Navê pirtûkê: Divê Çi Bê Kirin
Navê nivîskar: V.Î.Lenîn
Navê wergêr: Tonguç Ok
Wergera ji ziman: Ingilîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Evrensel
Sala çapê: 2014
Rûpel: 192
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Ev rojname dê bibe parçeyeke vê nixava ku her çırûska têkoşîna çînî û hêrsa gel geş dike û dadigerîne şewata gelemperî. Li derdora vê xebata ku hêj biçûk be jî birêkûpêk û hevpar e em dikarin bi wateya peyvê ya tam artêşeke rêzikî ya ji şervanên ceribandî pêkhatî kom bikin û van şervanan bi awayekî sîstematîk perwerde bikin. Di demeke kin de ji nav şoreşgerên me dê Zelyabovên sosyal-demokrat û Bebelên rûs li ser nerdêwan û îskeleya vê avahiya rêxistinî derkevin pêş. Ew ê serkariya vê artêşê bikin û bo ku dawî li şerm û pûşîla Rûsyayê bînin dê hemû gel rakin ser piyan. Divê em xeyala vê bikin![1]