图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,986
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,306
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mezintirîn Trajedîya Kurdan: Îdama Qazî Mihemed û Hevalên wî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mezintirîn Trajedîya Kurdan: Îdama Qazî Mihemed û Hevalên wî

Mezintirîn Trajedîya Kurdan: Îdama Qazî Mihemed û Hevalên wî
Mezintirîn Trajedîya Kurdan: Îdama Qazî Mihemed û Hevalên wî
İbrahim GÜÇLÜ
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Dema ku Îran ji aliyê dewletên emperyal ve hate dagîrkirin, heyetên biyanî jî li bajarê Mehabadê dihatine zîyareta Qazî Mihemed, bi wî re rewşa sîyasî ya wê demê û Kurdistanê qise dikirin.
Di destpêkê de daxwaza berpirsiyarên Yekîtiya Sovyetê ew bû ku Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek seksiyona Patîya Demokrat a Azerbeycanê ava bibe. Dema ku Qazî Mihemed û grûbek hevalên wî çûn Azerbeycana Sovyetê, ev pirsa di navbeyna wan de gelek bi tundî tê minaqeşekirin. Eger Qazî Mihemed û havelên wî ev nêrîna Sovyetê biecibandana, wê demê Komara Kurdistanê jî, diviya bû wek komareke serbixwe ava nebe, di nav sînorên sîyasî yên Komara Azerbeycana Îranê de bibe xwedî otonomiyeke cûda.
Qazî Mihemed û hevalên wî, bi şexsîyeteke neteweyî biryar dan ku Patîya Demokrat a Kurdistan a Îranê ava bikin û di bin pêşengîya partîyê de, bi piştgiriya Kurdên beşên din û bi taybetî jî bi piştgiriya Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bikin.
Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bû, Qazî Mihemed bû serokê Komarê. Piştî ku Qazî Mihemed bû serokkomarê yekem ê Kurdistanê, li tevayî Kurdistanê û li dinyayê bû kesekî navdar û aktorê sîyaseta Rojhilata Navîn.
Tê gotin ku Pêşewa Qazî Mihemed mirovekî gelek bi ferheng, dilsaf, xweşqise, evîndarê wêje û hûnerê bû.
Dîsa ji bona ku ji her çînekê re dost bû û ji belengazan re heval bû, hûnerhez û wêjeevîndar bû, ji amadekirina makezagoneke gelek demokrat û modern re pêşengî kir. Di demeke kurt de ji bona ku zimanê kurdî, hûner û çanda kurdî pêş bikeve, ji projeyên gelek mezin re pêşengî kir û di vê qadê de serkeftinên gelek mezin jî bi desthelatiya hukumeta komarê pêk anî.
Qazî Mihemed, biratî û hevgirtina kurdan, sedemên herî mezin yê serkevtinê dizanî. Ji ber vê jî di gotar û nivîsarên xwe de -ku nivîsar û gotarên wî di rojnameya Kurdistanê de dihatin çapkirin- li ser pirsa yekîtî û biratîya kurdan radiwestîya, ev yek jî wek şert û merceke bingehîn ê serkevtin û ragirtina Komarê nîşan dida.
Ji bona vê, ew wasîyetnameya wî ya dîrokî di nav neteweya kurd de ciyekî gelek girîng girt.
=KTML_Bold=Qazî Mihemed di wesîyatnameya xwe de ji kurdan re dibêje ku:=KTML_End=
“Ji hevûdu re dijminatî nekin, hevûdu biparêzin û ji hevûdu re alîkar bin. Li hemberî zulm û zordarîya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin, ji we re tehemmûl dike, piştre divê hûn bizanin ku hîç bawerî bi we nake û dilê wî bi we naşewite. Neteweya kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê tu kêmasiyê nîne. Heta neteweya kurd ji aliyê egîdî, xîret de ji gelek neteweyên azad jî pêştir e. Neteweya kurd jî wek neteweyên din yên ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn li hemberî hevûdu zikreş nebin, xwe nefiroşin dijmin û tehemûlê hevûdu bikin… Dijminên kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyan dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, dê bixwaze bi destê we, we bikuje. Dijmin dê we bêşexsiyet bike, dê bixwaze bi hîle û derewan we, bi destê we bide kuştin…”
Ew di wesîyetnama xwe de digel ev şîretan gelek şîretên din jî tîne ser zimên û di encamê de dibêje ku:
“Divê heta ku em ji esaretê xelas û azad nebin, divê xebat û têkoşîna me bidomîne. Eger dewleta we hebe, hûn azad bin, wê demê hûn dibin xwediyê her tiştekî; xwediyê mal, welat, erd, namûs û mûlk.”
*****
Li Îranê di dawîya sala 1945an de neteweya Azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgirîya Azerîyan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.
Pêşewa Qazî jî di 22-01-1946an de li Meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragîhand. Dema ku Pêşewa Qazî Mihemed avabûna dewletê ragihand, li cem wî Serok Melle Mistefa Barzanî û berpirsiyarên beşên din yên Kurdistanê jî rawestiya bûn. Li dinyayê û li hemû beşên Kurdistanê kurd jî bi kelecanî li benda wê ragîhandinê bûn.
Pêşawa Qazî Mihemed di dema ragîhandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de wusa got:
“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malîkîyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerînên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekarîye sistiyek di nava bingeh û binaxê miletê wan de peyda bike.
…”
Hezar mixabin piştî îxanete Yekîtiya Sovyetan û dewletên Rojava, Komara Kurdistanê piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên wê jî, Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20-12-1946an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin dîl girtin.
Dîlgirtina wan, neteweya kurd ji qetlîama dewleta Îranê xelas nekir.
Belê Qazî Mihemed, Gandîyê Kurdistanê bû. Mixabin Îran ne Engilîstan bû. Îran dewleteke hov û barbar bû. Loma jî tunekirina kurdan wek stratejî pejirandibû.
Qazî Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê di dadgehê de bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin.
Wan jî di dadgehê de neteweya kurd û Komara Kurdistanê bi cesareteke medenî û layiqî serokbûna xwe parastin.
Hemû tawanên dadgehê red kirin. Li hemberî heqeretên qadîyên dadgeha Îranê rawestîyan.
Qazî Mihemed, mafê neteweya kurd, meşrûbûna Komara Kurdistanê ya Mehebadê, ala û surûda Kurdistanê gelek aşkere parast.
Parastina Qazî Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê, li hemberî dijminên gelê kurd parastineke û helwêsteke dîrokî bû.
Qazî Mihemed di dadgehê de, gelek aşkere desthilatdarên Îranê tewanbar kirin û got:
“Ez di quncên girtîgehê de dengê xwe li dijî dewleta Tehran û serokên wê bilind dikim û dibêjim ku hûn gunehbar in, ne em. We welatê me dagîr kiriye. Tevahîya ev serpêhatî û bûyeran encama siyaseta dagîrker a dewletê ye. Ger dewlet hemû kurdan bi xayîn dizane, bila ji kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigrin destê xwe. Ev bûyera di encamê de bûye ku we bi xwe makezagon binpêkiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokrasiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşve dibim û tu hêzeke bîyanî haydarê min nebûye. Bêparbûna gelê Kurd yê bûye haydarê min, ji bo birêvebirina van kar û xebatan e.”
Dewleta Îranê Qazî Mihemed tewambar dike ku wan bi kesên derve re Mele Mistefa Barzanî re tîfaq kirine û xwestine ku Îranê parçe bikin. Pêşewa Qazî Mihemed di pareznameya xwe de Melel Mistefa Barzanî jî li hemberî dadgehê diparêze û dibêje:
“Mele Mistefa Barzanî kesekî bîyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, ji bona ku şert û zurufan xwest, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bû…. Ez bi çend rêzan Mele Mistefa ji we re bidim danasîn. Di dinyayê û dîrokê de kesên şexsiyetmezin û dûrbîn û leheng û bişeref û hûmanîst û azad û bêtirs hene. Barzanî jî yek ji wan kesan e.”
Bi vê parastina Qadî Mihemed jî derdikeve holê ku Komara Kurdistanê û ew bi xwe jî Kurdistanî bûn.
Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31. 03. 1947-an de li Meydana Çarçirayê hatin daleqandin.
Qazî Mihemed, hem serokekî edetî û muhafazakâr bû, hem jî serokekî hevdem û demokrat û rewşenbîr bû. Serokekî gelek zanyar bû. Ew wek kesekî ansîklopedîk bû. Zêdetir dişibiya serokên sîstema demokrat yên ku bi hilbijartinê tên tespît kirin.
Loma jî di metodên xwe de jî gelek hevdem û demokrat bû. Tu wextî nedixwest ku şiddet û kuştinê bi kar bîne.
Pêwendîyên wî û Barzanî jî, pêwendîyek gelek hevdem bû. Barzanî dema ku li Mehabadê bû, serokatîya Qazî Mihemed bêqeyd û şert pejirandibû. Barzanî her çiqas xwedîyê hêzek leşkerî yê mezin bû jî, tu wext nexwest ku mudaxaleyî karên serokatîya Komara Kurdistanê ya Mehabadê bike.
Heta dema ku Qazî Mihemed xwest ku bi gelê kurd re êş û keserê bikşîne, Barzanîyan bi hêza xwe ya leşkerî dikarîn li Rojhilata Kurdistanê doza desthilatdarî bikiran. Lê Barzanî xwediyê çandeke milî ya xurt/kurdistanî û biesalet bû ku ew yeka nekir, ji Qazî Mihemed re rêz girt.
Diyarbekîr, 30-03-2020
Têbinî: 31 Adarê wek Roja Şehîdên Kurdistanê jî hatiye pejirandin. Divê em li ber hemû şehîdên Kurdistanê serê xwe bitewînin û riya wan bidomînın. Ew ji me nan û av naxwazin, dixwazin ku em ala wan ya milkî û serxwebûna Kurdistanê bilind bikin.
Neteweyek li şehîdên xwe xwedî dernekeve, nikare bibe dewlet jî..[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览423
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 11-06-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 30-03-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-06-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):21-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览423
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,986
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,306
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!