ARMANCÊN TIRKÎYAYÊ YÊN DAGÎRKERÎYÊ DI AXA SÛRÎYAYÊ DA.. JÎNENÎGARÎYEKA VEKIRÎ (1/2)
ŞOREŞ DERWÎŞ
Wergera ji zimanê erebî: #Kendal Cûdî#
Di bersiva pirsa gelo gengaz e ku danûstandinên lihevkirinê yên di navbera Enqere û Şamê da, bibe destpêkek a bidawîkirina dagîrkerîya Tirkîyayê û pabendîbûna Tirkîyayê bi sînorê xwe yê navdewletî, dîrok wekî şahid li ser meyla berfirehbûnê ya Tirkîyayê û zehmetîya derxistina tirkan ji axa Sûrîyayê, derdikeve holê. Di vê çarçoveyê da, xweşbînîya di vê mijarê da kêm dibe. Lewra, meyla berfirehbûnê ku ew meyla sazîya îdyolojîya dewletê û desthilatdarên wê ye û ji bo bidestxistina dengên neteweyî yên tirkî giring e, ji bo hikûmetên li pey hev tên, faktorek e da ku li dervayî sînor bifikirin.
Bi vê wateyê, dewleta Tirkîyayê bê nexşe ye, an jî em bibêjin ku dewleteka xwedî du nexşeyan e, yek di Neteweyên Yekbûyî da hatiye dîyarkirin û ya din jî xeyalî û berfirehbûn e.
Heta asteka mezin, Tirkîya ji dema damezirandina komara xwe ve, êşa birîneka kûr dikişîne. Ji berê û heta niha jî, Tirkîya bi sînorê xwe yê heyî qani nebû û dibîne ku piştî hilweşandina dewleta xwe ya osmanîyan mafê xwe di axa yên din da dibîne. Mirov dikare ji vê yekê bêçareya komara Tirkîyayê ya bi destxistina wîlayeta Mûsilê fêm bike û derxistina wê ji destê Îraqa ku ji alîyê Birîtanyayê ve hatibû dagîrkirin, lê Tirkîyayê neçar ma xwe radestî rewşa heyî û biryara Komeleya Miletan a 1925 ku wîlayeta Mûsilê kire para Îraqê, bike. Heman tişt bi cîranên Tirkîyayê ra derbas bûn, nexasim giravên Yûnanistanê û pevguhartinên şênîyan di navbera Yûnanistan û Tirkîyayê da û dagîrkirina Tirkîyayê ji bakurê Qubirsê sala 1974 û parçekirina wê û redkirina bangên ji bo yekkirina giravê. Her wiha, Tirkîyayê her dem dixwaze ku karûbarên teterên Kirimê bi rê ve bibe û nîvgirava Kirimê wekî axa Tirkîyayê dibîne.
Di her halî da, em di her du beşên vê gotarê da, hevoka”Dîrok xwe dûbare dike” piştrast nakin, lê belê em ê hewl bidin piştrat bikin ku ji dema ku sînor hatin xêzkirin û gelek caran di navbera Sûrîya û Tirkîyayê da hatiye xêzkirin, em ji dîrokê derneketine. Ji ber ku tiştê ku li bakurê Sûrîyayê rû dide, ew cewher û îdyolojîya dewleta Tirkîyayê ya berfirehbûnê di herêmê da ye ji sala 1920î heta bûyerên 1957an û heta sala 2016an û heta roja me ya îro jî bi dawî nabe.
=KTML_Bold=Îskenderon armanca sereke bû=KTML_End=
Para Sûrîyayê ji encamên siyasetên berfirehkirinê yên Tirkîyayê ji cîranên xwe hemû girantir bû: Ji ber ku Tirkîyayê fêm kir ku dikare sînorê ku piştî hevpeymana Sêverê (1920) hatin xêzkirin, biguhire. Di encamê da, hevpeymana Enqereyê ya yekem “Hevpeymana Franklin-Boyon”(1921) dest pê kir û bi dagîrkirina beşên ji wîlayetên girêdayî Helebê yên alîyê bakur û girêdana wan beşan bi Tirkîyayê ve bi dawî bû. Piştre, peymana lihevkirinê ya Lozanê (1923) derket û li ser xêzkirina sînorên berê bê tu guhartin li ser nexşeyê piştrast kir. Lê ji ber ku di wê peymanê da, çarenûsa Lîwayê Îskenderonê nehate zelalkirin û 18 salan bênavber pirsgirêk rû dan, di dawîyê da, lîwayê sûrîyayî (Lîwayê Îskenderonê) ji Sûrîyayê ku piranîya niştecihên xwe ereb in, hate qutkirin.
Piştî peymana Enqereyê ya duyem a sala 1926an, sînor careka din hate xêzkirin û di encamê da, sînor ji nû ve hat dabeşkirin û Nisêbîn û beşên ji Cizîra Botanê bûn girêdayî Tirkîyayê. Balkêş bû ku herêmên navborî, berê wekî herêmên sînorî yên nakok di navbera Fransa û Tirkîyayê da bûn, ji ber ku di wê demê da, çarenûsa herêmên Kurdistanê di xeyalên dewletên mezin da, nehatibû dîyarkirin.
Em careka din vegerin mijara dagîrkirina Lîwayê Îskenderonê; Piştî ku Enqereyê rastîya nîyetên Sûrîyayê yên derbarê paşeroja tirkên li Lîwayê Îskenderonê red kirin, li wir hemû rêbazên siyaseta tirkirinê ji bo jiholêrakirina cihêrengiya etnîkî û mezhebî hatin meşandin, da ku zemîna dagîrkirina wê bi temamî were amadekirin. Ev yek jî ji alîyê Sadelah El-Cabîrî dema ku serdana Tirkîyayê kir û bi wezîrê Edaletê û wekîlê Wezareta Karê Derve, Sîrac Oglu ra rûnişt, hate gotin. Her wiha, Haşim El-Etasî jî ji dezgehên çapemenîyê yên Tirkîyayê ra daxuyanî da ku tirkên li Lîwayê Îsekenderonê “Çi li wan dikeve, li me jî dikeve”. Lê tiştê ku tirk ji wê demê ji daxuyanîya Etasî hêrs bûn, ew bû ku”Lîwayê Îskenderonê beşek ji Sûrîyayê ye”. Di heman demê da, tişta ku hêrsa tirkan zêde kir, ew bû ku şandrya Sûrîyayê ne amade bû ku di mijara Lîwayê Îskenderonê da, danûstandinan bike. Di vê çarçoveyê da, şandeya sûrîyayî ku ji Cinêvê vegerîya di Tirkîyayê ra derbas bû û di esas da, ne ji bo danûstandinê hatibû.
Di heman demê da, Enqereyê bang li tirkan kir ku hilbijartinên Encûmena Sûrîyayî ya sala 1936an boykot bikin. Piştî wê bi salekê Tirkîyayê projeya konfedrasyonê pêşkêş kir, da ku Sûrîya, Libnan û Îskenderon bike yek, lê her dewletek hikûmeta xwe ya taybet hebe û serwerîya wê ne sînordar be. Lê ji ber fişarên leşkerî û nîşaneyên gurbûna şer di navbera Fransa û sûrîyayîyan da, Mistefa Kemal Atatruk serdana navendên artêşa Tirkîyayê yên li ser sînorê Lîwayê Îskenderonê kir. Ev yek hate şirovekirin ku Enqere xwe amade dike da ku rêbazên leşkerî û tundîyê bikar bîne, eger ku danûstandin bi alîyê fransyayî re têk çû. Lê ji ber ku helwesta Fransayê wê demê hişk bû, tirk neçar man ku dest ji rêbazê fişara leşkerî berdin û piştî şer gur nebû, Ataturk vegerîya Enqereyê. Di heman salê da, Lîwayê Îskenderonê rewşeka xwe ya qanûnî û serxwebûneka navxweyî çêbû û berpirsyartîya parastina Lîwayê Îskenderonê ji metirsîyên derve kete ser milê Fransa û Tirkîyayê. Ev yek li gorî biryara Encûmena Komeleya Miletan a sala 1937an da pêk hat. Lê ev yek tirk kêfxweş kirin û ereb û Sûrîyayê aciz kirin. Lewra rewşa qanûnî ya şênîyên Lîwayê Îskenderonê bûn du parçe, ji alîyekî ve şênîyên sûrîyayî û ji alîyekî din ve jî şênîyên îskenderonî, ango ji her du nasnameyan ve nêz bûn.
=KTML_Bold=Parçekirina şênîyan, destpêka serwerîyê bû=KTML_End=
Tirkîyayê bi rêya polîtîkayên mayîndekirina nasnameya tirkî di Îskenderonê da û lîstina bi dîroka wê bi awayekî sosret bi rêya navlêkirina Îskenderonê bi Hatayê li ser esasê hatayîyan (hîtîtan), piştgirî da tevgera parçebûnê li Lîwayê Îskenderonê. Her wiha, Tirkîyayê got ky hîtît bav û kalên tirkan in û navlêkirina Îskenderonê ji Îskenderê Meqdûnî hatiye û ev yek jî şaştîyeka dîrokî ye.
Destwerdana Tirkîyayê di Lîwayê Îskenderonê da, niştecihên wê derê dabeşî alî, partî û komên dijber kir. Gihaşt astekê ku tirk jî bi xwe bûne du parçe. Wekî ku çawa Mecîd Kedorî di pirtûka xwe ya bi hûrgilî “Doza Îskenderonê” da tîne ziman, tirk bixwe dabeşî nijadperest, parêzkar û bêalî, bûn. Nijadperestan tevgera Kemalîst ji xwe re esas digirtin û piştgirî ji hikûmeta Tirkîyayê û Komeleya”Hatayê”ya li Tirkîyayê, werdigirtin. Her wiha ji Tirkîyayê piranî ji nijadperestan piştgirî dan ku Lîwayê Îskenderonê tev li Tirkîyayê bikin û kum wekî sembol ji xwe re hilbijartin. Kum di vir da, wekî pabendbûna wan a qanûna kum ku ji alîyê Encûmena Neteweyî ya Tirkî sala 1925an derketî, nîşan dide. Ev qanûn jî armanc jê lixwekirina terbûş û fes were qedexekirin. Ji ber vê yekê, kum li hemû niteşcihên Lîwayê Îskenderonê hatin belavkirin. Ê ku nûnertîya vê meylê jî dikir “Xilq Partisi” ango “Partîya Xilq”ê û rojnameya wê”Yeni Gun” ango “Roja Nû”yê bûn.
Ji alîyê xwe ve, parêzkaran jî wekî kêmneteweyeka tirkî, hewl didan ku Lîwa di bin serwerîya Fransayê da bihêlin. Ji ber vê yekê jî, parêzkaran terbûş wekî sembol li dijî kemalîstan ji xwe re hilbijartin. Çîna bêalî ya tirkan jî kumê fransayî “Beret” ji xwe re hilbijartin. Ji alîyekî din ve jî, erebên Îskenderonê û ermen, kurd û çerkes jî bi rêya çalakîya”Komeleya Karkirina Neteweyî” piştgirî didan erebîtîya Lîwayê Îskenderonê û girêdana wê ya bi Sûrîyayê ra. Di heman demê da, rojnameya”El-Irûba”yê jî li beramberî propogandaya tirkî ya ku “Yeni Gun”ê dikir, derket holê. Lewra ji bo şerê sembolî, vê blokê (Komeleya Karkirina Neteweyî) kumê bi navê “Sîdara Îraqî” li xwe kir. Ê ku nûnertîya vê meylê wê demê dikir jî Zekî Arsûzî bû ku ji bajarê Arsûzîyê bû, ku piştra Tirkîyayê bi hin ereban ra, derxistin dervayî Lîwayê Îskenderonê.
Biryara Komeleya Miletan a pêkanêna hilbijartinên encûmena Lîwayê Îskenderonê di sala 1937an da, parçebûna di nava niştecihan da xurtir kir; di vê çarvçoveyê da, komîteya birêxistinkirin û çavdêrîyê ya ku ji alîyê Komeleya Miletan ve hatibû erkdarkirin, niştecihên Lîwayê Îsekenderonê dabeş kirin, lewra dengdêran navên xwe dan yek ji nav heft mezbehan, “mezheba tirk, elewî, ereb, ermen, rom ortodoks, kurd û mezhebên din”. Her wiha, bikaranîna bilêvkirina”mezheb-civak” wê demê, xwestek jê ew bû ku gelê ereb parçe bike û ji bo berjewendîya tirkan, wan dabeşî ereb û elewîyan bike.
Dîyar e ku Tirkîyayê komîte bi alîyê xwe ve anîye û fişar lê kir; li gorî qanûnê tirkên li Lîwayê Îskenderonê ku êdî bûne niştecihên Tirkîyayê û nasnameya wê wergirtin, mafê dengdayînê dane wan jî. Her wiha, Tirkîyayê bi parçebûna şînîyan sînordar neman, lê belê bang li ereban kir ku bi rêya komeleyan ku ji derve ne siyasî ne ji wan klûba”King Spor” û “Peymangeha mûzîkê ya belavkirina çanda tirkî”xwe qeyd bikin, da ku siyaseta tirkkirinê bimeşîne.
Her wiha, Tirkîyayê gelek caran nerazîbûnên xwe li bar qanûna hilbijartinan û xebata komîteyê û tomarkirinê nîşan da û rê neda ku ereb di lîsteyên hilbijartinan da werin tomarkirin û fişar kir da ku xebatên tomarkirinê rawestîne. Lê di heman demê da, Sûrîyayê bi rêya Cemîl Merdem Beg nexwest ku bandorê li komîteya hilbijartinan bike, ji ber ku bi paqijbûn û bêalîbûna wê bawer bû.
=KTML_Bold=Sîyaseta navdewletî li gorî berjewendîyên tirkan bû=KTML_End=
Di Şerê Cîhanê yê Duyem da, ji ber cihê Tirkîyayê di navbera dewletên hevalbend (Birîtanya, Fransa, Rûsya, Îrlenda) û dewletên tewereyê (Almanya, Îtalya û Jeponya) da, ev yek ji bo siyasetên Tirkîyayê yên berfirehîyê sûd bû. Dewleta ku bi awayekî çavkorî di Şerê Cîhanê yê Yekem da, tev li Almanyayê bû, biryar da ku careka din wê şaştîyê dûbare neke. Her wiha, bêalîbûna wê ji bo Fransa û Birîtanyayê bû fişarek. Lê ji ber ku van her du dewletan hewl didan ku parastina aramîya Rojhilata Navîn û rojhilatê Deryaya Navîn bike, di havîna sala 1938an da rewş li gorî berjewendîyên dewleta Tirkîyayê meşîya; di vê çarçoveyê da, Fransayê biryar da ku daxwazên Tirkîyayê pêk bîne û Kolonel Collet wekî fermandarê hêzên leşkerî li Îsekenderonê ya ku piştgirî dida Tirkîyayê erkdar bike. Berovajî Karo, Collet piştî ku ereb derxistin, karmendên tirk erkdar kirin. Di heman demê da, fermandarîya cendirmeyê, gerînendeya polîsan û serokatîya navendên qerqolan radestî tirkan kir. Bi vê yekê, dor li tevgera sîyasî ya erebî hate tengkirin, di encamê da komeleya karkirina neteweyî hate hilweşandin û klûba El-Irûbayê û rojnameya El-Irûbayê hatin girtin, her wiha ciwanên ereb hin ji wan hatin sirgûnkirin û hin jî ketin zindanê. Ji ber vê yekê jî, komîteya hilbijartinan dest ji erka xwe berda û ji Lîwayê Îskenderonê derketin.
Di encama berdewamîya danûstandinên di navbera Fransa û Tirkîyayê da, Tirkîya beşdarî erka parastina ewlekarîya hûndirîn û çavdêrîya hilbijartinan û garantîya bidestxistina hejmareka zêde ji dengên encûmena Îskenderonê, bû. Ev yek têrê dike ku gelê sûrîyayî fêm bike ku Lîwayê Îskenderonê êdî pir nêz bûye tev li nav Tirkîyayê bibe. Ji ber vê yekê jî, sûrîyayîyan bi hewldan û navbeyankarîya Îraqê erê kirin ku Lîwayê Îskenderonê were parçekirin û şînîyên ereb û tirkan bi hev were guhartin û li bendera Îskenderonê herêmeka azad bidin Sûrîyayê. Lê tevî vê yekê jî, Tirkîya û Fransayê di 4ê Tîrmeha 1938an da, peymanek li bara beşdarbûna Tirkîyayê di çavdêrîya hilbijartinan da çêkirin, da ku Tirkîya karîbe gelek dengan bi dest bixe.
Berî niha, artêşa Tirkîyayê di 25ê tîrmeha 1937an da êrîş kir û bajarên Îskenderon, Bîlan û Qerexan dagîr kir û fransiz li Antakya û Ordoyê man û hin bajarên din ên wekî Ersûz, Siwêdîye û Rîhanîyeyê ji dervayî kontrola Tirkîyayê man. Di vê atmosfera germ da, tirkan 22 kursî di hilbijartinên encûmenê da bi dest xistin û ereban 18 kursî bi dest xistin. Her wiha, sala 1938an bi serokatîya Teyfûr Somkmenê ku spasîya Ataturk û Tirkîyayê kir, yekemîm hikûmeta Lîwayê Îskenderonê ava bû. Piştî wê navê Lîwa bo Komara Hatayê hat guhartin. Piştra, Hatayê ala xwe nîşan kir ku wekî ala Tirkîyayê bû, bi tenê cûdahî ew bû ku stêreka sor di hundirê ya spî da hebû. Dibe ku ev lîstoka alayan meseleya alayên qubrisîyên tirk û tirkmenên Îraqê tîne bîra me.
Careka din û bi rêya danûstandinê, tirk û fransizan di 23yê hezîrana 1939an da peymanek girê dan û li hev kirin ku Lîwayê Îskenderonê tev li Tirkîyayê bibe û bibe wîleyeta tirkîyayî ya 63an wê demê (niha 81 wîlayet in).
=KTML_Bold=Wêneyê borî di awêneya îro da=KTML_End=
Hêdî hêdî çîroka dizî û dagîrkirina Îskenderonê nebû mijareka giring. Hîn jî Îskenderon li ser nexşeyên pirtûkên dibistanan di nav sînorê Sûrîyayê da bû, heta ku ji nav pirtûkên cografyayê winda bû.
Bi her halî, piştî ku Tirkîya jî tev li projeya hilweşandina rejîmê bû û hin deverên din ji Sûrîyayê dagîr kir, Hikûmeta Sûrîyayê ji wan daketinên xwe yên sembolîk vekişîya, nexasim ku di heyama asayîkirina têkilîyên Sûrîya-Tirkîya (2002-2010) ev daketin gelekî kêm bûn. Sala 2017an, di civîneka parlamentoya Sûrîyayê da, Wezîrê Perwerdeyê, Hezwan El-Wez ragihand ku jinavbirina Lîwayê Îskenderonê ji nexşeya Sûrîyayê “şaşîyek” bû û berpirsê ku ne pêkan e were cezakirin ew rejîm e ya ku jê hebû ku dikare tirkan razî bike.
Bi kurtasî, dagîrkirina Lîwayê Îsekenderonê ne ji nişka ve çêbû û ne di şev û rojekê da çêbû, lê belê hêdî hêdî, bi bihneka fireh û peymanên li gel Fransayê ji ber ku ew dewlateka dagîrker û garantor ji serwerîya xaka dewleta dagîrkerî ra dikir. Her wiha ji ber gîrokirinên dewleta Sûrîyayê, guhertinên li ser erdê, têkbirina reban û guhertinên demografî, her wiha tevgera leşkerî ya li ser sînor û paşê derbaskirina sînor jî. Her wiha guhertinên cewherî yên ewlehî û birêveberî yên ku li Lîwayê Îskenderonê pêk hatin. Gelo ev tiştê borî bobelata herêmên dagîrkirî li Efrîn, başûrê Helebê, Serê Kanîyê û Girê Spî bi bîr naxe, yên ku bi egereka mezin dê heman çarenûsê bibînin?.
Gelo kiryarên Tirkîyayê û sîyaseta hêzên navnetewî yên niha û yên dema dagîrkirina Îskenderonê, heman in? Gelo dibe ku rewşa herêmên ku niha hatine dagîrkirin û cûdahîya wê ji rewşa Îskenderonê, vê reşbînîyê bişikînin? Ji van cudahîyan jî nebûn yan jî kêmhebûna tirkan ya rastqîn, guhertina rewşa navdewletî û bidawîbûna serdema dagîrkirin û tevlîkirina herêman ya bi zorê.
Ji ber gelek sedeman zehmet e ku tirk ji Sûrîyayê derkevin, çi bi rêyên siyasî û çi jî bi rêyên leşkerî; ji van sedeman jî: Parçebûna di hundirê Sûrîyayê da û rola Tirkîyayê di firehkirina qelşa heyî da, her wiha Tirkîyayê ji hevdijîya berjewendîyên navdewletî sûd wergirt û vê yekê keysbaz dike, di heman demê da, hevaltîya Tirkîyayê bi Rûsyayê ra û endamtîya wê di NATOyê da li kêleka Amerîkayê, her wiha nebûna tu formekê ji -qaşo- “ewlehîya neteweyî ya erebî” ra.[1]