图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,902
图片 106,237
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
SEÎDÊ HEMO (SEÎD AXAYÊ CIZÎRÎ)
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

SEÎDÊ HEMO (SEÎD AXAYÊ CIZÎRÎ)

SEÎDÊ HEMO (SEÎD AXAYÊ CIZÎRÎ)
Seîdê Hemo yan jî bi navê xwe yê din Seîd Axayê #Cizîrî# di sala 1905’an de li Cizîrê li taxa Torê ji dayîk bûye. Navê bavê wî Hemo (Mihemedê salih) ye. Navê diya wî Edlê ye. Bi giştî 6 xwîşk û bira ne. 5 kur (Seîd, Xelîl, Sabrî, Çolî, Reşît) û keçek (Fatma) e. Paşnava wî Efe ye. Wî hê di zaroktiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye. Bavê wî Mihemed (Hemo) jî dengbêjek dengxweş û kêrhatî bû. Wî dengbêjî ji bavê xwe girtiye. Yanî bavê wî di heman demê de mamosteyê wî yê dengbêjiyê ye. Her çi qas ji bavê xwe hînî dengbêjiyê bûbe jî ji ber rêzdariyê di dîwan û ciwatên ku bavê wî tê de amade bû stran nedigot.

Dengê wî jî weke yê bavê wî gelek xweş bû. Qirika wî gelek bihêz û xurt bû. Ji ber vî dengê xwe yê xweş û qirika xwe ya bihêz ew di temenê xwe yê ciwan de bû ribat û celabê şevbihêrk û dîwanên dengbêjan. Dîwan û şevbihêrk bêyî Seîd Axa nedibûn. Pispor û lêkolînerên dengbêjiyê û her wiha gelê kurd wî di asta Evdalê Zeynê de dinirxînin. Lewre dema Seîd Axayê Cizîrî li Rojava bûye, xelk gelek behsa deng û qirika wî ya bihêz dikin. Hingê dengbêjê navdar Karapêtê Xaço jî li Rojava bû. Ji ber dengbêjiya wî ya bihêz û binavûdeng Karapêt dixwaze Seîd Axa bibîne. Piştî çend lêgerîna demekê bihîst ku Seîd Axayê Cizîrî di artêşa Frensayê de dixebite. Ji ber ku Karapêt jî di artêşa Frense de dixebitî bi awayekî herdu dengbêjên navdar têne cem hev, hevûdin nas dikin û pevre stranan dibêjin. Dema Karapêtê Xaço dibe şahide dengê wî yê aza, bilind, zelal û xweş, wiha dibêje; “Min digot qey dengbêjên hevkûfê min nîn in, lê piştî min dengê te bihîst min dît ku tu dengbêjek ji min mezintir î.” Bi rastî jî heke mirov bêje Seîd Axa di nava pênc dengbêjên herî baş de ye, ne îdayek an jî dilînek e, rastiyek bênîqaş e. Li gorî gotina biraziya wî Qedriye Efe nasnava “Axa” ya ku ew weke Seîd Axa daye naskirin ji ber dengê wî yê hêja û xweş, ji derdora gel û dengêjan ve lê hatiye kirin. Hin jî dibêjin ji ber ku malbata wî lêzim û xizmên mala Newaf Axayê Cizîrî ne ji wî re jî gotine “Seîd Axa”.

Li gorî nivîseke rûpela Independent Turkçe ya ji hêla Abdulhakim Gunaydin ve hatî amadekirin de dibêje; “ew di 18 saliya xwe de ji ber ku di stranên xwe de pesnê serok û şervanên kurd dide, di sala 1923’yan de navê wî jî di lîsteya 150 kesên ku ji hêla Meclîsa Neteweyî ya Gel a Tirkiyeyê ve birayara darvekirina wan hatibû dayîn de bû. Dema dibîne ku hikûmet dê wî darve bikin bi awayek veşartî direve û diçe Başûrê Kurdistanê, bajarê Zaxo yê bi ser parêzgeha Dihokê ve bicih dibe.” Lê dema me ev pirs ji Biraziya wî Besna Efe (90 salî) kir, wê got; “mamê min (Seîd Axayê Cizîrî) ji ber ku strana “Ew milkê kurda” stira, Mustafa Kemal fermana darvekirina wî da, lewre hê di temenê xwe yê ciwan de koçî Binxetê (Rojava) kir û li bajarê Derika Hemko, li Qamîşlo û deverên din ên Rojava jiyana xwe domand”. Belê Seîd Axayê Cizîrî di nava sê sînorên welatê xwe (Bakûr, Başûr, Rojava) de pir diçû û dihat. Bes salên destpêka nefitiyê (surgin) di kîjan dîrokê de li kîjan bajarî bû ne zelal e. Ya diyar ew e ku di sala 1923’yan de ji Cizîrê derketiye û çûye.

Seîd Axayê Cizîrî dike û nake sebir û hedana wî li derveyî Cizîrê nayê, lewre ji xwe re dibêje berdêla wê çi dibe bila bibe divê ez xwe bigihînim Cizîrê û jê qut nebim. Bi gelek kesan re dikeve têkiliyê û karên birokratîk dimeşîne. Seîd Axayê Cizîrî dixwaze rehetî vegere Cizîrê cem malbata xwe bes biryara darvekirinê ji bo vegera wî asteng bû. Ji bo bikare bi serbestî biçe Cizîrê stranekê li ser Mustafa Kemal çêdike û di wê stranê de pesn û zirtê wî dide. Mustafa Kemal jî li ser vê yekê wî dibexişîne û jê re nameyekê dişîne da ew biçe Enqereyê cem wî, lê belê baweriya Seîd Axa bi soza dewletê nayê û naçe Enqereyê. Dem deman tê Cizîrê û dîsa vedigere Başûr û Roajava. Heta roja ku nexweşiya penceşêrê di qirika wî de tê jî ew li Bexdayê bû.

Piştî çêkirina wê stranê heta demek dirêj gel ji wî sar û sil dibin û tu nirx û qîmetî nadinê. Ji ber vê yeke jî dengbêjiya wî ya bêhempa hingê nagihîje cihê ku heq kiriye. Lewre di nav kurdan de poşmanî weke îxanetê tê hesibandin. Demek dirêj Seîd Axa berdêla vê helwesta xwe bi jêdûrbûna dost û guhdarên xwe dide. Ew stran bi awayê li jêr hatî nivîsandin e.

KEMAL E KEMAL E
Kemalo Kemalo wer lêêlê û lêêlê
Kemalo Kemalo der loolo
Kemal babê me ye wer lêêlê û lêêlê
Kemal babê me ye der loolo
Manto kir ber me ye wer lêêlê û lêêlê
Manto kir ber me ye der loolo
Qehwa nû çêkirî wer lêêlê û lêêlê
Qehwa nû çêkirî der loolo
Cam û eyne kirî wer lêêlê û lêêlê
Cam û eyne kirî der loolo
Wey jina lê danskirî wer lêêlê û lêêlê
Qîza lê danskirî der loolo
Westanî hişîn e wer lêêlê û lêêlê
Westanî hişîn e der loolo
Mîrelî d’hezî ne wer lêêlê û lêêlê
Mîrelî d’hezî ne der loolo
Kelehî keyfîne wer lêêlê û lêêlê Kelehî keyfîne der loolo
Kemal û Esmet e wer lêêlê û lêêlê
Kemal û Esmet e Şepqe kir adet e
Şepqe kir adet e wer lêêlê û lêêlê
Şepqe kir adet e Şepqe kir adet e

Seîd Axa bi strana “Ew milkê kurda” binavûdeng bûye. Serhat Eyalet Lordu di hesabê xwe yê twitterê de dibêje; Seîd Axayê Cizîrî di sala 1921’ê de strana “Ew milkê kurda” çêkiriye. Hin çavkanî dibêjin ev stran ji hêla Hesen Zîrek ve hatiye çêkirin. Li gorî lêkolînên me, heke ev stran ji hêla Seîd Axayê Cizîrî ve hatibe çêkirin ku Serhad Eyalet Lordu dibêje wî ev stran di sala 1921’ê çêkiriye, hingê Seîd Axayê Cizîrî 16 salî ye, lewre ne zêde beraqil e. Lê dema min li ser jiyana wî hevpeyvîn bi biraziya wî Besna Efe (90 salî) keça birayê wî Xelîl re kir, wê got; di serdema Serhildana Şêx Seîdê Kal de Seîd Axa strana bi navê “Ew Milkê Kurda” çêkiriye. Lewre ev angaşt beraqiltir e. Bes em nikarin bêjin teqez ev stran ya Hesen Zîrek e, an jî ya Seîd Axayê Cizîrî ye. Ya em dikarin bêjin, Seîd Axayê Cizîrî ji ber strandina stranên kurdî û neteweyî ji hêla Komara Tirkiyeyê ve li rastî cezayê darvekirinê hatiye û lewre neçar maye ku dersînor bibe.

EW MILKÊ KURDA
Ew milkê kurda tev xêr û bêr e
Alik mehden e tev zîv û zêr e
Em îro çi bikin maye ji xelkê re
Em îro çi bikin maye ji xelkê re
Hey eman eman sed caran eman
Xelkê em kuştin avêtin çeman
Tev şêr û hakim nav em de neman
(Herkes awakî em her ya xwe man)?
Ew milkê kurda temam kanî ne
Ew milkê kurda temam kanî ne
Her mêrik kurda b’hefsed mêrî ne
Îro em çi bikin me kesik nîn e
Her mêrik kurda b’hefsed mêrî ne
Îro em çi bikin axxx em bêxweyî ne
Ew milkê kurda hemû seyran e
Ew milkê kurda hemû seyran e
Ew cihê henê cihê xeman e
Ev dinya henê cihê xeman e

Em dizanin ku di sala 1947’an de dema serxwebûna Komara Mahabatê de strana “Ew Milkê Kurda” ji hêla Hesen Zîrek ve bi navê “Ey Niştiman” hatiye strandin. Her wiha li gorî lêkolînên ji hêla Serhat Eyalet Lordu ve li ser stranên kurdî yên ku ji bo tirkî hatine wergerandin, strana “Ew Milkê Kurda” ji hêla dizekên çanda kurdî ve hatiye dizîn û weke “Anakara’nın Taşına Bak” ji bo tirkî kirine sirûdeke serkeftinê.

Biraziya wî Besna Efe (90 salî) dibêje ew 9 caran zewicî ye. Bes dema me xwest navên hevjînên wî ji me re bêjje, tenê navê Edle, Rehîme (ji Silopyayê ye), Helîme, Leylete û Reîfeyê (xwîşka Hakimê Şûfî yê binavûdeng ku ji hêla Qasim Axayê Batû ve hate kuştin) got, zêdetir navê kesek din nezanî. Dibe ku dergistî û hevalên ku pê re dijiyan jî weke hevjînên wî zanibe lewre wisa gotibe. Hevjîna wî Edlê di ciwaniya xwe de wefat dike. Seîd Axa pir diqehire û li ser hevsera xwe strana “Edlayê” çêdike. Min di gotareke di Independent Turkçe ya ji hêla Abdulhakîm Gunaydin ve hatibû nivîsandin de xwendibû ku digot; “ji jina wî ya duyê 7 zarokên wî çêbûne. Wê serdemê hişkesalî û xela hebû lewre ji ber birçîbûn û nexweşiyê hê di temenê biçûk de zarokên wî mirine”. Dema Seîd Axayê Cizîrî koça xwe ya dawî kirî tenê keçek û kurekî wî hebûn. Navê kurê wî Hemed Emîn û navê keça wî jî Behiye bû. Diya wan ji Rojavayê Kurdistanê yanî ji Binxetê bû lewre ew li wir dimînin û li wir dizewicin. Dema Seîd Axa li Binxetê bû dem deman tê Cizîrê li mala birayên xwe dimîne. Ji ber ku ji hêla dengbêjiyê ve xelkê gelek qala wî dikir, dema ew dihat Cizîrê gel daxwaza stranan jê dikir. Gele Cizîrê pir ji dengê wî hez dikir û çavên wan li riya Seîd Axa bû ku wê kengê bê Cizîrê. Biraziya wî Qedriye (70) keça birayê wî Reşîd bîranîneke xwe ya di derbarê mamê xwe (Seîd Axayê Cizîrî) de wiha dibêje; “Rojekê mamê min ji Binxetê hatibû Cizîrê. Qehwexaneyeke pismamê min Evdê (kurê Xelîlê Hemo) hebû, dema ew dihat Cizîrê sirf diçû wê qehwexaneyê û stran digot. Wê carê jî pîr û kal, ciwan û nas û dostan ji wî xwestin ew biçe qehwexaneya Evdê stranan bêje/bistire. Dema xelk pê hesiyan ku wê Seîdê Hemo li qehwexaneya Evdê stranan bistire, hema bêje tu kes di malan de neman, yên bihîstî hemû hatin ber qehwexaneyê. Li ser banên xaniyan, di ser kuçe û kolanan cih nemabû. Xelkê merşik û kursiyên xwe ji malê dibirin û diçûn li wan derdora rûdinştin û dengê wî guhdarî dikirin.”

Dîsa weke her car rojekê Seîd Axa ji Bexdayê tê Cizîrê û her şev diçe qehwexaneya biraziyê xwe Evdê (kurê birayê wî Xelîl) stranan dibêje. Dema Seîd Axa diçe qehwexaneya (çayxane) biraziyê xwe gelê Cizîrê hûr û gir tevde diçin wê qehwexaneyê guhdariya wî dikin. Her şev ev yek dubare dibe, lewre êdî tu kes naçin qehwexaneyên din, li ser vê yekê xwediyên qehwexanegerên Cizîrê hemû kom dibin û diçin seytereya (qereqol) polêsan giliyê wî dikin. Dibêjin; Seîd Efe nahêle tu kes bên kargehên me û wisa biçe em ê topê bavêjin (îflas bikin). Li ser vê yekê polês jî Seîd Axa desteser dikin û dibin seytereyê û îfadeya wî distînin, piştre serbest berdidin.

Bi rastî jî dengêk weke dengê Seîd Axa li Kurdistanê peyda nedibû. Ji devê Cizîriyên ku ew dîtibûn; “dema wî distira heta Mila Qubê ya ku 5 kîlometreyan dûrî Cizîrê ye dengê wî dihat bihîstin. Tenê ne qirika wî stran digot, bedena wî ji serî heta binî dibû awaz û pêl bi pêl bilind dibû. Li ser vê yekê dengbêjê Cizîrî yê navdar Mesût Cizîrî dibêje; min ji bavê xwe bihîstiye (Bavê Mesût Cizîrî û Seîd Axa hevalên hev ên zaroktiyê bûn) ku rojekê li Rojava, li mala Haco dîwana dengbêjan tê lidarxistin. Mala Haco dibêje navê Seîd Axa gelek tê bihîstin ka bila bi dengbêjên me re pêşbaziyê bike. Seîd Axayê Cizîrî li ser navê mala Newaf Axa stranan dibêje. Û dengbêjên Mala Haco yên herî jixwerazî stranên xwe distirin. Dema dengê Seîd Axa dibihîzin matmayî dimînin. Camên kulek û pencereyên wan dişkên û giregirên Mala Haco dibêjin; dengbêj bi ser Seîd Axa re nîn e. Biraziya wî Besna li ser azabûn û berzbûna dengê wî dibêje; dema mamê min Seîd li Cizîrê di mala Seyîd Hemedê Seîdê Seyîd Elî de stran distira camên derî û pencereyên wan şikestin. Dîsa dema di mala Eshedê Hedad de stran distira camên wan ji ber dengê wî şikestin. (Biraziya wî Besna Efe-90 salî).

Dema ew li Dêrika Hemko dima ji bo bikare debara xwe bike demekê di artêşa Frense de dixebite û bi vî awayî debara xwe dike. Wê serdemê Karapêtê Xaço jî di artêşa Frense de dixebitiya, lewre hev li wir hev nas kirin. Di heman demê de li wir Mîrzade, zimanzan û rewşenbîrê kurd Celadet Alî Bedirxan jî nas dike. Piştî naskirina Celadet Alî Bedirxan ji Seîd Axayê Cizîrî dixwaze stranên pesindanê li ser Partiya XOYBÛNê ya ku di sala 1927’an de li Lubnanê hatî damezirandin çêbike. Seîd Axa gelek stranên şoreşgerî û netewepewerî distire.

Di salên 1940’î de Seîd Axa berê xwe dide Bexdayê û li wir gelek dengbêjên kurd ên weke Meryem Xan, Mihemed Arifê Cizrawî, Elî Merdan, Nesrîn Şêrwan, Elmas Xan, Hesen Cizrawî, Mamoste Bakozî, Fewziye Mihemed nas dike. Li gel dengbêjên navborî mala Elmas Xanê weke maleke kelepor û çanda kurdî bi kar tînin. Herkes dibe heyranê dengê Seîd Axa. Bi alîkarî û pêşengiya Elmas Xanê di Radyoya Bexdayê de dest bi dengbêjiyê dike. Gelek stranên wî çêkirî an jî wî stirayî bi saya Radyoya Bexdayê binavûdeng û nemir bûn û dengbêjên piştî wî jî ev stran biberdewamî strandine û hê jî distrînin.

Dema li Bexdayê bû ji ber stranên kurdewarî û siyasî dibêje ji hêla serleşkeriya Brîtanyayê ya di herêmê de ye ve dihêt girtin û wî diavêjin zindanê. Piştî demekê di zindanê de dimîne û şûnde ew serbest tê berdan û careke din di Radyoya Bexdayê de dengbêjiya xwe berdewam dike.

Deng û awaza wî ji ya dengbêjên wê serdemê hamûyan xweştir bû, lewre heyran û hezkiriyên wî pir bûn. Ji ber vê yekê tê gotin ku (ev ne agahiyek teqez e) dengbêjên li derdora wî (Meryem Xan, Elmas Xan, M.Arif Cizrawî, Hesen Cizîrî, Nesrîn Şêrwan û gelekên din) serê xwe ji wî diêşandin. Ji ber hezkirina wî ya ji hêla gel ve çavnebarî pê re dikirin. Heta vê angaştê hê pêşvetir dibin û dibêjin; Seîd Axayê Cizîrî ji hela dengbêjên ku çavnebarî pê re kirine ve hatiye jehrdan. Hin jî dibêjin; ji ber ku dengê Seîdê Hemo ji dengê wan xweştir bû dengbêjên navdar Hesen Cizrawî û Mihemed Arif Cizrawî ji wî hez nedikirin. Her wiha xwediyên van angaştan dibêjin; Hesen Cizrawî û Mihemed Arif Cizrawî gelek ji stiranên Seîd Axayê Cizîrî kopî dikirin û weke ku yên wan bin didan nişandan. Dîsa tê gotin, van kesên navborî Seîd Axayê Cizîrî derman (jehr) dane û ji ber vê yekê ew bi nexweşiya qirikê yanî bi penceşêrê ketiye. Bes ev tenê angaşt in û tu teqezî delîlên vê yeke nîn e ku dengbêjin kurd ew jehr dabin. Ez jî vê anagştê bêbingeh û nêtxirabî dibinim. Ne gengaz e ku tiştek wisa bibe.

Nexweşiya penceşêrê li qirika Seîd Axayê Cizîrî dide. Çendî li ser doktor û hekîman digere jî çare peyda nabe. Vê carê jî ji ber nexweşiyek kujer ji Bexdayê berê xwe dide welatê xwe. Tê Cizîrê û demekî li cem malbata xwe (Birayê wî Reşît xaniyê li taxa Torê) dimîne. Rewşa wî nebaştir dibe, lewre birayên wî, wî dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Di nexweşxanêyê de ew û Celalê Diyarbekirî (hunermendê navdar Celal Sesigüzel 1899-1959) hev nas dikin. Ji ber ku rewşa Seîd Axa ya aborî ne baş bû Celal Sesigüzel lêçûnên nexweşxaneyê hemûyê li ser xwe digire û dide. Nêzî 4-5 mehan tê dermankirin û tedawiyê dibîne. Ligel hemû hewldanan jî derman lê nehayên û di 5’ê adara sala 1955’an de bi temenê xwe yê ciwan û tije kul û derd, koça xwe ya dawî dike. Wî bi sedan stranên kurdewarî, evînî, pesindarî, stranên dawet û dîlanan, stranên şer û cengan, stranên zêmar û şînan çêkir, stira û di Radyoya Bexda pişka kurdî de û her wiha di band û plaqan de tomar kir û ji me re hişt û çû. Li ser wesiyeta wî li Cizîrê li Gorîstana Sedsala ya Mezin bi merasîmeke mezin ya ku girgireyên Cizîrê hemû beşdar bûbûn ew li axa pîroz hat spartin.

20 Stranên Ku Seîd Aaxayê Cizîrî Stirane

Dewrêşê Evdî
Ax de Loyloy
Lo Siwaro
Vî Seqlanî Helan e
Çûme bajarê Zaxokê
Ehmedê Mala Mûsa
Ew Bexdayê Paytext e
Lê lê Nemînê
Yar Gewrê
Berxê Mala Xêlid
Endîwerê Paytext e
Çûm Bexdayê bi Tican e
Qasimê Meyro
Elîkê Betê
Nadir Beg
Lê Lê Dêrano
Leylo Leylo
Mihemed Axa Zaxoyî
Gênç Xelîl
Metran Îsa[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览488
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | krd.riataza.com
挂钩项目: 2
小组: 传记
Country of death: 北库尔德斯坦
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: 半岛
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
Place of death: 半岛
Place of Residence: Kurdistan
هۆز: Gerdî
人键: 歌手
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 30-10-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on30-10-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):30-10-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览488
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.142 KB 30-10-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,902
图片 106,237
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!