$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Bûrak Olmez
Nasnav: Agir Erdexan
Cihê jidayikbûnê: Erdexan
Dayik-Bav: Gulsen-Dûrmûş
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Agir li bajarê Erdexanê yê Serhedê ji dayik bû. Her çendî di destpêkê de ji ber cih û hawîrdora malbata xwe ji rastiya gelê xwe dûr bijî jî, piştre li hin lêgerînan ket û hewl da ku vegere cewhera xwe. Lêgerînên xwe li Erziromê berdewam kir û çû zanîngehê. Ligek ku pergala kapîtalîst li Kurdistanê siyaseta mêtingeriyê didomand û dixwest ciwanên Kurd bixe jî hevrê Agir ji bo ku vegera cewhera xwe, gelekî israr kiriye. Di demên herî dijwar ên jiyana xwe de ciwanên Apoyî nas kir û ji têkiliyên wan ên hevrêtiyê bandor stendiye û rûpelek nû di jiyana xwe de vekir. Êrîşa komên faşîst ên li Erziromê yên li hemberî xwendekarên Kurd, bala rêhevalê me Agir kişand. Wî ev neheqî û zulma ku li xwendekarên Kurd dihat kirin qebûl nekir. Piştî vê pêvajoyê hewl da têkoşîna ciwanên Kurd zêdetir fêm bike. Hevrêyê me Agir ku ji helwest û şêwazên jiyana xwendekarên Kurd ên zanîngehê bandor bû, hevaltî û nêzîkatiya xwe ya bi xwendekarên Kurd re hîn zêdetir kir. Di vê hevdîtinê de him hewl da têkoşînê fêhm bike û hem jî weke ciwanekî Kurd vegere cewherê xwe. Hevrêyê me Agir bi demê re nasname, çanda xwe, rastiya gel û welat fêm kir. Hevrêyê me yê ku her ku li cewherê xwe vegerî zêdetir dest tahm ji jiyanê stend û kete nav têkoşîneke geştir.Di vê pêvajoya ku mirov dikare jê re bihara jiyana wî bi nav bike, dilsozî û hezkirina wî ya ji jiyanê re roj bi roj zêde bûye. Hevrêyê me Agir ku bi qasî salekê di nava xebatên ciwanan de cih girt, di vê pêvajoyê de têkoşînek aktîf meşand û di rêxistinkirina ciwanên Kurd ên weke xwe de erkên girîng girtiye ser milê xwe. Hevrêyê me Agir anî ziman ku hevdîtina wî ya bi felsefeya Rêber Apo re zayîna wî ya duyemîn e, hevrêyê me Agir di 4’ê Nîsana 2014’an de roja rojbûna Rêbertiya me de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû.
Hevalê me Agir tevlîbûna xwe ya di nava gerîla de weke “jidayikbûn” bi nav kir û bi coş û heyecaneke mezin tevlî jiyana gerîlatiyê bû. Ji kêliya destpêkê ve di bin bandora jiyana çiya û gerîla de ma. Prensîbên bingehîn ên jiyana PKK'ê, ku tê de têkiliyên hevaltiyê xurt in, tu kes ji kesî ne bilindtir e, wekhevî û azadî bi tevahî tê jiyîn, bingeha tevlîbûna hevrêyê me Agir a di nava Partiyê de jî ava kiriye. Hevrêyê me Agir ku dewreya perwerdeyê ya Şervanên Nû bi coşeke mezin û tevlîbûneke bêhempa bi dawî kir, weke gerîlayekî jêhatî dest bi xebatên pratîk kir. Hevrêyê me Agir ku bi durustî û keda xwe hurmeta hemû rêhevalên xwe girt, bi israr dixwest biçe eniyên şer. Hevrêyên wî, hevrê Agir xistiye nav xebatên ku baweriyeke mezin hewce dike da ku di gerîlatiya serdema nû de xwe hîn zêdetir pêş bixe û kûr bike. Di van xebatan de ji bilî serkeftinê ti tiştekî din qebûl nekir û ked û xebateke bêhempa nîşan da. Piştre li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerdeya leşkerî, bîrdozî û fermandariyê dît û di gerîlatiya serdema nû de firsend dît ku xwe zêdetir kûr bike. Di pêvajoya perwerdeyê de jî ji tecrûbeyên hevalên xwe sûd wergirt û weke gerîlayekî pispor tevlî pêvajoya şer bû. Piştî akademiyê bi erka fermandariya tîmê derbasî qada Metîna bû. Li vir di nava pêvajoya şer de bû û bi helwesta xwe ya milîtantî û jiyana xwe ya sade û nerm karîbû bibe milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Agir ê ku di êrîşa dijmin a li herêma Girê Ortê ya Metîna de şehîd bû, bûye yek ji mînakên herî baş ku çawa kesên bi felsefeya Apoyî li ber xwe didin, bi meşa şoreşgerî digihîn heqîqetê. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armancên heval Agir bi cih bînin.[1]