图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,385
图片 105,207
书籍 19,477
相关文件 97,468
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
1911
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
#Evîn Teyfûr#
Min di navbera her du tiliyên wê de xwe nixumandibû hev du. Çavekî min li ser her du ferên çavên wê bû û çavekî min jî, li nanê ku di arûnka firneçî de, dûman jê radibû. Ez nizam dê bê xeyalên wê bi ku ve
dihizirin? Dixwaze çi bike? Ma êdî dê min biguhêre, dê min bike berdêl û min bernede bêrîka xwe ya ku ji zû de ve qetiyaye!
***
Her sibeh, beriya ku tîrêjên rojê walîtiya xwe li wan kolanan belav bikira, wê her du bîbikên çavên xwe diherikand û bi rûyekî ku ji zû de ken lê miçiqî û ziha bibû, radibû. Bê ku tiştek bikira (nan bixwara, mal paqij bikira, cilên xweşik li xwe bikira, yan piçekî bikeniya) porê xwe ji paş ve girê dida, li her du zarokên xwe yên di ber de dinêrî û paşê li min jî dinêrî weke ku ez jî zarokekî wê bama, dihat li gel min, ez dixistim destên xwe, hinekî serê min di nav tiliyên xwe de difirikand û paşê ez berdidam bêrîka xwe. Ew bêrîka ku her roj min digot, îro dê min bike berdêl û bi xwe re venegerîne malê. Ne ji ber ku min hez nake, naaa! Lê tenê ji bo bikariba her du zarokên xwe têr xwarin bikira û ji mal derdiket û berê xwe dida fabrîqeya ku tê de dixebitî.
Pirî caran ez jî dihiziriyam bêyî ku hizrên xwe ji wê re parve bikim; bê ku çima ez nedikirim berdêla xwerineke xweş ji bo her du zarokên xwe…!? Ma ew qas ji min hez dikir an ez bextê xwe didîtim? Nizanim…
Di kolanên reşikî de, bi meşeke nîvrevî, her jinekê baxçeyê xwe rakiribû û ber bi fabrîqeyê ve diherikîn, da ku ji karê xwe dereng nemînin û zû dest bi kar bikin, belkî ku xwediyê fabriqeyê hinekî dilê wî bi wan bişewite û wan zû berde malê. Ew xwediyê bêdil ê ku ji zû de dilovaniyê ji dilê wî koç kiribû, ne tenê dilê wî lê ji dilê her zilamî. Tenê îşkence jê diteyisî.
Her dihîştin ew jin bêhtirî zilaman kar bikin û paşê di dawiya mehê de, pereyên xwe bêhtirî jinan bigirin. Nizanim, jina ku ez di bêrîka wê de qeflûkî mabûm û hevalên wê, her daxwaza heqê xwe dikirin lê tu kesî guh nedida wan. Her çiqas ku greva birçîbûnê girtin. Xwe ji kar sekinandin, lê tu kesî guh nedida wan û her tim heq û mafê wan dihat xwarin.
Her roj, her sibeh karkerên jin ên fabrîkeyê bi qerebelixekê derbasî hundirê fabrîqeyê dibûn û dest bi xebata rojane dikir. Rojekê jineke sipehî ku çavên wê gilover bûn, ji wan kome-jinên ku serê xwe di nav kar de xwar kiribûn de, bi dengekî bihêz û nîvtirsî got: ‘’Ma ne şermeke mezin e ku ev zilamên bi qam li ser alavên hêsan di rojê de tenê çend saetan bixebitin û em jî bi deh saetan li vir, bi destên xwe ye ku êdî xwîn tê de qediyaye, bixebitin!? Hûn çima bê deng in, ma heta kengî em ê derkevin kolanan daxwaza mafên xwe bikin û tu kes guh nade me? Ma heta ku dê ev belengazî li pey şopa me be û em li pey şopa peran bigerin û tu kes guh nede mafê me! Ka dev ji vî karî berdin, em jî biçin xwe fêrî van alavan bikin!’’
Lê hîn gotina xwe bi dawî nekiriye zilamekî bi ser de qîriya û jê re got:
-‘’Tu behsa kê dikî ey qeh…
– Behsa we dikim, sermezin.
-Sermezin û nezan hûn in. Ma qey ev alav hêsan e ku tu fêr bibî?
-Tu yê me fêr bikî.
-Ma jin û fêrbûn çi yê hev in, qey ker fêr dibin?’’
Bi gotina wî zilamî re, tofan di nav fabrîkeyê de rabû. Wekî tu bêjî çiyayan volkanên xwe teqandin, her jinekê şivên di destê xwe de hilgirtin û êrîşî ser zilam kirin û tiştek di wan de nehîştin. Wan zilaman bi zorê dikaribûn xwe ji nav lepên wan xilas bikin û ji fabrîqeyê birevin.
Piştî çûyîna wan, jina ku min xwe di bêrîka wê de nixumandibû, rabû çû li ser alavê da ku xwe fêr bike lê pê re xirab bû. Jin giştî bi hev keniyan û gotin: ‘’Carek didu em ê fêr bibin lê ya girîng, em daxwaza mafê xwe bikin û jê venegerin bes e zordestî û nezanî, bes e ji azar û bindestiyê re.’’
Hîna jin di nav geşedanên serhildana li dijî dîktatorî û koletiyê de ne, ew zilamên rûtirş hatin û deriyê fabrîqeyê bi ser wan de girtin. Hîna haya jinan jê tune bû, agir bi nav fabrîqeyê ket, ez nizanim ew agirê serhildanê bû yan agirê şewata çûyîna me bû?
***
Ya rast! Wê rojê min pê dizanî dê ew mêrên xwînmij xerabiyekê bikin. Min dizanî ew zilamên ku nezaniyê serê wan xwariye, dê nehêlin serkeftina wan serhildêran bidome. Ji min nepirsin bê çima ez bêdeng mam, min dixwest biqîrim, bang bikim û hawar bikim lê kêfa serkeftina ku temenê wê mirin be jî, parek ji ziman û dilê min xwaribû.
Ew jinên ku her ji bo belengaziyê dengê xwe bilind dikirin, şewata dilê wan gurtir dibû. Wê rojê ez jî di bêrîka delala xwe de dişewitîm, bêhna şewatê her tişt girtibû. Ji min nepirsin bê çawa min dikaribû xwe ji nav wî agirî xilas bikim? Ji ber ku wê rojê her jinekê li ber xwe dida, ez wê yekê nizanim dê bê çiqas jin li hundir bûn lê ez dizanim ku wê şewatê, şewata serhildanê di dilê her jinekê de gur kir, bi wê şewatê re her jinekê dev ji her tiştî berda û daxwaza mafê xwe û mafê jinên ku li ser destên xwînmijan hatine şewtandin kir. Na, min jî xwe bêdeng nekir ez ew perê hesinî ku her tim xwediyê min dixwest, min bike berdêl û pê nanekî têrxwarî ji zarokên xwe yên reben re bistîne, laşê min neşewitî, lê lekeya êş û şewata ku li ser rûyê min diteyîsî, dê reşiyek be li ser eniya mirovahiyê.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览443
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 29-12-2022
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 29-12-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 故事
文件类型: 原文
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئاراس حسۆ 29-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on31-12-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):21-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览443
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.123 KB 29-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,385
图片 105,207
书籍 19,477
相关文件 97,468
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!