图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,698
图片 105,958
书籍 19,352
相关文件 97,436
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Dîroka Koka Kurdan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dîroka Koka Kurdan

Dîroka Koka Kurdan
=KTML_Bold=Dîroka Koka Kurdan=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

Di derbarê koka kurdan da hin fikir û dîtinên cuda ji alîyê aliman ve hatine pêşkêşkirin. Semedên esasî yên van lêkolînan, derengmayîna wan in ku rastê zehmetîyan hatine. Jibo ku van lêkolînan bigihin encameke ilmî, divê dîroka kurdan a ku ewil lê peyda bûne û paşê jî hin şaxên wan belav bûne û têkelê nav qewmên dî bûne, zimanê wan ku pê axifîne, pêwist e ku ji tarîtîya dîrokê derkevin ronayîyê ku ev jî pêwistîya wesîqeyên ilmî heye ku gelek zehmet e.
Gotina Kurd (Kurdî) ku pirtûkên klasik behsa wê dikin, bi ferqîyetên biçûk be jî, normal e ku di lehçeyên cuda da bi heman manayê hatine bikaranîn. Di derbarê dîroka koka kurdan da du dîtinên aliman hene: Yek jê; koka kurdan ku Berîya Mîladê (BM) sala 400î da dema Ksenofon li Kurdistanê rastê wan hatîye û ji wan ra Kardoxî (Karduk) gotîye. Yê duyemîn jî; gotina Kortî (Kur-dî-e) ye ku cîranê Kardoxan yê rojhilat bûne, ewana bapîrên kurdan in.
Jibo koka kurdan, rastîya ku heye ev e: bi texmînî 700 sal BM, koçberîya Arîyan ya ewil dest pêkirîye. Di wê dewrê da qewmên ku ber bi rojava ve koç kirine, Med di nav wan da bûne û li nêzîkê Asûrîyan cîwar bûne. Piştî şerên dirêj di navbera Medan û Asûrîyan da, di 607an da Medan zora Asurîyan birine û dawî li dewleta wan anîne. Bi vî awayî Medan sînorên dewleta xwe fireh kirine. Lê hin ji wan li Kurdistanê û derdorê wê belavbûne. Beşek jî ber bi bakur ve çûne cîyê ku ermen lê jîyane û li wir dawî li dewleta Urartu anîne. Her weha Kardoxîyên ku Ksenofon rastî wan hatîye ango Kortîyên ku cîranê wan yê rojhilat bûne, wek kok ew Med in û bapîrên kurdan in.
Her weha coxrafîzanên yunanî Strabo, Petolomi û yên dî, BM (Berîya Mîladê) di despêka sedsala yekê da Kurdistana nuha baş nas dikirin. Di pirtûkên xwe da jibo wê derê navê Kurdo lêdanîne.
Dema Hartman jibo Botanê haydarî daye, wî gotîye ku bajarê Piynakê (Finikê) ku li ser çemê Dîjleyê ye, ew bajarê Karduxan e. Strabo jî wê dîtinê parve kirîye. Dîsa ew herêma ku ji Salmasê heta Hekarîyê, ji wir jî ber bi rojava ve dirêj dibe û herêma Botan digire nava xwe, ermenî ji wî beşî ra bi wateya Kurdistanê gotine Korteçya.
Bi kurtayî kokên kurdan digihê Medan ku ew ji qewmê Arî bûne. Ev ji alîyê ilmê dîrokê ve hatîye tespîtkirin ku welatê wan, cîyên ku ewil lê peyda bûne, derdora Wanê û Botan e. Wan sînorên xwe ji wir fireh kirine û heta Kurdistana ku îro em bi nav dikin, belav bûne.
Kurdan bi sedsalan li hemberî qewmên dî şer kirine ku ew ji Kurdistan derbas bûne û êrîşên xwe anîne ser Kurdistanê û xwestine wan deran bixin bin dagirkerî û kontrola xwe. Axa Kurdistanê rastê dagirkirina ereban û paşê jî iranîyan û osmanîyan hatîye. Kurdistan di Şerê Çaldiranê da ku di 1514an da qewimîbû, bûbû meydana şer. Rojavayê wan deran û heta beşeka Kurdistanê ku di nava sînorê Îranê da bû, kete bin kontrola rêbirîya osmanîyan.
Piştî ku Sultanê Osmanî Yavuz Sultan Selîm Kurdistanê xist bin dagirkerîya xwe; Şêx Îdrîs-î Bitlîsî yê ku dîrokzan û alimê kurd bû, hat wezîfedarkirin ku mîrekî û eşîrên kurdan qanih bike û têxe dûzenek ku rêvebirîya hukumeta osmanî qebûl bikin.
Tê gotin ku Ş. Îdrîs-î Bitlîsî, ji ber hin semedên politik wî li hin kurdan zorbirî kirîye ku koç bibin û herin herêmên ermenan û herêmên Anatolyayê cîwar bibin û ev hewildan pêkhatîye. Ji xwe berîya wê demê jî hin kurd koçberî cîyên cuda bûbûn. Ji xwe eşîrên koçber, li cîyên kifşkirî bi daim nediman. Mîsal, Eşîra Rewandî ku Selahaddin-î Eyyubî jê bû, di nav wan eşîrên koçber da bû, li derdora Çîyayê Dewîn digerîyan ku heta mêrgên çêrandinê yên Êrîwanê, û wan konên xwe li wî çîyayî bi cî dikir.
Wekî dî, kurd ne tenê li welatê xwe jîyane, gelek herêmên ermenan jî xistine bin dagirkerîya xwe. Ev rewş, heta sedsala XI. berdewam kirîye. Divê ji ber çav neyê dûrxistin ku ew di demên gelek kevn da bûne. Berewajî wê jî ermenan jî di hin deman da herêmên kurdan xistine bin kargêrîya xwe. Loma ji ber wê ye ku etnografiya hin herêman bûne welatê kurdan û ermenan yên muşterek (şirîkatî).
Şerefname ku çavkanîyeka herî kevn a kurdî ye, di derbarê hin îmaretan da haydarî dide ku ew rastê dema Sultan Selîm tê. Nivîskarê Şerefnameyê Şeref Xanê Bedlîsî ku Emirê Bedlîsê bûye, bi taybetî jibo emareta xwe haydarîyên dirêj daye. Şeref Xan, di wê esera xwe da haydarîyên derbarê urfadetên kurdan, jîyana wan, şerên ku li dîjî tirkan û îranîyan kirine nivîsîye. Dema wî behsa têkilîyên Emaretên kurdî û Sultanên Osmanîyan kirîye, weha nîvîsîye.
”Sultanên Osmanî, heta dewra Mahmutê II. yê li Kurdistanê nikaribûne bi tevayî hukumranîya xwe bicî bikin ku Mîrekîyên Kurdan bi tevayî ji meydanê rakirin. Wan heta wê demê jibo xwe baş didîyan ku bi mîrekîyên kurdan ra baş derbas bikin. Mîrekîyan jî daxwazên sultanan ku ji wan dixwestin, pêkdianîyan. Ji wan ra dîyarîyan didan, di şeran da esker didan osmanîyan. Lê Sultan Mahmetê II. biryara Yavuz Selîm betal kir û ji ortê rakir û biryara ji ortêrakirina mîrekîyan da. Jibo pêkanîna wê biryarê jî di bin berpirsîyarîya Reşît Paşa da ordîyek rêkir Kurdistanê. Bi vî awayî di 1834an da kurdan wek hemwelatîyê ”tirk” hatin qebûlkirin, bi tabîreka dî Kurdistan duyemîn car û bi maneyeka temamî ji alîyê osmanîyan ve hat dagirkirin.”
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,264
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 19-05-2023
挂钩项目: 27
小组: 文章
Publication date: 11-03-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):19-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,264
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,698
图片 105,958
书籍 19,352
相关文件 97,436
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!