图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,411
图片 104,866
书籍 19,372
相关文件 97,508
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurdên cîhana dêrîn: hattî-hîtîtî 4
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdên cîhana dêrîn: hattî-hîtîtî 4

Kurdên cîhana dêrîn: hattî-hîtîtî 4
$Kurdên cîhana dêrîn: hattî-hîtîtî 4$
#Agîd Yazar#
Pêşiyên me digotin: “Dinya li ser pişta ga ye. Ga jî li ser pişta masî ye. Ev gayekî hezarserî ye. Di navbera her du seriyên wî de, bi meşa lingan qonaxa 500 salan e. Mozek heye. Her carekê ew moz dikeve bêvila seriyekî gê. Ga, wî serîyê xwe dihejîne. Heke ew serî li kîjan texma rûyê rûkala dinyayê be, li wir erdhej çêdibe.”
Belê, kal û pîrên me wanî digotin. Hin kesên xeşîm jî kenê xwe dikirin û tinazên xwe bi kal û pîrên xwe dikirin. Digotin: “Ma çêdibe ku dinya li ser pişta gê be, ga jî li ser pişta masî be?”
Xwînerên ezîz, de werin em bi hev re yek bi yek li ser vê gotina pêşiyên xwe rawestin: Binêrin. Navê keyayê yekem yê pêşîyên me yên Kûr-tî/Gûrtî/Gûdî, Kammasî ango Ga-Masî ye. Gamasî, tê wateya ‘gayê mezin.’
Ethem Xemgîn di pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Kurdîstanê de dibêje: “Cara ewil Gamasî, çar hezar û 600 sal berê, yekitiya hozên kurdan yên çiyayên Zagrosê çêdike û dewleta Kurtiyan/Gûrtiyan ava dike…”
Ji ber hêmaya ‘ga’ min ev benda jor anî ziman. Ga, di nava hemû pêşiyên me yên cîhana dêrîn de, nîşana bihişmet ya Yezdanê ezmanî ye. Li gorî baweriya wan, wan Yezdanê ezmanî di kirasê ga de sêwirandine. Lema jî wan roliyef û peykerên Xwedayê xwe sêwirandine û li ser taqên lat û zinaran qewartine, her wiha daçikandine. Ev ji bona wan, rêbaza herî piratîk û karîger bû, ji bo bikaribin Yezdanê xwe bi gelê xwe yê nexwende bidin naskirin.
Piştre wan Yezdanên xwe di kirasê mirovekî de sêwirandin û peykerê wî/wê çêkirin. Lê peykerekî/peykereke çawa? Peykerê Xwedawend û Yezdanên xwe, bi sêwirandineke bihişmet çêdikirin. Nîşaneya Yezdanan, kum û kolozekî biquloçê ga bû ye.
Her wiha serê ga yê bi quloç, di alaya pêşîyên me hûriyan de jî cih girtiye. Seryezdanê pêşîyên me yên Hûrî, Yezdan Teşûb bûye. Yezdan Teşûb Yezdanê ezman, ba, baran û birûskan bûye. Her wiha seryezdan Teşûb, kurê Yezdan Kumar e. Hevjînê xwedawenda rojê ya Arînayê, ango Hêpat e û bavê Yezdanê çiyayan Sarûma ye. Dibe ku peyva ‘sîr/sîrik û sîrdim’ navê xwe ji vî navê Yezdanê çiyê, Sarûma wergirtibe.
Balkêş e ku di fîlmê fantastîk yê bi navê Mîrê Hingulîskan (The Lord of Rings) de, karakterekî bi navê Sarûman heye. Sarûman, sêrbaz e û endamê ‘qonseya rûspî yê birayên hingulîskê’ ye.
Teşûb, ango Tûj-Ba, tê wateya ‘bayê-tûj’. Piştî hilweşandina Hîtîtê û avabûna hikumdariya Xaltî/Ûrartûyan, ev seryezdan, bi navê Teîşeba di nava Ûrartûyan de jî tê hebandin. Her wiha navê paytexta xwe datînin Tûjpa/Tûj-ba; ango bayê-tûj.
Yezdan Teşûb, bi gelemperî di destekî wî de bivir/tevir, di destê din de jî gurzeke birûskê ya sêtilî heye. Her wiha kum û kolozekî biqiloç ê ga, li serê wî ye û bi vî awayî li ser taq û nîşên zinar û latan hilkolandine.
Ev nîşaneya ga û yezdan Teşûb, bêyî tiştek jê kêm bibe, wanî ji pêşiyên me yên hûriyan, derbasî nava baweriya pêşiyên me yên hattî jî dibe. Piştî hattiyan, pêşiyên me yên hîtîtî jî Yezdan Teşûb û remza ga ya xwedayî, bêyî xumamê bîne ser, wanî wekî xwe hebandine.
Ji welatê hîtîtan re digotin, welatê hezar-yezdanan jî. Lê ser-yezdanê wan ê ezmanan, yezdanê ba, baran û birûskan, yezdan Teşûb bûye.
Remza yezdan ya di kirasê ga de, welatê hezar-yezdanan û gayê hezarserî, gotina pêşîyên me ya ‘dinya li ser pişta gayê hezar-serî ye’ diselimîne.
Hîtîtîyan, ji ga re digotin ‘gout’ Ango ga. Ji ber ku pêşiyên me, Yezdanê xwe di kirasê ga de sêwirandine, ev peyva ‘gout/ga’ di nava demajoyê de, wekî peyva ‘god’ derbasî zimanê îngilîzî bûye. Bilêvkirina peyva god, gat e û ew ji xwedê re dibêjin got/gat.
Min di xeleka yekemîn de qala tirbên bîrdariyê yên bajarê Arînayê kiribû. Ew tirbên bîrdariyê, yên keya, keybanû û alimên hattiyan e. Di wan tirban de, nîşaneya rojê ya ku li ser du qiloçên ga daye sêwirandin, hatibû dîtin. Ev sêwirandina hanê, di heman demê de, alaya hattiyan bûye. Dîroka wê, xwe dispêre çar hezar û 200 sal beriya niha.
De lê binêrin xwînerên ezîz. Remza ga û rojê, hem ji bo pêşiyên me yên hûrî û hem jî yên hattî-hîtîtî û yên din jî hem remza Yezdan e, hem jî alaya wan e. Her wekî tê zanîn remza baweriya Mîtra jî, ga û roj e. Gava pêşiyên me yên Hîtîtî û Mîtanî di navbera xwe de peymana aştiyê girê didin, her du alî jî bi navê Mîtra sond dixwin. Ev kevala hanê ya peymana her du pêşiyên kurdan, li bajarê dêrîn yê Herranê hatiye dîtin.
Di ahîta kevn de jî navê hîtîtan derbas dibe û qala Hz. Îbrahîm dike ku wî xwestiye şikefteke aydê kesekî hîtîtî jê bikire û ji jina xwe Sarê re bike tirba bîrdariyê. Lê ev esilzadeyê hîtîtî, şikefta aydê xwe bê pere dide Hz. Îbrahîm. Heke em dîroka Hz. Îbrahîm a du hezar sal B.Z bînin bîra xwe. Nexwe ev îdîaya tirkan ya ‘nayê zanîn ka hîtîtî ji ku derê hatine’ pûç dike. Arkeolog û dîroknasên tirkan, rûyê xwe yê reş, teniya binê beroşê pê didin û hîn reştir dikin. Ji ber van derewên wan yên bi boçik, ew ê rojekê ezman di ser serê wan de hilweşe û were xwarê.
Min li jorê teswîra seryezdan Teşûb anîbû ziman, bê çawa di destekî wî de îlim gurzeke tîrêjkên birûskan hebûye û wekî melêveke sêtilî dixuye. Ev hêmaya tîrêjkên birûskê ya nola melêveke sêtilî, di mîtolojîya Grekan ya dêrîn de, dibe melêva sêtilî ya remza Poseîdon ê yezdanê behrê.
Dîsa li gorî hîtîtîlogê tirk yê navdar Ekrem Akûrgal dibêje: “Di zimanê hîtîtî de peyveke bi navê ‘sîû’ heye. Ev peyv tê wateya Yezdan. Ev peyva ‘sîû’ derbasî Gireka dêrîn/antîk dibe û wekî seryezdan Zeûs derdikeve li ser dika mîtolojiya Girekan.”
Bandora baweriya pêşîyên me yên mîtanî û hîtîtî li ser Hz. Mûsa jî dike. Wekî tê zanîn Hz. Asiye, Hz. Mûsa ji çemê Nîlê xelas dike û paşê dayiktiyê jê re dike. Li gorî lêkolînerê kurd, Îbrahîm Sediyanî, di kitêba xwe ya bi navê Pêxemberên Jin de dibêje: “Hz. Asiye ya em pê dizanin, ew Kîlûxepa keçe keyayê Mîtanîya bi xwe ye.”
Wekî tê zanîn, Misiriyan ji Kîloxepa re gotine Nefertîtî jî. Hz. Mûsa, di qesrên Misiriyan yên bihişmet de, li ber destê Kîlûxepa mezin bûye. Hingê, di navbera Misir û Mîtaniyê de, dan û stendineke mezin hebû. Baweriya mîtaniyan û ya hîtîtiyan yek bû. Hz. Mûsa jî ji baweriya van şaristaniyên pêşiyên kurdan sûd wergirtiye.
Me li jorê anî ziman. Ji Kûrtî/Gûrti yan bigire heta hûrî, hattî, mîtanî û hîtîtan bê çawa seryezdanê wan, remza Yezdan û alaya wan, hevpar bûye. Hema hema, di peyker û roliyefên her keyayê hîtîtiyan de, gopalek tê dîtin. Hîtîtiyan ji vî gopalê nîşana keyatiyê re digotin ‘kalmûşû’ Serê vî gopalî, kokel e û di kirasê marekî de ye. Peyva kal-mûşû, dişibe peyva ‘kal-meşî’ (Ez dixwazim we xwînerên ezîz jî, li ber vê yekê bixînim û we jî jê re serwext bikim ku di elfabeya nivîsên mîxî de, tîpên dengdêr tune bûye. Lewma jî arkeologên biyanî, yên tirk jî di nav de, çi bi zanebûn çi jî bi nezanî, der barê zimanê pêşîyên kurdan de, xeletiyên gelekî mezin kirine. Lewma jî, hem li vê dinyayê û hem li wê dinyaya din jî ew ê tu car destê me ji pêxîla wan venebe)
Wekî tê zanîn, darê Hz. Mûsa yê navdar jî, gava avêtiye naverastê bûye kerrafîşekî mara û marên rimildarên misiriyan dabelihandiye, ango xwariye û nistî betal kiriye. Hêmaya mar, li ber devê deriyê Laleşa nûranî ya kurdên êzidî jî tê dîtin û tekez girêdaneke wan bi hev re heye.
Peykerekî Xwedawenda rojê ya Arînayê, navê xwe yê din Hêpat e, hatiye dîtin. Peykerokekî ji zêrê som e. Hale/xêlî ango çembera rojê, nola sêleke zer, li pişt serê wê ye. li ser kursiya bi piling rûniştiye û zarokek di nava destê wê de ye. Meriv dibêje qey Xwedawend Hêpat, wî zarokî dihomîne. Sêwirandina vî peykerokê hanê, sedî sed dişibe sêwirandina dayika Meryem û Hz. Îsa. Divê neyê jibîrkirin ku ev peyker, hezar û 400 salî ji Hz. Îsa bi tementir e.
Min di destpêkê de hêmaya ga û qiloçê ga destnîşan kiribû, bê çawa û bi çi awayî bûye nîşana bawerî û alên kurdên cîhana dêrîn, her wiha ji kurdan jî derbasî nava gelên derdora wan bûye. Herî dawî ez di der heqê Îskenderê biqiloç de jî du gotinan li hev banedim, ew ê qet neserife!
Tê gotin, rojekê berberê Îskender gava porê wî dibire, dinêre haylooo du qiloçên Iskender hene! Tifalo, ji tirsa re newêre vê razê ji kesekî re jî bibêje. Berberê min û we roj bi roj diwerime. Heta rojekê Îskender jê re dibêje: “Here serê xwe têxîne nava ava kaniyê û bibêje ‘Îskender bi du qiloçaaan e!’ Hingê ew ê werma zikê te dakeve”
Çîrçîrok dirêjtir e, lê min kurt birî. Di vê menqîbeyê de jî bi me aşkera dibe ku Îskender ji kum û kolozê yezdan Teşûb feyz wergirtiye û kumzirxekî bi quloç daye serê xwe. Ev çîroka hanê di nava xelkê me de, bi şêweyê vegotinên nenasbar yên bihêbet, heta roja me ya îro jî hatiye.
Wekî serencam, em diya galegalê ji hevdu re bibêjin?
Ji Girêmiraza bigire heta zîgûrat/zîyaret ên sûmeran, perestegeha Ûrkêşa paytexta hûriyan ya Yezdan Kumar, Perestegehên Mîtra, Perestegeha Arîna ya li Hatûşayê, Dergehê Yezdan Xaldî/Kaldî ya li Tûşpa/Tûjbayê, her wiha agirgedehên Ekbatana Medan, ilm û feyle-zofî(sofîtî)ya Hz. Zerdeşt û ya Hz. Manî, Laleşa Nûranî û Cema Ehlêheq/Elewî-Lûvî/Yaresan/Kakayî. Bîr û bawerîyên pêşîyên me, bûye bingeha bîr û baweriya mirovahiyê.
Spas ji xwedayê erd û ezmanan re, spas ji xwedayê roj û şevan re, spas ji xwedayê gerdûna bêser û ber re ku em ewladê vê civaka hurr(hûrrî), mîrî(mîrane) û bijarte ne… (dê bidome)[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览566
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 14-01-2023
挂钩项目: 11
小组: 文章
Publication date: 05-01-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览566
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,411
图片 104,866
书籍 19,372
相关文件 97,508
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!