图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,496
图片 105,194
书籍 19,480
相关文件 97,495
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
PEN(ûs)ê Sansurkirî û Xaltîka Kemalîst
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ferzan Şêr

Ferzan Şêr
PEN(ûs)ê Sansurkirî û Xaltîka Kemalîst
#Ferzan Şêr#
24_04_2016'an bi tevkariya PENa Navneteweyî, PENa Tirkiyê û PENa Kurd konferanseke bi navê “Aştî: Çawa û ji bo Kê” hat lidarxistin. Lê bûyereke di konferansê de ket pêşiya naveroka wê. Seroka PENa Tirkiyê Zeynep Oral dema peyvên axaftvanan werdigererîne peyva “Kurdistanê” sansur dike. Li ser vê jî nûçegihana Rûdawê Gönül Morkoç wiha dipirse: “Her du axaftvan jî di axaftinên xwe de peyva Kurdistanê bi kar anîn, lê belê we di wergerê de xwe bi kar neanî”. Bersiva Zeynep Oral wiha ye: “alışkın değilim diyelim (em bêjin ez ne elimîme)”.
=KTML_Bold=PENa Kurd û Aştî=KTML_End=
Hêleke vê meseleye PEN'a Kurd û xemxuriya wê ye. PEN'a Kurd wekî Komeleya Nivîskarên Kurd, ji karên xwe yên eslî bêtir meyla xwe daye meseleyên siyasî. Lê ev jî heye, li gelek deveran PEN bi hêlên xwe yen siyasî dertên pêş, komele û sendîkayên nivîskaran jî bi karê nivîskaran mijûl dibin. Ji bo armanca amadekirina vê konferansê gelek sedemên PENa Kurd hene. PENa Kurd wekî navend mexdurê vî şerî ye û wekî gelek mexduran mafê wê ya axaftinê heye. PENa Kurd şahidê vî şerî ye, a din jî saziyeke rewşenbîran e, lewma nabe ku bêdeng be. Lê çima bi PENa Tirkiyê re? PEN organizasyoneke navneteweyî ye. Lewra PENa Kurd di gelek mijaran de lazim e bi PENa Navneteweyi re bide û bistîne. Bi riya PENa Navneteweyî dikare xwe bigihîne raya gişti ya cîhanê. Dema mesele dibe fermiyet, PENa Navneteweyî dixwaze li welatên fermî, ew PENa wî welatî ji tê de be. Belkî sedemek ev be. Ev neha nakokiya herî mezin e li ber PENa Navneteweyi û ya Kurdî. Her wekî din nivîskarên kurd ên êndamê PENa Tirkiyê hene. PENa Tirkiyê ji ber şerê hundirê dewleta(?) xwe jî aliyekî vî şerî ye. Ji ber ku mijar jî li ser aştiyê ye û di navbera kurd û tirkan de ye -wekî ku di siyasetê de jî wiha sê hêl hene- kurd, tirk û çavê sêyemîn (PENa Navneteweyi) di konferansê de amade ne. Ji hêla şiklî ve beraqil e. (Tiştê ku ez dizanim bijartina Zeynep Oral ne bi daxwaza PENa Kurd pêk hatiye, di çarçoveya van têkiliyan de, ji kontenjana PENa Tirkiyê hatiye.)
Ev her sê hêl jî xwediyên hefsara gotinên xwe ne. Di gotinên xwe de azad in, li gor pîvanên gerdûnî dikarin her tiştî bejin. Pirsgirêk ne di vir de ye. Weki ji nûçeyan tê fahmkirin Zeynep Oral bêedebiyek kiriye, hem xwe daye pêş, karê wergerê girtiye ser xwe, him ji bi sansurkirina peyva Kurdistanê re, kareki dijî ilmê, dijî edeb û hurmetê; yanî tam li gor ideolojiya kemalîst – ev kar pirr li wan tê- tevgeriyaye. Serê pêşîn kêmasiyên teknikî jî rûdane, wergerên konferansê hebin çima ev Xaltîka Kemalîst wergêriyê digre ser xwe? Ger tiştên derveyî plansaziyê rû dabe divê mirov wekî sazî çawa tevbigere? Di konferanseke li ser navê aştiyê de nabe ku “şer” derkeve. Rêz û erkanên heyî, rê û rêgezên vê cîhana rewşenbîrî jî cuda ne. Lê divê piştî konferansê PENa Kurd nirxandinek bike, her ku birêz Şêxmûs Sefer daxuyinek belav kir jî nirxandineke sazîger hewce ye. Ya girîng ne bes aşkirina raya giştî ya Kurdistanê ye. Divê vê mijarê di asta navneteweyî nîqaş bike.
Çawa ku pîvana ilmî ya sereke di gotarên ilmî de nîqaş bin; yanî lazim e gotarnûs cih bide fikrên dijber, konferans jî wiha ne. Hebûna kesên ku wek we nafikrin, di civînan de, di konferansan de, di sazî û çapemeniyan de tim xurtbûna we nîşan dide. Bi vê yekê re, PENa Kurd diyarkiriye ku tu kompleksa wê tune ye, kesên Kemalîst jî dikarin li konferansê bipeyvin. Dema De Gaulle li ser daxwaza girtina Sartre dibêje “Sartre fransa ye”, a rastî ne ku îtibara Sartre, îtibara xwe bilind dike. (Di vir de wekî şerhek, wekî kevanek divê mirov veguhastina epistemolojiya mêtinkariyê û rewşenbîrên veguhêzan deyne cihekî.) Li taxa PENa Tirkiyê rewş ne wiha ye, ew ji ên “dijber” re ne vekirî ne, tehamula wan ji peyvekê re jî tune ye. Loma ev helwesta PENa Kurd û helwesta PENa Tirkiyê, biqasî bangkirina aştiyê girîng e. Divê ev helwesta sansurkar ya PENa Tirkiyê di asta navneteweyî de li gel toleransa PENa Kurd bê berawirdkirin. Bi ya min karê ku li ber PENa Kurd e ev e. Bi safîkirin vê mijarê re, bi îfşakirina sansurkariya PENa Tirkiyê re, ew ê PENa Navneteweyî bêtir meyla xwe bide PENa kurd.
Kurd Elîmandî ne!
Nîqaşên li ser sansura Zeynep Oral tên kirin bi mafdarî li ser wernegrandina peyva Kurdistanê ye. Lê ji kemalîstbûna wê, ji vexwendîbûna wê bêtir bersiva wê ya bo nûçegihanê girîngtir e. Ew der tê piştguhkirin. Dibêje “ez ne elimîme”. Wek ku bibêje ez sansur nakim, lê bêhemdî çêbû, nêtek xerab nîne filan û bêvan. Ji xwe meseleya hişê mêtinkariyê jî ew e. Bêhemdî. Xwezî Zeynep Oral bi zanebûn bikira, bi qestî, bi fikr û ponijandî bikira. Me yê bigota, Zeynep xanim û xerabiyên xwe, hew. Lê ev gotin hiş û derhişa mêtinkar li ber me dixe. Wekî biyopolîtîkaya Foucaultî, derhişa mêtinkar jî li hemû biwarên civakê çalak e, li ser kar e. Serê pêşîn jî di zimanan de kar dikin. Zimanên we tune dikin, zimanên xwe li we ferz dikin û we di zimanên xwe de tune dikin. Lê pirsgirêkek heye ku her civak, her gel di zimanên din ên cîhanî de jî hene. Ew dem jî amûr û navgînên wergerê dixin şuxlê. Di berhemên Seîdê Kurdî de gelek tiştan xera kirine, tehrîfatên mezin kirine. Heman tiştî di berhemên biyaniyan de kirine, berhemên ku wergerandine tirkî. Bo nimûne vê dawiyê berhemên Patricia Highsmith çap bû. Di berhemeke xwe de Patricia, wekî epîgraf berhema xwe diyarî kurd û fîlîstiniyan dike. Di çapên ewil de ev epîgraf tune ye, di yên vê dawiyê de xistinê. Wekî din bi salan axaftina Yilmaz Guney ya ku di derbarê Kurdistanê de bû û tê de peyva Kurdistan derbas dibû sansur kirin. Ne tenê ên xelkê, ên bav û kalên xwe jî veşartin; zabîtnameyên di dema avakirina Komara Tirkiyê de, arşîvên osmanî û her wekî din gelek tiştên bi kurdan ve girêdayî veşartin, şewitandin, berovajî kirin.
Îcar hin beşên ilmî hene ku bi sondê mirov dixebitin. Mahneya wê sondê ew e ku rê li ber karên şexsî, subjektîf bigrin, kar objektîf bê kirin. Wergerên sondxwarî hene bo nimûne, sonda hîpokrat heye wekî din. Kesên ku sonda Hîportak dixwim divê nexweşên li gor ol, nijad, bawerî, sûc û her wekî din bi tiştên wisa nenirxîne, wî/wê derman bike. Lê evan Kemalîstan tu pîvanan nas nakin, bes sondek heye ku tim girêdayî wê ne, sondika kurdan e. Sondika kurdan xwarine.
Îro ev nifşa dawî ya kal û xaltîkên Kemalîst wenda dibe. Lê ev tiştên ku dibêjin “ez ne elimîme (lê xweş elimîne)”, li gor min ne meseleya elimandinê ye, mesele nexweşînek e. Her li cihê xwe ye. Xwe dike kirasê kesk û olperestan; xwe dike kirasê çepgirên tirk, xwe dike kirasê rewşenbîran. A girîng ew e ku mirov wan kirasan ji wan bike. Wek ku Gönül Morkoç bi pirsa xwe kiriye.
Çavkanî: http://www.bas-haber.com/ku/article/2639/pense-sansurkiri-xaltika-kemalist
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览706
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ferzaname.wordpress.com/ - 04-07-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 07-05-2016 (8 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: 土耳其
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on06-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):06-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览706
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,496
图片 105,194
书籍 19,480
相关文件 97,495
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!