图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,835
图片 106,261
书籍 19,333
相关文件 97,315
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çêkirina Eyaleta Kurdistanê (1847- 1867)
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Siddik BOZARSLAN

Siddik BOZARSLAN
$Çêkirina Eyaleta Kurdistanê (1847- 1867)$
Siddik BOZARSLAN

Osmanîyan, piştî ku bizava Bedirxan Beg di 1847an da têk birin; bi navê ”Eyaleta Kurdistanê” herêmeke rêvebirinê (îdarekirinê) çêkirin. Li gora fikrê Müşir Osman Paşa, di coxrafya ku kurd lê dijîn da jibo emnîyet û asayîşa wan herêman, divê dûzenek were çêkirin ku rasterast ew girêdayê navenda dewletê be. Li gora wê fikrê digel eyaleta Dîyarbekrê, sancaxên Wan, Muş, Hekarî û qezayên Cizre, Botan û Mardînê divê ji alîyê kesekî zana û jîr ve were îdarekirin ku ew kes ji alîyê Hukumeta Bab-î Alî ve were taînkirin. Yanî bi tabîra îroyîn, rêvebirina ”Eyaleta Kurdistanê” ji alîyê waliyekî hukumetê ve were bicîanîn.
Rêvebirîya Împaratorîya Osmanîyan, di warê rêvebirina hukmê xwe da jibo mercên xwe yên wê demê baş dîtine ku bi eyaletan herêmên Anatolyayê û yên dî werin îdarekirin. Loma wan di despêka 1850yî da li Anatolyayê digel herêma Kurdistanê 18 eyalet avakirine ku yek ji wan eyaletan jî ”Eyaleta Kurdistanê” bûye. Bi avakirina eyaletan, osmanîyan xwestine ku rêvebirina herêmên ku di bin fermandarîya wan da bûne, ji alîyê navenda Stanbolê ve werin îdarekirin. Ev jî bi xwe ra di rêvebirinê da mafên wan herêman ku hebûne; gaf bi gaf ji holê rakirine. (Orhan Örs, Aşiretçilik, Milliyetçilik ve İslamcılık Kavşağında Osmanlının Kürt Siyaseti (1876- 1909), Nûbihar Y. S. 87- 92 İstanbul)
Divê were nîşankirin ku jibo erdnîgarîya kurdan wek gotina Kurdistanê, ji alîyê Selçukiyan ve hatîye xebitandin. Yanî gotina Kurdistanê jibo welatê kurdan hatîye xebitandin ku kurd lê dijîn. Her çi qas gotina Kurdistanê jibo eyaletek ango herêmek were xebitandin jî, îro civata kurd jibo tevayîya erdnîgarîya xwe bi kartîne ku ew li wir dijî û bi hezarsalan e wan deran terk nekirîye.
Ev tevdîla osmanîyan bû semedê hewildanên kurdan ên serhildanê bo mafên neteweyî. Hêzên di bin fermandarîya Bedirxan Beg da di 1834an da dest bi serhildanêk kir. Ev bizav (hereket), di nav dûzeneke baş da, bizaveke mezin û fireh bû. Lê ji ber xîyaneta Yezdan Şêr ku fermandarîya hêzeke mezin dikir û xismê Bedirxan Beg bû, bizava kurdan têk çû û di encamê da Bedirxan Beg hat girtin û ew surgûnê Girava Girîtê bû.
Di dema Şerê Kirimê da, di bin rêbirîya Yezdan Şêr da, bizaveke teze yê serxwebûnê despêkir. Ev bizav ji Hekarîyê despêkir û Botan û Musul xist bin kontrola xwe û heta derîyên Baxdayê pêşda çû. Di dema dagirkirina Bedlîsê û Wanê da gelek xwîn rijîya. Gelek wezîfedar û eskerên Osmanî hatin kuştin. Di vî hewildanê da Mesihî û Nasturîyan jî piştgirîya Yezdan Şêr kirin. Her çiqas Yezdan Şêr xeber şand Rusyayê jibo hevkarî û alîkarî sitandinê jî, wî bersivek ji rusan negirt. Paşê di navbera osmanî û Y. Şêr da gengeşe û muzakere çêbûn. Sefirê ingiliz bûbû navberkar û bi lîstikeke hostatîyê Y. Şêr dan girtin û ew şandin Stanbolê. Her weha paşê ew bizav belav bû. Ji ber wê bûyerê navê Y. Şêr di nava gel da bû qehremanekî neteweyî û li ser wî kasîde û helbest hatin nivîsîn.
Di şerê osmanî û rusan da ku di 1877- 1878an da rûda, kurên Bedirxan Beg careke dî ketin nav bizaveka serxwebûnê. Lê mixabin ev bizav her çiqas heta Hekarîyê, Botan û Îmadeyê berfireh bû jî, bi serfirazî encam neda û têk çû.
ŞÊX UBEYDULAH
Di 1880yî da bizava Şêx Ubeydullah despêkir. Tesîreka mezin ya Ş. Ubeydullah li Kurdistanê hebû. Her çi qas wî di şerê 1878an ya osmanî û rusan da alîkarîya osmanîyan jî kiribû, lê wî desthilatdarîya osmanîyan qebûl nedikir. Amanca Şêx Ubeydullah Kurdistaneka serbixwe bû û di wê çarçoweyê da avakirina hukumeteka neteweyî bû.
Bizava Ş. Ubeydullah, li ser axa bin kontrola Îranê da despêkir. Wî hêzên xwe yên eskerîyê li herêma Urmîye civandibû û derdora Gola Buhayre jî di destên wan da bû. Wan ewil Beynabê dagir kirin, paşê ber bi Tebrîzê ve çûn. Di rîyên çûna bajêr da ku cebxaneya îranîyan lêbûn, nêzîkî wan bûn, şereke dijwar qewimîbû. Rusan jî biryar sitandibû ku hêzeke xwe yê eskerîyê li Nahcîwanê kom bike û rêke ser hudûd. Di wê navberê da eşîrên Makuyê jibo rizgarkirina Urmîyê, êrîşan pêkanîn lê hêzên îranîyan li ber xwe dan û nehêştin ku hêzên kurd pêşta herin.
Li gora ku Minorski ji hevalê xwe bihistîye, di şerê ewil da ku kurdan serfîrazîyek bi dest dixin, dest bi talanê kirine û piştî talankirina alavan, hemî vegerîyane malên xwe. Jibo wê bûye ku hêzên kurd kêm bûne û qels ketine û di encamê da Ş. Ubeydullah têk çûye. Piştî têkçûnê Ş. Ubeydullah birine Stanbolê. Piştî demek Ş. Ubeydullah ji Stanbolê direve û bi rîya Kafkasyayê xwe digihîne Azarbaycanê. Lê careke dî ew tê girtin û surgûnê Mekkeyê dibe û ji neçarîyê li wir dimîne.
Li gora Minorski ku ji şahidên wî şerî bihîstîye, her çi qas texrîq çêbûne jî Şêx Ubeydullah tu xisarek nedaye xiristîyanan. Piştî wî şerî kurê Ş. Ubeydullah Abdulkadir çûye Stanbolê. Li gora politika hukumeta Stanbolê, Abdulkadir dikin gelwekil (mebûs). Li vir jî mirov dibîne ku politika Hukumeta Stanbolê bo kedîkirina kurdan, di asta herî bilind da hatîye meşandin. Serokê bizavek rêdikin surgûnê jibo Mekkeyê û kurê wî tînin li Stanbolê dikin gelwekil.
ALAYÊN HEMÎDÎ
Osmanîyan di 1892yan da dest pêkirin ku Alayên Hamidîye çêkin ku wê îlhamê ji Alayên Kazakên Rusyayê sitandibûn. Van alayan ji eşîrên kurdan pêkhatibûn. Berpirsîyarê rêvebirina wan alayan jî dane Şakir Paşa. Ev politikayeke nû ya osmanîyan bû ku ji alîyê Sultan Abdulhamit ve dihat meşandin. Li gora wê politikayê jibo perwerdekirina zarûkên eşîran jî Mektebên Eşîran, yanî Medaris-î Aşairiye hatin vekirin. Van mekteban li Stanbolê û li Baxdayê hatin vekirin.
Jibo politika dewletê, bi rîya van mekteban divê zarûkên kurdan werin kedîkirin û fikrên ”tirkitîyê” bi wan bidin qebûlkirin. Bi wê politikayê ne tenê zarûkên kurdan, digel wê zarûkên ereban jî xwestine asimile bikin. Yanî Hukumeta Stanbolê, bi wê politikayê xwestine ku zarûkên kurdan û ereban ji nasnameyên xwe yên kurdbûnê û erebbûnê dûr bikevin û bibin tirk. Di alîyek da jî wan xwestine potansîyela arnavudan jî di şeran da bikar bînin û wan qels bixin da ku zêde xisarê nedin hukmê wan. Di şeran da wan ji alayên kurdan jî fêdeyan dîtine û gelek kurd bi vî awayî dane kuştin, divê em vê rastîyê jî li ber çav bigrin. Lê ev politika jî zêde dirêj neajot.
Piştî îlankirina meşrûtîyetê û bi taybetî dema Hukmê Îttihat û Terakkiyê, şovenizma tirkîtîyê zêde xurt bû. Loma jibo Kurdistanê gelek kesên ecêb wek rêvebir şandin herêmê. Wan kesan ne herêmê û gelê li wir dijîyan nas dikirin û ne jî politika ku dê bimeşînin, dizanibûn. Wan gelek civînan çêdikirin û propaganda tirkbûnê didan pêşîya xelkê wê herêmê. Xelk jî roj bi roj ji wê politika wan ya tirkîtîyê û turanizmê aciz dibûn û dûr diketin, û wd… (Minorski, end. r. 23- 29)
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览654
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 19-05-2023
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 14-03-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 地理
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):19-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览654
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,835
图片 106,261
书籍 19,333
相关文件 97,315
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!