图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,056
图片 106,673
书籍 19,294
相关文件 97,290
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Yek ji şahidên Komkujiya Geliyê Zîlanê: Abdulbaqî Çelebî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Abdulbaqî Çelebî û Nîhat Gultekîn

Abdulbaqî Çelebî û Nîhat Gultekîn
Komkujiya Zîlanê ji #Serhildana Agiriyê# cuda nayê nirxandin. Ev berxwedana ku li quntara Çiyayê Araratê derketibû, tevgera kurd a herî wêrek û rêxistinkirî ya wê serdemê bû. Serhildana Agiriyê ku di navbera salên 1926-1931an de berdewam kir. Serhildana herî demdirêj bû. Serhildana Agirî ne tenê li herêma Agirî (Qerekilise, Bazîd) bû, her wiha bandor li herêma wek Qers, Erzirom û Wanê jî kir. Serhildêran avêtin ser qereqolên dewletê, leşkerên wan dîl girtin.
Di vê çarçoveyê de serdegirtina Qereqola Çakirbeyê ya di şeva 19ê Hezîrana 1930an de mînaka asta rêxistinbûna wê demê ye. Lê dema ku xebera bi ser qereqolan de girtin, alayên cendirmeyan û kuştina payebilind gihandin Enqereyê, dewletê biryar da ku herêma Zîlan bi temamî xera bike. Ew pêwajo ji bo Komara Tirkiyeyê bû tirs û xeteriyeke mezin. Dewletê hemû hêza xwe ji bo şikandina bandora vê serhildanê bikar anî. Tirkiye bi hevkariya Rûsya û Îranê, di dawiyê de şikestineke giran li kurdan da. Piştî têkçûna tevgera kurd a Agirîyê hêzên leşkerî yên dewletê berê xwe didin Wanê û bi taybet jî navçaya Erdîşê.
Xebatên min ên pirtûkê hene ku min di çarçoveya lêkolîna dîroka devkî de bi kesên di wê serdemê de dijîn re amade kiriye. Min di sala 2020 û 2022an de hevpeyvînên xwe yên bi şahidên wê serdemê re wek du pirtûkên1 kurdî çap kirin. Hema bêje hemû şahidên me wan re hevpeyvîn çêkiribû, ji vê dinyaya ku ewqas êş û jan li wan kir, koç kirin. Gelek bi çîrokên xwe va hatin definkirin. Lê hinekan bi axaftina xwe va tiştên ku di derbarê vê komkujîye em ronahî kirin. Me deste mirinê hin tişt rizgar kirin û wek bîra kolektîf gelek agahî ji me re gotin. Em bi nivîse va giştî 92 salvegera wê bûyerê, taybetî jî şahidê wê demê Abdulbakî Çelebî bi bîr tînin.
Em ber bi Gîhadînê diçin
Li pey zehmetîyek mezin ji bo em xwe bighînin Abdulbaqî Çelebî ku li wan roja jîyaye, ji bo wî bibinin em li navçeya Bazîdê ku girêdayî Agirî ye ber bi Gihadînê bi rê dikevin. Berê em çend caran bi telefonê axifî bûn, lê me hev nedîtibû. Divê em dîyar bikin ku ev hevdîtinê de keda mezin ya xelqê Erdîşê Suleyman Çelebî ye. Hevdîtinê wî amade kir û em dîroka 18.01.2014an çûn navça Gihadînê. Gihadîn bajarek piçûk e. Gava em gehîştin Gihadînê me telefonê Abdulbaqî Çelebî kir. Îstasyonek benzînê terîf kir, em çûn cîhên terîf kirî, gava me dît li ber derî li benda me ye, em gelek kêf xweş bûn.
Malekî xizan bû. Bi hevjîn û zarokek xwe ve dijîya. Her halê mala wî de xizanî dîyar bû. A niha 88 salî ye Abdulbaqî Çelebî. Me xwest li wan rojan çi qewimî ji me re bêje. Me kamerayê damezirand, cîhaza dengê danî cem. Cîhê wî amade kir. Dema kêşan dest pê kir rûdanên tê bîrê wekî helbestek ji me re got. Hindek caran bi xwezayî hindek caran jî bi girî got. Gava diaxifî hindek caran te qey digot, bê nefes dimîne. Hestîyarîya wî derbasî me jî bû. Em jî hindek caran bê nefes man, hindek caran li hev nenihêrt, hindek caran jî dev jê kamerayê berda. Abdulbaqî Çelebî li wan roja wekî dijî digot. Em mêjîyê wî ya paqij re heyran man. Ev dewra hêjarîya hafizaya civakî de xwedî mêjîyek wisa re divê mirov giramîya xwe nîşan bide. Em nêzikî du seet axifîn. Hindek caran mê kêşanê da rawestandinê. Hindek tiştan bi ser hev dîsa pirsî. Gorî 88 salî ya xwe xurt bûna wî kare me pir hêsantir kir. Kurdî ya wî pir bi pêşketî bû.
Em niha axaftina wî2 guhdar bikin.
Navê min Evdilbaqî Çelebî
Navê min Evdilbaqî Çelebî. Doxuma min 1927. Bavê min Şêx Mehmed. Navê gundê me jî Şarbazar. Şarpazar girêdayî navçeya Erçişê ye. Em li wî gundî da bûn. Zemanê wê çaxê ez zar bûm. Ew meselena tam rind nayê bîra min. Min çareke lê nêhiri qerebalix çêbû. Milet li hev diçe û tên. Digotin, welehî esker hatiye sirt, niha tê li vira. De esker wî çaxê ku hat, li vir milet revîn. Esker milet da, millet jî revî. Revîn, bavê min notla herkesî pez, dewar, heyvan, gew, çi hebû her tişt li çî da hîşt, her yek li alîyekî revîyan. Ancax tê bîra min. Dîya min meînekî meyî boz hebû bavê min li sîwar kir, bavê min da pêşîyê. Pezê me belkî çarsed, pênsed pezê me hebû me yek ji neanî. Ew bist serî gameşê me, dewarê me, çi me hebû hema wisa kon vegirti, wisa di cîh da hiştin. Temam hiştîn, bi şev revîn.
Dê bavê min, apê min jî jina xwe, mella Ahmed, Şêx Ehmed, Mistefa wa. Ew herdu jî zarê wî bûn. E wi jî ewana hildan, bi şev em hatin ew cîhe niha ew erda dane Afganîya. Em hatin cihê gunde Bûnizlî yê. Li cem mala kalkê min. Bavê dîya min. Em hatin li vira, emre xwedê rojekî, du roja li vir man. Esker hat, hema ketin nava gund mêrê gund temam topkirin birin. Li vir di gundê me da jin nebirin lê mêr birin. Lê gundên di we merkezê da Milk, Kunduk, Şeytanabad, Gomik, Şarkoy, li wan gunda hema jin zarava topkirîbûn. Gundek jê re digotin Milk. Li Milkê cîhekî, zeviyekî hema mezin bû, aha kef bû. Erdê we jî hindek çukur bû, êrê alçak bû, a li vira kom kiribûn. Îca yekî xelkê wî gundê hebû, navê wê jî Misto bû.
De îca em wisa di nava wan da man, heta wê sonê. Misto got, ji ehlê niha li wî çaxî, li van deran, di nav cinaza da mabûn, sax derketibûn, hindek gule lê nekiti bûn, hindek birindar bûn, hindek birîndar nebûn. Pirî mehlux zehf bû, meriv hemû xwe avêtîbûn ser hev. Belkî dused meriv nava wan da hema sax derket. Ûsa di bin cinaza da nehatine ditîn. Got, Misto got, kuro hema yê me bikujin, her yekî me li alîkî em birevin. Got, wî çaxî nikarin me hemûya bikujin. Disa jî nîvê me yê xilas bibe. Misto kir nekir, kesîkî xebera wî nekir. Got, hema me lê nihêrî wextakî çale çal, eskera girtiye hefîf makîna, axir makinelîya û tivenga atêş kirîbûnê. Hema Misto wisa ji li nav revî bû. Misto ji li nav revî û xwe dabû palê. Digot, wisa reşandin Misto, wisa gule barandibûne Misto. Topekî bilinde, epecekî jî mesafeye. Heta Misto kertê da valgerîya bû. De got, dewsa Misto, ji gula, te digot, rîya çixira hezar pezîyê, rîya çûyin hatine wisa, çerê, giha gula lê rût kiribû.
(....)
Îca mal barkirin em hatin gundê Erşatê. De ja gelî temam ma xalî. Aaa dîtina min dît ewe. Ew ê min dît, min aha dît. Deme wî deme du hezar zêde bûbû, li vir nufûs hatin kuştin. Binêre gundên Bûnizlî yê, Pirexwalî yê, Pirneşin, Birhan, Sarkoy, Gomik, Milk, Kunduk, Şeytanabad, Şorik, Murşit ew hemû li wir hatin kuştin. Ewana temam wi celebî usa hatin kuştin. Mesele wan jî eynî ya meye aniha bû. Çawa niha em dibêjin bila heqê me bidin me, a yê wan jî wî hesabî bûn.
Em li vira çûne gundê Erşatê. Welehî lê Erşatê yek hebû navê vî Simo bû. Simo, eşîrata Ecoyî bû. Sidîq hebû, Sidiqê Heso. Îca Sidiq mirovekî zalim bû. Ewî gelek meriv da kuştinê. Sibê zû bû, kalkê min jî razabû. Em di kona da bûn Erşatê. Simo hat derê mala wan. Got, mele Mehmed ez çawa bikim? Ez kuda herim? Kuro got, here çikî xwe veşêre, heta Sidiq çû. Sîdiq pey te digere, wê te bide kuştin. Tu kurê merivayî. Here xwe cîhekî, xwe bide veşartinê. Simo hindek hevraz bû, me nêhêrî Sidiq û sê heb cendirme wa di jêr da hatin. Nebî Simo dîtine.
Simo jî hema ew ditîn. Di kelefekê da hindek kirkirik hebûn. Simo çû kete nava wan kirkirika. Hema ewana çûn Simo nava wan kirkirika derxistin, anîn. Malek hebû, mala Ahmed digotin, Ahmedê Elo. Simo anîne pêşîya konê Ehmed. Sidiq got, cenderma, cenderma hersêka bi hevre gule avêtin. Wexta gule avêtin, jinek hebû navê wê Bêzar bû. Jina birê Ehmed bû. Jina Devrêşê Elo, dev dikeya. Hema gule meşkê ket, dev hema aha, aha di nava meşkê da diavêt. Qîrîniya Simo bû, revî di qulîna wan da aha ser milekî aha ket. Ew milê wî kete nava stila qatixê wan. Hema xwînê aha davête hundir. Simo jî wisa, wî celebî kuştin. Mala wî jî belav kirin, hildan birin. Devarê wî, pezê wî, mala wî tev hildan birin. Welehî bavo ew tev baş tinê bîra min.
Îca piştî wî, hey diziya va dahatin gelî, digerîyan. Ji bona mal û milkên xwe, heyvanê xwe. Îca heyvanê me ji, temama eşîrên Kesko ya, Zeto ya mal û milkên me birin tu dizanî. Xelkê gelî malê wan, talanê wan, heyvanê wan dewlete tiştek nebir. Temam Keskoya, Zetoya birin. Heta bavê min hat, ewa mala Seyîde Biro hene, li gundê Çalixa. Xwarzîyê me ne jî. Bavê min got, min lê nihêrî pez û devarê me hemû topkirine dibin. Bavê min got, kuro ew malê mine, hûn jî xwarzîyê mene, em hevdu nasdikin. Binê pîrka we meta mine. Bave min got, hema malkê min bidine min. Hema bavê min wisa dibêje radibin dora bavê min, dibêjin welehî tu xeberdi, emê te bikujin. Got, ez tek tenê, bi silah, bi hal, bi kal. Anîbûn tek medekek dabûne. 20 heb gamêşa li yek medekek dabûne bavê min. Yê dine ew pez, mezê me, 400-500 pezê me, devarê me, yê gundiyê me, yê şêx temam topkiribûn birîbûn. Welehî wisa bû.
(....)
A bi wê hesabê bû. Kuştina mêrekî, ya mirişkekî, kuştina mirişkekî daha zehmettir bû. Xweyîyê mirişkê disa dikaribû bêje te çima kuşt? Xweyîye mêrekî nikaribû bigota te çima kuştîye. A zûlmekî wisa bû. Îca bixwe birçi bûn, belengazî, tu notla niha îş hebû, îş tune bû. Ez ê herim kar bikim, welatê jê re bixebitim, çi hebû. Walehî bavo wî çaxî, min ew wî celebî ditîn. Dîtina min dît ew bû. Başqe tiştekî hûn bêjin ma. Tişten ez bizanibim ezê bêjim, lê ew tenê tên bîra min.
Milk gundêke, li cîhe hêsîr topkirin kuştin. Hesti wisa dabûne ser hev qalima hestiya notla nîvê vê diwarê bû. Ev erd jî yanî saha deh donim erd hebû. Ha bira gundêk navê wî Birhan hebû, Birhan agir berdabûnê. Agir berdabûnê, îca hingê ez zar bûm, min neditîbû. Hecî Hemid hebû gundîyê me. Hecî Hemîd jî li nava gundê me revîbû, di nava wan hêsîran de hatibû ketibû nava dexlê. Hatibû di Birhanê da derketibû. Agir berdabûnê, xelkê li wir hema temam qişt xistibûne xanîyan û lê derî girtibûn. A li wir agir berdabûnê. Xwedê Hecî Hemîd sond dixwar, digote ez çûme ber dere xanîyekî. Xanîye mala Feqî Mehmede Salihê Xelê. Min çar pênc hep cesedê wan naskir. Yek Kaso hebû, kurê Feqî Mehmed. Jinek hebû navê wê Baran bû. Erê li wir min neh deh hep cesetên wan min naskir. Gişt xelkê li wî gundî bû. Got, wisa agir lê girtibû Hecî Hemîd got, donê wana pênc, şeş metre wisa erdê kişîyabû. Berjêr dikişîya dihat. Wisa agir pêkitibû, dişevitî dihat. Hemû tişten van agir pêkitibû. Digot, wisa dişevitî, kirça kirça wan bû wisa agir lêketibû. Di gundê Bûrhane da.
(....)
Ew, erê di heta sala 1950 gelî da tek mirov tunebû. Gund vala bûn, temama wan vala bûn. Serî da Partaş, dû gund navê wan Partaşe tu zanî, Partaşa jêrê, Partaşa jorê. Gundên Birhan, Bûnîzlî, Pirexalî, Kelle, Aveşar, Hostekar, Kardoxan, Maxare, Soxitlû, Bûnizlî min got, Bûnizlî, Pirneşîn, Milk ew gundê lê hêsîr qirkirin. Kunduk, Şeytanaba, Şorik, Mirşûd, Gomik, Hesenevdal, Şarbazar, Şor, Tendûrek, Kewşen, Kewşena jorê, ew gundana hemû vala bûn, usa xirabe man.
Îca aliyê li vir Çaxirbeg, Qerekilis, Gomik, Babezeng, Îlanlî, Xarhos, Kizilqilis, ew gundana temam xirabe man. Bi zore va, ew gundana bist salan mane xirabe. Wextê Partiya Demokrat rabû, salên 1950 da paşê milet hatin gundê xwenî vala. Wekî dinê jî erdê deh danzdeh gunda xistibûn hara. Paşê jî Afgan anîn. Afganîyan anîne kirine li van gundan. Kirine gundê Bûnizliyê, Birhanê, Pirneşînê. Naha Pirneşîn, Birhan, Bûnizli, Pirexwalî, qismek jî erdê Pardaşê, qismek jî erdê Sarkoyê, Pirneşîn ew hemû dane wan. Wexta Afgan hatin, 200-300 mal bûn. Niha jî bûne 600-700 mal bûne. (NG/FD)
1- Nihat Gültekin- Tahir Nas, Şahidê Komkujîya Gelîyê Zîlan, Weşanxana Lîs 2020
Nihat Gültekin- Esmanê Sor, Şahidên Komkujîya Gelîyê Zîlan, Weşanxana Doz 2022
2- Di dîroka 18.01.2014an de ez û Mehmet Emin Türküz me Abdulbaki Çelebî re hevpeyvîn kirîbû.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览980
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://bianet.org/- 27-11-2022
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 27-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 27-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on28-11-2022
此产品最近更新( سارا ک ):27-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览980
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.15 KB 27-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,056
图片 106,673
书籍 19,294
相关文件 97,290
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!