图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,036
图片 106,703
书籍 19,304
相关文件 97,322
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Genocide ya Sariqamîşê – 2
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
=KTML_Bold=Genocide ya Sariqamîşê – 2=KTML_End=
Sddik BOZARSLAN

300 hezar eskerê perwerdekirî di 4 Orduyên Osmanî da hebûne
Li vir divê were xuyakirin ku berîya şer jibo modernîzekirina orduya osmanî, bi navê Liman van Sanders mereşalek ji Almanyayê hatîye Stanbolê û digel hukumeta Bab-î Alî û Almanyayê peymanek çêbûye. Li gora wê peymanê, ev fermandarê alman dibe mufettişê giştî yê Orduya Osmanî. Balkêş e, pisporekî almanî li ser daxwaza dewleta osmanî tê dibe berpirsîyarê giştî yê orduya osmanî. Loma vê têkilîyê û politikayê ya Îttîhatçîyên Turanist, berîya şer dest pêkirîye û gaf bi gaf pêşta çûye û bi despêkirina şer ve ketîye jîyanê. Bi gotineka dî ev politika genocideyê jibo ermen û kurdan ku ”Tirkên Cuwan” li ser navê Turanizmê xeyal kirine, di jîyanê da pêkhatîye.
Berîya ku fermandarê alman dest bi modernîzeya orduya osmanî bike, orduya osmanî ji 6 karargahên sereke pêkhatîye; yanî bi gotineka dî ew xwedîyê 6 orduyan bûye, lê ew paşê bûye 4 ordu. Di despêka şer da 4 orduyên osmanî hebûne ku di wan da 300 hezar eskerên ku perwerde bûne, hebûne. Lîsteya wan li jêr weha ye:
Orduya Yekemîn (Stanbol, Fermandar Mareşal Liman van Sanders)
Orduya Duyemîn (Stanbol Fermandar, Wezîrê Deryayê Cemal Paşa)
Orduya Sêyemîn (Erzurum- Erzincan, Fermandar Hasan Îzzet Paşa)
Orduya Çaremîn (Bagdad- Surîye)
Orduya Osmanî ku digel Dewletên Tifakdar beşdarîya şer kirîye, di van neh enîyên (cepheyên) şer da beşdarî kirîye; van enîyan li jêr in:
A) Enîya Êrîşkarîyê (Taaruz)
Enîya Kafkasyayê, bi rusan ra
Enîya Qanala Suveyşê, bi ingilîzan ra
B) Enîya Parastinê
3. Enîya Filistinê- Suriyeyê, bi ingilîz û fransizan ra
4. Enîya Îraqê, bi ingilîzan ra
5. Enîya Hîcazê- Yemenê, bi ingilîzan ra
6. Enîya Çanakkaleyê, bi ingilîz, fransiz û italîyan ra
C) Enîyên Alîkarîyê (li dervayê erdên osmanî)
7. Enîya Makedonyayê, bi yunan û fransizan ra
8. Enîya Romanyayê, bi romenan ra
9. Enîya Galiçyayê, bi rusan ra
Kurdên ku beşdarî şer kirine
Nuqteyeka balkêş ew e ku berîya îlankirina seferberlixê, li Dîyarbekir û li hin herêmên dî yên kurdan propaganda şer hatîye kirin ku kurd beşdarî şer bibin. Mîsal, Padîşahê Osmanî Sultan Reşad, bi sîfeta Xelîfeyê Îslamê di 14yê çirîya paşîn 1914an da ”Banga Cîhad- i Ekber” dike ku hemî musulmanên di bin rêberîya osmanî da dijîn, beşdarî şer bikin. Lê walîyê Dîyarbekrê Hamit Beg, hê di 3yê çirîya paşîn 1914an da girseya gel li meydanê dicivîne û ji wan ra li ser navê dîn û îmanê, îslamê û wd. gazîyê xelkê dike da ku xwe amade bikin û herin şer. Digel wê nutqa walî beg, fermandar Ahmet Îzzet Paşa jî vala nasekine. Eskerên ku di bin fermandarîya wî da ne û orduya duyemîn pêktînin jî li sukên Dîyarbekrê meşên eskerkî dikin û bi tekbîr û selawatan xelkê vedixwînin enîya şer û xelk jî bi tekbîran piştgirîya eskeran dikin û sond dixwin ku ew hemî dê herin şer. Di vê çarçoveya propaganda dînî da ku serê xelkê da bixwînin û hestên wan ên dînî îstîsmar bikin û wan hemîyan bikin qurbanî û genocide bînin serê neteweyê kurd, rêvebirên Îttîhatê bi piralî xebitîne. Şêx Hezretê Bedlîsî dihere li Pasinlerê waaz dide jibo şerkirinê; Heci Yusuf Efendîyê Nakşîbendî jî dihere Hinisê; bi gotina rastirîn ew tên rêkirin jibo bi rîya waazê çavê xelkê girêdin û wan rêkin mirinê. Sed mixabin ku encam jî weha bûye. (Fuat Dündar, İttihat ve Terakkinin Müslümanları İskan Politikaları (1913- 1918), İletişim Y. 2002, s. 138)
Propagandeyek jî di derbarê rus û ermenan da hatîye kirin. Di wê çarçoveyê da propaganda çêbûye ku orduya rusî ji bakurve ketine hundur û digel hêzên ermenan gelên musulman kuştine. Li gora wê propagandayê hema bêje her kes wê herin şer. Hêzên milîs ku hatine çêkirin, ew di enîya Kafkasyayê da ketine şer. Esker û fermandarên kurd ku ketine nav orduya osmanî jî hem di enîya Kafkasyayê da û hem di enîyên Hîcazê û Surîyeyê da beşdarîya şer kirine.
Ev resma jorîn ku di 1914an da em li Dîyarbekrê dibînin, ez pêwist dibînim ku dema min bi çend hevokan behsa wê resmê kir; ez gelegirî bûm, her du çavên min tije hêstir bûn, ji ber ku 70 sal paşê li Amedê li Derê Çîyê ez rastê resmeke weha bi zindî hatibûm û loma wek şerîda sînemayê min wan her du resman da ber hev. Di navberê da 70 sal derbas jî bibe, her du resim wek kopyayên hev bûn. Di resma min a zindî da hemî hêzên dewleta dagirker, digel def û zurneyan hestên dînî yên xelkê Dîyarbekrê rakiribûn ser pîyan û bi sloganên ”Allah û Ekber” û ”Kibrîsa me musulmanan em nahêlin kafir lê bijîn! Kibrîs ya me ye û divê em herin wê derê bi şer bistînin! Û wd..” Di bin sîya wan slogan û propaganda dînî da careka dî xelkê Dîyarbekir rabûbû ser pîyan û digotin ew amade ne jibo mirinê herin şer da ku ”Kibrîsê ji destên kafiran rizgar bikin!”
Wek em di naveroka resmên jorîn da û di du resmên nivîsarên çûyîn da dibînin; civata kurdî bi sedsalan bûye bindestê hukmê osmanî û di pratikê da gotina bapîrên me xwe têxistîyê jîyanê ku civata kurdî, bûye mehkûmê jîyana man û nemanê. Ev gotina pêşîyan weha ye: ”Tu nanê kê bixwî, tê şûrê wî bikşînî” Ev, ne tenê jibo civata kurdî li welêt, her weha li seranserê cîhanê jibo her civatî rastîyeke heyatî ye ku muhra xwe li jîyanê dixe. Loma pêwistî pê heye ku di çend resmên dî da ez li ser wê rawestim.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览463
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 19-05-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 17-02-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
城市:
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 86%
86%
添加( ئاراس حسۆ 19-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):20-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览463
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,036
图片 106,703
书籍 19,304
相关文件 97,322
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!