图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,718
书籍 19,304
相关文件 97,343
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurdên Sûriyayê piştî nîvsedsalê ji jiyana siyasî – II
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

SELAH BEDREDÎN

SELAH BEDREDÎN
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
KURDISTAN, 19/10 2007 — Cihêwazî û ne wekheviya nêrînan şerm nîn e. Tirs li ser neteweyeke ko ramanên rêzên civaka wê, û çîn û tiwêje û şepolên wê yên siyasî û felsefîk cuda ne, nîne. Berovajî vê çendê ev yeka nîşana saxlemî û pêşketina wê netewê ye. Lê belê, tiştê şerm û bive ewe ko nakokiya lojîk weke şêwazeke şaristanî û mirovane biguhere berbi şêwazên çewt derveyî çarçoveya dîroka nivîskî û devkî. Her weha, eger dûrî mentiqa saxlem here û xap û derew bibin bingehek ne ji bo serxistina doza di nîgaşê de, lê–mixabin-ji bo berzkirina hindek kesên ko zerer û ziyan gihandine milletê xwe û tevgera wî ya neteweyî, û destên xwe xistine nav destên şovînîstên qirêj de!
Rêbaza domandina şaşîtiyan û guhnedana bi rastî û erkên pêwîst, tevlî îsrarkirina ser nav û girûp û komik û peywendiyên heyî, hîşt ko beşê mezin ji erkan bikeve çarçoveya hilgirtina lehengiyên pûç û vala. Di encamê de, nêzîkbûna ji desthilata despotîk. Li vir em rastî bive û metirsiyên hindek rikeberiyên nû tên û bi wan re rûbirû dibin:
Yekem: Pêwîstiya avakirina komîteyekê ji dîroknas û ronakbîrên niştîmanperwer bi mebesta parastina dîroka tevgera me ya niştîmanî li hember êrîşên çewtkirina wê. Bi gotineke din, li hember guherandina nav û dema damezirandinê û qonax û bûyer û rola kesayetiyan û pêşveçûna wê.
Duyemîn: Hindek kes hewil didin ko navin taybet ji lîsteya damizrênerên pêşeng dûr bixin. Her wisa, bilindkirina hindek navên din û mezinkirina rol û giringiya wan.
Sêyem: Nakokî derbarê roja damezirandina yekem partiya kurdî li Sûriyê heye. Herdû rehmetiyan Osman Sebrî û Şêx Mihemmed Îsa bi yekcarê nîşankirina rojeke taybet ya damizerandinê nepijirandine. Li gor wan, damizerandin di riya gelek civîn û kombûnan de, di navbera mehên Hezêran û Temûz û Tebaxa sala 1957an de, pêk hat. Belê, ev kesên ko dibêjin dameziradina partiyê di meha Hezîranê de bû, xwe dispêrin çi gelo? kanîn belge û dokûmentên wan?
Çaremîn: Hindek kes navê partiyê di cî de diguherin, ji Partiya Demokrata Kurdistanê dikin Partiya Demokrata Kurdî!
Pêncemîn: Hindek hene ko dest datînin ser partî û tevgerê li gor prensîpa dûrkirina yên din û bidestxistina rastiya tewaw! Tu dibêjî qey tevger xiradeke anjî avayiyeke anjî zeviyeke yan avtomobîla wan e!
Şeşemîn: Hindek kes hene ko peywendiyên neteweyî yên tevgera me bi hêsanî destnîşan dikin. Ew kesane qet haya wan ji bandora rêjîmên dagîrker nîn e, û xwe mîna xwediyên tevgerê dihesibînin!
Heftemîn: Hindek kes rastiya bûyeran diguherînin, wek bûyera hevalê me yê şehîd–Letîf Şakir-ji gundê-Letîfiyê-. Heyeta me bi çavdêriya Xwedê jê razî Seyid Mela Remezan berpirsa rêxistinkirina wî û hevalê wî yê zarotiyê-Oskê Zaxuranî-(hîn sax e) bû, her weha heyeta me bersiva avakirina şanên rêxistinê bû li tevahiya wê deverê û sazkirina civînên berdewam li Letîfiyê û Sêgirka û Xalidgilo.
Em sê kes di serkirdayetiyê de bûn, û me şan û komên deverê birêdixistin. Mixabin ko di dema dawî de, rastgirên Kurd hindek neheqiyan dikin û xwîna şehîd Letîf Şakir yê ko ji dema şehîdbûna wî ve heta bidawîhatina rêûresmên şîngirêdana wî, me tukes ji van ciwanmêran li wira nedît! (Ji ber giringiya mijarê em dê di demeke nêzîk de lê vegerin).
Heştemîn: Jimartina têkçûnan weke serkeftinan û dîtina sernizman wek lehengan! (Diyar e ev nexweşî gihaye Kurdan jî!). Kesên ko rojekê ji rojan bi rêbaz û progirama partiyê ya siyasî ve ne pabend bûn, di 50-saliya damezirandina yekemîn partiya kurd' li Sûriyê şahî û aheng girêdan û govend gerandin! Gelo, ji ber serkeftinên wan yên mezin di warê misogerkirina mafên gelê Kurd-bibûrin kêmneteweya Kurd-wan şahî lidarxistin? Anjî ji kêfa parçekirina partiyê beriya 40 salan? Belê! Ji mafê wan e ko ahengan girêbidin û serê xwe berz bikin derbarê azara kurdan û bipaşdemayina piraniya serkirdên girûpên siyasî ko jimara wan zêdeyî 20an e! Belê! Mademkî ko serok baş e, her tişt baş e! Eynî wek rêjîma despotîk ko Xwedê giravî opozisyona wê dikin!!!
Nehemîn: Înkarkirina rol û bername û bandora konferansê 5-ê Tebaxa 1965-an ji aliyê hindek rêxistinên ko jê cuda bûne wek (Partiya Çep û Hevgirtina Gel). Ez wan lome nakim…ji ber ko wan tu rol di wê gava dîrokî ya here giring di mêjûya tevgera me de nelîstine, lê belê ez ji wan dixwazim ko ew rastgo bin û dîroka wê qonaxê ne li gor daxwaz û arezûyên xwe yên kesane lê bi babetane nêzîkahiyê li mijarê bikin, nexasime di du pirsan de ko ewjî evene: girêdana bi anqest ya konferansê Tebaxê bi rehmetiyê mezin Osman Sebrî ve! Lê belê diyare ko rehmetî di hemû qonaxên bûyera Tebaxê de dûr anjî girtî bûye, û ne agahdar bû bi karê girûpa amadekar ya ko ji 5 kesan pêk dihat(piraniya wan hîn sax in) û dora 30 kesî di kongir de amade bûn. Bê guman, ev yeka nêzîkbûna hizrî ya di navbera me û rehmetiyê hêja Osman Sebrî de tune nake, berovajî vê çendê em wî weke sembola xebatê di qonaxeke giring de dibînin.
Tiştê ko beriya sazkirina konferansê bi salekê hate kirin ew bû ko min apo Osman Sebrî û Ebdulla Mela Elî û Reşîd Hemo agahdarkirin derbarê kirîza ko partî têde derbas dibe dema ko ew di zindanê de bûn, lê ji ber amadebûna polîsan û tengiya demê (di zindana kelata Helebê de sala 1964an). Piştî serkeftina konferansê, ez bi rehmetiyê Osman Sbirî û endamekî serkirdayetiyê yê dinê re axivîm û me birêvebirina partiyê jê re pêşniyar kir. Pişt re, em tev bi hev re derbasî qonaxa rûbirûbûnê bi rêjîmê re bûn derheqa mafên gelê Kurd û pilana Kembera Erebî di atmosfêra nakokiyê di navbera du şepolên hizrî û ramyarî û cihêwaz di gorepana Kurdî de nek dijminahî û nakokî di navbera kes û serkirdan de. Ya din jî, dema li hin kesan ji wan girûpane teng dibe car bi car ew silogan û prensîpên konferansê 5-ê Tebaxê hildidin, ko ji beriya 40 salan ve hatibûn bilindkirinê bêyî ko jêder û çavkaniya wan destnîşan bikin, lê wan dihijmêrin weke dîtina bîrdoziyeke nû li ser riya çaksazî û guherînê!!
Dehemîn: Xirabkirina navdariya karê rêxistinî yê micid û sûdemend ji bo jinûveavakirina tevgera Kurdî û ya niştimanî di heman demê de, nemaze girêdana yekemîn partî ji aliyê dîrok û damezirandinê ve bi şepolên rastgir, dijminên karê rêxistinî û nehênî ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd yên neteweyî. Ne veşartî ye ko serkirdên rastgir herdem berê cemawerên Kurd didin derve bi mebesta dûrgirtina ji erkên hundir ji ber keysperestiya wan û li gor daxwaza desthilatdariya şovînîst û taktîkên wê derbarê dosiyaya Kurdî.
Yazdehemîn: Hewildana rêzgirtina kesên ko ziyan û zerer gihandine pirsa kurdî çi kes dibin anjî rêbazên hizrî û siyasî. Li dirêjahiya dîroka tevgera me ya siyasî hewildanên bi vî rengî her berdewam bûne, lê her û her bi serneketine û têkçûne.
Diwanzdehemîn: Rastgirên kurd nazikî û metirsiyana vê qonaxa ko em têde bikar tînin, ev qonaxa ko nûbûn têde nîn e, lê dibe ko aramiya beriya bahozê be. Rastgir valahiya gorepanê û nebûna projeyên serkeftî bikartînin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,158
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع http://nefel.com/- 23-12-2022
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 09-10-2017 (7 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: 叙利亚
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 23-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,158
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,718
书籍 19,304
相关文件 97,343
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!