Gelo, wezîr û parlamenterên Kurd li Bexda yê ҫi karî dikin
Sıraç Oğuz
Li gorî agahîyan hêzeka Heşdî Şabî bi navê Heşda Îmameyn, li nav bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê tê bi cîh kirin. Bi hatina wan ra bi deh hezaran zêtetir ҫeteyên Haşdî Şabî li ser erdê Kurdistanê bi cîh dibin. Li gorî agahîyan, ew hêza ji erebên Başûrê Iraqê yên ku di dema rêjîma Sedam da li Kerkûkê hatine bi cîh kirin, pêk tên.
Xêncî wan bi deh hezaran leşkerê Iraqê jî, li herêma Kurdistanê li gelek deweran û gunda bi cîh bûne. Dest dane ser mal û milkê kurdan.
Heştî Şabî li derdor û li gundên navenda Kerkûkê malê kurdan talan dike. Dest dirêjîyê li namûsa kurdan dike. Ҫend dem berê li gund û navҫeya Xaneqînê bi zorê dest dan ser zevî û erdê kurdan. Li Xûrmatûyê dîsa wek wan bûyeran Kurd di bin, zilm û zordarîya Ereban da bê xwedî mane.
Îro Kurd, li Başûrê Kurdistanê, xwedî nîvdelet in. Xwedî parlamento û serok û serokwezîr in. Lê ҫima nikarin bi rêyeke, peşî li van xirabîya bigrin. Ew bûyerên diqewimin tenê di nûҫeyan da cîh digrin û pişt ra jî tên jibîrkirin.
Lê parlemen û rêveberên Kurdistanê, van pirsgirêka zêde naynin rojevê. Hê bi ҫavên biratî, aşitî û bi dostane bi hikûmeta Bexadayê ra tevdigerin. Ji bo Ereba jî avakiina hukûmetê wek pirsgirêka xwe dibînin. Di dema avakirina hukumetê da gelo nikarin van pirsgirêka bînin ziman. Nîjadperestekî mîna Walîyê Kerkûkê, Cûbûrî nikarin ji kar dûr bixînin.
Eger ku nikaribin van pirskirêkên ҫareser bikin ҫi karê wan li Bexdayê heye.
Heta roja îro ew wezîrên di nav hukûmeta îraqê da cîh girtine, ji bo milletê Kurd ҫi kirin. Ji bo ҫi alîkarîya hikûmet û gelê Iraqê dikin.
Kar û xebata wan a li Bexdayê qasî misqalek be jî dbê ew ji bo kurdan be.
Partîyên Kurd, ji bo temsîl û wezîrê ji bo Bexdayê jî di nav xwe da dijminatîya hevdû dikin. Wek tê zanîn ku ew şer û pevҫûn jî, ji bo berjewendîyê kurdan nakin. Ji bo mûҫe û berjewendîyê xwe û ji bo partîyê xwe wî dozê dikin.
Roj bi roj rewşa kurdên li derveyî rêvbirina herêmî, xirab dibe. Lê partîyê kurdan li Bexdayê ketinê pê mûҫeyan û lavayên Ereban dikn.
İro tiştên ku tên serê kurdan, qet wextekî nehatîye qebûlkirin. Kurdên başûr di dîroka xwe da, tucar ji xirabî û ji zilma dijmin, bê deng û bê bersîv nemane.
İro Partîyên Kurd di her warî da hevdu sûҫdar dikin, lê dema li Bexdayê parvekirina wezîr û mûҫeyan were rojevê, bê pirsgirek lihev dikin.
Îro Pêşmeregeyên herdu partîyan ji ҫarsed hezarî zêdetirin. Lê mixabin qasî dema Mele Mistefa Barzanî, bandora wan li ser rêvebirên Ereba tune.
Rêvebirîya Hikûmeta Kurdistanê, îro bi parlemento, bi desthilatdarîya sîyasî û leşkerî pêşî li van pirsgirêkên girîng negre, ew dê pir û pir poşman bibin.
Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad îro dibêje, “piştî ragihandina dema hilbijartinên bêwext ji alîyê serokwezîrê Iraqê va, xebatên erebkirina deverên Kurdistanî dîsa bi xurtî dest pê kirine!”
Çend roj berê dadgeha destdûrîya Iraqê, ji bo herêma Kurdistanê, dahata petrolê qedexe kir.
Pirsa dawî, Ereb bi kêfxweşî mala kurdan xirab dikin.
Kurd jî ji Ereba ra malê avadikin.[1]