图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,775
图片 106,015
书籍 19,351
相关文件 97,452
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Belgîn Guven - Rosîda Bawer
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Belgîn Guven

Belgîn Guven
$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Belgîn Guven
Nasnav: Rosîda Bawer
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê dê û bav: Halîde - Orhan
Dîrok û cihê şehadetê: 25-04-2023’an / Serhed
$Kurtejiyana şehîd:$
Erzirom ku yek ji bajarên berxwedanê yê Serhedê ye, ji dîrokê hetanî roja me bûye yek ji navendên girîng a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Ji destpêka sedsala 20’an û vir ve ku sîstema qirkirinê ya li dijî gelê me dest pê kir, têkoşîna azadiyê tevî her cure zext û komkujiyên meşandiye. Bi PKK’ê re ku bi pêşengiya Rêber Apo derket holê û bûye hêviya azadiya ya hemû gelê me, têkoşîna xwe hîn geştir kiriye. Xelkê me yê Erzirom ê welatparêz tevî hemû qirkirin, bişaftin û polîtîkayên şerê taybet ên dijmin, di Kurdbûna xwe de israr kir û li jiyana azad geriyaye, di roja me de jî vê sekna xwe diparêze û bersiva pêwîst dide dijmin.
Hevrêya me Rosîda jî di nava malbatek wiha de ku xwedî kevneşopiya welatparêziyê ye, ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wê welatparêz e û ji xizmên wê yên nêz tevlî nava refên Partiya me bûne, hîna di temenê biçûkahiyê de Partiya me nas dike. Lê tevlîbûna hevrêyê me Bawer-Feyyaz Guven a nava refên gerîla, hevrêya me Rosîda zêde bandor kir. Ev yek jî bûye sedem ku bikeve pêvajoya lêhêrbûn û lêgerînê. Her roja ku derbas dibe şahidiyê ji êrîşên dijmin ên li hemberî gelê me re dike, sîstema qirkirinê ya dijmin fêm dike. Gelê me di gelek qadan de têkoşîna azadiyê geş dike û ji bo vê yekê berdêlên giran dide. Vê yekê lêgerînên hevrêya me Rosîda bilez kirine û bûye sedem ku bigihije biryardariya têkoşîn kirinê. Qasî zextên dijmin, nêzîkatiyên civakê yên li hemberî jinê û israra jinê di statuya kolelekê de hiştin, bûye xalek din ku hevrêya me Rosîda bikeve lêgerîna têkoşînê. Şehadeta mirovî wê yê nêz hevrêyê me Bawer û zêde bûna êrîş û komkujiyên li hemberî gelê me, bûye sedem ku hevrêya me Rosîda bi rengekî bi biryar tevlî têkoşînê bibe. Hevrêya me weke qada herî bi bandor a têkoşînê refên gerîla dibîne û sala 2015’an tevlî nava refên gerîla edibe û tercîha azadiyê dike.
Dema ku tevlî nava refên gerîla dibe, bi coş û kelecanekî mezin mîna ku nû ji dayik dibe fêrî jiyana gerîla û çiya dibe. Hevrêya me Rosîda her kêliya li nava gerîlatiyê de, bi xweperwerdekirinê derbas dike û di kesayeta xwe de şoreşên girîng diafirîne û kariye bibe mîlîtanek pêşeng. Bi şoreşên ku di kesayeta xwe de ava kirî, xwe ji taybetmendiyên kevneşopiyê yên civakê û sîstemê rizgar kiriye û gihiştiye nasnameya jina azad. Bi perwerdeyên îdeolojîk ên dîtine, rastiya gel ji nêz ve nas kir û dijminahiya dîrokî ya dewleta Tirk a qirker a li hemberî gelê me, fêm kiriye. Lewma kariye tevlîbûna xwe ji tevlîbûna hestiyarî zêdetir, veguherîne tevlîbûna bi fêm kirî. Di pêvajoyek a ku dijmin êrîşên girseyî dayî destpêkirin ku destkeftiyên gelê me ji holê rabike de, ji bo ku bibe bersiv û destkeftiyên gelê me biparêze, xwestiye ku xwe di qada leşkerî de pêş bixe. Li ser vî esasî perwerdeyên xwe yên li akademiya leşkerî ku sala 2016’an destpê kir, bi serkeftî qedandiye. Hevrêya me Rosîda di vê pêvajoya perwerdeya xwe de bi xebat, merak, xwesteka fêrbûnê û hewldana xwe yê bê hempa derket pêş, baweriya hevrêyên xwe qezenc kir û weke fêrker li akademiyê ma. Nêzî 3 salan di xebatên perwerdeyê de, bi perwerdeyên bi dehan hevrêyên xwe re eleqeder bûye û ji bo ku hevrêyên hem leşkerî û hem jî îdeolojîk pêş bikevin, kedek mezin daye. Hevrêyê me Rosîda di vê pêvajoyê de dest ji xwe perwerdekirinê jî neberdaye, hem di qada leşkerî de û hem jî îdeolojîk lêhêrbûn kiriye û bûye gerîlayek hêja ya YJA Starê. Hevrêya me her tim hewl dida ku têkoşîna me mezin bike, çûyîna Bakurê Kurdistanê weke yek ji armancên xwe yên gerî girîng diyar kiriye. Bi vî rengî hîs kiriye ku wê hîn nêzîktirî Rêbertiya me bibe. Kiriye xeyala xwe ya herî mezin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike û fêm kiriye ku ji bo pêkanîna vê xeyalê di tevlîbûnek fedayî de derbas dibe. Hevrêya me sala 2019’an li Akademiya Jinên Azad a Şehîd Bêrîtan perwerdeya îdeolojîk dibîne, di vê pêvajoya pewerdeyê de bi hevrêyên xwe yên jin re pir lêhêrbûn kiriye, hêmanên jina azad kiriya taybetmendiyên xwe yên şexsî, weke mîlîtanek ji xwe bawer, bi hêz û wêrek meşa azadiyê domandiye. Hevrêya me Rosîda israra xwe ya ji bo çûyîna Bakurê Kurdistanê di pêvajoya akademiyê de jî domandiye û di vê israra xwe bi serkeftî bûye û derbasî Bakurê Kurdistanê bûye.
Hevrêya me Rosîda bi çeka di destê xwe de û weke mîlîtanek a YJA Starê vegeriyaye xaka Serhedê ku lê ji dayik bûye, kiriye armanca xwe ya sereke ku hesabê deh salan ji dijminê qirker bipirse. Li ser vî esasî bi tempoyek bêyî rawestan, têkoşiyaye. 25’ê Nîsana 2023’an li qada Ebex a Wanê di şerê li hemberî dijmin de, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi berxwedanê nîşan daye û tola gelê me stand. Piştî şerê dirêj ê li hemberî dijmin, bû layiqê kevneşopiya berxwedanê ya PKK’ê û heta nefesa xwe ya dawî şer kir û bi hevrêya me Ekîn re şehîd bû. Hevrêya me Rosîda bedewiya dilê xwe li her qada ku lê bû bi hevrêyên xwe re parve dikir, bi tevlîbûna xwe ya dirûst û sade bûye mîlîtanek ê YJA Starê û têkoşînek bi serkeftinê dagirtî li pey xwe hişt. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê ala têkoşînê ya ku hevrêya me Rosîda dewrî me kirî hîn bilindtir bikin û di şexsê wê de deynê xwe yên li hemberî şehîdan bidin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览342
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 08-05-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: Arzurom
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 08-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on11-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):11-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览342
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,775
图片 106,015
书籍 19,351
相关文件 97,452
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!