图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,987
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,306
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Firotina Keçên Quçanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Firotina Keçên Quçanê

Firotina Keçên Quçanê
Dêrsim Oremar
$Firotina Keçên Quçanê$
Dibe gelek ji we strana \Lê Yarê\ ku hunermend Yelda Ebasî bi dengê xwe yê tije hest û soz distire bihîstibe, lê ev stran ne straneke di rêzê daye. Stran serpêhatiya du evîndarên Kurd yên Xurasanê bi navê Gulnar û Behmen vedibêje ku ji hev hatine veqetandin, lê veqetîna wan jî trajediyeke nenivîsandiye û tenê bi riya kilam û strana heyî hatiye parastin.
Tevî ku firotin û bazirganîkirina bi jinan li seranserê cîhanê û bi dirêjahiyê dîrokê çîroka berdewama gerdûnê bûye, lê firotina keçên kurd li Quçanê, bi Tirkemenên Eşqabadê, di bihara sala 1905\'ê da, di serdema hukimdariya Asifuldulê li Xurasanê, her wiha dîl girtina jinên Başqanlo, di meha remezana heman salê de, trajêdiyeke perdepûşe.
Xurasan wilayeta herî mezin a Îranê ye. Li wir gelek netewe dijîn. Kurdên ku bi sedan sale li wê derê dijîn, xwedî dîrokeke tije êş û trajêdî ne û dengê wan bi dirêjahiyê dîrokê hatiye fetisandin. Hê jî gelek aliyên dîroka siyasî-civakiyên kurdên Xurasanê aşkera nebûne û di bin toza dîroka de veşartî maye. Yek ji bûyerên trajêdîk, ku gelek bi kêmî behsa wê hatiye kirin, firotina keçên kurd li Qoçanê ye.
Navçeya Xurasanê, di serdema desthilatdariya Qacaran de, yek ji navendên xwedî nirx û bihayekî zêde û di warê siyasî û civakî da xwedî giringiyeke taybet bû. Ji ber ku ji xeynî bi xêr û bêr bûna xaka wê bo çandiniyê, yek ji navendên baziganî-ticarî, li herêmê bûye.
Bakur û rojhilatê wê navçeyê, di sedsala 19\'ê da, di warê siyasî de ji bilî Îranê, ji aliyê welatên bi hêz, yên weke: Brîtaniya û Rûsyayê xwedî giringiyeke taybet bû.
Tevî ku di destpêka sedsala bîstem de, rewşa asayiş, çandinî û bazirganiyê li gor salên berê li Xurasanê baştir bû, lê zêdebûna baca hikumetê, ku ji xelkê dihate standin, bû sedema serhildana nerazîbûnan.
Piraniya xelkên parêzgehên Îranê, ku ji ber zilma desthilatdaran, reş û rût û belengaz bibûn, keç û kurên xwe li şûna baca hikumetê dane û beşeke berçav a xelkê, ji ber zilm û neheqiyê, berê xwe dane welatên din. Hikumeta Rûs û Tirkemanan ew yek bi derfeteke baş zanîne.
Wezareta Darayî ya Rûsyayê, bi derxistina biryarekê, destûr dide ku eger xelkê Quçan yan her navçeyeke din ji parêzgehên Îranê, pez û sewalên xwe bibin \'\'Axal\'\'ê, bi tu awayekî bac ji wan neyê standin!
Ew yek dibe sedem ku xelkê Quçanê berê xwe bidene navçeya Axal a Tirkmenistanê. Piştre ji ber neçarî û belengaziyê mecbûr dibin keçên xwe bifiroşin. Beriya derxistina vê biryarê, xelkê bo dayîna bacê, keçên xwe bi 10 tumenan difirotin, lê piştî derxistina wê biryarê, Tirkmenên \'\'Merw\'\'ê her keçekê bi 100 tûmenan dikirin.

Firotina keçan ji ber çi?
Di wan salan de, li seranserê Îranê, bi taybet li Kirman û Xorasanê, bac ji xelkê dihate wergirtin û birra pere, ku bi navê serjimêriyê ji xelkê dihate standin, her bi navê wî kesî di deftera hikumetê de dihate tomarkirin. Li gor wê qanûnê, di dema zindî bûn û piştî mirina wî kesî jî, ewqas pere li jêr navê bacê, ji wî yan malbata wî dihate standin. Yan baca pez û sewalan çawa hatibû tomarkirin, piştî çend salan li gor hejmara berê, ku di defter hikumetê de hatibû tomarkirin ji xwediyên wan dihate wergirtin.
Ji ber wê jî, xelkên bê pere ji tirsa girtin, lêdan û sivkatiya ji aliyê hikumetê ve, mecbûr bûn keçên xwe bifiroşin da bikarin baca salaneya hikumetê bidin.
Bi wê re hin karbidest û memûrên hikumetê, bi xwe bûne kirryarên keçên xelkê. Di wan salan de û li gor raporan, her keçikek li şûna 12 men geniman dihate hesibandin û di navbera 15 heya 40 tûmenan firotine Tirkmenan. Memurên hikumetê, bi wî karî re hem beşa xwe ji bacê vedigêran hem jî ji zêdeyiya ku ji firotina keçikan vedima li du aliyan qezenc dikirin.
Ligor rapora hin lêkoleran, nêzî 3000 belgename derbarê firotina jinan li Îranê, di sendên pirtûkxaneya millî ya Îranê de hene. Ji wan belgeyan, nêzî 40 belge yên serdema padîşahiya duyem a Pehlewiyan û belgeyên din yên serdema Qacarî û Padişahiya Pehlewiyan a yekem e.
Di destpêka sedsala 19\'ê da tenê Zengî û Reşpîst weke koleyan dihatin firotin. Lê heya destpêka hikumdariya Qacaran, firotina koleyan li Îranê berdewam bûye.
Keçên Quçanê, navê ku dîrok ji bîr nake
Tirkmenan piştî kirina keçikan, ew dibirin bazara Eşqabadê û li wê derê mezad dikirin, bazirganên Ermenî ew keç dikirrîn da wan weke dîl, xudam û xizmetkar bifiroşin, yan mecbûr bikin di mêvanxane û meyxaneyan de bireqisin yan stranan bêjin.
Li gor raporên meclisa Îranê, di wan salan de, piraniya wan keçan di mêvanxaneyên Tiflîsa paytexta Gurcîstanê, dixebitîn. Hejmara durust a keçan ku hatine firotin ne diyare, lê di raporeke pêşîn de, behsa firotina 250 keçan hatiye kirin. Di salên paştir de ew hejmar heya 1000 keçan jî çû.
Ji xeynî hejmara keçên firotî, naveke komî jî li wan hate kirin û ew keç weke \'\'Keçên Qoçanê\'\' hatine binavkirin.
Xurasan beriya şoreşa meşrûtiyetê
Xelkê hejar û belengazê Xurasanê ku afeta kuliyan zeviyên wan kirine wêrane, ne tenê hevkariyê ji hikumetê nastînin, belkî pêwîste baca diyarkiriya xwe jî di wextê xwe de bidin hikumetê.
Di encamê de, cutyarên birçî bo dayîna maliyata diyarkirî ji aliyê hikumetê ve mecbûr dibin keçên xwe bifiroşin.
Eşqabad ku heya sala 1881\'ê beşek ji xaka Îranê bû, ji aliyê Rûsyayê we ji xaka Îranê tê cudakirin.
Her çendî firotina keçên Quçanê di sala 1905\'ê bûyereke ecêb nebûye, lê şert û mercên siyasî û şoreşgêriya wê serdemê, ne tenê dibe sedema belavbûna bûyerê di nava xelkê de, belkî dibe çîrokên şevê, û di belavokên wan salan de jî bi awayekî berfireh tê weşandin.
Feqîrî û bê qanûnî
Di serdema qacaran de, bê qanûnî, zilm û zordarî ji aliyê berpirsên hikumetê bi rê ve diçû. Şûna ku hikumet piştgiriya mafê xelkê bike, bi xwe mezintirîn binpêkerê edaletê bû. Take qanûna ku bi durustî ji aliyê hikumetê we bi rê ve diçû, qanûna wergirtina bacê bû!
Li rex zilm û zordariya hikumetê, komek ji eşîretan, bi taybet Tirkmen bi dayina bertîlan bi dadgerên (hakim) herêmê, mal û hal û jin û keçên xelkê feqîr didizîn û weke kole li Eşqabadê difirotin.
Bi çavxişandinek li dîroka Îranê, bi taybet di serdema Qacaran de, aşkrra dibe ku bê qanûnî û qesaweta hakiman li aliyekî û feqîrî û bê ferhengî li aliyê din, hawarê dike.
Çîroka firotina keçên Quçanê, xwedîka çîroka bêedaletî û neheqiya hakiman, bertîl, dizî û talankirina mal û halê xelkê, ji aliyê kesên ser bi hikumetê ve, rêgiriya eşîretan ku bi firotina koleyan dijiyan e.
Di germegerma firotina keçên Quçanê de, ger şa ji keçekî hez bikira ew di heremseraya xwe de bi cîh dikir!
Têbînî: Ji bo nivîsê ji pirtûka \Hikayeta Firotina Keçên Quçanê\ ya nivîskar \Efsane Necmabadî\ ya bi zimanê farsî mifa hatiye wergirtin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览293
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 10-01-2023
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 29-08-2018 (6 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 10-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on11-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):11-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览293
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1171 KB 10-01-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,987
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,306
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!