图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,496
图片 105,194
书籍 19,480
相关文件 97,495
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nexweşiyeke bi navê anakronîzmê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Helbestvanên kurd

Helbestvanên kurd
$Nexweşiyeke bi navê anakronîzmê$
#Samî Hêzil#
Têgeha anakronîzmê -ku mirov wek çareyeke demborî vê têgehê wek dijdemî bike kurmancî û li benda bertekan bimîne- di jiyana entelektuelî de gelek caran tê bihîstin û dîtin. Belê, gelek caran wek rexneya fikrên hin kesan û ji bo destnîşankirina nakokiyeke demî, ew têgeh ji rexnekaran tê bihîstin; wek xeletî/nexweşiyeke nêrîna di nav metnekê de jî bi hêsanî ji hêla xwînerek baldar ve tê dîtin.
Anakronîzm ji bo ravekirina tiştekî ku ji hêla demê ve ne di cih de, an jî li hev neyê tê bikaranîn. Bêjeya “kron” wateya demê dide û pêşgira “ana” jî wateyên wek “jor”, “paş” û “dîsa” didin. Destpêkê ji bo destnîşankirina xelet a dema tiştekî dihat bikaranîn lê bi demê re ji bo temsîla bûyeran, kesan an jî tiştan a di nav peywendeke dîrokî ku tê de cih negirtiye an jî jê derneketiye holê hat bikaranîn û bi vî awayî jî wateya “dijî-demê” wergirt.
Mirov di tevgerên xwe de û di tercîhên xwe yên şexsî yên wek îmaj û cilûberg de, dikarin bi zanetî xwedî helwesteke anakronîst bin. Hunermend û nivîskar jî di berhemên xwe de carinan hêmanên anakronîk bi zanetî bi kar tînin da ku bandoreke tevlihev li ser hîs û hişmendiya mirovan pêk bînin. Mirovekî ku şal û şepik li xwe kiribe û qrawatek jî ji stûyê wî daliqiya be, an jî ciwanekî bi blue jeans bi qaydeyên rûspîyan biaxive, vê gavê em anakronîstekî bê zerer û piçek jî pêkenok an jî şîrîn li pêşberî xwe dibînin.
Dema ku hesab tê ser şîroveyên derheqê mijarên giran, vê çaxê çi şîrîniya anakronîst namîne. Li şûna wê şîrînbûnê, gotin û helwestên kirêt û bêqîmet digirin. Anakronîzm li destê kesên niyet-xirab û nezan dikare bibe çekek xedar û wek şûrekî tûj dikare gelek tiştên nazik birîndar bike. Anakronîst di êrîşên xwe de dibe ku pir çavsor tevbigerin û wek şervanên Berserker ên Îskandînav bê rawestan êrîşê bikin.
Di vê mijarê de mirov divê du xasyetan ji hev cuda bike. A yekem anakronîzma ji ber kêmasiya lêkolînê ye ku ji nezanînê çêdibe. Lêkolîner ji ber agahiyên kêm ên der barê rewşa/bûyera kevn de şîroveya xwe bi tiştên/keresteyên berdest û bi têgehên rojane sînordar dike û bi vî awayî jî encameke bi fikrên sivik û serdagirtî derdikeve holê. A duyem bi fikarên polîtîk û bi helwest û refleksên çandî-civakî çêdibe ku qesteke neyartiyê tê de heye. Kesên xwedî wê qestê bi zanetî têkiliyekê di navbera bûyer, rewş, an jî hebûneke dîrokî de, fikr/darazên xwe çêdikin û mohreke qelp li tişteke resen didin. Ev têkiliya sûnî ya navbera tiştên cuda pirî caran bi şêweyê retorîkê û pirolekirinê xuya dibe. Hem retorîk û hem jî mubalaxa ji bo pejirandina fikra anakronîstîk a zorlêker dibin bingeha rewabûnê. Anakronîst bi ser navê rexneyê serî li populîzmê dide û eger pêwîst bike piçek hemasetê jî daxilî nav dike.
Anakronîst dema ku li dîrokê dinêre, ji bo şîroveyên bê serûber xezîneyeke bê serûbin dibîne. Ji bo şîroveyên xwe yên antîke di hebanê wî/wê de helwesteke îdeolojîk, têgehên qerimî û pêşdaraziyên şexsî hene. Bi derbeke pênûsê têkildariya dîrok û demê ya bi çand, ziman û edebiyatê qut dike, parçeyeke agahiya dîrokî jê dibire û dibe bi tişteke li zeman û mekaneke din ve dizeliqîne. Wek mînak, eger anakronîst bi bayê bezê berê xwe bide nav edebiyata klasîk, ê ji dest xwe re ji mesnewiya Xanî bernameyeke polîtîk derxîne, dê helbesta Cizîrî wek destpêka erebîzebûnê bi nav bike, an jî dê medreseyên kurdî bike hemtayê dibistanên herêmî yên bi navê YIBO. Divê mirov mînakan ji qadên din nede da ku kelûmelan nede destê wan, lewre em mînakan di wir de qut bikin çêtir e.
Hebûna kurdan helbet di roja roj de, li serdema me ya dêrîn û zêrîn, wek Uçayîşravasê mîrê hespan xwedî gewdeyeke heft ser bû; bes ji wan seran îro hema bêje sê man. Li ser gewdeyê me wek temsîla hebûna me sê ser hene: çand, ziman û dîrok. Yek ji wan ji yên din nabe. Lewre divê em şûrê destên anakronîstan ji wan bistînin da ku yekê ji wan bi/bê zanebûn jêneke, an jî ew serên me nebin qurbaniyên nexweşiyeke biyanî ya bi navê anakronîzm û gewdeyê me di bin de nemîne. Çanda kurdan û zimanê kurdî bi hemû tiştên ku ketine tê û teşeyek kurdewar girtine; bi hemû tiştên ku jê derketine û hîn jî kurdewar mane biqîmet e, yek e û divê yekgirtî be.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览201
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 10-04-2023
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 13-09-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 艺术
书:
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئەڤین تەیفوور 10-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):10-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览201
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1200 KB 10-04-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,496
图片 105,194
书籍 19,480
相关文件 97,495
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!