hejmarek kêm in. Kî ne ev? Ev kurdên hatine bişaftin, jiyanê tenê wekî henasegirtin digirin dest, anku kurdên di warê zanebûn û hesta netewî de hatine xesandin, hatine tunekirin in. Li çar parça, erdnîgariya Kurdistanê tijî gorên van kurdan e. Em bi van re dibêjin çil an jî pêncî milyon. Ha hêviya saxbûna van kurdan heye an na? Ew jî gengaz e, ji ber di çanda me de baweriya vejînê heye.
Kurdên kole kî ne? Ew kurd in ku di ferqa kurdbûna xwe de ne. Dizanin kurd in, di quncikên tarî û veşartî de tenê li xwe mikur tên. Li derveyî wê xwe bi hezar boyaxa boyax dikin, ji bo neyên dîtin ji rengekî dikevin rengê din. Li pey nanê rojane digerin, li bazarên xelkê hemal û kedkar in, ji bo peydakirina nanê rojê xwe naxin nav ti xir û ciran. Li koşeyekê li benda çarenûsa xwe dimîn in. Çavên wan li deriyê serdestan e. Hêvî û daxwza wan a herî mezin ji wan aferînek wergirtine û ji bo vê çi bê serê wan bêdeng û pêjin karê xwe dikin. Heman şîreta bêdengiyê li zarokên xwe jî dikin. Ji ber bêdengî şêwaza jiyanê ye bo wan. An ku belengaz, çavgirî, hêmin û miskin in. Kî destê xwe bi serê wan de bîne, dibêjin xwedê jê razî be û wî/ê baştirîn îlan dikin. Lê çawaniya vê şêwaza kurdewariyê jî girîng e.
Ji bo van kurdan jî dixwazim yek du tiştan bêjim. Bi sedê salan civaka cihû rastî her awayê kuştinan hat, di jenosîdan re derbas bû. Gelek komikên vê civakê di nav civakên din de xwe bi navên cuda veşartin. Lê bi zanebûn jiyan, dest ji bawerî, giyan û hizra xwe bernedan. Li benda derketina firsendekê man, kengê derfet dîtin xwe bi veşartî rêxistin kirin û nirxên cihûtiyê parastin. Di parastina heyîna cihûyan de rolek sereke lîstin. Hêvîdar im yên ez di vê bira kurdan de dibînim jî qet nebe wekî wan bin.
Kurdên xayîn kî ne? Di nav kurdan de beşa herî kêm be jî, ev bira kurdan beşek xeter û fêlbaze. Xwe xwediyê hemû kurd û Kurdistanê dibîne. Hemû rê û rêbazên mêtingeriyê, ziraviyên ticareta giyanî û hizrî baş dizanin. Bêhna bazarê baş digirin, li kîjan bazarê dê xwe bi çendê bifiroşin dizanin. Bo wê çav vekirîne, li gorî pîvan û rêgezên xwe jîr û jêhatî ne. Dibêjin welat, netew, al, ziman, çand û navê kurdîtiyê bi me dest pê kiriye. Van argomanan wekî şefekî pispor ê orkestrayekê bikar tînin. Wekî kurmê darê xwe berdidin nava hiş û giyanê civakê û bi navê kurdatiyê çi hebe dikojin, dimêjin; çi tişta di civaka me de nirx pê bêdayîn hebe wekî malê li dikana xwe stok dikin û bi hostayî difiroşin. Ticarên hest û hizran in; dizanin dê çi bifiroşin kê û li kîjan bazarê nirxa çî bi çendê ye. Carna bi navê parastina welat, welat difiroşin. Carna bi navê başiya gel, gel difiroşin. Li gel wan ti tişta neyê kirîn û firotin nîne. Rûmet û xîret jî li gorî biha tê guhertin. Ticarên baş in, kî zêdetir nirx pê bide malê wan li wê bazarê ye. Ez hejmara vê birê ji xwendevanan re dihêlim.
Di çîrokên berê de, di destan û klamên me kurdan de gelek caran behsa şerên mezin ên navbera malbat û eşîran tên kirin. Bêguman, destan û çîrokên me ji van pêk nayên. Lê ya rast hinek çîrok tên gotin mirov îro jî ji xwe şerm dike. Mînak mirîşka yekî/ê ketiye nav bostanê yê din şeş mêr li ser hatine kuştin. Yekê metreyek zeviya yekê bi ser ya xwe ve berdaye, du eşîr bûne neyarên hev û bi salan ji hev kuştine. Li kolanê du zarokan şer kiriye, şer bûye şerê du malbat û babikan û xwîn rijiyaye. Wekî van bi sedan mînak hene.
Îro çar parçeyê welatê me hatiye dagirkirin. Her roj li ser gund, bajar, çiya, deşt û zozanên me bombe dibarin. Jin, zarok, pîr û kal, bêyî dijminên me ferq û cudahiyê bixin navbera me dikujin. Başe xwediyên zeviyê hûn li ku ne? Başe em netewek bawermendin, lê her roj tiştên haşayiyê li hemû baweriyan tinîn bi serê me tên. Beşek mezin ji civaka me ya bawermend bêdeng e. Her roj tecawizî axa me, rûmeta me, azadî û jiyana me, heta keç û jinên netewa me tê kirin. Başe em civakek ‘namûsperesti n’. Beşek girîng ji ‘namûsperestên’ me bêdeng in. Ka binêrin beşa ticarên ez behs dikim zevî nehiştin. Ne mirîşka cîranan, cihek dagirker neketînê nema bi alîkariya van. Ha mijara zarokan jî heye. Niha ji bo mezinkirina bazara xwe zarokên me bihev didin kuştin. Di destên wan de xwîna zarokên me heye. Baş e evqas tişt dibin hûn li ku ne? Çima dengê we dernakeve? Hûn çima nabêjin hevkariya neyaran nekin, dijmin neynin ser ax û welatê me, zarokên me ji bo berjewendiyên xwe bi hev nedin kuştin, rûmet û xîreta gelê me pêşkêşî bikirên xwe nekin, namûs û şerefa me nefiroşin bi pere? Xwediyên bêdengiyê, ev bêdengî we dixe kîjan bira kurdan?
Ha, di mijara deng de dixwazim behsa du dengên resen ên vê axê bikim. An ku dengê kurdên sax, ên bi şeref û rûmet. Dewleta tirk ji destpêka nîsanê ve li başûrê Kurdistanê seferek dagirkeriyê dest pê kiriye. Li hemû çiyayên başûrê Kurdistanê berxwedanek mezin tê jiyîn û dewleta tirk di encama vê berxwedanê de xetimiye, nikare pêş bikeve. Lê niha bi xwîna kurdan a bi destê kurdan dixwaze pêşiya vê xetimandin û têkçûna xwe veke. Di encama van hewlan de pênc pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. Keça pêşmergeyek ku jiyana xwe ji dest dabû di Rûdaw Tv de pir aşkere got, “Ez bi şehîdbûna bavê xwe ne şanaz im û bavê xwe şehîd nabînim. Ez kurdên di şerê birakujiyê de tên kuştin şehîd nabînim. Em kes û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dayîn li serkirdeyên siyaseta kurd ên şerê birakujiyê dixwazin naborin. Ev dengê gelek kesan e, lê wekî min bi wêrekî nikarin bêjin” û li dijî şerê navxweyî derket. Her wiha birayê pêşmergeyek din di heman kanalî de li ser pirsa pêşkêşvan a ‘hûn PKK’ê dijminê xwe dibînin an na’ ev bersiv da; “ Dê bersiva pirsa te dim. Bi xemgînî dibêjim îro dê welata Tirkiyê bi aramî binive. Ji ber ev şerê birakujiyê wan di navbera me de derxist û keyfa wan gelek hatiye bi vê.” Niha ji bo ‘çil milyon’ kurd dibêjim, ma peyvek din heye mirov li van gotinan zêde bike?
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览371
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 12-06-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-07-2023
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):31-05-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览371
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,418
图片 105,311
书籍 19,451
相关文件 97,495
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!