图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,738
图片 105,969
书籍 19,357
相关文件 97,452
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ji Qendîlê heta Dersimê têkoşîneke destanî ya 22 salan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ji Qendîlê heta Dersimê têkoşîneke destanî ya 22 salan

Ji Qendîlê heta Dersimê têkoşîneke destanî ya 22 salan
Ji Qendîlê heta Dersimê têkoşîneke destanî ya 22 salan
#12-06-2023#
HPG'ê Zerdeşt Agir bi rêzdarî bi bîr anî û got, Hevrêyê me Zerdeşt ji Xinêre heta Zapê, ji Qendîlê heta Dersimê, ji Derya Reş heta Garê 22 salan li ser xeta fedaîtiyê mîna stranekê têkoşîneke destanî meşand.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
Fermandarê fedaî yê Apoyî hevrêyê me Zerdeşt, dema ku di asta endametiya fermandariya herêma Garê wezîfe dikir, di 4'ê Cotmeha 2022'an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Zerdeşt ji Xinêre heta Zapê, ji Qendîlê heta Dersimê, ji Derya Reş heta Garê 22 salan li ser xeta fedaîtiyê mîna stranekê têkoşîneke destanî meşand. Milîtaniya fedaî ya Apoyî û daxwaza têkoşînê ya hevrê Zerdeşt wê ji hevrêyên wî re bibe mînak, armancên ku wê di oxira wan de bi fedaîtî têkoşiya wê teqez bi ser bê xistin.
Bila serê malbata hêja ya hevrêyê me Zerdeşt, xelkê Elbakê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Zerdeşt Agir bi vî rengî ne:
Nasnav: Zerdeşt Agir
Nav paşnav: Ayvaz Beyaz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şaristan-Kazim
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2022 / Garê
Hevrêyê me Zerdeşt Agir li gundê Xokanê yê navçeya Elbak a Wanê di sala 1984'an de ji dayik bû. Weke ferdekî eşîra Ertûşî li nava malbateke welatparêz mezin bû ku gelek tevlîbûn ji malbatê li nava refên têkoşîna azadiyê bû û şehîd da. Kurê metka wî di sala 1999'an de li Qelqelî ya Wanê, pismamê wî hevrêyê me Welat jî di sala 2007'an de li Botanê şehîd bû. Hevrêyê me Zerdeşt ji ber têkoşîna gerîla ya li herêmê, di zarokatiyê de partiya me nas kir û ji bo tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe kete nava hewldanan. Li dibistanên dewleta Tirk heta dibistana seretayî xwend, piştre terikand. Di sala 1999'an de li dijî komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Apo de weke êrîşa herî mezin a qirkirinê li gelê Kurd hate ferzkirin, bi kîn û hêrs bû. Mîna her Kurdekî bi rûmet xwedî li Rêber Apo û têkoşînê derket, bi hestên neteweyî xwe bi rengekî çalak tevlî têkoşînê kir. Dema ku li hemberî Rêbertî komplo hate kirin, dijminê xafîl tenê çend meh temen da tevgera Apoyî. Li dijî vî dijminê xafîl, hevrêyê me Zerdeşt tevlî nava refên gerîla bû û bersiva herî bi wate da.
Hevrêyê me Zerdeşt sala 2000'î tevlî nava refên Partiyê bû, li qada Xinêre tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîla bû û dest bi pratîkê kir. Du salan li Xinêre pratîk kir, piştre dawiya sala 2001'ê ji bo bibe fedaiyekî Apoyî û meşa şoreşê li ser xeta fedaîtiyê bimeşîne beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Hevrê Zerdeşt ji perwerdeya bi zehmet derbas bû, gihîşt formasyon û asteke girîng. Bi biryardariya ku bibe fedaiyekî Apoyî ji Qendîlê heta Zapê li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berpirsyariyên cuda rabû. Hevrê Zerdeşt di her karî de her tim serketin danî ber xwe, ji bo vê hewl da û sala 2006'an berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Derbasî qada Dersimê bû, li vê derê tevlî nava pratîkê bû. Ji sala 2006'an heta 2009'an li Dersimê pratîk kir, beşdarî gelek çalakiyan bû, detayên gerîlatiya Bakur hîn bû û di pratîkê de bi pêş ket, bû hosta.
Hevrêyê me Zerdeşt her tim xwe li pêşberî hevrêyên xwe yên şehîd deyndar dît, bîranîna wan ti carî ji bîr nekir, jibîrkirina şehîdan weke xiyanetê dît û hewl da hêjayî artêşa me ya şehîdan a nemir bibe. Ev gotinên ku ji dilê hevrêyê me Zerdeşt derbasî pênûsê bû û li ser şehîdan nivîsî, bû helbest, bû dîrok:
'JI ASOYAN RE
Bikene ey welatê min ê bedew
Girî li zarokên êgir
Li rûyên destanî nayê
Ew zarok, ku
Di bedena xwe de ronahî hilgirtin
Minet nekir
Li înkar û munafiqan
Li desthilatdariya wan
Ne li ser pişta hespekî esîl
Xwe li çarmixê xistin
Xwe gihandin ezmanan û destanan
Mîna kirasekî ji berbangê
Li xwe kirin
Û nemir bûn
Di dilê gel û hevrêyên xwe de'.
Di sala 2009'an de bi pêşengiya fermandarê efsanewî hevrê Celal Başkale weke komeke pêngavî derbasî qada Derya Reş bû. Li vê derê têkoşîneke bênavber meşand, bi îradeyeke mezin, bi sebir, daxwaz, jêhatîbûneke bêhempa, performanseke bilind a leşkerî gerîlatiyeke welê hate meşandin ku mohra xwe li demê xist. Yek ji kedkar û milîtanên fedaî yên vê pêvajoyê ku fermandar Celal Başkale bi rêxistin kir û fermandarî jê re kir, hevrêyê me Zerdeşt bû. Hevrêyê me di nava jiyana şoreşgerî de navê xwe kir Zerdeşt Agir, di nava hevalên xwe de ji ber warê xwe weke Zerdeşt Başkale û ji ber qada xwe ya pratîkî weke Zerdeşt Karadenîz dihate naskirin. Piştî karekî serketî yê çar salan ê li Derya Reş di sala 2012'an de derbasî Dersimê bû. Heta sala 2015'an li qadên cuda yên Dersimê bi berpirsyarî rabû, piştre jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.
Hevrêyê me li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz tevlî pêvajoya perwerdeyê bû, pratîka xwe ya li Bakurê Kurdistanê nirxand, rexnekirin û rexnedayina vê pratîkê bi xurtî da, dersên girîng jê wergirt, tecrûbe, danhevî û dersên jê wergirtî bi hevrêyên xwe re parve kir. Piştî perwerdeyê tevlî nava karên Hêzên Taybet bû, li qadên cuda wezîfe kir û hemû jî bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me Zerdeşt her tim dixwest derbasî qadên nû bibe, pêngavên nû bi cih bîne, her tim da pey gerîlatiya afirîner a bêsînor.
Bi kesayetiya xwe ya dilnizm a derwêşane tevlî her karî bû, cudahî nexist navbera karên biçûk an jî mezin, ji karê herî biçûk ê li nava jiyanê heta bi çalakiya gerîla, perwerdekirina hevrêyên xwe bi moral û fermandariya herêmê, di her karî de kedeke mezin da. Hevrê Zerdeşt di nava derya têkoşîn û wateyê ya PKK'ê de xwe weke dilopekê pênase kir û hewl da di nava vê deryayê de rola xwe bi serketî bi cih bîne. Hevrêyê me Zerdeşt li Garê di asta endametiya fermandariya qadê de wezîfe kir. Di 4'ê Cotmeha 2022'an de di encama êrişa dijmin de şehîd bû.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览807
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | anfkurdi.com
相关文件: 4
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 12-06-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市:
文件类型: 原文
普罗旺斯: 土耳其
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( کاکۆ پیران 13-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-06-2023
此产品最近更新( هومام تاهیر ):31-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览807
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1138 KB 13-06-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,738
图片 105,969
书籍 19,357
相关文件 97,452
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!