图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,811
图片 105,954
书籍 19,368
相关文件 97,521
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çîroka Wezîrê Nadirî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nûbar, Wezîrê Nadirî

Nûbar, Wezîrê Nadirî
Çîroka Wezîrê Nadirî
#Samî Hêzil#

Di şîrovekirina deqên wêjeyî de nirxandina di ser nivîskêr re rêbazeke kevn e bes hê jî derbasdar e. Jiyana nivîskêr, tecrube û helwestên wê/wî ji bo şîroveyên me dibin pîvan. Lê mesafeya navbera berhemên wêjeyî û nivîskarên wan jî divê neyên jibîrkirin, an ku nivîskar û berhem teqez ne yek û heman tişt in. Rexnegirên wêjeyî timî dijwariya têkildarkirina metnê û nivîskarên wan anîne ziman. Lewre xwendina metna edebî ya li ser nivîskêrên wan di sedsala dawî de cihê xwe ji xwendina navend-metnî û navend-xwînerî re hişt. Dîsa jî nivîskar hê jî faktoreke referans e ji bo nirxandina berhemê. Têkiliya nivîskêr û berhemê bi tercîha cureya edebî, bi şêwaza nivîsînê, bi ton û hewaya berhemê û bi helwesta nîvîskêr xwe dide nîşan. Kesayet, jiyan û ezmûnên nivîskêr tev li ser tercîha wê/wî ya cureya wêjeyî, li ser şêweya nivîsînê û li ser mijarên ku tercîh dike tên nîqaşkirin.
Dema min der barê jiyana Wezîrê Nadirî de hin tişt xwendin û pirtûka wî ya bi navê Nûbar nirxand, ez dîsa li ser têkiliya jiyana nivîskar a bi tercîhên wî yên wêjeyî re mijûl bûm. Em bi çend gotinên der barê Wezîrê Nadirî de behsê vekin. Nadirî di temenekî biçûk de sêwî dimîne û di nav kuştin û qirkirinên salên 1916’an de ji gundê xwe yê qeraxa gola Wanê koç dike û berê xwe dide (Qafqaz) Kavkazê. Wezîr perwerdehiya li ser ziman û edebiyatê, bi taybetî jî edebiyata farsî dibîne. Dibe serokê beşa îranî ya rêxistina îstixbarata Sovyetê û têkiliyên dîplomatîk li gel Qazî Mihemed û rêvebirên Komara Kurdistanê çêdike. Heta tê gotin ku Wezîrê Nadirî pîlaneke sûîqastê ya li dijî Stalîn aşkera dike û bi saya wî Stalîn ji kuştinê rizgar dibe. Di mirina Nadir de jî hin angaştên cuda hene. Li gor agahiya fermî di sala 1946’an de di qezayeke trafîkê de dimire. Lê li gor agahiyên ku Eskerê Boyik ji kesên wek P. Mihoyî û Kînyazê Îbrahîm radigihîne, Wezîrê Nadirî piştî hilweşîna Komara Kurdistanê bi awayekî nepen tê kuştin. Her wekî tê zanîn Wezîrê Nadirî li heyama şerê duyem ê cîhanê bi ser navê rêxistina îstixbarata Sovyetê û wek kurdekî welatperwer têkiliyên berfireh li gel Qazî Mihemed û kesayetên din datîne û di avakirina Komarê de xwedî rol e. Di encamê de jî reng e ku wek berpirsekî tevgera kurd a wê demê û wek kesekî xwedî zêde-agahî hatibe kuştin.
Berhema Wezîrê Nadirî, Nûbar, cara yekem di sala 1935’an de ji aliyê Neşra Hikumeta Ermenîstanê ve li Rewanê tê weşandin. Pirtûk hem bi versîyona çapa yekem û hem jî bi tîpguheziya latînî ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve di sala 2016’an de hat çapkirin. Di Nûbarê de helbest û çîrok hene. Çîroka destpêkê ya bi navê “ÇAXIRBEGÊ DA” hêmanên çîrokên dedektîfî dihewîne. Li destpêka çîrokê vebêj-leheng dikeve li pey şopa Dara Maşûr ku atmosfereke nepeniyê û hewayeke sosret çêdike di çîrokê de. Dîsa vebêj bi heman helwesta dedektîfî devê hin bûyerên paşerojê vedike. Çîroka kelefê xaniyê Hamê, ku li destpêka çîrokê wek şûnwareke bixof ji xwîner re tê pêşkêşkirin, bi diya xwe dide gotin û pê re jî bûyerên din tên vegotin. Bûyerên wek kuştina birayê xwe, karesata ku li ser mala Hamê çêdibe û zordariyên ku Elî beg dide kirin, reva leheng a ji gund û pîlansaziya wî û dergîstiya wî Têliyê ya der heqê kuştina Arif Begê de tev dirûvê çîroksaziya dedektîfiyê didin.
Tiştekî aşkera ew e ku Wezîrê Nadirî bi awayekî rasterê lehengê çîrokên xwe ye. Vêca mirov li ser jiyana Wezîrê Nadirî ya di salên 1940’î de bifikire ku bi têkiliyên kompleks ên siyasî û dîplomatîk, bûyer, belge û şahidiyên nehînî jiyaneke bi têra xwe têkilhev e; û wan tiştan jî bi bûyerên ku 20-30 sal berê pêk hatine û bûne mijarên çîrokên wî yên salên 1930’yî têkildar bike, hingê rê û peywendek ji bo hin şîroveyan vedibe, helbet dibe ku ew şîrove wek zêde-şîrove bin jî. Tiştê ku di vê nimûneyê de bala min kişand ji tercîha Nadir a cureyeke edebî bêtir -lewre camêr helbest, çîrok û pîyes jî nivîsîne- têkiliya navbera mijara çîroka wî, honandina bûyeran, atmosfer û tona vegotinê û qedera wî ya şexsî bû.
Jiyana Wezîrê Nadirî, tercîha wî ya cureyî û şêweya afirandinên wî bi vê deqbendê dikare rêça şîroveyên me yên edebî diyar bike. Gelo Wezîrê Nadirî bûyerên zaroktiya xwe di xortaniya xwe de ku wek ofîserekî îstixbaratê kar dikir, ji nû ve honand û reng û dirûvên bûyerên paşerojê bi çavê îroya xwe ji nû ve hevrêst? An bûyerên heyama zarokatiya wî wek pêşbîniya xirab (premonition) a çarenûsa wî li ber çavên wî xuya bûn û jê re bûn hêmanên çîrokî? Dibe ku Wezîrê Nadirî serpêhatiya xwe ya 20 sal berê bi dawiya xwe ya 20 sal şûn de di nav çîroksaziya çîrokekê de gihandibe hev û bi rêya efsûna edebiyatê dawiya xwe hîs kiribe û ew nivîsîbe. Rêya pirs û şîroveyên bi vî rengî vekirî ye û xwîner dikarin mijarê hin zêdetir veçirînin eger ku konteksta şîroveyê kifşe be. Jixwe tiştê ku qîmeta wêjeyî ya berhemekê çêdike jî ew bêserûbiniya şîrove û pêhisînan e.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览765
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 19-03-2023
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 30-07-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 故事
书: 文学
文件类型: 原文
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-03-2023
此产品最近更新( سارا ک ):19-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览765
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,811
图片 105,954
书籍 19,368
相关文件 97,521
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!