Rojekê ji rojan rehme li dê û bavan, hebû jineke kurecax. Her roj jinik li ser bextê xwe de digriya, nanê tîrê çêdikir û digot heger zarokên min hebûyana wê xwarin ji bavê xwe re bibrana çolê. Rojekê qereçiyek di devê deriyê wê re dare, dengê giriyê wê dibhîse û li deriyê wê dixe. Çiwale nîsk dide wê û jê re dibêje;
Ji te re ev çolê nîskê û bin serê xwe ke û raze. Sibehê wê tev de bibin zarok.
Jinikê pirr ji qereçê bawer nekir, lê bi ya wê kir. Çowalê nîskê kir bin ser xwe û raza. Sibehê jinik rabû dît ku mala wê tijî zarok in. jinik pirr şad dibe û nanê tîrê ji mêrê xwe re çêdike. Zarokên wê ango nîsk tu nanî li ber wê nahêlin û dibêjin:
Nanê tîrê, quzê pîrê
Van zarokên Nîsk kêfa diya xwe ya nîvçomayî kuştin. Ji acizbûna wê got:
Ey xwedêêê kezeba we reş bike ku we kezeba min reş kir, ey hûn veliqitin.
Pê re jî bi fera sola xwe da şopa zarokên xwe û tev hev kuştin. Jinikê gava dît ku zarokên xwe hemû kuştin dîsa rûnişt giriya ku wê kî nên ji bavê xwe re bibe çolê. Nîskek bang dike û dibêje:
Dayê ez li virim.
Jinik pirr kêfxweş dibe û dibêje:
Were kurê min, nên ji bavê xwe re bibe.
Nîsko ditrise û dibêje:
Na ez werim tu yê min bikujî.
Jinik li ber digere û qanekirin dide ku wî nakuje. Nîsko jî bi qasî ku nîskeke jî ji sola bavê xwe derdikeve û dare nên ji bavê xwe re dibe.
Li cem bavê xwe dinêre ku bavê xwe bi zor û zehmetiyan bi çêlekê erdê xwe cot dike.
Lewma Nîsko ji bavê xwe re dibêje:
Bavo ez çawa bi te re cot bikim?
Bavê xwe dibêje:
''-Na kurê min wê çêlek bi ser te de rêx bike û tu yê bimrî.
Nîsko carek.. didu.. sisê.. bavê xwe jê re got nere, nîsko guh neda bavê xwe û çû ber çêlekê, çêlekê jî bi ser de rêx kir û Nîsko mir.
Çavkanî: Çîroka Nîsko ji devoka Kobaniyê[1]