Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  582,066
图片
  123,237
书籍
  22,020
相关文件
  124,348
Video
  2,187
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   总计 
271,560
Welî Sebrî: Yar û Mirad - 6
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Yar û Mirad I
Yar û Mirad I
=KTML_Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -6-=KTML_End=
Weli Sebrî

Roja ku wê berê xwe nedaya Dildar û gotina xwe nekira, nebû. Car hebû di dilê xwe da û car jî hebû wê dengê xwe bilind dikir û wek pepûgên xirb û xirabeyan çawa bixwîne bi wî awayî dixwend û digot. Lê qet xema Dildar bû ku Pîrikê gotiye.
Di dilê xwe da weha digot:
“ Ax, lo lawo! Bavê mino, îca ev çi bobilat e te di ser xwe da aniye. Qey roja ku tu bi wan kaxizikên destên xwe nebî, nabe. Îca ev çi ye tu weha bi wan pelikan ketiyî û dilîzî, berxo.
Geh di wan destên xwe yên nazik da digirî, tînî û dibî, geh bi qûrmiçikên kaxizan va digrî û tekûz dikî û geh li ber ronahiyê digrî û di ser da xwar dibî. Na, bavê mino! Na, min jî ji te qet tiştekî fêm nekir û çû. Min fêm nekir, lê ka de îca te çi jê fêm kir. Ax, li minê bavo! De tu were min û vî Dildarî…
Weyy, bavo weyy ku weyyy! Geh kaxizikan digre û dide ber lembê û dike miremir û geh dibe dide ber ronahiya agir û di ser da xwar dibe. Na, nizanim ka ez çer bikim. Na, qet ne jê têr dibe û ne jî dixwaze ji destên xwe berde.
Lo, lawo! Îca tiştê ku tu dikî qey îşê aqilan e, hi…Qet nizanim ku ka tu dawa çi dikî. Eha, te mêze kir û mêze kir îca tu çi bi dest dixînî, çi… Ev çi hîkmeta xweda ye, pelik pelikên kevn û pît jî pîtên nexuyayî û de bixwîne, heta ku ji te hatiye bixwîne. Na, bavê mino! Muhbê hat vê emrê xwe, lê di jiyana xwe da ne ji te û ne jî ji vê xwendina te tu tiştekî fêm kir. Lawo, ma îca tu qet nizanî ka têrbûn çi ye?
Tu nizanî, Pîrika te li ber xwe dikeve. Tu nizanî hem pê dilgiran û hem jî dilêş e. Tu nizanî Pîrika te ji tiştên weha bê wate ne hiz dike û ne jî jê razî ye. Ax, de çi zanim ez jî wer dizanim û wer dibêjim. Ax, de xwezî min qet nizanibûya, îca min zanî ka min çi xwelî li serê xwe kir…”
Na, ne dilê wê radikir û ne jî wê dixwest Dildarê xwe di wê rewşê da bibîne.
Ax, lê de carînan jî xwe bi xwe difikirî û digot:
“Na, na! Tiştên ku berixikê min niha dike ne şaş e. Ne şaş û dêmeg, xwendin jî tiştekî weha bûye. Dêmeg, zelaliyê dide mejî û lewma jî berxikê min bi mujiliya xwe ye.
Tiştê ku berxikê min dike xwendin e û xwendin jî ne bi xeter e. De here bixwîne û heta ji te hatiye bixwîne. Bixwîne û wek me jî pîtnenas nemîne û hwd. Ax, de wekî din jî êdî çi bûye ew dizane…”
Erê, wê wer digot. Digot, lê bi tevilhevî digot û dil û gotin ne wek hev û ji hev dûr bûn.
Tiştên ku Dildarê wê dikir ji wê ra pir carînan ezebek ji ezêba xwedê bû. Pîrik dudilî û wê bi xwe jî nedizanî ku ka çi rast û çi xirab e.
Wexta ku Pîrika Muhbê ne bi teşqele bû, dengê wê jî zelal û wek qedîfe bû.
Diaxifî û digot:
‘’Wîî min qidayê te girto, berxo…! Kero, ka bibêje min çima tu li ber wan pelik û melikan serê xwe diêşînî. Qey ne heyfa wan çavên te ne. Min bi gorî, tu dev ji wan pelik û melikan berde û were li cem vê Pîrika xwe rûne; li cem Pîrika xwe, ha…! Rûne ku ezê bikaribim ji te ra qala hespan bikim.
Qey kihêl û rewan û kûmêt nînin ku Pîrika te ji te ra qalê neke. Dema ku ne bi dilê te bûye û qayîl jî nebûyî Pîrika te ji te ra dikare qala mêr û mêrxasên vî welatî jî bike. Bes, hema tenê tu bixwaze … “
Didît hîn ew bi ya xwe ye û tew guh nade îca jî ji ber xwe va dikir miremir û
digot:
“Tew tew te xwendiye çi û nexwendiye çi. Bi vê xwendina xwe dîsa jî tu tu yî û tu ne dibî qeymeqemê Hîzanê û ne jî dibî yê Gimgimê. De here bixwîne ka hela êdî tu dibî çi…?
Lo, wele ku tu bixwînî jî li ber çavên Romiyan dîsa ‘kiro’yî, û nexwînî jî. Na, wele ez jî nizanim ku ka edî tu ji wan kaxizên destên xwe çi dixwazî. Nafîle û bila sebeb tu terî li ber wan çirtik û pirtikan serê xwe diêşînî û mal li xwe mîrat dikî. Tiştê ku tu dikî tiştekî vik û vala û nafîle ye…!”
Ji alikî va jî xwe bi xwe digot:
’Şikir ji xwedê ra ku kurikê min her bi mijuliya xwe ye û ji xwe ra fêrî zimanî dibe. Lê bila xwezika ew nivîsên ku tu di destên xwe da jî digrî ne bi zimanê Tirkî, lê bi zimanê dayîka te bûya. Çi zanim divê ku belkî, Pîrikê jî jê fêm dikir. …”
Ax, de Pîrika Muhbê ye.
Carînan jî tirs diket dilê feqîra min û wê dikir miremir û te digot qey niha xwe dixwe û xelas dike. De ew jî halê wê yê her gavî û geh bi wê miremira xwe û geh bi axaftinên xwe bû.
Dikir teşqele û digot:
“Ax, xwedêyo…! Ev çi ye îca Dildarê min weha dike…? Ditirsim xwedêyo, dilê min pir bi tirs e.
Na, tirsa min ne ji wê tirsêye ku hûrikê min bi xwendin û dixwîne, lê tirsa min ji wê tirsêye ku ji ber vê xwendina xwe ewê ji ronahiya rondikan bibe. Belê, ji ronahiya wan herdu çavikan…!”
De çaxa ku dikir teşqele û li ciyê xwe jî diqilqilî hey diçû tirsa dilê wê giran dibû.
Dema didît hîn Dildar bi mêzekirina xwe ye û naxwaze dev ji wan rûpelikan berde îca jî dengê xwe bilind dikir.
Bi wê dengê xwe jî digot:
“Ax de çav e, bavo…! Çav jî nabêjin ku wayê ez diçim û de bi xatirê te. Ax û ax!
Ne min zanî û ne jî min karî ezê qedr û qîmetê bidim van herdu çavên xwe û çav jî neman û çûn. Çûn û ji min xeyîdîn. Çav e û çav jî ku çûn teze tu werî li van çongên xwe bidî çi û nedî çi. Na! Kesî nekir, lê min bi xwe bi xwe kir. Ji wê nezaniya xwe min rabû herdu çavên xwe kor kir û mala xwe bi destên xwe mîrat kir. Ezê ax û wax bikim çi û nekim çi, çû…”
Bi van gotinên xwe ên kirî jî nedima û wê dengê xwe zêdetirîn bilin dikir.
Digot:
“Xelkînooo! Werin hûn bibêjin, hûn. Bibêjin, bila xwedê merivan ji ronahiya herdu çavan neke. Çav in, û bila ji ronahiyê nebin. Bibêjin, çavo tu kor nebî. Çav e çav…! Çav ronahî ye û bibêjin bila tu car zelûliyê nebînin…”
Wele, wê bi heyran û qurban jî bigota gotina ku pere bike, nebû.
Vedigeriya wî û carek din digot:
“Dildarê Pîrika xwe, bavê mino û min bi qida! Îca ew xwendina te ne bes e gelo…!?”
Erê, digot digot, lê wek çawa tu bibêjî: ‘Qîzê min ji te ra got û lawiko tu guh bide …’ Helbet, meriv ku bi dilşewatiya xwe be, gotinên xwe dike û neke jî nabe.
Dildaro, ger ku tu guh nedî Pîrika xwe Pîrika te jî berê xwe dide kalikê te û ji wî ra dibêje. Kalik jî ne kerr û guhê wî li axaftinên Pîrikê û bi xwe jî bêdeng bû.
Erê, di wê gavê da ew bêdeng bû, lê de di eynê wextê da jî ji ber axaftinên Pîrikê bêtebat bû.
Geh pişta xwe dida balgiyî û lingên xwe dirêj dikir, geh li ciyê xwe diqilqilî û dihat û diçû.
Kalik û neqilqile. Meriv digot qey ew niha ji wê hêrsa xwe diteqe.
Erê, wele wê bila sebeb berê xwe dida Xeloyê mêrê xwe û ji wî ra digot. Ma ew bi xuyê mêrê xwe nizane.
Ax, lê de carekê gotiye û vegera gotinê jî, nîne. Poşman be çi û ne be çi.
Rebena mi çi bibêje.
Digot:
“Mêrik, mêrik! Lo, îca qey tu nabînî. Di wan herdu guhên xwe da qey tu kerr î, îca tu deng nakî. Wîî, xweliya heft newalan li serê vê êtimê ku neviyê wê xwe helak û perîşan kir. Lo, Xelo! Lo, tu çima dengê xwe nakî û tiştekî nabêjî, mal ava. Qey tu nabînî ji destê wî ne pel, ne jî kaxiz dikeve. Wey la li min rebenê, min porkurê û min nezanê…! Ka de tiştekî bibêje, ha. Qey wî guh bidaya min îca min berê xwe dida te û ji te ra digot. De bibêje, tu jî dibînî ku ne xema wî ye û guh nade min. Guh nade min, lê belkî bide te…! ”
Ax, de herkes bi xuyê xwe ye. Ger ku Pîrik bi teşqele be, îca kalik nabe. Di rewşekî weha da herdu jî bi înada xwe û înada wan jî înada Kurdan.
Gotin ku pere neke meriv zêdetirîn inad dike û ev jî rastiyek ji rastiya mirovî ye.
Didît, kalik hîn bêdeng û dengê xwe nake îca jî wek çawa tu bi kewara mêşan bikevî bi kalik diket. Kalik jî dîn dibû. Hema tu bibêje, wê bi xwe agir berdida kayê û di pey ra jî xwe dida ber bayê.
Digot:
“Lo, Xelo! Qey tu ji dê û ez ji damariyê me tu ne bersiv didî û ne jî ji neviyê xwe ra tiştekî dibêjî. Lo, camêr! Qet tenezûl nakî li merivan jî mêze bikî. Ax Muhbê, xwelî li serê te be, Muhbê! Tu jî dibînî ku gotinên te erzan û ne pere dike û ne jî tu qîmeta wê maye.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,390
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
挂钩项目: 20
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 00-00-2022 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 小说
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-07-2023
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on15-07-2023
此产品最近更新( سارا کامەلا ):15-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,390
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!