Bi hezaran pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên herêma Cizîrê şehîdên komkujiya #Dêrik#ê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.
Girseya gel cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Nîştimanî ya Dêrikê wergirtin û bi karwanekî mezin ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin.
Navên şehîdên wiha ne; nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Çîçek Harûnî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubêd Xalid, Mehmûd Elî, Fayîz Ebdullah, Nûrî Çiftcî, Hisên Xilto û Mazin Osê.
Li goristanê cenazeyên şehîdan hildan ser milan û di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsozya bi şehîdan re û yên silavkirina berxwedana Dêrikê, ber bi qada goristanê ve meşiyan.
Merasima oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre gelek axaftin hatin kirin.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ciwan Elî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyr kir ku ew ê rêça şehîdan bişopînin û xeyalên wan ên azadiyê pêk bînin.
Endama Koordînasyona Kongra Star Cîhan Hisên jî axivî û ev bang li gelê Cizîrê kir: Hebûna we li vir îdiayên Erdogan ku hebûna Kurdan înkar dike, li derewê diqelibîne. Hebûna we li vir îsbat dike ku Kurd hene û îradeya Kurdan heye.
Cîhan pesna fedakariyên şêniyên bajarê Dêrikê da û got: Di dîroka şoreşa #Rojava# de, Dêrik her tim bi têkoşîn û berxwedana zarokên xwe hatiye nasîn.
Cîhan banga bilinkirina têkoşînê kir û got: Em ê Lozaneke din jiyan nekin, em ê di bin koletiyê de nejîn. Divê em bi hemû hêza xwe têkoşînê geş bikin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yûnis jî got ku Erdogan gaz û çekên kîmyewî bi kar tine û hewl dide wekî pêşiyên xwe gelê me qir bike.
Yûnis destnîşan kir ku ev xeyalên wan li hember berxwedana gel têk diçin. Di heman demê de bêdengiya navneteweyî rexne kir û got. Ew şahid û berpirsê sûcên li dijî gelê me pêk tîn e. Ew çekan didin xwînmijên gelê me.
Yûnis diyar kir ku ew ji bo dîtina çareseriyeke demokratîk li Sûriyê û bidawîkirina #dagirkeriya Tirk# amade ne bi hemû aliyan re diyalogê bikin.
Piştre wesîqeyên 11 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan spartin axê.[1]
ANHA