图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,775
图片 106,015
书籍 19,351
相关文件 97,452
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Welî Sebrî: Yar û Mirad - 10
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yar û Mirad I

Yar û Mirad I
=KTML_Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -10-=KTML_End=
Weli Sebrî

Wek her kesî kal jî însan û car hebû bi bêşerek xweş û car jî hebû hêrs û qet qehra wî jî nedihat kişandin.
De hêrs e û ew jî tu car wek xwe namîne û pêda pêda dadikeve. Hema bibêje bila mala kalitiyê bişewite û derbas bibe. Xeloyê kalik, merivekî xwezan û zû bi zû wî gotinên eşkeva nedikir. Ax, lê de kal e.
Digot:
“Muhbê! Eha, car jî heye ji xwe ra berê xwe didim bajar û ji vî gundî dûr dibim. De li bajar jî nas û dost in û çi hebûye, nebûye ji wan dibîhizim. Na, ne zêde û ew jî di mehê da ya yek û ya du car in.
Eha, li wir û ji xwe ra ji wan dibihîzim ka li Enqerê Îsmetê kerr çi gotiye û partiya din jî bersivek çawa daye û hwd.
Ez bi xwe jî dizanim ku bi gişkî wek hev in û ji tayfa Misto ne; ha Îsmet bûye û ha Dimoqrat. Ax, de bila be, lê! Nûçe jî nûçe ye û dema ku haya merivî jî jê hebûye ne xirab e. Na, na! Qet firq nake, dixwaze bila deng û behs ji dostan û dixwaze bila ji neyaran be, guh didim û derbas dibim. Qey ma ez nizanim çi çi ye.
Ax, de bajarî jî ne û ew jî wek min û te ne. Li gel wan îmkan û derfet û haya wan jî zêdetirîn ji min û te ji vê dinyayê heye.
Belê, di eynê gavê da nebe jî ji me zûtirin agahiyan hildidin. Çi zanim rojname ne, kovarin û hatin û çûyîn e û hwd. Xortên wan jî bi xwendin û gava tiştekî biqewime ji rojnameyan hildidin û zû agahî belav dibe.
Îca gund wisa ye? Na, ne dîn û ne îmana vî gundî ye. Hem merivan ji xwe sar dike û hem jî dîn û har dike. Bila xwedê bihêle û tu zevalê nede, yê me jî vê gavê hema weha tenê yek neviyekî me ye. Neke panîk û aciz nebe. Çima tu nahêlî lawik ji xwe ra bixwîne. Na, na! Bila here ji xwe ra bixwîne û wek min û te jî, çavgirtî nemîne…”
Disekinî û di pey ra jî li xanima xwe mêze dikir. Kalo, didît jinik ji xwe ra bêdeng e û ji wê gotin dernakeve û dîsa vedigeriya xaftina xwe…
Digot:
“Ax, welato tu xirab bibî! Tu xirab bibî, ne li ser vê axa te dibistan, ne jî tu îmkan û derfet heye ku meriv berê xwe bide û ji xwe ra di zimanê dayîka xwe da xwe perwerde bike.
Ger ku hebuya îca min bi destê Dildarê xwe va nedigirt û nedibir. Helbet, min jî dibir û di pey ra jî teslîmê mamosteyê wî dikir û berxikê min jî fêrî zimanê xwe dibû, lê de kal çer bike ku nîne. Derfet nebû kal bixwîne, lê wî dikarî ji xwe ra bixwenda.
Mixabin, ne li ser vê axê em bi navê xwe ne, ne jî dibistanên me hene. Dêmeg, bi navê xwe em winda ne ku dibistanên me jî nebûne.
Îca roja ku Romî nebêjin; ‘em bi gişkî va Tirk in, dînê me Îslam e û em bi xwe jî bira ne’ he ye. Bila qeda li vê biratiyê be ku em bira ne. Partî partiya Misto bû, xanim. Bi partiya xwe wî çi bibêjî anî serê vî gelî û ji ber zilm û zordariya wî kesî nekarî xwe xilsa bike; nîjadperest, xwînxwar, zilimkar û kok li xelkê anîn û ne ziman û ne jî jiyan bibêjî jiyan ma.
Reben im, jinik! Kal reben e, ji xwe ra berê xwe dide bajar bi şewqa û vedigere tê mal jî bi şal û şapik û egala serê xwe ye. Ger ku ev jî bi navê xwe ne zilm be, îca zilm çi ye…!
Êş e û ne rewa ye. Ya ku hat serê me nehat serê Eyyubê kurmexwar. Eha, ev rastî jî rastiya me bi xwe ye, Muhbê…”
Lingek xwe her tim di ben xwe da digirt û dema diqerimî jî dikişand û dirêj dikir. Îca li ser a din rûdinişt û di pey ra jî digot:
“ Muhbê, aqil taca zêrîn e. Taca zêrîn jî ne li her serî ye.
Ez bi qurbana te, jinikê! Tu jî dizanî ku em herdu jî ji xwendinê bêpar û nezanin. Yek neviyê me û ew jî ji me ra hem hêvî û hem jî pêşeroj e. Jê ra nebe asteng, lê bibe alîkar û bila her bi moral be.
Nevî ye û nevî jî delalê te ye. Behna xwe fireh bigre û ne aciz bibe, ne jî bi teşqele be. Hema wî çer xwestiye û çawa li wî xweş hatiye bila here wek wî be.
Ez bi heyrana te, jinikê. Îca ev jî gotin e tu dikî; ‘wîîî bavo, neviyê min ji çavî bû û tê da ronahî nema…!’ Xwedê neke! Înşeleh, tu tiştekî bi çavên berxikê min nabe û ji xwe ra hem dixwîne û hem jî hîn zimanî dibe…”
Êvar êvar ciyê wî li ser sekûyê û pişta wî jî li balgiyî bû. Di hebên mezin da tizbiyek wî û ji alikî va ji xwe ra yekoyek dikişand û ji alikî va jî axftina xwe didomand.
Kal, timî bi egala serê xwe û di rengê xwe da jî egala wî sor û di şaxên xwe da jî spî û kesk bû.
Carînan destê xwe ber bi egala serî dibir û di bin da serê xwe dixwurand.
Ji alikî va dixurand û ji alikî va jî digot:
“Qîzê, nizanim ka îca te ji bo şîvê çi hazir kiriye? Eha, ew sibê û ev jî êvar e, êdî te çi ku amade kiriye bîne û bila Dildarê min bixwe. Ez qeda û belayê wî bigrim niha ji birçiyan mirî ye…”
Divê ku Dildar birçî be, lê yê herî birçî jî ew bixwe bû. De Xeloyê kalik bû. Camêr, navê Dildarê xwe dida û nan û ava xwe jî ji xanima xwe dixwest.
Belê, wî nan û ava ku hatiye, dixwar û diqedand, çaxa sifre ji ber wî jî rabibe digot: ”Eriiik bavo, çiqasî jî bîrçî bûme…”
Sifre ku diçû îca berê xwe dida Dildar û ji wî ra jî digot:
“Lawo, erikk! Min çiqasî bîra te evdalî kiriye, ha. Ka de were cem kalikê xwe, lo. Ax, de tu wan kevnik û mevnikên destên xwe jî dayne alikî û bila ew jî bimînin ji sibê ra û sibê jî helbet, xwedê kerîm e…”
Pîrika Muhbê ye, îca bersiva kalî nede qet dibe. Gotina ku Xeloyê kalik ji wê ra serf kiriye li wî vedigerand û ji wî ra dikir.
Digot:
“Tirs…! Tirs jî tirsekî bila sebeb û beyhude; ‘ha çav çû, ha ji çavan bû…!”
Kaliko, tu ku werî tinazê xwe bi Pîrikê bikî qey Pîrik di bin gotinê da dimîne. Eha, wê jî bi gotina te bersiva te da û çû. Çima tu radibî tiştekî weha dikî û çima ew neke. Êvar nebû bi suhbeta xwe nebin. Dema ku Pîrika Muhbê jî ji aliyê malê vedigeriya û dihat hema bi carekê neviyê wê xwe li wê digirt û li cem wê rûdinişt.
Rûdinişt, enîşka xwe dida ser çongên wê û berê xwe jî dida kalik û guhdariya wî dikir.
Haya Xeloyê kalik ne teze, lê ji zû da ji zilm û zordariya Romiyan hebû û roja ku wî qalê nekira jî, nebû.
Di vî warî da jî wî timî gotina xwe dikir.
Dikir û digot:
“Êl û alem ava dike, lê ew jî berê xwe didin û xirab dikin.
Erê, xirab dikin, lê wek çawa tu di ser tiştekî ra tapanê bigrî, rast û dûz bikî bi wî awayî xirab dikin.
Ne teze, lê di berê da hatiye gotin ku lingê Romiyan li ku bikeve, li wê derê tu car giya şîn nabe. Rom e û ji kokê va dibire, diqelîne û tune dike.
Ne tenê mal û milk û avayî, lê wek din jî hema çi ku hebûye didin ber şopa xwe û bi xwe ra dibin. Roma Reş û tune neke.
Tu şik nîne ku ji wan hebûnan yek jî zimanê vî gelî bû. Belê, zimanê Kurdî û di ser wê da jî afat hat.
Ne tenê xwendin û nivîs, lê ji vî gelî ra axaftin jî qedexe bû. Zagona Misto zagonek faşîst û bi yek rengî bû. Sala 24’an salek dijwar û bi xişîm û xezeba xwe hat û di pey ra jî kilît li derê medreseyan xist. Zimano, te êdî çi dît û çi nedît. Werhasil, Romî ne û li gel Romiyan jî ne bext, ne soz û ne jî peyman e.
Kambax be, her çiqasî di zimanê Kurdî da tek û tûk rojname û kovar hebin jî, derqanunî û te nedikarî eşkere bi dest bixista û bixwenda.
Werhasil, ciyê ku zilm û zordarî lê bûye ne tu dikarî qala azadî û ne jî jiyanekê xoşewîst bikî. Tu teyir û tuyîrek nîne, bi per û baskên xwe nefire.
Ger ku te ew jî jê bir êdî ne dikare bifire û ne jî dûr û dûr here. Belê, wele ziman jî wisa ye ku te bi kar neanî ji qumaşê xwe reng dide û bi dewlemendiya xwe jî namîne.
Sal ji salan xirabtirîn derbas bû û zimanê vî gelî jî hey çû ji xasê xwe winda kir.
Ax, teyiro teyirê bê per, de nesekine û bifire! Bifire û ji vî welatî ku ji xwe tu xêr û mirad neditiye dûr here. Here û rewşa vî zimanî nebîne. Ji ber ku zimanê resen di birîna xwe da kûr, bi nalîn û nikare vî dilî rezîl bihewîne. Ziman nîne, bi çar xalên xwe nebe. Helbet, ji çar xalan pêk tê.
Ger ku ji wan xalan yek jî nebûye ew ziman kêm û ne temam e. Ji wan her çar xalan yek nivîs, yek xwendin e, herduyên din jî wek tê zanîn guhdarî û axaftin e. Zimano zimanê resen, delîl dayîka te…!
Dêmeg, li zimanan jî didin û ziman jî têne kuştin. Ku nehatibin kuştin jî, ya kor û ya jî seqet dimînin. Helbet, zimanê ku bi kar nehatiye roj bi roj diçilmise.
Zimanê vî gelî jî roj bi roj wek berfa belanî çawa bihele, wer heliya û hate xwarê. Bi wê resenî û dewlemendiya xwe Zimanê Kurdî, zimanê vî gelî û bi qasî ku bikişîne ji zilm û zoradariya Ereb, Ecem û Romiyan kişand û hîn jî dikişine.
Qey roja ku Tirkan negotibe; ”Kurdo! Türkçe konuş çok konuş…(Kurdo! Heta ji te hatiye biaxife, lê bi Tirkî biaxife…)” he ye. Ax, zimano êdî te çi dît û çi nedît…! Te dît, lê bila Dildar nebîne.
Na, divê meriv ne here ji şalûl û bilbilan, ne jî ji pepûgên kavil û kolxaneyan bipirse ka zimanek çawa tê kuştîn…?
Wek çawa yek kêr û xencerê bikişîne û bide ser dil, wan jî bi wî awayî berê xwe dan Zimanê Kurdî, pêda pêda helandin û tê da rih nehîştin.
Nayar e û tu çi bibêjî dike. Tu bibêjê bila xwedê tu zewalê nede şêniyên vê malê ku Pîrika Muhbê jî çû îca kê heye û kê dikare ji Dildarî ra qala destan û çîrok û meselokên Kurdî bike, kê…?
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览649
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/- 13-07-2023
挂钩项目: 20
小组: 文章
Publication date: 00-00-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 小说
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):15-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览649
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,775
图片 106,015
书籍 19,351
相关文件 97,452
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!