图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,996
图片 106,683
书籍 19,298
相关文件 97,307
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ARMANCÊN TIRKÎYAYÊ YÊN DAGÎRKERÎYÊ DI AXA SÛRÎYAYÊ DA.. JÎNENÎGARÎYEKA VEKIRÎ (2/2)
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ARMANCÊN TIRKÎYAYÊ YÊN DAGÎRKERÎYÊ DI AXA SÛRÎYAYÊ DA

ARMANCÊN TIRKÎYAYÊ YÊN DAGÎRKERÎYÊ DI AXA SÛRÎYAYÊ DA
ARMANCÊN TIRKÎYAYÊ YÊN DAGÎRKERÎYÊ DI AXA SÛRÎYAYÊ DA.. JÎNENÎGARÎYEKA VEKIRÎ (2/2)
ŞOREŞ DERWÎŞ
Wergera ji zimanê erebî: #Kendal Cûdî#

Eger ne ji hebûna hêza Fransayê li ser axa Sûrîyayê ba, wê Sûrîyaya embryonîk û jihevketî ku ji destê osmanîyan hatibû derxistin, li beramberî armancên dagîrkerîyê yên Tirkîyayê li ber xwe nedaba. Tevî ku Sûrîyayê, Lîwayê Îskenderonê û herêmên bakur ên Helebê winda kir û ji sala 1939an ve, hebûna Sûrîyayê ya bi seqemgîrî hate avakirin.
Tevî hewldanên Fransayê yên razîkirina Tirkîyayê û nêzikbûna wê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem û beşdarîya wê di dagîrkirina Lîwayê Îskenderonê û herêmên berfireh ên Sûrîyayê da, lê Fransayê rê neda Tirkîyayê ku axa Sûrîyayê li pey hev dagîr bike. Lewra, Fransa daxwazên Tirkîyayê yên kontrolkirina Heleb û Cizîrê sala 1941ê, li beramberî ku Tirkîyayê veguhistina hêzên Fransayê yên Vichyê ji bo axa Sûrîyayê ji ber dorpêça înglîzan li ser berava Sûrîyayê, red kir. Lê hewldanên polîtîkeya Tirkîyayê yên berfirehkirinê ranewestîya û di salên 50yî da ev hewldan zêde bû, bixwe spartina li ser hevpeymanîya bi Amerîkayê ra, bi bihaneya astengkirina “pêşketina pêşverû” di Sûrîyayê da, ji ber bandora wê li ser hûndirê Tirkîyayê. Lê di bin bingeha hemû stratejîyên Tirkîyayê da berfirehkirin û bikaranîna rewşa hûndirin a Sûrîyayê û parçebûna gelê Sûrîyayê heye.
Salên 50yî: Sûrîya di armanca Tirkîyayê da
Iraq û Tirkîyayê di sala 1955an da, hewl dan ku Sûrîyayê tev li hevpeymanîya xwe di bin sîwana Hevpeymanîya Bexdayê da, bikin. Lê hewldanên hikûmeta Iraqê ya Haşimî û birêveberê sîyaseta wê Nûrî El-Seîd, têk çûn. Her wiha ji bo vê yek, serokwezîrê Tirkîyayê Ednan Minderîs di destpêka kanûna paşîn a 1955an da gihaşt Şamê, lê hikûmeta Faris El-Xurî ji ber vê serdanê kete hev û ragihand ku tu peywendîyên wan bi vê serdanê ra tune bû û ev serdan wekî serdaneka nehatiye plankirin, bi nav kir. Di encama vê yekê da, gelê Sûrîyayê xwepêşandanên şermezarkirina serdanê li dar xistin û banga hilweşandina Hevpeymanîya Bexdayê kirin.
Rewşa Sûrîyaya ya giştî li gor bayê erebî û pêşverûyê diçû û daxwaza yekbûna bi hikûmeta Misirê ya Cemal Ebdulnasir ra dikir, lê Enqereyê daxuyanî didan û tê da digot ku ew li beramberî vê nêzikbûna di navbera Şam û Qahîreyê da ku metirsî li ser Tirkîya û Iraqê çêdike û Sûrîyayê ji ereban qut dike, bêdeng namîne. Li ser vî esasî, Tirkîyayê li ser sînorê Sûrîyayê, dest bi proveksyonan kir. Lê ji ber ku rewşa siyasî û gel li Sûrîyayê kêfa wan ji Moskoyê ra dihat, Sovyetê piştgirîya xwe bo Sûrîyayê ragihand. Di vê çarçoveyê da, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê yê wê demê Molotof piştgirîya xwe bi helwesta Sûrîyayê ya nêzîkbûna bi Misirê ra ragihand, lewra Sûrîya dûrî Hevpeymanîya Bexdayê ket.
Piştî bidawîbûna Şerê Siwês (êrîşa sêalî ya li dijî Misirê) di sala 1957an da, roja yekem a sala 1957an, serokê Amerîkayê Dwight Eisenhower bi wezîrê xwe yê derve ra û nûnerên partîyên cimhûrî û demokratîk ra civîya. Eisenhower ji wan ra ragihand ku berîya Sovyetê, li Rojhilata Navîn valahîyeka mezin heye. Lewra, bi awayekî xwezayî Tirkîya wekî hêmanekî giring li kêleka Îran, Urdun û Libnanê di sazûmanîya nû ya Amerîkayê da cihê xwe girt. Di encama vê yekê da, pêvajoyeka nû li Sûrîyayê ya her dem bi fikar, destpê kir.
Alozîya 1957an
Eisenhower di bîranên xwe da, destpêka alozîyê şîrove dike, ku wê piştra navê wê bibe “Alozîya Sûrîyayê”. Di 13ê tebaxa 1957an da, “Radyoya Şamê tawanek belav kir û li gorî wê tawanê Amerîka hevkarîyê di derbkirina rejîma serok Şikirî El-Qiwetlî da dike û sê kesên ku di baylozxaneya Amerîkayê da li Şamê kar dikin, ji ber çalakîyên wan ên xerabîyê wê werin qewitandin” (Bîranên Eisenhower-Werger Hubert Youngman 1969), lê di heman demê da di raporên Amerîkayê da, dihatin gotin ku çekên Sovyetê ji bo Sûrîyayê hatine şandin û Şam ketiye destê Moskoyê. Ev guman, bi îmzekirina Wezîrê Parastinê yê Sûrîyayê, Xalid El-Ezîm ji hevpeymaneka aborî û fenî ya berfireh bi Yekitîya Sovetê li Moskoyê û radestkirina Serokatîya Erkanên Sûrîyayê ji efser Efîf El-Bezrî ku girêdana xwe bi Sovyetê ra dihatin tawanbarkirin li şûna Nîzam El-Dîn, zêdetir bû. Lewra encama Amerîkayê ya ku dewletên cîranên Sûrîyayê gihaştine ew bû ku rejîma desthildarî li Sûrîyayê pêwîst e bi rêya operasyoneka leşkerî ku ji alîyê Tirkîya, Iraq, Libnan û Urdunê ve pêk were, were guhartin.
Tirkîya, li Rojhilata Navîn ji bo Washingtionê rola qereqolê lîst. Di vê çarçoveyê da, Eisenhower nameyek ji Serokwezîrê Tirkîyayê ra Ednan Mindirîs ra şand da ku ew bigihîne cîranê xwe, Eisenhower di nameya xwe da dibêje ku Amerîka wê “garantîyê” bide eger ku dewletên cîran pêwîstîyê bibînin bersivê bidin êrîşeka ku ji alîyê Sûrîyayê ve were kirin. Li ser vî esasî, Washingtion wê çekan rê bike û wê di demek pir kurt da, qerebûyan bide dewletên ku zirar dîtine, lê di dagîrkirina axa Sûrîyayê da, Amerîka tu alîkarîyan pêşkêş nake.
Edhem Mindirîs Wezîrê Parastinê yê Tirkîyayê sala 1957an
Êdî ji Ewropaya rojavayî bi rêya asîman, çek ji bo baregeha Amerîkayê ya li Edenayê dihatin şandin. Tevî ku Washingtion ji derketina rewşê ji bin kontrolê metirsîdar bû, lê Mindirîs û hempîşeyê wî yê îsraîlî Ben-Gurion geşbîn bûn. Mindirîs dixwest derbasî Sûrîyayê bibe, lê Ben-Gurion bi fikar bû ku Sûrîya bibe baregeha Rûsyayê. Dibe ku axaftina Ben-Gurion ya hişyarîyê “Ne pêkan e ku Sûrîya û Rûsyayê ji hev bên cudakirin” fikara Îsraîlê tîne ziman.
Tevî ku Amerîka, Urdun û Iraqê ji projeya guhartina rejîma desthildarîyê li Sûrîyayê vekişîyan, lê Tirkîya li ser ya xwe bi israr bû, tevî hişyarîyên ku Amerîkayê ji Tirkîyayê ra. Lê Tirkîyayê hêzên xwe li ser dirêjahîya sînorê Sûrîyayê zêde kir û di encamê da, hêzên xwe ji 32 hezaran, 50 hezar leşker. Lê ji ber helwesta hişk a serokê Yekitîya Sovyetê Nikita Xirotoşof êrîşa Tirkîyayê ya li dijî Sûrîyayê rawestan û gefa zelal a Xirotoşof a li dij Enqereyê “Eger topavêj avêt Sûrîyayê, wê mûşek ji asîman werin avêtin” sînorek ji tirkan ra danî. Her wiha, Washingtionê xwe ji planên Tirkîyayê da alî û name ji Xirotoşof ra rê kir û anî bîra wî ku”Tirkîya dewleteka serbixwe ye û dikare bi tena xwe siyaseta xwe çêbike.”
Li kêleka Moskoyê, Qahîreyê piştgirî dida artêşa Sûrîyayê li dijî êrîşeka tirkan a gengaz. Di vê çarçoveyê da, Misirê di cotmeha 1957an da, yekîneyeka xwe ya leşkerî daxiste bendera Laziqîyayê ji bo piştgirîya hêzên leşkerî yên Sûrîyayê. Misirê di demeka kurt da, mijara ewlekarîya neteweyî ya Misirê û ereban û pêwîstîya bi hêzbûna wê li Sûrîya û Iraqê, hişyar bû.
Hewldaneka din a Tirkîyayê
Piştra, wê sala 1958an bibe saleka dagirtî ya guhartinê li herêma Rojhilata Navîn. Ji alîyê xwe ve, Sûrîyayê gavên bi yekbûna bi Misirê ra di yek dewletê da, bileztir dikir ku ev jî pêk hat. Her wiha, wê Ebdulkerîm Qasim jî sîstema şahane hilweşand û Iraq ji destê hevpeymanên girêdayî Birîtanîyayê derxist. Di heman demê da, Libnan jî di nava alozîyeka sîyasî da bû û gengazîya rûdana şerekî navxweyî yê dijwar hebû. Her wiha, Urdun jî di nava alozîyan da bû ku gef li desthilata El-Haşimî dihatin dixwarin.
Di nava vê rewşa tevlîhev da, Tirkîyayê derfet dît ku Washingtionê qani bike ku êrîşî dijminên Amerîkayê yên nû bike: Sûrîya û Iraqê. Hewldana derbasbûnê ya duyem ku rojnamevanê fransiz, Chris Kuchera balê dikişîne ser amadekarîyên wê; Kuchera belgeyeka taybet ku li ser nivîsandibûn”pir veşartî” û dîroka wê vedigere tîrmeha 1958an ku ji yek ji kesên amerîkayî yên ku beşdarî bûyerên wê demê bûye, wergirt. Li gorî wê belgeyê, planeka veşartî ji alîyê Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Tirkîyayê Visi Mengog ji bo Serokerkanê Amerîkayê Maxwell Taylor hate şandin û naveroka wê wiha ye”Belavkirina bi dehhezarên leşker li ser enîyeka gelekî berfireh li Iraq û Sûrîyayê heta paralela 35an ku ji Kerkûkê dest pê dike, heta Başûrê Kurdistanê, heta Hemayê li Sûrîyayê…”(Meşa kurdan a dirêj-Weşanxaneya El-Farabî 2014).
Kuchera têbîniyên xwe li ser plana Tirkîyayê nivîsand; Artêşa Tirkîyayê rojekê jî dest ji xeyalê xwe yê vegerandina axa ji bakurê xeta Heleb-Kerkûk berneda ku heta dîroka agirbesta Modrosê cotmeha 1918an di bin destê hêzên osmanîyan da bû, ji ber ku Ataturk bi peymana “Milî” ango (Mîsaq Wetenî) ku Encûmena Niştimanî sala 1920î li ser erê kir, xwe bi wan herêman da girê dan. Li ser vî esasî, “Artêşa Tirkîyayê û hinek rewşenbîrên neteweperest ên tundraw” dest ji xeyala berfirehkirinê bernedan, heta piştî dagîrkirina Lîwayê Îskenderonê jî. Îskenderona Sûrîyayê ku hejmara tirkên tê da ji sedî 40 derbas nedikir.
Encam
Ji dema ku Tirkîyayê sînorê xwe bi Sûrîyayê ra ragihand, dest ji niyetên xwe yên berfirehkirina ji alîyê başûr da berneda. Dibe ku gotina Serokkomarê Tirkîyayê di destpêka bûyerên Sûrîyayê yê sala 2011an, “Sûrîya erka tirkan e, ji ber para me Heleb û Qamişlo tê da heye” wekî hewldanên Tirkîyayê yên dîrokî ku me di vir da behsa wê kir. Her wiha, ji ber dagîrkirina herêmên bakur ên rojavayê Firatê, kesayetên fermî yên tirkan û rewşenbîrên neteweperest ên tundraw ragihandin ku tiştê ku çêbûye ne tenê şerê li dij çekdarên kurdan bû, lê belê destwerdanek bû ji bo vegerandina axa”Peymana Milî”yê bû.
Her wiha mirov dikare daxuyanîya Şêwirmendê Serokatîya Tirkîyayê ya herî dawî bîne bîra xwe ku got “Divê Helebê bixin bin birêveberîya Tirkîyayê” tevî ku ji daxuyanîya xwe gav bi paş da avêt û ev daxuyanî wekî daxuyanîyeka kesayetî bi nav kir, ji ber ku pêwîstîya Tirkîyayê bi danûstandina bi rejîma Şamê ra heye.
Di her halî da, kesên ku bi îdyolojîya berfirekirina Tirîyayê bawer in, raya giştî ya Sûrîyayê derbarê asta armancên wan di Sûrîyayê da xapandin û ew wekî parastina ewlekarîya neteweyî ya Tirkîyayê li beramberî armancên kurdan, bi nav kir. Tevî ku di serdema dagîrkirina Îskenderonê da an jî dema hewldana êrîşa li dij Sûrîyayê salên 1941, 1957 û 1958an, tu armancên kurdan tune bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku her Tirkîya gavekê ji axa Sûrîyayê bi dest dixe, wekî serkeftineka neteweyî û pêkanîna wesîyeta bav û kalên damezrênerên Komara Tirkîyayê dibîne. Di vê çarçoveyê da, mijara gora Silêman Şah û mayîna wê di nava axa Sûrîyayê da, ji dema Peymana Enqereyê ya sala 1921ê di navbera Fransa û Tirkîyayê da, heta şertê Tirkîyayê di danûstandinên bi Şamê ra sala 1973an da, bi mayîna gora wî di nava axa Sûrîyayê da, dema ku ji derdora Keleha Ceberê û avakirina Bendava Firatê, birin pira Qere Qozakê. Her wiha, bi dagîrkirina DAIŞê ya li ser herêma derdora gora Silêman Şah, Tirkîyayê di sibata 2015an da hestîyên wî birin û piştra bi demeka kurt, ew di gundê Aşmê yê nêzî sînorê Tirkîyayê bi cih kir. Dibe ku çîroka gora Silêman Şah, asta pîskolojî ya Tirkîyayê ya mayîna di axa Sûrîyayê de, rave dike.
Her wiha, hêjayî gotinê ye ku faktora hundirîn nebû sedema rawestandina êrîşên Tirkîyayê, bi qasî ku faktora derve bû sedema rawestandina êrîşên Tirkîyayê. Rast e ku Fransayê ji bo berjewendîyên xwe axa Sûrîyayê ji tirkan ra berda û Rûsyayê ji bo berjewendîyên xwe Efrîn da Tirkîyayê û birêveberîya serokê berê yê Amerîkayê Trump Serê Kanîyê û Girê Spî da tirkan, lê eger ne ji destwerdana van dewletan bûye, wê Sûrîya nikarîba li beramberî armanên Tirkîyayê yên dagîrkerîyê yektîya axa xwe biparasta. Nexasim ku tevna civakî û etnîkî ya sûrîyayî rizayî ye û ev yek dihêle ku tirk serwerîya xwe berfireh bikin. Lewra jînenîgarîya armancên dagîrkerîyê yên Tirkîyayê heta demeka ne dîyar vekirî ye. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览632
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/- 14-04-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 10-02-2023 (1 年份的)
Original Language: 阿拉伯语
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 叙利亚
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on21-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):21-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览632
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,996
图片 106,683
书籍 19,298
相关文件 97,307
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!