图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,860
图片 106,092
书籍 19,349
相关文件 97,413
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şervan Çiya - Mûstafa Bayindir
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şervan Çiya - Mûstafa Bayindir

Şervan Çiya - Mûstafa Bayindir
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şervan Çiya
Nav û paşnav: Mûstafa Bayindir
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dê û bav: Hedîye - Îhsan
Dîrok û cihê şehadetê:9’ê Çileya 2023’an / Gabar

$Kurtejiyana şehîd:$
Xelkê me yê Êlihê yê welatparêz ku ji azadiyê tawîzê nade, dest ji nasnameya xwe ya cewherî ya ji zilman, çand û dîroka xwe bernade, bi gelek êrîşên giran ên dewleta Tirk a mêtinger re rû bi rû ma, bi êrîşên hovane yên bi destê JÎTEM û çeteyên Hîzbûlkontra hewl dan ku ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dûr bixîne. Li gel êrîşên li derveyî mirovahiyê jî xelkê me yê Êlihê ti carî dest ji têkoşîna partiya me PKK'ê berneda ku bi xwîna şehîdan ev têkoşîn ava kir û têkiliyeke xurt bi xelkê me yê Êlihê re danî. Hevrêyê me Şervan jî li nava vê kevneşopiya welatparêziyê ya xurt, li Sasonê ji dayik bû. Di salên 1990'î de ji ber zext û êrîşên dewleta Tirk a faşîst neçar ma ku tevî malbata xwe gundê xwe biterikîne. Hevrêyê me Şervan li nava malbateke me ya welatparêz a ku jiyaneke bi rûmet ji xwe re kir esas, li navenda Êlihê mezin bû. Mîna her ciwanekî Kurd ê ku li ber zext û zilmê serî natewîne, hîn di temenê ciwantiyê de rûyê qirêj ê dewleta Tirk a mêtinger nas kir. Hevrêyê me berxwedana dîrokî ya PKK'ê ji nêz ve şopand, çû Antalyayê û li Zanîngeha Akdenîzê perwerdeya tenduristiyê wergirt. Dema ku li vê derê bû kiryarên faşîzan ên li dijî gelê Kurd û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hemberî ciwanên Kurd ên welatparêz dît û bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me biryar da ku li Kurdistanê vegere, perwerdeya xwe bi vî rengî dewam bike û derbasî Zanîngeha Bedlîs Eren bû, xwest li wir perwerdeya xwe dewam bike. Lê belê hevrêyê me Şervan li her deverê rastiya dijmin dît, şahidî ji êşên gelê me yê bindest re kir, fêhm kir ku bi berxwedana dîrokî ya PKK'ê re gelê me dikare ji asîmîlasyon, înkar û êrîşên tunekirinê bê rizgarkirin û bibe xwedî paşerojeke azad. Hevrêyê me sala 2011'an tevlî nava karên ciwanan bû û partiya me, felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas kir, ji bo zanekirina ciwanên Kurd kete nava hewldanên berfireh. Hevrêyê me Şervan di demeke kurt de bi karê xwe yê bi bandor bû pêşengek. Gelek caran bû hedefa êrîşên destgîrkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger, her carê jî bi xurtkirina têkoşînê bersiv da dagirkeran. Sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû, bi vî rengî zemîna têkoşînê ya rasteqîn nîşanî ciwanên Kurd da û bersiva pêwîst da dagirkeran.
Hevrêyê me demekê li Bakurê Kurdistanê gerîlatî kir, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê temam kir, piştre jî ji bo bibe bersiv ji pêwîstiyên dema nû re, tevlî perwerdeya pisporbûnê bû. Hevrêyê me Şervan li nava refên têkoşînê demeke dirêj karên tenduristiyê meşand, da ser xeta têkoşînê ya fermandarê me yê nemir Mehmet Xeyrî Dûrmûş û bû Doktor Şervan ê hevrêyên xwe. Çû qadên herî giran ê şer, hevrêtî ji hevrêyên xwe re kir û di nava şert û mercên herî giran de tedawiya hevrêyên xwe yên birîndar kir. Sala 2017'an dema ku dixwest hevrêyên xwe yên birîndar tedawî bike, rastî êrîşa dewleta Tirk a dagirker hat û birîndar bû. Tevî birîna xwe jî bi îradeyeke mezin, têkoşer û kesayetiya berxwedêr di demeke kurt de baş bû û ji nû ve li eniya herî pêş vegeriya. Hevrêyê me li gelek qadan ma û her kêliya têkoşînê bi kedeke mezin derbas kir, li nava refên PKK'ê bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me Şervan ku ne tenê li qada tenduristiyê ma, di serî de qada leşkerî li gelek qadan xwe bi pêş ve bir, di her kêliyê de ji her wezîfeyê re amade bû û ji xwe re kir esas ku her wezîfeya partiya me bi serketî bi cih bîne. Hevrêyê me Şervan bi perwerde û pratîka xwe bû milîtanekî pêşeng, bû fermandarekî mînak ê bi ruhê serketinê yê serdema nû. Li her qada ku lê ma bi kesayetiya xwe ya kedkar û xwezayî, bi tevlîbûna xwe ya ji dil li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirinê. Hevrêyê me Şervan timî dixwest li Bakurê Kurdistanê têbikoşe, ji bo vê armanca xwe pêk bîne xwe bi pêş ve bir û kete nava kûrbûneke mezin. Hevrêyê me ku agahî û danhevî bi felsefeya Rêber Apo kûr kir, dawiya dawî weke gerîlayekî azadiyê armanca xwe ya çûyîna Bakurê Kurdistanê pêk anî, derbasî warê pîroz ê gerîlatiyê Botanê bû. Hevrêyê me Doktor Şervan demeke dirêj li herêma Gabarê ya Botanê gerîlatî kir, di nava şert û mercên herî giran de li dijî dagirkeran şerekî mezin kir, her wiha wezîfeya xwe ya doktoriyê ya pîroz dewam kir û xizmet ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me ku di nava têkoşîna xwe ya şoreşgerî de bênavber têkoşiya, pêkanîna hêviya paşeroja azad a gelê me ji xwe re ki bingeha jiyanê. Hêrsa xwe ya li dijî mêtingeran ti carî kêm nekir, li ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) meşiya û li xaka Gabarê ya pîroz têkoşîneke efsanewî meşand. Ji bo têkoşîna şehîdan bi ser bixîne, ji bo ala berxwedanê bilind bike bû milîtanekî hêja. Hevrêyê me Doktor Şervan xeta serketinê ji hevrêyên xwe re hişt.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览553
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/ - 19-01-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: 蝙蝠侠
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 19-01-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on20-01-2023
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):22-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览553
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.136 KB 22-01-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,860
图片 106,092
书籍 19,349
相关文件 97,413
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!