图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,026
图片 106,460
书籍 19,312
相关文件 97,293
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Rênas Dêrik - Cemîl Akar
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rênas Dêrik

Rênas Dêrik
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rênas Dêrik
Nav û paşnav: Cemîl Akar
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav: Fatîme - Hamdûllah
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Mijdara 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

$Kurtejiyana şehîd:$
Partiya me PKK ku hêviya azadiyê ya gelê me ya li ber tunebûnê bû ji nû ve şîn kir, di demeke kurt de li nava gelê me yê welatparêz bi serhildanan hate silavkirin û xwedî lê hate derketin. Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku di tevahiya dîrokê de bi xwedîderketina xurt a li xeta welatparêziyê û têkoşîna li dijî dagirkeran tê naskirin, bû yek ji qadên destpêkê ku partiya me PKK lê girseyî bû. Dêrik ku yek ji navendên berxwedanê ye ku ji bo afirandina kevneşopiya serhildanê bi rola pêşengiyê rabû, tevî hemû êrîşên dewleta Tirk a mêtinger jî rê neda dagirkerî û dagirkeran û ev sekna xwe heta vê serdemê jî dewam kiriye. Ciwanên xwe yên herî leheng û hêja tevlî nava refên gerîla kir û têkoşîn her tim geş kir. Hevrêyê me Rênas jî li vê xaka berxwedanê ya pîroz li nava malbateke me ya welatparêz a li Dêrikê ji dayik bû. Ji ber ku ji derdora lê dima tevlîbûn li nava têkoşîna me hebû û xwedî li têkoşînê derdiket, hevrêyê me jî di temenekî gelekî ciwan de têkiliyeke xurt bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re danî. Bala hevrêyê me Rênas hîn di zarokatiyê de çû ser gerîla ku bi têkoşîna xwe di nava gelê me de bû efsane û hêviya azadiyê. Timî li benda wê rojê ma ku tevlî nava refên têkoşînê bibe û her ku êrîşên dagirkeran ên li ser gelê me didît, bêhtir hêrs dibû. Hewldanên ji bo tunekirina Şoreşa Azadiyê ya gelê me ku li Rojava bi îradeya azad hate afirandin û êrîşên il Şengalê yên ji bo qirkirina gelê me yê Êzidî ji bo hevrêyê me Rênas bû nuqteya dawî. Hevrêyê me Rênas bi êrîşên şênber dît ku gelê me bêyî xeta xweparastinê ya xurt a bi pêşengiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nikare hebûna xwe biparêze, azadiya xwe misoger bike û sala 2015'an ku êrîşên dagirkeriyê hingî lê giran bû tevlî nava refên têkoşînê bû, cihê xwe di nava berxwedana çalak de girt.
Hevrêyê me ku li hemberî dagirkeran xwedî hêrseke gelekî mezin bû, ji xwe re kir esas ku xwe bi felsefeya Rêber Apo xurt bike. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku heta mirov xwedî hişmendiyeke xurt a dîrokê nebe nikare paşerojeke azad jî ava bikin, lewma bi kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo xwe gihand asteke girîng. Bi qasî qada îdeolojîk, di qada leşkerî de jî xwe bi pêş ve bir, di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de xwe kir pispor û di gelek taktîkên cuda yên gerîla de bû profesyonel. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm di demeke kurt de li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê, li her qada ku lê ma xwedî li xeta partiyê derket û ji xwe re kir esas ku bêteredût tevlî nava jiyana gerîlatiya pîroz bibe. Hevrêyê me Rênas li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger hewl da li her qadê cihê xwe di nava şerê giran de bigire û bi vê biryardarî li her qadê derbên giran li dagirkeran xist. Bi rengekî çalak tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê bû, pêşengî ji berxwedana dîrokî ya li nava çeperên şer re kir. Ji bo şerê tîm ê bi tevger bi pêş ve bibe gelekî hewl da, cihê xwe di gelek çalakiyan de girt ku li dijî dagirkeran hate kirin û kûrbûna xwe ya li qada leşkerî bi rengekî bi bandor derbasî pratîkê kir. Hevrêyê me gerîlatiya serdema nû di kesayetiya xwe de şênber kir, bi rêbaza afirîner taktîkên gerîlatiyê di nava hev de bi serketî bi kar anî û bû yek ji fermandarên me yên pêşeng. Hevrêyê me Rênas ku di nava jiyan û şer de ji xeta tevlîbûnê ya fedaî tawîz neda, mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt. Mîrateya têkoşînê ya ku bi kedeke mezin li pey xwe hişt wê teqez bi ser bê xistin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览480
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/ - 20-01-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: 马尔丁
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 20-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on21-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览480
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,026
图片 106,460
书籍 19,312
相关文件 97,293
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!