图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,411
图片 104,866
书籍 19,372
相关文件 97,508
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Leyman Hesen - Dîdar Tolhildan
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dîdar Tolhildan -Leyman Hesen

Dîdar Tolhildan -Leyman Hesen
$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Leyman Hesen
Nasnav: Dîdar Tolhildan
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Nûra-Berzan
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Dîdar Tolhildan li nava malbatekê, ku aliyê xwe yê dayikê ji eşîra Gergerî, aliyê xwe yê bav jî ji eşîra Dekorî, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Hevrêya me Dîdar li nava malbateke welatparêz mezin bû ku dilxwazê Rêber Apo ûd ostê tevgera azadiyê bû. Ji pêşengên Şoreşa Azadiyê ya Rojava û tevgera jinê ya azad hevrêya me Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş), bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya 35 salan bandor li hezaran mirovî kir, di heman demê de bandor li malbata wê jî kir. Hîn sax bû weke efsaneyekê bû, navê wê li zarokên nû ji dayik bûyî dihate kirin û têkoşîna wê bû çavkaniya sûdwergirtinê ji jin ên ciwan re. Yek ji zarokên ku navê hevrê Rihan (Leyman) lê hate kirin hevrêya me Dîdar bû. Hevrêya me Dîdar, ji zarokatiya xwe ve têkoşîna xaltîka xwe Rihan nas kir, rastiya tevgera azadiyê jiya û bi vî rengî mezin bû. Xalê hevrêya me Dîdar Latîf (Abdûllah Şiwêş) di sala 1994'an de li Garzanê şehîd bû. Her wiha gelek tevlîbûn ji malbata wê li nava tevgera azadiyê bû. Vê yekê kir ku hevrêya me Dîdar bibe parçeyek ji vê têkoşînê.
Hevrêya me Dîdar bi saya ked û welatparêziya cewherî ya dayika xwe Rêber Apo û partiya me PKK ji nêz ve nas kir, ji Rêbertî û PKK'iyan hez kir, li destanên lehengiyê guhdarî kir û bi vî rengî mezin bû. Ji ber ku malbat xwedî çandeke welatparêziyê bû, dûrî zextên civakî li ser lingê xwe sekinî, bi karaktera xwe ya jêhatî heta zanîngehê xwend. Dema ku li zanîngehê li beşa aboriyê dixwend, biryar da ku tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bibe û bi piştgiriya malbata xwe beşdarî nava refên şoreşê bû. Hevrêya me Dîdar li nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava navê Hêzil Jîn li xwe kir, di avakirina YPG'ê de, piştre jî weke şervaneke azadiya jinê ya Rojava di avakirina artêşbûna xweser YPJ'ê de bû xwedî parek ku di şer de xwe ispat kir û ji jinên cîhanê hemûyan re bû hêza azadiyê ya jinê ya sûdwergirtinê. Mîna hevrêya me Dîdar bi saya jinên Kurd ên wêrek ku ji bo welatê xwe bi fedaîtî û wêrekiyeke mezin şer kirin, çeteyên DAÎŞ'ê têk birin, mirovahî ji belayeke mezin rizgar kir, cîhanê rastiya jinên Kurd a azad nas kir.
Hevrêya me Dîdar li akademiyên jinê yên azad perwerdeya leşkerî û îdeolojî wergirt, di taktîka sûîqestê de bû pispor. Weke şervaneke azadiyê ya pispor û milîtaneke jin cihê xwe di nava tîm û tabûrên sûîqestê de girt, bi wêrekiya xwe ya bilind û bêtirsbûna xwe, di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de xwe ispat kir. Hevrêya me Dîdar ji Efrînê heta bi Hesekê tevlî gelek pêngavên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û di şer de bû xwedî tecrûbeyeke mezin. Bi vê tecrûbeya xwe li ser taktîka sûîqestê perwerde da hevrêyên xwe, li akademiyan wezîfe wergirt, bi sedan hevrêyên xwe perwerde kir û pêşengî jê re kir. Di sala 2016'an de li Şedadê û di sala 2017'an de jî li Reqayê di pêngavên rizgarkirinê de birîndar bû, lê belê bi daxwazeke bêdawî ya ji bo azadiya jinê ji nû ve xwe gihand eniya şer û têkoşîna xwe dewam kir. Ji bo jinên ku faşîzma DAÎŞ'ê ew dîl girtibû kefenê reş biçirînin û kincên reng bi reng li xwe bikin, xwe bigihînin azadiyê, mîna hevrêya me Dîdar keda bêhempa ya şervanên fedaî xwedî parekê ye.
Hevrêya me Dîdar ku ji sala 2012'an heta bi 2019'an li Şoreşa Azadiyê ya Rojava bênavber têkoşiya, ji dil bawer kir ku şoreşgerî huner û rastî ye, yekane jehrkuja modernîteya kapîtalîst şoreşgerî bi xwe ye. Hevrêya me Dîdar her tim li ser bingeha vê rastiyê meşiya, ji çalakiyên destanî yên fedaiyên Apoyî, ji meşa wan a ku mohra xwe li dîrokê xist gelekî bi bandor bû û ji bo bibe fedaiyek berê xwe da çiyê, tevlî nava Hêzên Taybet bû. Hevrêya me Dîdar, rastiya jin a azad ku mîna rojê hilatiye û bandora mezin a formula 'Jin, Jiyan, Azadî' ji kûrahî hîs kir, sekna jin a azad a ku ti carî ne ya kesî ye, ji xwe re kir pêşeng. Tevlîbûna bi rengê fedaî, sekna cewherî, hevrêtiya bi pîvan, nêzîkatiya ku bi pîvanên milîtaniya Apoyî dijî û dide jiyîn, dîsîplîna leşkerî, cidiyet û baweriya bi serketina taktîkên gerîla kir ku hevrêya me Dîdar bibe şoreşger û fermandareke gelekî cuda. Hevrêya me Dîdar bi wêrekiyeke mezin û baweriya ji xwe, bi serbilindahiya jinbûyîna azad bêteredût meşiya, jê bawer kir ku ti sînorê ji aliyê aqlê mêrê serwer ve li pêşiya jinê hatiye destnîşankirin nikare bibe asteng, lewma ji hevrêyên xwe re her tim bû fermandareke pêşeng. Hevrêya me Dîdar bi rûkeniya xwe, bi tevlîbûna xwe ya bi moral, bi hevrêtiya xwe ya ji dil, bi sekna xwe ya cihê baweriyê ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê, il nava hevrêyên xwe yên jin û mêr bû cihê hezkirin û hurmeteke mezin. Weke fermandarekê wezîfeyên xwe yên pêşengiyê bi cih anî. Hevrêya me Dîdar her tim bû xwedî meşeke bi aram û serketinên mezin, ti carî xwe têr nedît, ti carî nebû dilxwaza kesayetiya modernîteya kapîtalîst, mîna derwêşekî dilnizm, mîna azîzeyekê pak bû fedaiyek.
Hevrêya me Dîdar li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li gel fermandarê fedaî hevrêyê me Şehîd Delîl Zagros ji hevrêyên xwe re bû perwedekar, di amadekariya şer de jî bi berpirsyariyeke mezin rabû. Hevrêya me Dîdar di berxwedana sala 2022'an de li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl ku dijmin gelek hêzên xwe yên cuda lê ceriband, yekîneyên xwe yên herî bijarte jî têk çû û neçar ma jê vekişe, bû yek ji wan hevrêyan ku di serketina mezin de xwedî kedeke mezin bû. Artêşa Tirk a dagirker di 25'ê Gulana 2022'an de li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrîşa tevgera dagirkeriyê berfireh kir. Hevrêya me Dîdar bû yek ji wan fermandaran ku li qadê bi tîmên gerîla yên pispor bersiva destpêkê da êrîşê. Nehişt ku artêşa dagirker li qada me bi cih bibe, li pêşiyê bû asteng, planên dijmin têk bir, kir ku dijmin windahiyên giran bide, gelek dagirker hatin cezakirin. Di hefteya destpêkê de ku dijmin hewl dida Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagir bike, hevrê Dîdar bi rola wê fermandara pêşeng rabû ku li qadê li dijmin xist û rawestand. bi rengekî fedaî şer kir û şehîd bû.
Rastiya Kurd ê azad ku bi ruhê azadiyê yê Rêber Apo ji nû ve vejiya, di şexsê Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş) de bû meşa azadiyê ya 35 salan, pêşengiya şoreşê û reastiay jin a azad. Meşa destanî ya Rihanan fermandarên fedaî yên mîna Dîdaran afirand, bandora tevgera azadiyê ya jinê ya bi pêşengiya jinên Kurd ji çiyê gihand deştê, ji deştê gihand bajaran û weke dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' şênber bû, ji bo jinên li cîhanê bû hêvî û navê azadiyê. Di serî de gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahî deyndarê Rihan Amûdê û Dîdar Tolhildanan e ku wan bi têkoşîna xwe DAÎŞ têk birin û faşîzma dewleta Tirk rawestandin. Em hevrê Rihan Amûdê û Dîdar Tolhildan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Têkoşîna mîna a şoreşgerên fedaî û pêşengên nemir ên tevgera jinê ya azad wê ji jin û ciwanan re bibe çavkaniya sûdwergirtinê, Şerê Gel ê Şoreşgerî bi saya van hevrêyan wê hîn mezin bibe û teqez bi ser bikeve. Li ser vê bingehê ji malbata hêja ya hevrêya me ya şehîd, ji xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz ê ku dilê xwe bi coşa şoreşê lê dide, sersaxiyê dixwazin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览627
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 23-06-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
小组: 烈士
: 00-00-2022
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 南库尔德斯坦
No specified T3 82: Hasaka
No specified T3 85: 西部库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 23-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on28-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):28-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览627
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.151 KB 27-06-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,411
图片 104,866
书籍 19,372
相关文件 97,508
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!