图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,110
图片 106,525
书籍 19,312
相关文件 97,280
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Rastî û têkoşîna li ser sînorên, kurd ji hev dûr xistine
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Romana Sînor ya Menaf Osman

Romana Sînor ya Menaf Osman
#Roza Metîna#
Nivîskar Menaf Osman ê ku ev 29 sal in di girtîgehê de ye, di romana xwe ya bi navê (Sînor) de bala xwîneran dikişîne ser sînorên ku kurd ji hev veqetandine. Nivîskar bi zimanekî hêsan û herikbar rastiya li ser erdnîgariya Kurdistanê qewimiye, rave kiriye. Têkiliya di navbera lehengên berhemê de, bi awayekî eşkere û zelal raxistiye ber çavan. Di heman demê de rastiya sînor, doz û têkoşîna bi salan, kiriye mijara xwe. Bi keşfa lehengan a li ser sînor, gelek çîrokên li ser axa me kurdan, rû dane, di hiş de zindî dike. Bi heman awayî gotinên dapîr û bapîrên me tîne bîra me. Hafizaya xwîner teze dike û hovîtiya li ser zarokên kurdan hatiye kirin jî nîşan dide.
Dema min romana “Sînor” xwend, ez careke din, bûm şahida zarokatiya xwe. Her wiha bi hevoka (Li ser wê sûretê şamaraneke balkêş neqişkirîbû) wêneyek hat ber çavên min. Dema em zarok bûn, hema bêje li her malekê wêneyê “Şahmaran” hebû. Ew wêneyê nûnerê têgeheke kurdewarî ye, ji bo me kurdan gelekî girîng e. Biwêjên hatine bikaranîn jî dewlemendiyeke din a honandina vê berhemê ye.
Bi hinek hevokên nivîskar di berhema xwe de bi kar aniye hestiyarî, digihêje lûtkeyeke dinê. Mirov wê demê, li rastiya sînorê ji me re bûye dojeh, hildikume. Yek ji mînaka van hevokana ev e;”Carekê gava ku Emîno, li sînor dabû, mayinek bi qantira wî ya barkirî teqiyabû, ew kuştibû, wî jî ji lingên wî birîndar kiribû. Piştre ji ber lingê wî, şaş cebirîbû, rebeno qop mabû.” Hevokeke din a ku rastiya sînor derdixe meydanê, wiha ye:”Hemûçik ya di sînor de tên kuştin, yan jî ji kuştinê xerabtir li wan tê, bê dest û ling dimînin.” Bi vêya girêdayî dîwarên bi pereyê baceya kurdan, li ser sînorên wan tên lêkirin jî dibe mêvanê xeyalê mirov. Em bombeyên bi pereyê baceya me, bi ser me de dibarin jî ji bîr nekin.
Di berhema “Sînor” de du behreyên Menaf Osman digihêjin hevdu. Hevdu hem temam dikin hem jî xwedî dikin. Wêneyê bergê nivîskar bi xwe xêz kiriye. Loma pirhuneriya wî jî ji vir xwiya dike. Her nivîskar, nikare wêneyê pirtûka xwe xêz bike.
Aliyekî din ê qenc ê vê berhemê yek jê bibîrxistina hinek peyvên kêm tên bîra mirov e. Bi vêya namîne. Nivîskar di heman demê de bi vê hevoka xwe dest nîşanî, girîngiya çanda neteweyî dike:”Ê wilo ye, hevalê min! Yê behsa çar parçeyên welat bike, divê sînga xwe ji hemû rengên çanda neteweyî re, veke.”
Van gotinana jî hem hesretê hem jî xeyalên gelek kurdên xizmên wan li aliyê din ê sînor hatine hiştin, vedibêje:”Dayê xweska te bizaniya çi tamek xweş di vî karî de heye! Rast e ku min ji feqîrî dest bi vî karî kiriye lê niha ji min re bûye rengekî jiyanê. Gava ku her car ez li sînor didim û bi çend guleyan wan nobedaran heta sibehê, di nav tirsê de dihêlim, wekî ku tev dinya dibe ya min. Her ku ez diçim Qamişlokê mala xaltîka xwe Terfa yan jî mala xalê xwe Tewfo weke ku min sînor rakiribe, Nisêbîn û Qamişlokê kiribe yek, têl û mayinên neqeba Tilkêfê û Qûzo rakiribin û gundê rehmetiyê bavê xwe dîsa kiribe yek, ew qasî kêfa min tîne, bêhna min fireh dike. De ka êdî ez ê çawa dev ji vî karî berdim.”
Hestên bêrîkirin û evînê jî di vê berhemê de xwedî cihekî taybet in. Gotina:”Rast e bêrîkirin her tiştî nêzîk dike” ji jiyana me kurdan, dîmenekî tîne pêş çavan. Hestê êş û mirinê, hewldana gihandina serkeftinê dibin sedema rêwîtiyeke dûdirêj a di binhişiya xwîner de. Gelek caran bandora gotinan feyzeke cuda dide. Geh dibe raperîn, geh dibe hêvî, geh dibe hêz. Carinan jî birînên hîn qalik negirtine, bi bîr dixin û dibin sedema avjeniya di nava pirsên bê bersiv de.
Hinek nirxên kurdan hene ku bingeha parastina nasnameyê ne. Xizmet û nîşaneya parastina zimanê kurdî ye. Xwedîderketina li van nirxan di berhema “Sînor” de bi zelalî hatiye ziman. Nivîsandin û anîna ziman a hestan a bi zimanê kurdî jî ahengeke din a vê berhemê ye. Û bi van gotinana berê min dîsa bi aliyê zarokatiya min ve, vedibe:”Kulav û merşek di ber dîwêr re û li nava hundur jî hesîreke naylonî raxistî bû. Di dîwarê raserî derî de, du heb qubale hebûn, tijî şûşe, sênîk, surahiyên cam û porselen bûn.”
Em rastî û têkoşîneke civakî di vê berhemê de dibînin. Rastiya li ser sînorên kurd ji hev dûr xistiye…Bi van gotinên Menaf Osman ên li ser berga paşiyê em vê rastiyê kûrtir fam dikin:”Piştî nîqaşeke dûdirêj, bi hev re gihandin biryarekê ku êvarkî tev de, biçin keşfeke dawî li ser sînor bikin. Biryara keşfê kelecaneke nuh bi Evdil re çêkiribû. Cara yekê bû dê ew “şûrê” ku malbata wî di nîvî re kiribû du perçe bidîta! Ew sînorê ku ji nişka ve nîvên mirovên wî kiribûn serxetî û nîvê mayî jî kiribûn binxetî, çawa bû gelo? Bavê wî wisa jê re gotibû, ‘Kurê min, hema rojekê sibehê em ji xew rabûn me dît ku xet di nîvê erdên me re kişandine û ji me re dibêjin hûn nikarin herin wî aliyê sînor, wê derê serxet e! Sînorê çi bavê min? Sînorê çi lawo, nîvê erdê me, nîvê dost û merivên me li wir mane! Gotin na wele hûn nikarî derbasî wir bibin, wê derê dewleteke din e! Gotinên ku nediketin serê dînan, dixwastin em jê yeqîn bikin. Lê me dizanîbû ku em hîn dîn nebûne û hişê me li serê me ye. Kalikê Soro, du ap û xalekî te, sê xaltîk û metikeke te tev bi zarokên xwe re, hemû tevde di şevekê de bûbûn serxetî, em jî di heman şevê de bûbûn binxetî!.. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览579
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://pen-kurd.org/- 23-12-2022
挂钩项目: 4
传记
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 25-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 23-12-2022
本文已被审查并发布( ڕاپەر عوسمان عوزێری )on23-12-2022
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):23-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览579
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1127 KB 23-12-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,110
图片 106,525
书籍 19,312
相关文件 97,280
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!