图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,775
图片 106,015
书籍 19,351
相关文件 97,452
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Welî Sebrî: Yar û Mirad -1
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yar û Mirad I

Yar û Mirad I
=KTML_Bold=Welî Sebrî - Yar û Mirad -1-=KTML_End=
Weli Sebrî

Yar û Mirad, romana Welî Sebrî, romaneke balkêş û dîrokî ye. Hevalê min ê hêja û bi rûmet berî weşandinê romana xwe ji min ra şand. Min ji bo xwendevanên Navkurd’ê daxwazek lê kir, wî jî erê got. Ji îro pê va dest bi weşandina beşek ji romanê dikim. Bixwînin û li ben da romanê bin… Îkram Oguz
***
Peyv hene wek jahra marê reş êşdar,
peyv jî hene her bi hewes in û meriv tu car jê têr nabe
Şevek ji şevên kanûnan, hewa sar û tarîya êvarekê xwe dabû rûyê erdê û hey diçû giran dibû. Tarî bû, lê çer tarî. Qey şev hene bi tarîya xwe nebin; şevek ji wan şevan û şevezengî…
Na!
Ne tenê derva, lê hundir jî bi tarîya xwe û hema weha di quncikekî da çirayek biçûk kaj dikir (dişxulî, pêketibû) û ronahîya ku ji xwe wê bidaya jî, nebû. Ji vî hundirî ra ne yek, lê te heft çirayên wek vê danîya jî dîsa têrê nedikir û tarî bi tarîya xwe dima. Li aliyê rastê stêr û li ber stêrê jî di rêzekê da sê stûnên stûr û ji wan her yek jî ber bi kêranekî va wek kutekekê radibû. Ji tifikê ronahîya êgirî dabû banî û li rûyê kêranan dimilmilî. Tifik, li ser milê çepê û di dîwarê xênî da bi huner û marifetekê hatibû çêkirin.
Agir bi tîna xwe û li ber wî jî pîrejin û lawikekî li ba hev rûniştîbûn; lawikê ku di temenê xwe da ya deh ya yazdeh salî…
Li ser agir beroş û di destên wê da jî heskek hebû. Kevanîya malê, ji şîva îşev ra girara pûngê danîbû serê û çengek nok avêtibû navê. Bi kofîka serê xwe bû.
Li bejn û bala wê kubarê fistanekî pirrûrengî û golgolî û li ser navika xwe jî wê, di rengê sor da piştekek bi rêşî girêdabû.
Bi xwe jî, ji hişmendan hişmendtir, maqul û jinekê bi ezmûnî bû. Ji ciyê xwe liviya û di pey ra jî wê devika beroşê hilda û bi heska destê xwe li kel û tama girarê mêze kir. Erê, herçiqasî bilqîn bi beroşê ketibe jî, lê hîn ne bi ya dilê wê bû.
Li ser milê çepê xwar bû û ji tenişta xwe hinek ji ardû girt û di pey ra jî da ser êgir û tev lê kir. Tev lê kir, lê bi carekê rivîn bi dar û zilikan ket, kir qirçeqirç û li ser hev çîk jê pekand.
Bi wê dilşewatiya xwe ji lawik ra got:
“Min qeda! Ka xwe weha parikî ji para (paş) va bigre. Bigire, ku bila çîkên ji êgir dipekin neyên çavên te….” Got û di pey ra jî vegeriya ser karê xwe. Rûyê kulekê jî wek şara serê wê reştarî û meriv digot qey bi qetranê hatiye sewaxkirin. Na, ne bi qetran û ne jî bi ava reş hatibû sewaxkirin. Reşî ye û wê jî reşiya xwe ji qurima (qirim) xwe girtibû.
Ka îca çi bi reşîya xwe nîne ku ruyê bixêriyê (ruyê kulekê) jî nebe. Bext e û bext jî reş e. Dar ku şewitîn bi wê ra kevir û kûç û ax jî dişewitin, kevir jî reş û dar û ber jî. Dil e û ew jî dişewite. Ji wê ra jî bişewite bişewite dîsa dil dişewite. Odaxê ku niha li ber tîna êgir rûniştîbû ne xerîbê vê malê û neviyê wê bi xwe bû.
Wek Pîrikê ew jî bi mijûliya xwe bû. Ax, de îca wê mijûliya wî çi be. Di destên xwe da darikekî ziravok û nîvşewitî girtibû geh li ba dikir û rîtm dida û li pilûçên (kevane- kavîs) duxanê mêze dikir.
Ji tifikê dû, ji beroş jî gulf radibû. Gulf, lê gulfek xweş. Berxikê wê, hêvîyek ji hêvîya vê malê û ji biaqilan jî biaqilekî bû.
Ew jî biFormularbeginnFormularende wê Li dorLiBi wêBBşarika li dor eniya xwe û tevgêra xwe ji hişmendan hişmendtir û jinikeke bi ezmûnî bû.
Roja ku bi dilşewatiya xwe wê ji vî delalîyê xwe ra negota: ‘Wîî, min qeda û belayê te girto, jîr û ezîzê Pîrika xwe! Bila Pîrika te bi qurbana serê te û wê delaliya te be… Na, na! Ne tenê Pîrik, lê bila kalikê te yê ku her roj bi gopalê xwe tê û dihere jî bi qurbana bin lingên te be…. Bila tu ji me ra xweş bî, wekî din jî em tiştekî naxwazin…” Di pey ra jî wê herdu destên xwe ber bi jor vedikir û digot:
“Şikir ji te ra Rebîyo, şikir…! Şikir ku te nexş bi nexş xemilandiye û di pey ra jî ji vê kokimê ra şandiye. Heqooo! Êş û derdan nede. Êş û derdan nede delalê min û wî ji min ra bibexşîne. Berxê min, hêviya min û hebûnek ji hebûna vê malê ye. Tu ji min ra her û her vê berxikê min biparêze û tu car wî şerpeze neke…”
Li gel wê gotinê bi têra xwe û di tûrikê xwe da jî ne jinek vala bû. Îca wê ji neviyê xwe ra hevokên weha xweşik rêz nekira û negota, kê digot. Helbet, hezkirin e û hezkirin jî bi her merivî dide gotin. Roja ku wê negota: “Weyy, ez bi qurbana wî canê te; erê, wele û bile û tile…!” nebû. Xolekî disekinî û li bejn û bala wî mêze dikir û mêze dikir. Ax çavo de tu yê werî jê têr bibî! Na, ji wê ra têrbûn nebû.
Digot:
“Delaloo, delalê Pîrika xwe! Ka de hela were cem vê Pîrikê û bila Pîrika te xwe bi qurbana te bike. Dilê min rebenê dilekî bi ax û keser e. Ku min bi te ra hembêz anî û te guvaşt, belkî…Belkî, parikî rehetî bibe…” Dilê meriv ku bi axîn be, wê hevokên meriv jî bi keder bin.
Pirikê tu yê biaxifî û bibêjî û bi yek û du peyvan bimînî, nebû.
Nedima û digot:
“Ax, lawiko! Lawiko, ne di min û ne jî di kalikê reben da êdî tiştek bi navê taqetê maye. Mixabin, ew jî nema.
Nema, çer hat û wer jî derbas bû. Werhasil, dinya boş û betal e! Ka de îca ji kê ra maye ku ji me ra jî bimîne. Bes, bila tu sax bî û tu êş û derdan nebînî. Tu…”
Ger ku te jê ra bigota: ‘Pîrikê, ez bi heyrana te Pîrikê îca hewqasî axaftin ne bes e, mal ava…!’
Na, wê guh nedida te û dîsa jî wê bi ya xwe dikir û ya dilê xwe digot. Belê, wê timî guh dida dengê dilê xwe û li gor sekna xwe tevdigeriya. Gotin û hezkirina wê ji dil bû. Her gotinek wê wek ava kaniyan zelal û ji xwe ji hizkirina wê ra jî peyv nebû û wek okyanûsan bê binî bû.
Digot:
“Bes, bila tu sax bî. Tu sax be û bila tûrikê parsê li mil be.
Diherim dest vedikim û dên dikim, lê ne tazî û ne jî tu car birçî dihêlim. Hema tenê ji min ra tu xweş be. Tu ji min ra xweş be û bila ji emrê min û kalo heft sal û heft meh kêm be. Na, bila ew hebûn li me herduyan heram be û wekî din jî tu xwaziyek me ji Rebê jorîn, nîne.
Na, em naxwazin. Ji ber ku em her bi te şad û bextewarin.
Jiyan her bi te xweş û bi te watedar e.
Bavê Pîrika xwe! Tu ji me ra hem dil û hem ceger î. Tu ji me ra hem bav û hem bira yî. Her bijî, tu. Her bijî…”
Roja ku Pîrikê ji wî ra gotinên weha xweşik nekira, nebû. Ew bi xwe ji jinan jinek xwîngerm û te heta bigota jî dilşewat bû.
Timî bi neviyê xwe ra hembêz dianî û geh di guhê wî da, geh li ser sekûyê û li cem kalikê wî, geh li aliyê malê û li cem dayîka wî di hezkirinê da her bi van gotinên xwe bû.
Tu bibêje hema ji biçûkatiya wî bigire heta sala par jî Dildar, hîn di nav nivînên Pîrika xwe da û bi wê ra radiza. Ma qey hîn jî ne wisa ye? Belê, wele hîn jî wisa ye.
Wisa ye, lê hema bi firqekê; berê serê Pîrika wî li ser balgiyê serê wî jî li ser singê Pîrikê bû. Niha jî di nav nivînên xwe da ye, lê her şev serê xwe dide ser çongên wê, guh dide çîrokên wê û wer di xew ra diçe. Erê, hema hema her şev bi vî rengî ye. Ax, de bi roj…! Ji bi bi roj jî hema tu qet nebêje. Ne dixwaze serê xwe ji ser çongên wê rabike, ne jî rê dide ku rebena min ji ciyê xwe bilive û here ji xwe ra karê xwe bike. Ax, de îca tuyê werî çi bikî. Tiştê ku ji wê dihat bike ew jî temî û şîretên wê bûn. Roja ku wê nekiribe nebû, kiribû û hîn jî dike û wê bike jî… Dinya ne şev û rojek e, de bila ji xwe ra here bike…[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览685
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 13-07-2023
挂钩项目: 19
小组: 文章
Publication date: 00-00-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 小说
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):15-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览685
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,775
图片 106,015
书籍 19,351
相关文件 97,452
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!