图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,058
图片 106,483
书籍 19,321
相关文件 97,306
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Dilgeş Başkale - Taner Kaya
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dilgeş Başkale - Taner Kaya

Dilgeş Başkale - Taner Kaya
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dilgeş Başkale
Nav paşnav: Taner Kaya
Cihê jidayikbûnê: #Wan#
Dayik-Bav: Ayşe-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Gulana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Dilgeş li navçeya Elbakê ya Wanê li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû. Xelkê me yê Elbakê ku ji dema destpêkê ya avabûn û gelbûyîna têkoşîna me û pê ve li dijî faşîzmê sekneke bi rûmet nîşan da û bi sedan lehengên xwe tevlî refên têkoşînê kir, ti carî ji vê karaktera xwe ya berxwedêr tawîz neda. Xelkê me yê Elbakê ku her demê li dijî êrîşên dijmin berxwedan mezin kir û tevlî nava refên têkoşînê bû, bû xwedî kevneşopiyeke xurt a welatparêziyê û bi israra xwe ya li ser azadiyê bû yek ji navendên berxwedanê yên Kurdistanê. Hevrêyê me Dilgeş jî di nava vê çanda welatparêziyê ya #PKK#'ê de mezin bû û PKK zû nas kir. Li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê, ku ji zarokatiyê ve şahidî jê re kir, berxwedêriya gel nîşanî hevrêyê me Dilgeş da, ku li dijî faşîzm û qirkirinê ji bilî berxwedan û têkoşînê rêyeke din nîne. Ji ber vê yekê jî hevrêyê me Dilgeş hîn di temenekî gelekî ciwan de bû xwedî kesayetiyeke berxwedêr û hîn wê demê pê hesiya, divê li dijî dijmin têbikoşe. Hevrêyê me Dilgeş bi temenê xwe yê ciwantiyê re hîn ji nêz ve şahidî ji polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst qirker re şahidî kir ku dixwaze gelê Kurd bi taybetî jî ciwanan ji bingeha xwe qut bike û li hemberî vê yekê bû xwedî hêrseke mezin. Ji ber vê yekê baweriya xwe pê anî ku divê têkoşîna xwe ya li dijî dijmin bêhtir şênber bike û dît ku ev yek jî bi PKK'ê re dibe ku li dijî faşîzmê şerê herî bi bandor dimeşîne. Lewma biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê m Dilgeş sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya xwe ya şervaniya nû li Zapê wergirt. Hevrêyê me Dilgeş ku xwedî kesayetiyeke têkoşer bû, li qada dijwar a Zapê bêyî ku zehmetiyan bikişîne hîn bû. Hevrêyê me Dilgeş ji roja tevlî bû û pê ve di pratîkê de bi kedkariya xwe bala hevrêyên xwe kişand. Piştî ku perwerdeya şervaniya nû bi serketî qedand, li Zapê dest bi pratîkê kir. Tevî ku hînê nû bû, zû bi pêş ket, qad nas kir û bi şarezabûna xwe bawerî da hevrêyên xwe. Bi rengekî cidî nêzî her wezîfeyê bû, di her qada jiyanê de ji bilî serketinê pîvaneke din qebûl nekir. Hevrêyê me Dilgeş ev nêzîkatiya xwe heta kêliya şehîd bibe dewam kir. Di navbera salên 2013-2016'an de li herêma Zapê wezîfeyên fermandariya tîm û komê bi serketî kir, piştre jî sala 2016'an bû fermandarê yekîneyê, di navbera salên 2017-2019'an de jî wezîfeya fermandariya yekîtiyê kir. Di vê pêvajoyê de hem ji hevrêyên xwe re bû fermandar, hem jî bû hevrê. Bi dilnizmî û şervaniya xwe ji aliYê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Di vê pêvajoyê de tevî ku ji çav û milê xwe birîndar bû, birînên xwe zû pêça û li wezîfeya xwe vegeriya. Bi perwerdeya îdeolojîk, leşkerî û jiyanî ya hevrêyên xwe hemûyan re eleqedar bû. Tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û ji bo hevrêyên xwe yên ciwan bike şervan û fermandarên serketî, pêşengî kir. Di vê pêvajoyê de li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyên bi bandor bersiv da. Cihê xwe di plankirina gelek çalakiyan de girt ku derbên giran li dijmin hatin xistin û çalakî bi cih anî. Piştî pratîka serketî ya heta sala 2019'an meşandî, ji bo şarezariya xwe ya leşkerî bi îdeolojiyê xurtir bike, ji bo pratîka xwe binirxîne û dersên pêwîst jê werbigire li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî perwerdeyê bû. Tecrûbeyên ku di pêvajoya perwerdeyê de wergirtî bği hevrêyên xwe re parve kir û kir ku her hevrêyekî wî sûdê ji tecrûbeyên wî werbigire. Bi dilnizmiya xwe û nêzîkatiya xwe ya berpirsyariyê, bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir. Ji bo îdeolojiya Rêbertî baştir fêhm bike û bi cih bîne bi xurtî giranî da ser perwerdeyê. Hevrêyê me Dilgeş bi kûrbûna xwe ya li pêvajoya perwerdeyê, taybetmendiyên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di kesayetiya xwe de afirand, di rêbaza fermandariyê û taktîkên gerîla de xwe nû kir û bû yek ji fermandarên me yên ciwan.
Hevrêyê me Dilgeş ku di sala 2020'î de di asta fermandariya herêmê de li Zapê vegeriya, li vê qada ku berê nas dikir hewl da rêbaz û taktîkên dema nû bixe pratîkê. Bi kûrbûna di pêvajoya perwerdeyê de bi qasî aliyê leşkerî ji aliyê îdeolojîk ve jî pêşengî û fermandarî ji hevrêyên xwe re kir. Bi dersên ji pratîka xwe ya berê wergirtî, hewl da pratîkeke encamgir bimeşîne. Hevrêyê me Dilgeş kete nava kûrbûna wê yekê ku di her kêliya jiyanê de derba herî giran li dijmin bixe. Bi wêrekiya xwe ya bilind û ruhê xwe yê êrîşê xwe di nava pratîka şer de ispat kir. Hevrêyê me Dilgeş ku di nava PKK'ê de bû yek ji hevrêyên me yên bijarte ku di demeke kurt de bi pêş ket û bû fermandar, bi jîrbûna xwe ya pratîkî û taktîkên gerîlatiyê kete nava pratîkê. Weke hevrêyên wî yên têkoşînê em careke din soz didin ku di şexsê hevrêyê xwe Dilgeş de tola şehîdên xwe hemûyan hilînin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览273
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://anfkurdi.com/- 21-12-2022
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82:
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 21-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on22-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):22-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览273
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.133 KB 21-12-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,058
图片 106,483
书籍 19,321
相关文件 97,306
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!