图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,886
图片 106,343
书籍 19,328
相关文件 97,290
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Edebiyat û prestîj
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Edebiyat û prestîj

Edebiyat û prestîj
Edebiyat û prestîj
#Samî Hêzil#

Eger em bi şêweya navlêkirina Pascale Casanova bibêjin, di Komara Wêjeya Cîhanê de meseleya prestîjê di çarçoveya endustriya çandî de bi awayekî gelemperî çareser bûye û kevir û kuçan cihên xwe girtine. Reytînga nivîskar, weşanxane û reklam û sponsor, cureyên edebî û ref û katalogên wan, xelatên girîng û dora nivîskarên gewre yê wergirtina wan xelatan, çalakiyên edebî û faktorên din tev cih û pileya xwe dinasin di nav vê endustriya hegemonîk de.
Lê ne pêkan e ku qala heman sazbûn û cihdîtina wan hokaran ji bo hemû ziman û edebiyatan bê kirin. Mixabin ji bo Edebiyatên Biçûk û Edebiyatên Gelên Bişaftî rewş ne zelal e; û sergêjiya ku têgihên din ên têkildar ên wek popûlerî, kanon, nirx û qîmetdayîn bi xwe re çêdikin jî pêre. Rast e, di cîhana newekhev de edebiyat jî ne wekhev in. Edebiyatên Bakurê Cîhanê bêhna yên başûr çik dikin, bayên nû tim ji rojava ber bi rojhilat digobilin. Dîsa jî edebiyat ne qada stûxwaran e, û ew dijderketinên edebiyatên welatên dorhêlî ya li hember ên navendî nîşana vê yekê ye.
Prestîj tam di vê niqteyê de wek hecetek hêvîdarbûna entelektuelî dikare bê kardarkirin. Lewra prestîj di rûberîhevbûna edebî ya kolonyalîst û madûnan de wek şûreke du hêlên tûj dikare sûretên her kesî hilû bike. Her çiqas bi derbên hegemonîk terîf girtibe jî, ew malê kasiban e jî. Hem vejena takekesî û hem jî ya girseyî bi halê xwe yê rût î tazî li dorhêla prestîjê çeng didin. Prestîj têgeheke populer e û bala mirovê îroyîn tim li ser wê ye. Di ser de jî, derdê prestîjê ne derdê îro ye. Li duh, serdema navîn, qesta Xanî ku behs dianî ser nebûna xerîdaran, şemirandina durrî û vexwarina durdê, kêm zêde qala heman tiştî dikir û derdê wî jî bê guman bilindkirina prestîja zimanekî bû; û îro jî rûyê mehçûb û gotinên şikestî ên kurdên tirkînûs -gava ku axaftin tê ser tercîha wan a zimanî- û rewşa kurdînûsên ku ji ber kêmbûna xwîneran û ji nenasiyê xwe wek mehkûmên qederê dibînin lê dîsa jî dêla wan tîk e, tev bi mijara prestîjê re girêdayî ye.
Li cîhana îro, prestîj hem ji bo terîfa nasnameyî û hem jî ji bo jixwe-baweriya girseyî têgihek kartêker e. Arîşe pê tên çareserkirin, qusûr pê tên vêşartin, xulase, hebe nebe divê prestîja we hebe. Di vê niqteyê de pirsa sereke xuya ye ku divê ev be: Gelo di nav qadên hewldanê yên vejîner de, ku qesta me şiyarkirina hestên welatperwerî û ve-pênasekirina nasnameya neteweyî ye, cihê edebiyatê û derfetên ku edebiyat dabîn dike çi ne? Dijwarî û reqabeta ku edebiyat ji bo bidestxistina prestîjê pêşkêş dike beramberî qadên din çawa ye û derfetên ku ew derdixîne holê çi ne?
Vêca pirs bi xwe re pirsan tîne. Xilasker-ku behsa yekî/ê bê kirin- kî be, cureyên edebî an jî takekesên populer? Tişta ku afirîneriya edebî motîve bike, prestîja edebiyatekê bilind bike û xwîneran mobîlîze bike, gelo, dawiya dawî dê efsûna li dor curey(ek)ên edebî be an jî dê bi karîzmaya nivîskar pêşde were? Wek mînak romana ku wan sêsed salên dawî hema bêje cureya sereke ya edebiyata cîhanê bû û belkû jî amraza herî kêrhatî bû ji bo xwe-nasîn û xwe-terîfkirinê, dikare auraya edebiyata kurdî geş bike (helbet bi şertê ku romanûsên me serê xwe bi teoriya vegêranê bibijiqînin beriya ku du paragrafan binivîsin, zanista psîkolojiyê serûbin bikin beriya ku karakterekî biafirînin û li dora cîhanê seferekê timam bikin beriya ku behsa gund û tax û bajarê xwe bikin.)
Tercîha nivîskar a nivîsîna bi zimanê lokal, neteweyî an jî bi zimanê cîhanî arîşeya têkildarî prestîjê heya çi radeyê çareser dike? Mînak, eger romanûsek zaza ku bi hinceta xwe-gihandina zêdetir xwîneran bi zazakî nenivîse û wek tercîha xwe ya duyem jî li şûna kurmancî bi tirkî binivîse. Axiriyê ew camêr an jî canik, di hunera xwe de çiqas serkeftî be jî, tev kar û keda wî/ê dê wek kevirê Sîsîpûs ji lûtkeya çiyê gulolî jêr be û serê me kurdan bibijiqîne! Bila tu kes bi şîroveya xeleta unîversalîzmê xwe nexapîne!
Prestîja nivîskar û prestîja berhemê, hevbandorên wan ên ku bi şêweyên cuda xwe didin kifşê jî xaleke din a mijarê ye. Bi xatirê prestîja nivîskar berhem ji tîrên rexneyê tê parastin, mînak neheqiya li birêz Demîrtaş hatiye kirin û hezkirina civakê ya ji bo şexsê wî heta radeyekê dibe mertal ji bo nirxandin û rexneya berhemên wî. Berovajî vê jî, bi xatirê berhemê vêca nivîskar tê parastin. Di edebiyata kurdî de pêkanîna hin karên zehmet û qîmetbilind gelek caran dibe toleransa şexsiyeta kirêt a xwediyê kar (ev yek bê mînak be baştir e).
Li meydana edebiyata kurdî ya roja îro aliyeke têgiha prestîjê ber bi berhem û nivîskarê populer ditewe û wêneyên takekesên şikl-nûjen nîşan dide û zêdetir bi amrazên ragihandinê û bi medyaya civakî, bi kombûna li dora stêrkên wêjeyê û bi parvekirina egoyê -bes ne bi awayekî wekhev- zîq dibe; li aliyê din jî qîmeta demdirêj û dîrokî, berhemên klasîk û şairên qedirşînas û peyrew û hezkiriyên wan hene ku helwesta wan dişibe tevgerên vejîner ên cimaetên dilsozan. Domahî û encamên vê rikêbî û hevhêrandinê hîn nediyar in. Em ê bijîn, bibînin û şîrove bikin.
Wek aliyê sêyem jî, şîroveya der barê rola jinên kurd ên rewşenbîr de divê. Rast e, jinên kurd, bi taybetî yên rêxistî, jiyaneke çalak dijîn û xwedî li arguman û mottoyên xwe derdikevin di çarçoveya têgiha zayenda civakî de. Lê hebûna edebiyateke têkildarî nasnameya jinê ya civakî di heman asta çalakbûna jinê de ye gelo? Heta kengê em ê mînakên xwe bi ‘Simone’ û ‘Virgina’yan bidin. Angaştên edebî yên mêyane nînin ku meydanê li serdestiya mêran a di rojeva edebiyata kurdî ya teng de bixwazin. Ma ne barê prestîjê barê wan e jî.
Çîroka prestîjê û çîra vê dirêj e. Dîsa jî, bawer kim em kurtebiriya gotinê wiha bikin baştir e; gelo em dişên pênaseya xwe ya prestîjê -kêm zêde hevpar û pejirandî- bikin û bi pîvanmetreyên xwe hem bejna nivîskar û hem jî ya berhemên xwe bipîvin. Azweriya afirîneriyê û agirê ku sotemeniya serpêhatiya giyanê mirov e, li gel reqabeta hevdem, çima edebiyata me kurdan jî bi xwe re nebe! Belkû ne bi bayê bezê bes hêwaş û hêwaş! [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览995
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 12-04-2023
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 16-03-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئەڤین تەیفوور 12-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):12-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览995
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,886
图片 106,343
书籍 19,328
相关文件 97,290
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!