图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,095
图片 106,601
书籍 19,279
相关文件 97,185
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şerê li ser Rustemê Zal
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şerê li ser Rustemê Zal

Şerê li ser Rustemê Zal
Şerê li ser Rustemê Zal
#Samî Hêzil#

Destana #Ristemê Zal# hem di wêjeya kurdî de û hem jî di nav gelên îranî de bi gelek guhertoyên xwe, bi bûyer, tema û motîfên cihêreng û wek temsîleke xurt a çîroka mirov a gerdûnî mînakeke navdar e. Her çi qas hin lêkolîner derbarê kurdbûna wî de gumanbar bin jî, Rustemê Zal û çîrokên têkildarî serpêhatiyên wî di wêjeya kurdî ya devkî de ji xwe re cihek saxlem dîtine. Di nav gel de jî şikberiyek derbarê nasnameya Rustem de tune ye. Kurd Rustemê Zal wek leheng/pehlewanekî xwe yê qedîm qebûl dikin û gelek varyantên vê berhemê li deverên cihê yên welatê kurdan bi honakên rengîn tên vegotin.
Rustem çi lehengekî mîtolojîk be, çi jî kesayetekî dîrokî be ku di nav demê re bûbe efsane, di nav lêkolîner û dîroknasan de daxwaza kifşekirina nasnameya wî her tim çêbûye. Ji ber dijwariya çespandina nasnameya wî ya etnîk û her wisa ji ber temsîl û navdariya wî ya xurt, Rustem ber bi gelek aliyan ve hatiye kaşkirin. Belê, di nav metnan û çîrokan de yê ku şeran dike ew e, lê li derveyê metnan û çîrokan jî şerek timî li ser wî çêbûye, ango şerek li ser mîras û temsîldariya wî.
Rustem lehengê herî girîng ê Şahnameya Firdewsî ye. Firdewsî bi berhema xwe ya navdar Rustem wek pehlewanekî mezin û bihêz bi tevahiya cîhanê daye naskirin. Ji ber vê çendê jî fars bûne şîrikê herî mezin ê kurdan di parvekirina mîrasê Rustem de. Dîsa jî Şahnameya Firdewsî çavkaniya tekane nîne. Shapur Shabazi di pirtûka xwe ya derbarê jînenîgariya Firdewsî de, Ferdowsî: a Critical Biography, diyar dike ku hin beşên têkildarî Rustem di nav destanên soxdî û ermeniyan de jî derbas dibin ku dîroka wan bi sedan salan pêş Firdewsî ne. Dîsa Shahab Vali diyar dike ku di cîhana îranî de Rustem semboleke mîtolojîk e ango ne kesayetekî dîrokî ye. Li gor wan nêrîn û agahiyan wisa xuya dike ku mirov nikare Şahnameya Firdewsî bi tena serê xwe wek belgeya dîrokîbûna Rustem bipejirîne.
Bê guman fikrên cuda jî hene der heqê nasnameya Rustem de. Li gor Connell Monette agahiyên der barê Rustem wisa nîşan didin ku ew lehengekî îskîtî ye, lewre berevajî hin navên lehengên Şahnameyê, navê Rustem di nav metnên avestayî de derbas nabe. Monette dest nîşan dike ku Rustem di demên paş de daxilî nav çanda îranî bûye. Ji ber vê yekê ye ku Firdewsî ew wek mîrê Sîstanê daye nasîn, lewre warê ku îskîtî lê bi cih bûne Sistan e. Her wisa Monette pênaseya derbarê Rustem a wek por û seqelê wî yê sor û hezkirina wî ya zêde ya ji bo vexwarina şerabê jî wek delîl şîrove dike ku ew îskîtî ye.
Ji hêla kurdan ve nasnameya Rustem jixwe diyar e. Hecî yê Cindî secereya malbatê wiha rêz dike: Rustem kurê Zal, Zal kurê Dal, Dal kurê Kam, Kam kurê Sam,Sam kurê Narîman, Narîman kurê Qereman. Shahab Vali balê dikişîne ser pirengiya şayesandina Rustem a li nav berhemên yarsanan. Kurdên yarsan girîngiyeke zêde dane Rustem û li ser wî gelek kelam ristine. Wan Rustem ji asta lehengiyê bilind kirine asteke pîrozwer. Di mîtolojiya îranî de jî Rustem wek hemrazê padişahan tê dîtin, lê di kevneşopîya yarsanan de bi girtina nasnameya Pîr Binyamîn, ew rêber e, hemraz e û alîkarê hezkirî ye.
Dîsa jî divê bê gotin ku çend noqte hene ku wê çîrokê bi awayekî ji kurdan bi dûr dixin, an jî dibe wisa bên ravekirin. Ew destan wek Memê Alan, Zembîlfroş, Xanê Lepzêrîn bi serê xwe nebûye mijara helbestên şairên klasîk ên kurd –ji bilî kelamên yarsanan. Her wisa serpêhatiyên Rustem bêhtir wek çîrokek di nav Şahnameya Firdewsî de hatiye zanîn, lê berevajî vê şahnameyên kurdî zêde nehatine zanîn ku çîrokên derbarê Rustem bi awayekî berfireh tê de cih digirin. Di vê babetê de Heciyê Cindî şîroveyeke wiha pêşkêş dike: Firdewsî ji zargotina gelên îranî gelek tiştan werdigire her ku wê şahesera xwe diafirîne. Ew ji mîrateya hemû gelên îranî, heta ji yên ne îranî jî, sûd werdigire. Ji wan nêrînên Cindî diyar dibe ku faris-tacikbûna Firdewsî nirxeke kulturî bispêre wê destana navborî jî, axiriyê bi serê xwe nabe îspata nasnameya wê.
Helbet derheqê nasnameya Rustem de her angaşt li gor xwe bingehekê datîne holê, di gel vê yekê jî xasyeta lehengiya Rustem belkî palpişta herî xurt a kurdbûna wî be. Rustem piranî ji bo parastina keyaniyê û li dijî dagirkeriyê şer dike û di encama çalakiya wî de jî keyanî tê rizgarkirin û dagirkeriya bîyanîyan bi dawî dibe. Lê piştî ku xetereya serweriyê bi dawî dibe, ji bo Rustem jî çi arîşe namîne û bi xwe jî doza hikumdariyê nake. Ew jî dişibe rola gelek lehengên kurd ên dîrokî ku doza serweriyê ne ji bo xwe an jî bi ser navê xwe lê ji bo yên din kirine.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览726
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 11-03-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 25-02-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 传奇
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-03-2023
此产品最近更新( سارا ک ):11-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览726
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,095
图片 106,601
书籍 19,279
相关文件 97,185
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!