图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,864
图片 106,158
书籍 19,348
相关文件 97,367
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Huseyîn Ahmed - Hogir Qamişlo
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Huseyîn Ahmed

Huseyîn Ahmed
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Hogir Qamişlo
Nav û paşnav: Huseyîn Ahmed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Navê dê û bav: Hiyam - Zenûn
Dîrok û cihê şehadetê: 07-10-2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Qamişlo bajarê berxwedanê yê Rojavayê Kurdistanê, ji rojên destpêkê ve xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derketiye û bi hezaran zarokên leheng tevlî nav têkoşîna me kiriye. Hevrêyê me Hogir di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû, bi pêkanîna Şoreşa Azadiyê ya Rojava re dest bi naskirina tevgera me ya azadiyê kir. Welatparêziya kûr a malbatê û geşedanên Şoreşa Azadiyê ya Rojava hişt ku rêhevalê me Hogir cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigire. Pêşî ji bo parastina gelê me li hemberî êrîşên çeteyan ên li ser Rojava, tevlî yekîneyên berxwedanê bû. Bi enerjiya xwe ya ciwantiyê û bi dilsoziya xwe ya kûr a ji bo gelê me, di demeke kin de di nava refên têkoşînê de xwe bi pêş ve bir û bi tevlîbûna di gelek çalakî û pêngavan de erka xwe ya şoreşgerî bi cih anî. Bi cesaret û tevlêbûna xwe ya bê xem di çalakiyan de pêşengî ji hemû hevrêyên xwe re kir û bi serkeftinên xwe bû şervanekî mînak. Her çiqas di vî şerî de ji her du lingên xwe bi giranî birîndar bibû jî, bi lez û bez birînên xwe derman kir û cihê xwe di eniyên berxwedanê de girt. Di şerê dijwar de hevrêyê me Hogir ê ku erka parastina gelê me bi cih anî, hewl da felsefeya Apoyî ya îlhama Şoreşa Azadiyê ya Rojava fêm bike. Hevrêyê Hogir jî dixwaze bibe milîtanekî Apoyî û dizane ku herî baş li çiyayên Kurdistanê, di nava refên gerîla de dikare vê bike. Hevrê Hogir ê ku di sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a qirker êrîşeke mezin li dijî gelê me û Tevgera me pêk anî, tevlî nava refên gerîla bû, li hember van êrîşan di destpêkê de helwesta xwe diyar kir û di berxwedanê de israr kir.
Piştî ku tevlî nava refên gerîla dibe, her tim heyraniya xwe ya ji bo xwezaya bi heybet a çiyayên Kurdistanê tîne ziman. Hevrêyê me yê ku diyar kir ew ê jiyana xwe ya gerîlatiyê ya bi xwezayê ve girêdayî ye, ji jiyana madî dûr ketiye, her roja ku derbas dibû ruhê xwe û cîhana xwe ya watedar pêş dixe. Di rêwîtiya xwe ya ber bi heqîqetê de ku bi tevlîbûna nava refên gerîla dest pê kir, her dem dest ji perwerdehiya xwe berneda û di demeke kin de bû milîtanekî Apoyî yê jêhatî û xwedî tecrube. Hevrêyê me Hogir zane ku weke milîtanekî Apoyî li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê me yên li gelek herêmên Kurdistanê bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêwîst e bersivê bide, dizane ku ji bo vê pêwîste xwe di nava gerîla de perwerde bike. Hevrêyê me yê xwedî tecrubeyeke girîng a leşkerî ye, ji bo xwe di taktîkên gerîla û têgihiştina serdema nû de kûr bike kedeke mezin daye. Hevrêyê me yê ku bi dilgermî dixwest di şaxê sabotajê de ku di pêşxistina şerê me yê azadiyê de cihekî girîng digire, bi vê armancê perwerdeya sabotajê dît. Hevrê Hogir ku bi serkeftina xwe ya di pêvajoya perwerdeyê de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak, di dawiya perwerdeyê de bi mayîna li akademiyan erka perwerdekirina hevrêyên xwe girt ser xwe. Hevrêyê me yê ku her roja ku derbas dibû tiştên ku hîn dibû zêdetir pêş dixist, bi dehan hevalên xwe perwerde dikir. Hevrêyê me yê ku bi kelecan û hezkirineke mezin pêşketina hevrêyên xwe dişopand, di vê pêvajoyê de gelek tişt ji hevrêyên xwe fêr bû. Hevrêyê me Hogir ku bi kesayeta xwe ya fedakar û dilê xwe yê tijî evîna hevrêtiyê bandoreke girîng li hemû rêhevalên xwe hişt, dema ku li ser erka xwe bû di êrîşa dijmin de bi şehadeta xwe tevlî karwanê nemiran bû. Em hevrêyê wî em ê mîrateya berxwedanê ya hevrêyê xwe Hogir biparêzin û teqez xeyala Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览270
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 09-04-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: Qameeshly
No specified T3 85: 西部库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 09-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):10-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览270
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,864
图片 106,158
书籍 19,348
相关文件 97,367
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!