图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,015
图片 106,460
书籍 19,312
相关文件 97,293
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çend Numûneyên Nejadperestîyê ji Kitêba Moltke
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Siddik BOZARSLAN

Siddik BOZARSLAN
Çend Numûneyên Nejadperestîyê ji Kitêba Moltke
Siddik BOZARSLAN

Feldmareşal H. von Moltke, di salên 1836-39an da digel Ordîya Osmanîyan li gelek herêmên Kurdistanê gerîyaye. Ew, di şerê Almanya û Fransayê yê 1870yî da fermandarîya ordîya Prusyayê kirîye û bûye Mareşal. Min pêwistî dît ku gelek çavdêrîyên wî wek wesîqe li vir pêşkêşî we hêjayan bikim. Guman tune ku her numûneyek ku li Kurdistanê xwe nîşan daye, numûneyên nejadperestî û hovîtîyê ne. Ewil di derbarê bacê da em li çavdêrîya Moltke binêrin:
”Hereketa Mehmed Paşayê Kurd gelek baş çûbû. Piştî hatina topan pênc roj paşê Kele mecbûr maye ku teslîm bibe. Tendurustîya kitayan pir baş bûne, birîndar gelek hindik bûne û hema bêje hemî kurdên tifaqdar bûne û ew jî wek zaîyat (windabûn) nedihatin hesibandin. (Feldmareşal H. von Moltke, Türkiye Mektupları, Remzi Kitabevi İstanbul s. 189)
Bala mirov tê kişandin ku Moltke ji fermandarên Osmanîyan hîn bûye ku Osmanî kurdan naxin şûna zilaman û qedrê însên nadin wan. Her çiqas navên kurd hebin jî di esasê xwe da li cem Osmanîyan tu qîmeteke wan nîne. Kurd tenê, dema pêwist be dibin eskerên wan û di şeran da tên kuştin û bacê jî didin hukmê Bab-i Alî ya Stanbolê.
”Mal, tije alav bûn ku bi îhtîmalek ji gundên derdorê anîbûn wan kom kiribûn. Esker ji wê derê bi genîmetên mezin vegerîyan. Suwarîyek bi awayeke samîmî ji min tika kir ku ez bi serê hespê wî bigrim. Min bi ya wî kir heta ku ew bêrîkên xwe tije kirin.
… Ez çûm nik (cem, ber) Hafiz Paşa. Genîmet û hêsîr dianîn wê derê. Zilam û jinên birînkirî yên xwînî, ji bebikên qumatekê heta ji her temenî zarûk, guh û serîyên jêkirî. Van hemîyan, yên wan dianîn 50-100 quruş bexşîş distandin. Çavkanîya mukavemeya kurdan, tirsa eskerîyê bû ku heta hetayî bû.
Erzaqên me bol bûn, mîh û bizin li pey me anîbûn, bi deveyan jî birinc û ard anîbûn. Çend roj berê jî ji Ereban çendsed deve bi dest xistibûn…” (eynê eser r. 192- 193)
”Hemî Kurdên ku ez bi wan ra peyîvîm, ew ji kîjan çîn û tebeqe bin ferq nake, ew jibo du tiştan gilî û gazinên xwe dikin: Bac (vêrgî) û komkirina eskeran. ”
”Eger îro dewlet jibo lazimîya xwe, alavên çandinîyê yê donimek bixwaze; piştî wê cotkar divê di bedêla deh doniman da yazde donima çinandinê bajo. Belam erdên kêrhatî jibo ajotin û çandinîyê bi têra xwe heye, lê wek li gelek herêmên me jî hatîye dîtin; bi karanîna xebitandina hemî hêzan ku zêdetir çandinî bi dest bixe, ji wê merhaleyê hê dûr e. Lê nuha eger cotkar di buharê da qatek zêdetir erd bajo, wê çi bibe? Di payîzê da wê ew cotkar du qat zêdetir bacê bide. Jibo vê yekê ye ku hema her kes dizane ku dema li ba wî pir hebe, wê zêde bide, loma ew li malên xwe rudinin û tenê li gora pêdivîyên xwe diçînin û qîma xwe pê tînin… Bi vî awayî eger civandina vêrgîyan bidome, qet ziraat nikare bi pêşkeve û sen´at jî jê xisar dibîne..” (eynê eser r. 195)
Di derheqê eskerîyê da jî Moltke weha dibêje:
”Di vî derbarî da bajarê Sêrtê wek mîsal dikare were nîşandan ku jibo hin kesayetan çawa dibe barê giran. Piştî zeptkirina vê derê ji alîyê Reşît Paşa ve, jimara nufûsa ku hat tespîtkirin weha bû: 600 musulman û 200 reaya – Di Sistema Osmanîyan ya axê da ew wek serf an nîvserf dihatin hesibandin ku ne xwedanê erdê (axê) bûn; lê, tenê ew dikaribûn wekî îcare çinandina axê bikirana.- Ji nav vê nufûsa musulman jibo cara ewil 200 ( %5-6 dike) kes jibo eskerîyê hatin komkirin. Yanê di nav sê salan da nufûsa wan dakete 400î. Tam di vê wexta ku ez hatim vê qesebayê; dîsa ji wan hat xwestin ku 200 eskerê dî jî bidin. Loma hemî xort revîyane çîya û li nav bajêr tenê kal û zarûk xuya dikin.
Xetayê ku li vir çêdibe, eskerîya demdirêj û parvekirina vî barî bi awayek ne wekhevî ye. Eskerîya 15 salî, tê maneya heta hetayê ku hemî jîyanê digire. Kurd zu dizewicin; jin û zarûkên wan û yên jibo eskerîyê ji malbatên xwe dûr dikevin, van tiştan qedereka reş jibo wan nîvîsîye ku yan terka erdê xwe bikin, yan jî li hember wê bi şerê çekdarîyê rawestin.
Divê em heyîr nemînin ku nobedarên derdora ordîgehê berê wan li hundûr e ne ku li derve ye da ku dijmin bişopînin. Dîsa divê mirov heyîr nemîne ku hema her roj hin ji eskerîyê direvin (firar dikin), hem jî jibo radestkirina kesekî kaçax 250 kuruş pere tê dayîn.” (Eynê eser, r.197)
Li herêma Xerzanê di gundeke kurdan da Moltke bûye şahidê qetlîameke Osmanîyan ku ew weha neqilê ser kaxid kirîye:
”Eskerên ku çavsorî li dijê gundîyan dikirin, yên ku li hemberî wan derketin, hemîyan gullebaran kirin. 400- 500 gundîyên kurd hatibûn kuştin. Eskeran xwestin ku qasî 50 jinên kurd digel xwe bibin, ew jî di ava çem da xeniqîn.
Ji van sê hevokên Moltke ku li jor raxistîye pêşberî me, mirov têdigihîşe ku eskerên Osmanî destdirêjîya keç û jinên gundîyan kirine û gundîyan jî acizbûna xwe nîşan dane û li ser wê acizîyê gundîyên bêçek ji alîyê eskerên Osmanî ve hatine gulebarankirin û kuştin. Bi tabîreka rasteqîn, tam hovîtîyek qewimîye ku di encamên wê hovîtîyê da 400-500 gundîyên kurd hatine kuştin. Ew 50 keç û jinên kurd ku eskeran xwestine digel xwe bibin û tecawuzê wan bikin; di rê da wan xwe avêtine ava çem û xeniqîne û bi vî awayî şexsîyeta xwe parastine. Balkêş e ku eskerên Osmanî dema davêjin ser heremên kurdan ku xwedêgiravî xortên kurd bicivînin û bibin eskerîyê; lê di wan hewildanên xwe da, ew cinawir destdirêjî û êrîşan dibin ser keç û jinên me û qetlîaman pêktînin.
”Paşa xwestibû ku ez jî beşdarîya vê hewildanê bikim. Divê ez îtîrafê bikim ku ew ji min ra gelek lêhatibû. Ev jibo herbê ne ercîya ye ku marîyan li me bikin, ev ji serî heta binî wehşetek e. Digel bi hezaran heywanên mezin 600 kesên dîlketî jî anîn. Nîvê êsîran zarûk û jin bûn. Kurekî 6- 7 salî bi gulleyê birîndar bûbû. Nûha gulleyeka ku ji laşê wî derxistin, li pêşîya min sekinandî ye û xilasîya vî kurikî îhtîmaleke mazin e. Jinên birîndar jî hene, lê hebûna zarûkên ku bi singuyan (qeseture) birîndar bûne, li ser vê hareketê (hewildanê) ronayîyeke tal radixîne ortê. Duh êvarê seet pêncan da hê lokmayek nan jî nedabûn wan rebenan ku rêwîtîyeke dirêj û bi zehmet derbas kiribûn û ji hal ketibûn. Li gundên wan bixwe jî jibo wan ard tunebû. Belam hesp û qantirên me genimên wan ên xweşik xwarin, xilas kirin.”(knd r 198)
Jibo rewşa Farqînê (silvan) jî Moltke weha dibêje:
Nêzîkî sibehê em gihan Miyafarqînê ku demek navenda qiralîyeta ermenan Tigranokerta bû. Lê li hundûrê bajêr tenê xirabe û şopên teze yên bermayîyên şerê wêrankirinê yê demek berê mabûn, xuya dikin. Ev îstîla, ne tenê bi hezaran çekdar her weha bi hezaran jin û zarûk bûne qurbanî, bi hezaran gund wêran bûne û heyîyên ku bi keda salan çêbûbûn, hemîyan tune kirîye.” (eynê eser r. 200)
”Li Konya, Ankara û Malatyayê 40 hezar eskerên sîpahî û redîf kom bûne. Ev tam felaket e, hem jî felaketeka dualî ye. Ji ber ku hukumet mecbûr e van kesan wek esker xwedî bike û bacê jî ji wan nestîne. Bazirganîya wan, sin´etê wan disekine, erdên wan ên ajotin û çandinîyê beyar dimîne, zarûzîçên wan di nav sefaletê da perîşan dibin… Di nav eskerên me da di dereceyeka bilind da mirin çêdibin. Ez dê van bûyeran qeyd bikim: Di nav alaya pîyadeyê ya hassa 3.yem da, di 12 mehî da 1026 kes mirin, yanê nîvê quweta tevayî. Lîvaya hassa ya redîf ku ya Muhtar Paşa ye, di 4 mehan da 800 esker winda kir, ev jî di 12 mehî da dike 2400, yanê nîvê mewcûda eskeran. Zaîyata (kêmbûn, mirin) herî hindik, di lîvaya Kurt Mehmet Paşa da ye ku di seyahata me ya biçûk jibo çîyayê Xerzan da çêbû, mirin digel birîndaran zaîyata tevayî 200 kes bû. Hemî alayên ku mane, ji ber nexweşîyê windabûneka mezin dane. Eger ez bêjim, di nav saleka aştîyê da me ji sisêyan yekê hêzên xwe binerd (yanê defin) kirîye, muhaqeq ez ji rastîyê paş ve mame.
Di nav van şertan da ji ber ku îkmal hema hema bi tevayî bûye barê Kurdistanê, komkirina eskeran ji alîyê meqamên dewletê ve bi awayeka ku davêjin ser gundan, pêktê. Wer gund hene ku di nav wan da xort û yên bikaribin kar bikin, nemane. Divê mirov beşdarîya vê nêçîra însanan bike û bibîne ku çawa destên wan girêdayî ne û bi awirên hêrsbûna kînê (nefret) li derdorê dinêrin, mirov di nêrînên kîndarîyê yên van eskerên nû da dibîne ku jibo pêşedemê wê çawa nefreta vî gelî çêbe. Di pêşedemê da wê nufûsa musulmanan kêm bibe, serweta millî biqede û çavkanîyên ku diherikin jî zuwa bibin.
Hebûna ev hêza eskerî ya giring, li ser wîlayetê jî wê tedayê bike. Cîwarbûna van kitayan û van meşan, peydakirina xwarin, êzing, heywan û êmên wan, hemî li ser pişta xelkê bûne bar… Me vê zivistanê bajarê Malatyayê yê girîng bi tevayî dagir kir, me yek malek jî ji xwedîyê wê ra nehişt; xelkê wê derê neçar man ku herin gundên derdorê û cîyên sitarbûnê jibo xwe peyda bikin. Ji ber wê ye ku bajarek ji serî heta binî bi tevayî vala dibe. Ez van tiştan dinivîsim ji ber ku komkirin û cîwarkirina hewqas zêde esker dibe semedê zirarên pir mezin ên xirakirin û wêrankirinê.”(Moltke,knd242
Ji ber vê bûyera ku Moltke nivîsîye, dema ordîya Osmanî di zivistana 1838-1839an da dest dane ser malê xelkê û zivistanê li wir derbas kirine, bajarê Malatya di carek da xirab dibe û wek em ji Beşê Malatya ya Ansiklopediya Yurt (welat) da jî dixwînin; xelkê wê derê ji neçarîyê çûne 10 km dûrê Malatya kevin li alîyê rojavayê wê, li herêma Aspuzu ku li wir rez gelek bûne, ji nû ve li wir cîwar bûne, bajarek ava kirine ku Malatya îroyîn ev e. Ordîya Osmanîyan, piştî ku ji Malatyayê diherin bo Şerê Nizipê, êdî xelk naxwaze vegerin ser malên xwe; ji ber ku ew der bi tevayî wêran bûye.
Wek di vê bûyerê da bi awayeke vekirî dertê meydanê, bajarek ku bi ked û xweydana bi hezaran kes hatîye çêkirin, di şevek da dikare badilhewa here û xelkê neçar jî nikaribe tiştek bike da ku bajarê wan xirab nebe, wêran nebe. Guman tune ku ew civata ku belayên weha werin serê wan, ew zu bi zu nikarin di warê çandinîyê da, di warê sen´et û abûrîyê û civakîyê da bi pêşkevin. Di encamê da jî ew civat di nikaribe di warên medenîyetê da jî qasî civatên ku xwedîyê dewletê ne û rêvebirîya xwe bi xwe îdare dikin, pêşkeve. Encameke bêdewletbûnê jî ev malxirabî bi xwe ye. (Yurt Ansiklopedisi, Beşê Malatya, s. 5418)
”Nîspeta mirinê hewqas zêde bû ku, em wexta li vir man, me nîvê pîyadeyan binax kir. Tijekirina cîyê wê, hema hema tevayî dibe barê ser pişta Kurdistanê. Xelkên gundan, direvîyan ser çîyan û hêzên ordîyê jî digel kuçikan (segan) pey wan ketibûn jibo girtina wan. Yên ku bi dest diketin, piranîya wan zarûk û seqet bûn. Van kesên ku wê nû bibûna esker, zimanê zapitên xwe jî nizanibûn û ji alîyê fermandarên xwe ve muameleya koleyan didîtin…” (Eynî esrer, r. 262))[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览581
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 04-06-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 20-07-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئاراس حسۆ 04-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):04-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览581
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,015
图片 106,460
书籍 19,312
相关文件 97,293
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!