#Qado Şêrîn#
Yekemîn care ko ez li ser merovekî sax dinivîsim, merovekî ko hîn di nav me de wek kelehekê, wek yekî ji me û bi me re dijî. jixwe em kurd ev yek ji me kême, ta ko navdarekî me nere ser dilovaniya xwedê em wî bi bîra xwe naînin. Lê neli ba me kurdan tenê wisa ye, li ba her miletî wisa ye. Rexnevanê Rûs Lobanatşaviskî dibêje: ‘’em qama mezinan bêhn dikin tenê gava ku koça dawî dikin’’.
Dema ko helbesta kurdî ya nûjen tê gotin yekser Ehmedê Huseynî tê bîra merov, ne tenê li rojavayê kurdistanê, belê li tevaya kurdistanê û li derveyî welêt jî. Ev yek ji ku tê?, bêguman merovê ko li rewşa helbesta kurdî agahdare dizane çima ev yek tê gotin, ku E. Huseynî ne yek ji damezerên helbesta nûjen be, bêguman yek ji wan kes yan jî ji wan helbestvanên ko bingehê helbesta nûjen danîne û vê yekê qambilindiya helbesta kurdî bi E. Huseynî diyar kir.
Merovê ko ‘’ Mistek ji şîna bêcir” û “Bi xewna we pênûsê dilorînim”, “Rono û sirûdên bêrîkirinê”, “Bazbend”, “Kewname”, “Nimêjgeha xewnê”, nivîsandiye, incex ew bizanibe ka çi cih di nav helbesta kurdî de girtiye, ji ber ko rexnevanên kurd nînin yan jî hîn peyda nebûne ko helbesta kurdî ya piştî Cegerxwîn binirxînin. Jixwe mebesta min bi helbesta piştî Cegerxwîn ew helbesta ko em navê helbesta nûjen lê dikin, ya ko tenê zimanê Cegerxwîn ji bo avakirina helbestê pêk tîne, ji bilî ziman tiştekî din nîne, ne helbest ew helbest e, ne wêne ew wêne ne, ne simbol ew simbol in, ne şêwe ew şêwe ye û ne qam ew qam e, jixwe dem ne ew deme.
Cegerxwîn ala helbesta dema xwe bû, lê piştî wî al in din bilind bûne, nav in din bilind bûne, jixwe E. Huseynî navek ji wan navaye. Navên ko helbesta nûjen hilgirtin, kî ji me dikare navê E. Huseynî li bîra xwe neîne dema ko helbesta nûjen bê gotin.
Ehmedê Huseynî bi helbesta xwe re hin ji rihê xwe dide xwendevan û şagirtan û ev yek dê bihêle ko helbesta wî zendî bimîne. Jixwe ko helbesta nûjen di dema ko xwendina bi zimanê dê qedexeye wek ya kilasîk bihata xwendin û guhdarîkirin bêguman helbesta nûjen bi tevayî û ya Ehmedê Huseynî bi taybetî dê cihekî mezin ji helbesta kilasîk dagîr kiriba.
Piştî Zeradeştê kal pût pirbûn û mirovan goştên hevûdu xwarin. Piştî Berzanîyê nemir kurd perçe-werçe bûn. Piştî Cegerxwîn helbesta kilasîk kêferata serjêkirinê kir. Piştî Ehmedê Huseynî kî dê helbestê biafirîne..kî dê helbestê nûjen bike..kî dê helbestê binivîsîne?, bersiv li ba kêye…li ba keye?…li ba rexnevan û lêkolîneraye. Zeradeşt bixwînin hun ê nameya wî ya pîroz ya pêxemberiyê nas bikin, her wisa E. Huseynî bixwînin hun ê tecrubeya helbesta nûjen nas bikin.
Bandora helbesta E. Huseynî eşkereye, eşkere li berebabên piştî Cegerxwîn dibe, li helbesta nûjen ya di dema nû de dibe, li gel ko” bi hesanî bandorî guhertina kesayetîyêye, rengek ji rengên hiştina tiştekî buhaye, a rast têde hestekî dide dibe ko têkçûn be jî, her şagirtek tiştekî ji mamostayê xwe digre”(Oskar Wayld). Ehmedê Huseynî hin yek ji damezerên helbesta nûjen e hin jî riya helbesta nûjen ji berababekî nû re nîgar kir. Helbestvanê ko dest bi nivîsa helbesta nûjen bike gereke helbesta E. Huseynî xitim bike, da ko jê hin fêrî şêweyê helbesta nûjen bibe hin jî jê ferî zimanê helbesta nûjen bibe, lê gerek ev helbestvan nebin dengvedana helbestvanekî din, nebin sîka wî, ev kes helbesta ko binivîsin ne ya wan e, jixwe afirandin dimre, dişke, bidawî dibe. Ez ne helbestvan im lê ez vê yekê bi bîr û bawerî dibêjim û dinivîsim, hin ji ber xwendina min jêre û hin ji encama dîtin û nerînên helbestvanên nûjen, di dema ko helbestvan dicivin û axavtinê li ser helbestê dikin, gelek caran navê E. Huseynî tê gotin.
“tiliyên xwe,
yên ko tirî û kevokên serjêkirî nas dikin ji paşila dîrokê werîne der…”(Dîwan, R. 230)
Merovê ko vê helbestê, mebesta min merovê ko E. Huseynî bixwîne û nivîsa helbestê berdewam bike bê guman wê bikaribe helbesteke bilind û xurtir binivîse, û dê ji helbesta wî fêrî gelek tiştan bibe, wek ziman, wêne û şêweyê helbesta nûjen û bilind lê divê xwe binivîse, afirandina xwe derbibire. Û ez di wê baweriyê deme ko rexnevanin zanistî rabin û helbesta kurdî bi giştî rexne û lêkolîn bikin û binirxînin, wê cihekî pîroz bidin Ehmedê Huseynî yê ko di Dîwana Şêx Ehmedê Huseynî de dibêje û dinivîse:
“çel û sê goristanên westyayî ji sînga xwe berdan û
bi hêminî pêçeka xwe pêça
û lorîna xwe lorand
û pênûsa xwe şikand
û di nav porê hevrêşimîn ê ‘’Birca Belek’’ de
pêrgî dastana xwe ya rizyayî bû.” (Dîwan, R. 399)
li vir, li dawiya vê helbestê E. Huseynî merov bi hevrêşimînî û guman dirawestîne û merov piştî keda dehên salan dixîne nav şek û gumanan de ko êdî ew nema helbestê dinivîsîne û tecrubeya xwe bi dawî tîne çimkî pêrgî dastana xwe ya rizyayî hat. Mîna pêxemberekî westyayî nameya xwe bighîne mirîd û şagirtan diraweste da ko şagirt tecrubeya wî bi afiranadineke nû berdewam bikin. Lê wê tecrube û helbesta wî zindî bimîne ta û ta.[1]