图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,934
图片 106,349
书籍 19,329
相关文件 97,300
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Demokrasîya serdestan û xewna bindestan!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

İkram Oguz

İkram Oguz
=KTML_Bold=Demokrasîya serdestan û xewna bindestan!=KTML_End=
=KTML_Underline=ikram oguz=KTML_End=
Demokrasîya serdestan jî ji bo bindestan faşîzm e!
Ji bo rastîya vê gotinê ne hewce ye, ku mirov kûr û dûr biçe.
Berê xwe bide welatê ku jê ra dibêjin Tirkîye û tê da li rewşa tirk û kurdan binêre, dikare vê rastîyê bi hêsanî bibîne.
Li welatê ku bi fermî jê ra dibêjin Tirkîye, tirk û kurd dijîn.
Tirk li ser axa xwe…
Bi nav û nasnameyên xwe…
Bi ziman û çanda xwe…
Di bin sîwana dewleta xwe da azad û serbest dijîn.
Kurd jî li ser axa xwe…
Lêbelê bê nav û bê nasname…
Bi ziman û çanda tirkan…
Di bin zilm û zordarîya dewleta tirk da dijîn.
Jiber ku di pergala dewleta Tirk da:
Tirk serdest…
Kurd jî bindest in.
Loma pergala dewletê jî ji bo tirkan bi tewna demokrasîyê, ji bo kurdan jî bi tewna faşîzmê tevdigere.
Zagon û makezagona wê yek, lêbelê li bajarên Tirkîyê û Kurdistanê, ji bo tirk û kurdan cuda tê sepandin.
Mijara ku trik û kurd îro pê mijûl in, hilbijartin e.
Loma ez jî dixwazim ji bo yekê di derbarê hilbijartina tirk û kurdan da mînakek bidim.
Çar sal berê, di hilbijartinên şaredarîyan da, li bajar û bajarokên Tirkîyê tirk, li piranîya bajar û bajarokên Kurdistanê jî kurd hatin hilbijartin.
Di demeke kin da hemû şaredarên kurd ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan jî parêzger û qaymeqamên dewletê hatin tayînkirin.
Pişti heman hilbijartinê şaredarê tirk ê ku li bajarê Yalovayê hatibû hilbijartin jî dîsa ji alî wezareta navxweyî va ji kar hate dûrxistin. Lêbelê li şûna wî parêzgerê dewletê nehat tayînkirin. Meclîsa şaredarîyê civîya û ji nav xwe şaredarek nû hildibijart.
Ji pêvajoya jidûrxistin û hilbijartina şarêdarên Yalovayê ra demoikrasî, ji dûrxistina şaredar û tayînkirina parêzger û qaymeqamên li bajar û bajarokên Kurdistanê ra jî faşîzm tê gotin.
Li Tirkîyê sînorê wê teng be jî, pergala rêvebirîyê ji bo tirkan ber bi demokrasîyê ji bo kurdan jî ber bi faşîzmê tevdigere.
Mixabin kurd ev pergala ku ji bo tirk û kurdan çep û rast dişuxule nabînin, ji wan wetrê tirk jî mîna wan di bin zilm û zordarîya faşîzmê da dijîn. Bixwe bindest û belengaz in, tirkan jî wek xwe bindest û belengaz dihesibînin.
Ew zagona ku ji bo endam û rêvebirên HDPê jî cuda tê sepandin, nabînin.
Wek tê zanîn, HDP xwe wek partîyeke ji partîyên Tirkîyê bi nav dike.
Herçiqas girse û hilbijêrên wê bi piranî ji kurdan pêk werin jî, di nav rêvebirîya wê da tirk jî cîh digrin û di sîyaseta HDPê da roleke sereke jî dilîzin.
Ew di axaftinên xwe da ji rêvebirên kurd zêdetir tûj biaxifin û rêya Îmrali û Qendîlê bikin rêya avê jî nayên darizandin.
Jiber ku ew tirk û serdest in.
Bi heval û hogirên xwe yên kurd va di heman çalakîyan da cîh bigrin û heman gotinan bikin jî, ew li derva û li ser serê kurdan tên gerandin, rêvebirên HDPê yên kurd jî di heps û zîndanan da rojên xwe yên bêdawî dijmêrin.
Ev yek jî nîşan dide, ku ne tenê li bajarên Tirkîyê û Kurdistanê, ji bo rêvebirên HDPê jî pergala rejima tirk, ji tirkên serdest ra bi bayê demokrasîyê, ji kurdên bindest ra jî bi bayê faşîzmê tevdigere.
Loma di her hilbijartinên Tirkîyê da û bi dengê kurdan ji para rêvebirên tirk ra kursîyên parlamentoyê, ji yên kurd ra jî ranzayên sar dikeve…
Li seranserê dinê hilbijartin pîvanek ji pîvanên demokrasîyê tên dîtin.
Lêbelê ev pîvan jî ji bo kurdan pîvaneke derbasbar nîne.
Jiber ku dengê kurdan di hilbijartinên parlamentoyê da jî cîhê xwe nabîne.
Neyê dizîn ya jî neyê guhartin û heta Enqereyê here jî, di parlamentoya tirkan da reng duguherîne û bi tirkî li ser kurdan ra şûnda vedigere.
Loma ev çil sal e, ti carek beşdarî hilbijartinên Tirkîyê nebûm û min dengê xwe neda.
Di hilbijartina 14ê Gulanê da jî beşdar nabim û dengê xwe nadim.
Jiber ku di encama vê hilbijartinê da jî pergala dewleta tirk û statûya kurdan nayê guhartin.
Kurdên ku wek parlamenter werin hilbijartin, bere xwe didin Enqerê û di roja ewil da li ser namûs û şerefa xwe sond dixwin, ku ew dê ji rê û rêbazên ku Atatirk sed sal berê daye ber wan, dûrnekevin…
Ew ji bo kursîyeke nerm û germ bi hezar teorîyên nûjen maneyan bibinîn û helwesta bixemilînin jî, nikarin ji gunehkarîya xwe ya ku bi sondxwarinê ra dikin, bifilitin.
Bêguman ez bi tena serê xwe nikarim rê li ber gunehkarîya wan bigrim.
Lêbelê ya ku dikarim ev e, ku ew jî naxawazim bi dengê xwe bibim hevparê gunehên wan…
08-03-2023
ikramoguz@navkurd.net
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览661
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 08-05-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 08-03-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 08-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):08-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览661
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,934
图片 106,349
书籍 19,329
相关文件 97,300
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!