QADIR ÇELÎK: #Ehmedê Huseynî# û şevên spî yên êşê
“Bo Remzî Kerîm:
Di vê şeva spî de!
Ez û tu û berfa Stockholmê
Bi hevûdu re digiriyan
Ew şev helbesteke xemgîn û nemir e
Lê mixabin ku ezê tu carî nikaribim wê binivîsînim”
Di dema salên 90 î de, li Swêd bi helbesta Ehmed Husêynî re rûberû hatim min nedizanî wê ew rasthatin ji bo min bibe pencereyeke nû ku berbi gencîneya berfirehiya zimanê dayîka min ve vedibe.
Bêguman berî mamoste Ehmed Husêynî jî gelek kesan bi rengekî xweş û serkeftî helbesta kurmancî bi pêş ve birine lê ji bo min zimanê Ehmed Husêynî zimanekî nû bû, çerçeweyeke nû û xemleke nû bû ku bi hostetiyeke ku bi hawênê delaliya kurmancî hatî meyandin bala min yekser dikişande ser xwe.
Mamoste tê de şik û guman nîne ku bi nivîsandina helbesta xwe re bû rûwangeyekê, bû stîleke nû ku di warê helbesta kurmancî de weke ekoleke taybet rê û rênîşandêriyeke nû diafirîne.
Reseniya hestan, hêmayên estetîk, wêneyên otantîk û dewlemendiya peyvan taybetmediyeke diyar e ku di helbesta Ehmed Husêynî de bi yek carî bala hezkiriyên helbestê dikişîne. Mamoste bi saya rengdayîna peyvan, bi zimankirina wêneyan û mûzîkaliteya ku digihê sînorê dengbêjiyê rêç û şêwazeke nû dide ber me.
Lewma jî em dikarin bi rehetî bêjin ku navika helbesta Ehmed Husêynî her demê bi rastiya welêt û rewşa gel û êş û birînên ku dil û rihê me di nav kevirên destarê demê de dihere ve girêdayî maye.
Ehmed Husêynî êş û azara ku gelê me pê re rûberû maye, şer û wêrankariya ku li ser xaka me tê meşandin û her wiha xweragirtin û raperînê jî mîna hevîrekî ji xweşbûna zimên, bi hev re distirê û bi germa evîna xwe ya ji bo vê axa bi xwînê şuşti dipêjîne.
Dibe ku yek ji egerên ku mamoste Ehmed Husêynî li ba hezkiriyên helbesta kurmancî ewqas bejinbilind dikin ew be ku mamoste di nivîsandina xwe de tu carî ji reng û rastiya ku ji xwîna birînê diherike bi dûr neketiye, her dem jê re xem xwarine û xwe pê re êşandî ye.
Ehmed Husêynî bi hostetiyeke bê hempa zimanê êşê û bêrîkirinê, zimanê mirinê û pê re jî zimanê goristanên bê serûber bi zimanê felsefe û estetîka wêjeyî ve mîna xemleke rojhilatî bi hev re girêdide.
Pencereyên nîgaşane ku di zimanê rojane de dernakevin pêşiya me, şêwaza bilevkirina hest û hîsên ku meriv di axaftina asayî de lê rast nayê û keder û hezkirin û xeyalên ku em pê re rûberû tên lê nikarin navên guncav lê bikin di helbesta mamoste Ehmed Husêynî de mîna çemên bi coş û bi ava xwe ya hênik û zelal xwe nîşanî me didin.
Her wiha rêzdar Ehmed Husêynî di jiyana xwe de jî bi helwest û tevgerîn weke helbestvanekî rast û ji dil jiya ye. Hewldaneke wî ya ji bo mal û milkê vê dunê qet nebû ye. Weke derwêşekî jiyana xwe dijî û wek xemxwûrekî vî welatê jar û bindest her kêlî nefsbiçûk û dilmezin tevdigere. Lewma jî dengê wî yê qewîn her dem di xweşbûna helbestê de bi hezkirin li deşt û çiyayên welêt dizengize.
Mamoste Ehmed Husêynî gelek salan li xerîbiyê ma lê destê wî her gav di destên kolanên Amedê de bû. Dilê wî li Mehabadê li meydana Çarçira lêda û kezeba wî di nav agirê Sînema Amûdê de dişewitî.
Sînoran xewa wî herimand, hejariyê dilê wî şewitand û penaberiyê kezeba wî heland. Laşê wî li Stockholm û Londonê bû lê dilê Ehmed Husêynî hemî caran li Qamişlo, li ber dîmêna çirayên Nisêbînê yên xemgîn xwîn dibû.
Ji jiyana li dûrî welêt hez nekir tucaran. Ez şahidê kul keserên wî yên berîkirina axa bav û kalan im. Berê mamoste her dem û kêliyê ber bi xaka welêt bû. Di dema kambaxiya şer û wêrankariyê de ku gelek kes wê demê ji welêt bi derdiketin û direviyan cîh û warên biyan, wî di şertên şer û hêrişên tund û tûj de be jî guh da dengê dilê xwe û berê xwe da Rojava û dîsa li axa bav û kalan bi cîh bû.
Di salên xwe yên li xerîbiyê helbesta wî ji gelek helbestvanên cîvan re bû deriyê îlhama efsûnî û bi vê rêyê ceseret da gelek kesan ku bi vî zimanê sêwîmayî û li ber hêrişa bişaftinê ew jî binivîsînin û kevirekî li ser dîwarê wêjeya kurdî zêde bikin.
Ehmed Husêynî bê guman yek ji stûnên konê helbesta kurmancî yê herî xurt e. Nazim Hikmet ji bo helbesta Turkî çi be, Xelîl Cîbran ji bo helbesta Erebî çi be, û Ehmed Şemlû ji bo helbesta Farisî çi be mamoste Ehmed Husêynî jî ji bo helbesta Kurdî heman cewher û dewlemendî ye.
Qadir Çelîk
Stockholm, 2023.
[1]