图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,001
图片 106,688
书籍 19,300
相关文件 97,310
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Binevş Vejîn - Yonca Gokalp
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Binevş Vejîn - Yonca Gokalp

Binevş Vejîn - Yonca Gokalp
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Binevş Vejîn
Nav û paşnav: Yonca Gokalp
Cihê jidayikbûnê: #Wan#
Navê dê û bav: Nûran - Şefîk
Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Mijdara 2022’an / Metîna

$Kurtejiya şehîd:$
Hevrêya me Binevş li navçeya Şaxê ya Wanê, di malbateke ji eşîra Êzdînan û hewirdorek welatparêz de hatiye dinê. Hevrê Binevş ku ji biçûkatiya xwe ve destanên Partiya me #PKK#'ê guhdarî dikir, eleqeyeke mezin nîşanî Gerîlaya Azadiya #Kurdistan#ê da. Di ciwaniya xwe de ev meraq veguherî lêgerîna azadiyê. Bi taybet statuya koletiyê ya ji aliyê sîstemê ve li ser jinê hatiye ferzkirin û jinê tenê weke amûrek dîtin, hişmendiya dewleta Tirk a qirker, polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me, tevlîbûna xizmên nêzîk ên nava refên #gerîla# navnîşana lêgerîna hevrêya me Binevş diyar kir. Weke jineke ciwan a Kurd li hemberî azadiya gelê me xwe berpirsyar hîs kir û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û van erkên xwe bi awayekî herî baş û bi bandor bi cih bîne.
Hevrêya me Binevş ku di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû, bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar derket pêş û ji ber van taybetmendiyan bi lez bi jiyana gerîla û çiyan ve bû yek. Hevrêya me Binevş a ku yekemîn perwerdeya xwe li qada Zapê dît, di vê qadê de jî pratîka xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir. Hevrêya me Binevş ku gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrûbe û jêhatî bû, bi qasî 2 salan li herêma Zapê ma û piştre derbasî herêma Cîlo bû. Li vir di gelek çalakiyan de cih girt û di lêxistina derbên giran li dijmin de roleke girîng lîst. Tevî ku demekê bi giranî birîndar bû jî bi îradeya xwe ya xurt di demeke kin de baş bû û dîsa erkên xwe yên şoreşgerî domand. Piştre hevrêya me Binevş ê ku çû herêma Xakûrkê vê carê hêj çalaktir tevlî çalakiyan bû. Bi taybet li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî herêma Xakurkê bi moral û cesareteke bilind li ber xwe da û bû sedem ku dijmin derbên giran bixwe. Hevrê Binevş ê ku di şerê li Xakurkê de careke din birîndar bû, bi enerjiya ruhê xwe yê ciwantiyê û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi mînakeke mezin a fedekariyê nîşan da, dîsa jî qada şer terk nekir.
Hevrêya me Binevş ku ezmûneke leşkerî bi dest xist û bû namzeta pêşeng a fermandariya YJA Starê, xwest xwe di aliyê bîrdozî de pêş bixe û di vî warî de kedek mezin da. Ji bo vê lêhurbûna xwe bi awayekî sîstematîktir bimeşîne, tevlî perwerdeyên leşkerî û bîrdozî bû. Di dema perwerdehiya xwe de li ser Îdeolojiya Azadiya Jinê kûr bû. Di vê wateyê de xwe di xeta jina azad de bi pêş xistiye û bûye xwedî seknek pêşengiyê. Di heman demê de lêhûrbûna xwe ya li ser taktîkên şerê gerîla yê serdema nû kûrtir kir. Hevrêya me Binevş ku piştî pêvajoya perwerdeyê derbasî herêma Metîna bû, herî zêde li herêma Girê Hekkarî beşdarî xebatên perwerdeyê bû. Di vî warî de bi kesayeta xwe ya fedekar û kedkar derket pêş û ji bo temamkirina binesaziya şer kedek mezin da. Hevrêya me Binevş ku hemû derên herêma Girê Hakkarî nas dikir, weke gerîlayeke YJA Starê di erka pêşengiyê de cih girt û bû yek ji fermandarên ciwan ên serdema nû.
Li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî herêma Girê Hekkarî, ji qonaxên ewil ên şer de bi ruhekî fedaî, îradeyek mezin û mejiyê fermandariya jina azad li hemberî dijmin derket. Di vî warî de ji bo berxwedana li herêma Girê Hekkarî mayînde bike, kedek mezin daye. Li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ku bi xwîn û keda gelek hevrêyên me hat afirandin, weke fermandareke pêşeng a YJA Starê ji bo tinekirina dijmin fedakariyeke mezin, bi israr û daxwazeke ji dil tevlî operasyona şoreşgerî bû. Hevrêya me Binevş ku weke yek ji hevrêyên me cihê xwe di çeperên herî pêş ên operasyona şoreşgerî ya Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî de girt, bi ruhê fedayî yê Apoyî bi ser dagirkeran çû û di cezakirina gelek leşkerên dijmin de rol lîst. Hevrêya me Binevş ku ji bo têkbirina dijmin li herêma Girê Hakkarî heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û gihişte şehadetê, di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Savaş Mereş de weke yek ji pêşeng û fermandarên sembol di dîroka me de cihê xwe yê bi rûmet girtiye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览463
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://anfkurdi.com/- 12-12-2022
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 640
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82:
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 12-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):12-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览463
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.125 KB 12-12-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,001
图片 106,688
书籍 19,300
相关文件 97,310
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!