=KTML_Bold=Gotinên Zêrîn=KTML_End=
İkram Oguz
Gotinên pêşîyan, gotinên zêrîn in.
Di zimanê hinek miletan da wek gotinên bav û kalan jî tên binavkirin…
Lêbelê kîjan bav û kal û kîjan gotinên wan?
Gelo mirov dikare ji her gotinên bav û kalên xwe ra bibêje gotinên pêşîyan?
Ez bawerim, na.
Jiber ku, bav û kal pirr in û gotinên ku wan di jîyana xwe da anîne ziman jî zêde ne.
Loma ji her gotinên bav û kalan ra, gotinên pêşîyan, nayê gotin.
Weke ku dibêjin; “gotin e, ji dev derdikeve û difire…”
Bêguman ev rastîyeke bê şik e. Lêbele ger ku gotin di wateya xwe da girîngîyek bihebîne, bifire jî wenda nabe. Dibe zargotin û di nav jîyana civakê da cîhekî mayînde digre. Mîna zêrên zer tê parastin, dibe mîrateke çandî û dûra wek gotinên pêşîyan tê binavkirin.
Gotinên pêşîyan, di gotinê da kin û sivik, di naverok û wateya xwe da jî giranbuha nin. Di bingeha wan da temî û hosîyên bav û kalan cîh digrin.
Jiber ku, ew bi tecrûbyên salan hatine cêribandin û bi wateya xwe va kemilîne.
Bi demê ra biriqîne û bi çirûskên xwe, di tarîya şevê da jî rêya merîya ronî dikin.
Di tilîyan da bûne gustîl, bi pelikên guhan va zeliqîne û bûne guhar.
Loma wenda nebûne û nehatine ji bîr kirin.
Gotinên pêşîyan bi wate û zelalîya xwe mîna xêlîya serê qîz û bûkan, jîyana civakî xemilandine û dixemilînin.
Weke teorîyên nûjen ji devê zanyaran derneketine û di nav pelên pirtûkan da zêde cîh negirtine. Lêbelê di nav civakê da, bi deng û wateya xwe olan dane û bûne zargotin. Wek hîmê jîyanê, ji nifşên kevn derbasî nifşên nû bûne.
Ev gotinên zêrîn di jîyan û zimanê her miletî da cîh digrin. Bi navên cuda werin binavkrin jî, di wateya xwe da hevpar in.
Jiber ku, di dîroka mirovahîyê da, her milet gor şert û mercên xwe, xwedî taybetîyên cuda ne. Mirov wan taybetîyan, di dîroka wan da, di çand û hûnera wan da, di jîyana wan a civakî û zimanê wan da bi zelalî dibîne.
Çawa ku dîrok, çand û huner, ziman û jîyana civakî ya her miletî ji hev cuda be, gotinên wan ên pêşîyan jî ji hev cuda ne.
Hevparîya wan, cêribandina rastîya wan e, ku sînorê wê rastîyê jî, bi dîrok, çand û huner û jîyana civakî ya her miletî va girêdayî ye.
Loma mirov dikare bibêje, gotinên pêşîyan wek neynikin. Di mala kê da bin, tenê bed û bedewîya ew kesên ku di wê malê da dijîn, nîşan didin. Xahr hatibin danîn, mirov xwe tê da xahr, bilind hatibe daliqandin, mirov xwe tê da kin û qelew dibîne.
Mirov di gotinên pêşîyên her miletî da jî, rengê jîyan û fikr û ramanên wî miletî dibîne.
Wek mînak:
Şêr şêr e, çi jin, çi mêr e!
Gotineke kin û zelal.
Bi kurtayî mirov dikare bibêje, ev pêşgotin di civaka Kurd a kevnar da cîhê jinê, bi zelalî nîşan dide. Di derbarê têkilîyên mêr û jinê û rûmeta jinê ya di civakê da agahîyek berfireh dide.
Mirov dikare naverok û wateya vê pêşgotinê di gelek xalan da û bi şiroveyên kûr û dirêj jî binirxîne.
Ger ku di navbera rastîya vê gotinê û jîyana Kurdan ya îroyîn da nakokîyek hebe, sedemên wê jî hene. Ji wan sedeman yek bandora olî be, ya din jî encama asîmîlasyonê ye.
Mirov li van gotinên zêrîn xwedî dernekeve û di jîyana xwe da ji wan sûd negre, ew ji binî va wenda nebin jî, dixeyîdin.
Ji dil û ji ber çavan dûrdikevin û bê xwedî dimînin.
Pişafker ên xêrnexwaz wan didizin û diqulubînin zimanê xwe. Weke mîrata ku ji bav û kalên wan ji wan ra maye, li ser nave xwe qeyd dikin…
Jibo ku pêşgotinên Kurdî bêxwedî nemînin û nekevin destên xêrnexwazan, lêkolînerê Kurd Mehmet Oncu bi ked û xebata salan, qasî 50 hezar pêşgotin berhev kirine. Weşanxaneya Sîtavê jî ev pêşgotin wek çar cîld weşandîye.
Mehmet Oncu gor naverok û wateya wan jî xebateke balkêş kirîye û di nav 235 beşan da ji bi cîh kirine…
Wek mînak, gotinên pêşîyan yên li ser mêranî û mêrxasîyê, yên li ser jinan, yên li ser qencî û xirabîyê, yên li ser evîn û evîndarîyê, yên li ser ar û debara jîyanê û hwd…
Bêguman di vê xebatê da qasî berhevkirina gotinan, bi hezaran çîrokên ku li ser gotinên pêşîyan hatine vegotin jî bi giringîyek cîh digrin.
Herwiha bi hezaran peyvên ku îro zêde nayên zanîn û bikaranîn, gelek peyvên ku di ferhangan nayên dîtin jî, di vê xebatê da cîh digrin û ew bi têbinîyên berfireh hatine şirovekirin.
Dema ku mirov li van herçar cildên ku her yek ji hezar rûpelan zêdetir pêk tên, dinêre, xwe wek xewdîyê xezîneyeke çandî dihesibîne û dilşa dibe.
Çawa ku, di Încîl a Pîroz da hatîye gotin; „Di destpêkê da gotin hebû. Gotin bi Xwedê ra bû û Xwedê bixwe bû…“
Mrov dikare bibêje, di destpêka me da jî gotin hebû, ew bi pêşîyên me ra bûn, ew pêşîyên me, çand û hunera me bixwe bûn…
Ev çar cîldên ku tê da xezîneya me ya çandî cîh digre, niha li ber destên min in.
Ketime navê û jixwe ra li para xwe digerim.
Ger ku hûn jî naxwazin ji vê xezîneyê bêpar bimînin, derengî nekevin, bigrin ber xwe, têkevin nave û li para xwe bigerin.
Qasî ku ji we ra ket, bigrin û pê dilşa bin…[1]