图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,074
图片 106,677
书籍 19,299
相关文件 97,293
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Yekemîn Rêxistin û Rêxistibûna Jinên Kurd
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yekemîn Rêxistin û Rêxistibûna Jinên Kurd

Yekemîn Rêxistin û Rêxistibûna Jinên Kurd
Yekemîn Rêxistin û Rêxistibûna Jinên Kurd.
Yekemîn rêxistina jinên kurd, berîya 97 salan hate damezirandin. Di hejmara 26 ê Nîsana 1919 yê rojnameya Serbestîyê de, bi navê “Sazîyeke nû ya kurdan” nûçeyek hatîye belavkirin û di vê nûçeyê de agahdarîya damezirandina Cemîyeta Tealîya Jinên Kurd [Komeleya Pêşketina Jinên Kurd-KPJK] hatîye belavkirin. Dema em li kovar û rojnameyên wê demê binêrin, em dibînin ku nivîs û nûçeyên li ser jinên kurd, berîya Serbestî jî di nav rûpelên weşanên wekî Rojî Kurd, Hetavî Kurd, Jîn, Kurdistan û wd. de jî hatine belavkirin. Herweha berîya wê jî di çavkanîyên cur bi cur de li ser jinên kurd gelek nivîs hatine belavkirin, lêbelê xusûsiyeta vê nûçe û pêngavê ev e ku têkoşîna jinên kurd, cara pêşîyê digîje dereceya rêxistina xweser a jinan di daîreya têkoşîna neteweyî ya milletê kurd de.
Komeleya Pêşketina Jinên Kurd, bi Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTKê) ve girêdayî bû. Di daxuyaniya wan de meqseda cemîyetê bi vî awayî hatîye beyankirin: “Pêkanîna pêşxistina jinên kurd bi zîhnîyeteke hevdemî; pêkanîna esasên jîyana malbatî û zêdekirina hilberîna wê ya di jîyana sosyal de; ji ber tehcîr û kuştinê, gelek zarokên kurd sêwî û jinên wan jî jinebî mane, divê xweyîtî û alîkarîya wan bête kirin û karibin wan ji vê sefaletê xelas bikin.” Edîtoriya Serbestî di berdewamîya nûçeyê de dibêje: “Em damezirênerên cemîyetê tebrîk dikin û hêvî dikin mexseda wan a bilind pêk bête… Ji bo wergirtina destûra fermî, cemîyet di demeke nêzîk de beyannameya xwe pêşkêşî hikûmetê dike û ji erêkirinê şûn ve, wê dest bi qeydkirina endaman bike.”
Du roj piştî belavkirina vê nûçeyê, ji alîyê edîtoriya Serbestî ve nivîsek bi navê “Kurd û Kurdistan: Jinên Kurd” hatîye belavkirin û di naveroka vê nivîsê de, damezirandina Komeleya Pêşketina Jinên Kurd, bi memnûnîyeteke bêsînor hatîye pêşwazîkirin û li ser vê hewldanê gotîye:
“Ji bo pêkanîna rizgarî û paşeroja Kurdistana me ya ezîz û xoşewîst, xîret û xebateke zêde pêwîst e. Di vê xebatê de îştiraqkirin û beşdarbûna jinên me yên necîp, bêguman zewqeke bilind a însanî û wijdanî dide mirov.
Ji alîyê her kesî ve malûm e ku ji bo pêşkevtin û gihandina milletan, tesîreke kûr û gewre ya jinan heye.
Di welatê me de, delîlên muxtelîf hene û didin dîyarkirin ku ev heqîqeta esasî bi şayesteyî hatîye îdraqkirin. Çawa ku jinên kurd di malbatê de xwedîyê rêzgirtin û mewqîyek bijarte ne, dayikên kurd jî di navenda jîyana neteweyî de cî digrin û ji alîyê mêrên kurd ve bi hîsseke bilind û pîroz têne dîtin.
Li Kurdistanê jin, endameke rêzdar a malbatê ye. Mêrên kurd îhtîmameke mezin didin jinan û baş dizanin, destên ku hêlekanê bihejînin wê hukmê cîhanê jî bikin.”
Roja 21ê Gulana 1919 yê, nûçeyeke nû hatîye belavkirin û dibêje: “Berî niha hatibû aşkerekirin ku wê roja pêncşemê, vekirina Komeleya Pêşketina Jinên Kurd bi awayekî fermî bête ragihandin. Lêbelê vekirin, ji bo demeke nedîyar hatîye paşvexistin.”
Ji nivîsa Memdûh Selîm Begî dîyar dibe ku çend roj piştî vê daxuyanîyê, bi awayekî fermî KPJK hatîye vekirin. Memdûh Selîm di 26ê Gulana 1919 yê de, bi munasebeta damezirandina vê komelê, di nivîsa xwe ya ku bi navê “Du eserên xêrdar” de, pîrozbahî li damezirandina komelê dike û nêrîna xwe ya li ser vê babetê bi kurtahî weha tîne ziman: “Jinên milletekî, pîvana dereceya pêşkevtina wê milletê dîyar dikin… ”
Tuzûka (peyreva) komeleyê di Çapxaneya Cîhana Jinan de hatîye çapkirin ku xwedîyê vê çapxaneyê rojnamevanê navdar Mewlanzade Rifat bû û hevjîna wî Ûlvîye Xanim jî serpereştîya kovara Kadinlar Dunyası [Cîhana Jinan] dikir. Di tuzûka komeleyê de li ser rêbaz û awayê pêkanîna mexsedê weha hatîye gotin:
“Komeleya me ji bo ku mexsedên xwe pêk bîne dê rojnameyan, mecmûayan, pirtûk û rîsaleyan neşir bike, şûbeyan, mutaalexane û pirtûkxaneyan veke, konferansan saz bike û dersên serbest bide.”
“Yekemîn çalakîya KPJK, di 20 Hezîrana 1919 yê de mewlûdekê li taxa Sultanehmedê dide xwendin û di vê mewlûdê de armanca komeleyê ji alîyê Encûm Yamûlkî ve tête ragihandin.”
Li gorî benda 15. a tuzûka komeleyê, “Heyeta îdarî; ji serok, du wekîlên serok, şeş endam û muhasibek pêk tê.” Lêbelê li ser navê seroka komeleyê nedîyarîyek heye, li gor hinek çavkanîyan Encûm Yamûlkî seroka vê komelê bû. Lêbelê li gor nûçeyeke rojnameya Îstiqlal a roja 09.07.1919yê, Emîne Xanim a hevjîna Şerîf Paşa wek seroka KPJK hatîye hilbijartin.
Abdurehman Rehmî yê Hekkarî di nivîsa xwe ya navborî de dibêje: “Dilgermîya neteweyî ya jinan û bi taybetî jî ya jinên kurd, dê ji gelek birînên Kurdistanê re bibe derman. Ev hewldan, wê di hizura cîhana medenî de nîşan bide ku kurd xwedîyê fikiryatên hevdemî ne.”

#Seîd Veroj#- Peyamakurd, 08.03.2022
Li ser xebat û çalakîyên KPJK, agahdarîyên berfireh li ber dest nînin. Ji ber ku KPJK bi Cemîyeta Tealîya Kurdistanê ve girêdayî bû, bi îhtimaleke mezin serûvena herduyan bi hev ve girêdayî bûye. Piştî damezirandina KPJK, ji demekî kurt şûn ve Cemîyeta Tealîya Kurdistanê pêşîyê parçe dibe û paşê ji alîyê hikûmeta Stenbolê ve biryara girtina wê tête dayin. Wisa xuya dibe ku di vê pêvajoyê de xebatên KPJK jî hatine rawestandin.
(1) Serbestî, Yeni bir Kürd müessesi: Kürd Kadınları Teali Cemiyeti, no: 477, 26ê Nîsana 1919
(2) A. Rehmîyê Hekkarî, Kürdler ve Kürdistan: Kürd kadınlarımız [Kurd û Kurdistan: Jinên kurd], Serbestî, no: 479, 28ê Nîsana 1919
(3) Serbestî, Kürdler ve Kürdistan: Kürd kadınlarımız [Kurd û Kurdistan: Jinên kurd], no: 479, 28ê Nîsana 191
(4) Kürd Kadınları Teali Cemiyeti, Serbestî, no: 498, 21ê Gulana 1919, r. 2
(5) Memdûh Selîm Begî, İki hayırlı eser [Du eserên xêrdar], Jîn, no: 20, 26ê Gulana 1919, Wergera M. Emîn Bozaslan, weşanxaneya Deng, Sweden, 1998
(6) Kürt Kadınları Teali Cemiyeti Nizâmnâmesi, Toplumsal Tarih, sayı: 111, Mart 2003
(7) Encûm Yamûlkî, yek ji rêvebirên komeleyê ye û keça Mustefa Paşayê Yamûlkî ye. bn. j. b., Shahrzad Mojab, r. 91
(8) Encûm Yamûlkî, Bir Konuşma [Axaftinek], Jîn, no: 22, Wergera M. Emîn Bozaslan, weşanxana Deng, Sweden, 1998
(9) Kürt Kadınları Teali Cemiyeti Nizâmnâmesi, Toplumsal Tarih, sayı: 111, Mart 2003
(10) Shahrzad Mojab, Devletsiz Ulusun Kadınlar [Jinên Neteweya Bêdewlet], Avesta Yayınları,2005, Stenbol, r. 91
[11] A. Rehmîyê Hekkarî, Kürdler ve Kurdistan; Kürd hemşirelerimiz [kadınlarımız], Serbestî, no: 479, 28 Nisan 1919. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览943
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | candname.com 08.03.2022
相关文件: 1
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 10-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-03-2023
此产品最近更新( ڕۆژگار کەرکووکی ):19-05-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览943
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1117 KB 10-03-2023 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,074
图片 106,677
书籍 19,299
相关文件 97,293
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!