图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,947
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,306
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Revend û Diaspora Kurd VI - Form û şêweyê navêndên nû – Nûwar
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Revend û Diaspora Kurd VI: Form û şêweyê navêndên nû – Nûwar

Revend û Diaspora Kurd VI: Form û şêweyê navêndên nû – Nûwar
Revend û Diaspora Kurd VI: Form û şêweyê navêndên nû – Nûwar
Memo Şahin
Di beşa yekanda li ser du kongreyên cûda yên bo pêkanîna navêndên diaspora û revenda Kurdistanî û di beşa duwêmîn de jî li ser periyodên koçberiya Kurdan sekinim. Li beşa sêyemîn (3.) de min bal kişand ser avakirina komel û saziyên Kurdistanî li Ewropayê û bi kurtahî behsa çalakî û hûnandina lobiya xurt bo Kurd û Kurdistanê kir. Di beşa çaran de jî bi çend nokteyan belavbûna lobiyê û lawazbûna komel û saziyên Kurdan cihgirtin. Beşa pêncan de behsa, qala rola komelan di nav koçberên Kurd de hat kirin û çend kriter û standart bo avakirina saziyên nû hatin binavkirin û ûsa jî em gîhiştin dawiyâ vê nivîsê.
Bona ku em baş bigihên, fahm bikin, hewceyê mînakan in. Bona vê jî dixwazim wek mînak bajarê Kolnê bidim.
Koln, bajarek, metropolek mezin ya Almanyayê û tê da 1,1 milyon insan, niştecî dijîn. Ji çarsed hezarî zêdetir ya wan însanan biyanî ne û di nav şêst (60) salên dawî de hatine Kolnê û li vir bi cih û war bûne.
Gora îstatistîkan dora sedhezar (100.000) însan ji Tirkiyê hatine û bûne Kolnî. (Kurd jî li ser Tirkan tên hesabkirin.) Piraniya wan sedhezar însanan Kurd in, bi taxmîna min hêjmara Kurdên bakûr ji şêst hezarî (60.000) ne kêmtir e. Di nav bîst salên dawî de bi hezaran Kurdên me yên başûr hatin Kolnê û piraniya wan Êzidî ne. Ev deh (10) sal in ku, hersal bi hezaran Kurdên Rojavayê Kurdistan bi riya penabertiyê tên Kolnê.
Kurdên ku ji Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat hatine bi hevra herî kêm heftê-heştê hezar (70.000-80.000) dikin. Lê, ber ku em bêxwedî û bê lobî ne, ev potansiyel li ser Tirkan, Ereb û Farisan tên hêsabkirin. Niviyê wan însanên me bûne hemwelatiyên Almanya û di hilbijartinan de bêşdar dibin, lê pasiv in.
Heya çend sal berê zimanên çend taxên Kolnê Almanî û Tirkî bûn. Ev şeş, heft sal in ku zimanê wan taxan hat gûhertin û bûn Almanî û Kurdî. Ger tav be, roj rûyê xwe yê bi ken û germ nîşan bide, biçin qeraxên çema Renê (Rhein) temaşe bikin. Kurdên me, Êzidîyên me bi hevra sêyranê dikin û bi Kurdî diaxivin û qîre qîra zarokên Kurd e.
Dîsa piraniya kargehên ku li ser Tirkan tên bi navkirin, ya Kurdan in. Kiosk, bûfe, rastorant û imbiss bi piranî di destên Kurdan in. Bi hezaran Kurd xwendin û bûn endazyar, doxtor, parêzer û mamoste.
Di salên 1980î û 90î de bajarê Kolnê bûyîbû navenda çalakiyên Kurd û Kurdistaniyan. Çend komel û sazî hebûn û bi hezaran welatparêz di nav wan komel û saziyan de derbaz bûn û şarazeyê karên rêxistinî ne. Lê piştî ku ji rêxistinên xwe dûrketin, niha di aliyê sîyasî de haymatlos in.
Li Kolnê niha çend komelên Kurdan hene û tesîra piraniya wan nemaye û ne çalak in. Tenê komela nêzikî PKK çalak û aktif e.
Bo destpêka nêzikkirina komel û dezgêhên heyî, pêwiste beriya her tiştî çend kes bên ba hev û bi wan komel û dezgehan ve bikevin têkiliyê. Di destpêkê de ev komel dikarin bi hevra li ser çend xalan hemahengiyek peyda bikin û car caran hinek çalakiyan pêkbînin. Paşê jî dema ku baweriya aliyan xurt bû, meriv dikare li ser bingeha înîsyatifa berjewendiyên Kurdên Kolnê (Interessenvertretung der Kurden) dest bi kar û xebatê bike.
Bona hevxebatê ne hewceye ku kes dest ji ditîn û ramanên xwe yên siyasî berde. Dîsa ne hewce ye ku kes di her alî û li ser her tiştî de hemfikir û xwedî posizyonek hevbeş be. Dîsa ne hewceye ku saziyên ku hene, bên hilweşandin û pûçkirin.
Di komelên Yunanan de aligirên her partiyek siyasî cih digrin. Di kongreyan de endamên beşdarbûyî komiteyek bo rêvabirina kar û xebatê hildibijêrin û her aliyê siyasî jî bi encamê razî dibe û bi hevra dixebitin.
Ger li Kolnê aliyê resmî de pênc (5) komel hebin, her yek bi sê (3) dengan dikarin di înisyatîfa avakirina Nûwar-Navênda Kurdên Kolnê de cih bigrin. Me behsa gelek însanên ku ji dezgeh û komelan berdane, kir. Dîsa hewceye ku bo hunermend, ronakbîr, rewşenbîr û mûltîplikatoran re jî kotayek bê tesbît kirin. Peşneyara min ji sedî 25 e (25%) e.
Gora vê hêsabê komita, înisyatifa avakirinê ji 20 kesan pêk tê û dest bi kar dike.
Nûwar-Navênda (Konseya) Kurdên Kolnê;
Saziyek sivîl û serbixwe ye. Ji hiyerarşiyên partiyan, zor û şîddetê, her ûsa ji her cûre dijmintiyên cinsî, olî, nijadî hwd. dûr e û ev nayên qebûlkirin.
Di nav kar û xebata xwe de, di nav endam û aligirên xwe de bo pêştabirina kultûra aşitî û demokrasiyê hewl dide.
Bi qet rexistinek siyasî, komel û saziyek Kurdistanî nakeve reqabetê û serweriya xwe li hemberî hemû rêxistinên siyasî ya Kurdistanê û Almanyê diparêze.
Di girtina biryaran de hemahengî û yekrêzî tên armançkirin. Dema ev nebû, bi sedî 75 dengên ku hatine dayîn, biryar digre û karê xwe dimeşîne.
Di nav xwe de pênc kesan bo meşandina karên rojane diyar dike. Ev komita karger nav xwe de tim di têkiliyê de ye. Her şeş mehî an jî her sal carek emdamek vê komitê serokatiya, serkêşiya Navêndê dike.
Komita fireh ya bîst (20) kesan her du-sê (2-3) mehan carek tê ba hev û kar û xebata ku hatiye meşandin, ber çavan de derbaz dike û biryarên nû digre.
Ger li çend bajarên mezin yên Almanyayê Nûwar û navêndên nû hatin sazkirin, vê demê nûwênerên wan dikarin bên ba hev û Konseya Kurdên Almanyayê (Rat der Kurden in Deutschland) li gor pîvan û prensibên ku hatin bahskirin, avabikin.
Di kongreya Diakurd de kek Kendal Nezan bal kişandîbû du (2) xalên giring û gotîbû yek fikr e û ya din jî derfetên darayî ne, yanî pere ne.
Bawer dikim, Kurdên derwayî welat dikarin her du xalan de jî gavên baş û giring bawêjîn. Aliyê fikir û ramanê de gelek alî nêzikî hev in. Aliyê darayî û malî de jî rewşa Kurdan, ji 50 sal berê baştir e û gelek kes dikarin mehane 50, 100 Euro an jî hên zêde bo endametiya xwe bidin.
Dema xebata hevbeş dest bi meşa xwe kir, gelek karsaz û akademisyenên me, yên ku rewşa wan baş e, wê alikariya malî jî bikin.
Dema ev hevxebat dest bi meşa xwe kir, îklima ku niha heye wê bê gûhertin û çardemên salê jî bibin havîn!
Dema xebata hevbeş dest bi meşa xwe kir, di nav çend salan de berhemên xwe jî bi xwe re tîne û Kurd di platformên siyasî û civakî de dîsa cihê xwe digrin û tên hesibandin.
Dem, dema hevxebat û hemahengiya Kurdên welatparêz di bin konek mezin û yekgirtî ye!
Bi her roja ku derbazdibe, em Kurd wenda dikin. Bona vê gava pîroz, ger ne niha, wê kîngê? Ger ne însanên zana, hîşyar û berpirsiyar, kî?[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览529
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 01-07-2023
挂钩项目: 17
小组: 文章
Publication date: 00-00-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 01-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on01-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):01-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览529
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,947
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,306
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!